Destpêk Hişê çêkirî (artificial intelligence), di nîvê sedsala bîstî de wekî dîsîplînek zanistî dest pê kir û di van deh salên dawî de geşedanên mezin bidest xist. Ji destpêkê ve sê nêzîkbûnên sereke derketin holê: HÇya sembolîk (symbolic AI), torên norona çêkirî (artificial neural networks) û nêzîkbûna norosembolîk (neurosymbolic approach) ku her du rêbazan bi hev re tîne holê. Lêkolerên sereke yên vî warî, wekî Herbert Simon, John McCarthy û Allen Newell di destpêkê de wisa bawerî dianîn ku bi kodkirina zanistê bi şêweyeke sembolîk û mantiqa formel hişê giştî yê çêkirî – HGÇ (artificial general intelligence – AGI) dikare bê bidestxistin. Vê nêzîkbûnê ku wekî bernamekirina mantiqî jî tê nasandin, di heyameke dirêj de têkçû lê di serîlêdanên taybetî wekî pergalên pisporî (expert systems) û lîstikên stratejiyê de serfiraziya xwe nîşanî me da. Piştî sedsalekê, bi pêşketina torên norona kûr (deep neural networks) û modelên zimanê mezin – MZM (large language models - LLM), nêzîkbûna fê...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی