Skip to main content

Posts

ZIMANNASIYA DERÛNÎ

Destpêk Mirov di nava zimanê xwe de hebûn û xwebûna xwe diafirîne. Ev rastiya bingehîn a derûnnasiya nûjen di rewşa gelê kurd de wateyeke taybet distîne. Zimanê kurdî ne tenê amûrekê cihguhertinê ye, belê neynike ku tê de mirov hebûn û xwebûna xwe dibîne, hestan der dike, diterikîne û têkiliya xwe bi cîhanê re ava dike. Mirov bi zimanê xwe – derûnxweş, derûndûzan, derûnvîl, derûnqerpal – ji hev têdigihêjin û fêm dikin ku çanda wan giraniya xwe ya mezin li ser rewşa navxweyî û derxweyî ya mirovî dide. Li Kurdistanê, rewşa siyasî, civakî û çandî ya herdubar bandoreke kûr li ser derûna takekesî û civakî kiriye. Şer, koçberî, zext û parçebûna nasnameya çandî bi salan e beşek ji jiyana rojane ne. Ev serpêhatiyan bîrên trawmatîk, derûntengî û astengiyên derûnî bi cih hêlane ku hewcedariya pêşveçûna zanistên derûnî û karûbarên derûncivakî diyar dikin. Lêbelê hîn jî tabû, bêagahî û kêmbûna saziyên guncaw rê li ber vê geşedan û pêşveçûnê digrin. Ziman weke Hêzeke Derûnî Jacques Lacan, y...
Recent posts

HIŞÊ ÇÊKIRÎ – HÇ (ARTIFICIAL INTELLIGENCE – AI) Û PÊŞ-PIRSÎN

Destpêk Di çarçoveya zanistên fêrbûnê de, pirsîn tenê wekî amûreke ji bo wergirtina agahiyê an nirxandina zanînê nayê dîtin. Lêkolînên nûjen nîşanî me dane ku pirs dikarin di pêvajoya fêrbûnê de roleke stratejîk bilîzin, bi taybetî dema ku bi rêbazên wekî pêş-pirsîn (pre-questioning) ve têne bikar anîn. Pêş-pirsîn teknîkek fêrbûnê ye ku tê de fêrbûyan berî rastekirina naveroka nû bi kereste û materyalê re, hewil didin bersivên pirsan ên li ser wê mijarê texmîn bikin. Ev stratejî bandora pêş-pirsînê (pre-questioning effect) çêdike û hêz û şiyana bîranîn, têgihiştinê û girêdana zanînê bi awayekî berz bilind dike. Lêbelê di pratîkê de, pirsên kalîteyê bi hêsanî berdest nînin. Mamoste, dem û çavkaniyên girîng hewce ne ji bo dîzayna pirsên guncav, û fêrbûnên takekesî dema ku li ser mijareke nenas dixebitin, dikarin di çêkirina pirsan de bi pirsgirêkan re rûbirû bibin. Di vê çarçoveyê de, HÇya Çêker (Generative AI) û Modelên Zimanê Mezin – MZM (Large Language Models - LLMs) wekî çarese...

Derûn û Derûnnasiya Habûranê (Hurricane Psychology)

Destpêk   Habûran ne tenê rûdanên meteorolojîk in; ew rûdanên jiyanî yên mezin in ku bi yekcarî hemû sînorên ewlehiya mirov xera dikin/dişkînin. Di çend saetan de, bayê bi lezê 250 km/saetê dikare malan hilweşîne, darên sed salî bi kokên wan ve rake, bajarên mezin di bin avê de bihêle û bi mîlyonan mirov bêmal, bêkar û bêhêvî bihêle. Lê ya herî giran ew e ku ev wêranî tenê bi çavên laş nayê dîtin. Piştî ku av diçe û kamerayên televizyonê jî diçin, li wir dimîne êşeke kûr a bêdeng: êşa hiş, derûn, giyan, ruh, can û dil.   Lêkolînên li ser habûranên mezin ên wek Katrina (2005), Maria (2017), Sandy (2012), Harvey (2017) û Ian (2022) bi awayekî zelal nîşanî me didin ku bandorên derûnî û giyanî yên van karesatan pirî caran ji ziyan û zirarên fîzîkî bi rêjeyeke mezintir demdirêj dibin. Hin kes piştî 5–10 salan hê jî bi bîranînên ji nişka ve, bi tirsên şevê û bi hesta “ez ê cardin winda bibim/bikim” re dijîn. Ev nivîs ne tenê li ser wê yekê ye ku habûran çawa hişê mirov dibe, l...