Skip to main content

Posts

Showing posts from March, 2023

OSMAN SEBRÎ, APO

Pêşgotinek :   Gava mêrê Kurd çêre kîjanî perçî welat xwe bike, peyayên hêja ku ji nav me rabûne, wes­tiyane, ji ber me de mirine, têne bîra me : çi Şêx Se'îd be, çi Se'îd Riza be, çi Xalid Begê Cibrî be, çi Qadî Mihemed be, çi Simko be, çi Mile Mustefa Berzanî be, hwd…Heçî perçê roavayê welêt be, ji nav peyayên hêja mîna Celadet Bedir Xan, Cegerxwîn, Reşîdê Kurd û ên dinê, Apê Osman Sebrî jî tê bîra meriya.               Di xortaniya xwe de, me bi navê Apê Osman dibîst. Cara yekê, dostekî min ji Kefir Sefrê, Se'îdê îso, ez bi Apê Osman dame nas kirin. Sal 1984 bûn. Em bi hev re çûne mala wî li Taxa Kurda, li Şamê.               De îca, gava merî dixwaze here Apo bibîne, soza naxwaze; deriyê malê tim î vekirî ye; bi kalbûna xwe Apê Osman pêşpîrî mêvanên xwe tê. Tevî merivekî navsalî bû ku jiyana xwe hemî ji bo Kurdan bora...