Destpêk Hişê Çêkirî – HÇ (artificial intelligence – AI), medyaya civakî (social media) û tenêtî (loneliness) îro sê mijarên navendî yên gotûbêjê ne. Li ser rû ev pirsên teknolojîk in, lê di bingeha xwe de pirsên derûnî û zimanî ne: mirov çawa xwe dibîne, kî li wî/wê dinêre û kî bi wî/wê re dipeyive? Derûnkoleriya (psychoanalysis) klasîk û ya postkolonyal dibêjin ku xwebûn (self) di têkiliya bi yê-din (the Other) re û di nav ziman de tê avakirin. Di vê nivîsê de dixwazim nîşanî we bidim ku platformên dîjîtal û modelên zimanî ên mezin (large language models) çawa ji bo xwebûna sexte (false self) û bindestiya derûnî (psychological subjugation) zemînek nû çê dikin. Ew bi rêya dahûrîneke teorîk li ser çar beşan diçe: neynika ekranê, derhişiya algorîtmîk, trawmaya bêyî şahid (trauma without a witness), û ziman û kolonyalîzma dîjîtal (digital colonialism). 1. Neynik dibe ekran Winnicott diyar kir ku dema xwebûna rastîn (true self) ji ber hewcedariyên derxweyî tê astengkirin, mirov ji ...
Destpêk Li gorî Sullivan, du kom guhêrbar bandorê li kesayetî û reftar û tevgeran dikin: ya yekem handeriya dabînkirina hewcedariyên zindewerî (biological needs) ye, ya duyem jî handeriya dabînkirina hesta ewlehiyê (sense of security) ye (Sullivan, 2013; Sullivan, 1974). Kesayetî gilokeke (configuration) rewşên navtakekesî yên dubare û domdar e. Taybetmendiyên rewşên kesayetî û yên navtakekesî ewqasî nêzîkî hev in ku ji hev nayên veqetandin. Kesayetî, gilokeke reftar û tevgerên navtakekesî ye ku tê çavdêrîkirin (Sullivan, 2013; Chatelaine, 1981; Conci, 2012). Takekes ji destpêka pitiktiyê ve weke endamekî jiyana civakî ya navtakekesî dijî. Herçiqasî Sullivan qîmeta têgehên weke rakendî û geşedana zindewerî (biological maturation) kêm nekiriye jî, nêrîna wî ya sereke ev e ku “bi encama hevkariya civakî hebûna mirov hîn watedartir dibe” (Sullivan, 1954; Conci, 2012). Dibe ku serpêhatiyên mirov ên navtakekesî erka wî ya fîzyolojîk jî vebiguherînin; bi vî awayî organîzma (mirov) ...