Destpêk Di çarçoveya derûnkolîneriyê de, trawma (birînên derûnî) ne tenê rûdanek takekesî ye, lê di heman demê de proseyeke navxweyî ye ku di nava hundirê derhişiyê (unconscious) de ye, bi berevanî û berxwedanên sîstemîk û cudabûnên nifşguhêzî re têkildar e. Kurdên li deverên cuda yên Kurdistanê dijîn, bi sedan salan e di nav zincîreke bêdawî ya şerên navxweyî, navnetewî, pişavtina çandî, înkara nasnameyê û şidetên navxweyî û derxweyî (dewletî) de dijîn. Ev rewş ne tenê wek karesat û bobelatan (disaster) li hemberî civakê derdikeve, lê di heman demê de dibe rih û giyanên hevpar ku di nav derhişiya civakê de cihê xwe digire û di nav têkiliyên malbatî, dîrokî û civakî de bi nifşguhêzî derbas dibe. Li gorî Freud, trawma, dema ku eziya mirov (ego) nikare li hemberî bandorên derxweyî (derveyî) yên zêde xurt xwe bi hişmendî biparêze bi awayekî derhişî, li hemberî wê hewldanên xwe berdewam bike. Di vê çarçoveyê de, şideta dagirkeran li hember kurdan, ji tepisandinê (repression) heta înkar...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی