Pêşgotinek :
Gava mêrê Kurd çêre kîjanî perçî welat xwe
bike, peyayên hêja ku ji nav me rabûne, westiyane, ji ber me de mirine, têne
bîra me : çi Şêx Se'îd be, çi Se'îd Riza be, çi Xalid Begê Cibrî be, çi
Qadî Mihemed be, çi Simko be, çi Mile Mustefa Berzanî be, hwd…Heçî perçê
roavayê welêt be, ji nav peyayên hêja mîna Celadet Bedir Xan, Cegerxwîn, Reşîdê
Kurd û ên dinê, Apê Osman Sebrî jî tê bîra meriya.
Di
xortaniya xwe de, me bi navê Apê Osman dibîst. Cara yekê, dostekî min ji Kefir
Sefrê, Se'îdê îso, ez bi Apê Osman dame nas kirin. Sal 1984 bûn. Em bi hev re çûne
mala wî li Taxa Kurda, li Şamê.
De
îca, gava merî dixwaze here Apo bibîne, soza naxwaze; deriyê malê tim î
vekirî ye; bi kalbûna xwe Apê Osman pêşpîrî mêvanên xwe tê. Tevî
merivekî navsalî bû ku jiyana xwe hemî ji bo Kurdan borandî, û xwedî berhem û
pirtûkan bû, tu formalîtê tune bû ku meriv wî bibîne. Çi kesê welatparêz
ku bixwesta bêna xwe derxista, berê xwe dida mala Apo; li ser kul û êşên
Kurdan diderdimîn.
Wekî
wan salan rewşa min jî ne baŞ bû; ez li mal nedimam, min jî pirr caran berê xwe
dida mala Apo. Hîngê dêya Hoşeng, Şadiya, sax bû; xûşka Kewê, keçhiliya Apo,
ewê jî tim xizmetê mêvana dikir.
Ji
1984 ra 1986, her cara ku ez diçûme Şamê, min pêşin rêya xwe bi Apo dixist. Min
Haziriya xwe dikir, kamêre bi xwe re dibir, têp bi xwe re dibir û ez diçûme ba
Apê Osman. De hîngê li gor zanîna xwe, min pirs ji Apê Osman re amede dikirin.
Niha, heft kasêt hevpeyvînên min bi Apê Osman re hene.
Apê
Osman ji min re pirr caran çêre bîranînên xwe dikirin. Gerek e birayê Hoşeng ji
me re li ser wan bîranîna bersivekê bide, ka çi pê hatine.
Jiyana
Apo
Sala
1905, ji nav malbateka axe, ji eşîra Mirdêsan, li gundê Narincê, li Kurdistana
Bakur, Osman Sebrî çavên xwe ve kirin. Piştî ku Kemalîstên dagîrker serhildana
Xalidê Begê Cibrî, Şêx Se'îd û hevalên dinê, li sala 1925, di xwînê de hildiweŞînin,
vedigerine ser Kurdên Mirdêsî. Hîngê du apên Osman Sebrî, Şukrî û Nûrî,
herduyan digrin û bi darve dixînin. Osman Sebrî jî tê girtin, wekî dinê ji ber
biçûkbûna wî ew têye berdan. Li gor Şîreta apê xwe, Şukrî, Osman Sebrî têkoşîna
rizgariya gelê Kurd berdewam dike. Dîsa têye girtin, lê bi saya Kurdekî
Dêrsimê têye berdan. Pê re, Apê Osman ranaweste. Li ser vê, dagîrker rapêyî wî
dikin ku bigrin. Apê Osman, sala 1929, sînor derbas dike û diçe Sûriyê da ku
xwe bigihîne Xoybûnê.
Pêna
ku lingê Apê Osman dikeve axa Sûriyê; Frensa hîngê Sûriyê û Binan kiri bû bin
manda xwe. Gerek bû Apê Osman li gor siyaseta Firensa xebata xwe ya welatparêzî
berdewam kira, lê Apo nedipejirand; loma wî digrin, ji sînor dûr dixînin û li
bajarekî Ereba, li Reqayê, bi rûniştandin didin.
Pêna ku Xoybûn xwestî derbasî welêt be û serhildana Agirî vêxîne, Apê
Osman jî di aliyê Berazan (hêla Sirûcê) re derbas dibe welêt ku şer bike. Apo
derbas dibe, çend qereqolên Tirkan ji pêş xwe radike, lê mixabin, Xoybûn bi ser
nakeve; Apo bi tena xwe li welêt dimîne. Tirk bere wî dikin, tê di nav 'Erebên
'Iniz de ra (ta) demekê xwe vediŞêre û, paşê, ji Sûriyê derdikeve diçe
Kurdistana Nîvro (îraq). Apê Osman bi rê ve ji aliyê rêjîma îraqê de têye girtin.
Apê Osman dibin, dixine girtîgeha Mûsilê. Sal hîngê 1931 bû. Çend mehan di
girtîgehên Bexdadê de jî dimîne, paşê, wî dispêrine Firensa. Evên dawî çend
mehan wî girtî dihlêlin û, dûv re, wî azad dikin.
Pê
re, Apê Osman dîsa digrin, ji sînor dûr dikin, dibine Şamê. Li wir, Osman Sebrî
raste Celadet û Kamîran Bedir Xan tê. Evên dawî jî xwe amede dikirin xebateka
çandî bikirana. Êdî, ra (Heta) demekê Apê Osman bi karên rewŞenbîrî de dikeve.
Di kovara Hawarê, Roja Nû û Ronahiyê de dinivîsîne û tê de dixebite.
Apotiya Osman Sebrî dihêle ku Firansiz li dawiya sala 1931 bavêjine
Urdunê û Felestînê. Ev herdu welat jî hîngê îngilîzan dagirti bûn. Îngilîz
destpêkê wî qebûl nakin, lê Apo bi zirnavekî xwe vedişêre û ra meha çiriya paŞin
sala 1935 dûrwelatî dimîne. Apo ji dûrwelatiyê direve, lê dîsa Firensiz wî
mehekê digrin, û sala 1936 dûr dixînine Girava Medxeşqerê (Efrîqiya).
Jiyana
Apê Osman dirêj e, em çêtir dibînin kurtejîna wî ku Hemreş Reşo di pirtûka Apo (Almanya, 1979) de belav kirî, li
vir nîŞan bidin :
1937 : vedigere Binanê.
1938 : vedigere Şamê.
1938-1941 : hînkirina zarokên Kurd li Nadî
SelaHedîn li Şamê.
1941 : bi Welato re vedigere Kurdistana Bakur.
1942-1943 : di kovara Hawarê de dixebite.
1944-1949 : memûriyê dike, paşê bi destê wezîrê
Hundur têye avêtin.
1956 : bi du birayên Kurd, Îemze û Se'do, hîmê
PDK-Sûriyê datîne.
1960-1962 : girtîgeh li Şamê.
1962-1963 : li Bêrûtê dimîne.
23.5.1963- 31.12.1964 : girtîgeh li Şamê.
1969 : serekî diçe Kurdistana Bakur.
1972-1973 : girtîgeh li Şamê.
Çîroka
Kurd û Kurdistanê efsanek e; Apotî beŞek e ji wê efsanê. Di zikhev de, ji bilî
dûrwelatbûnê, O. Sebrî 18 caran hatiye girtin.
Helbestvaniya
Apê Osman Sebrî
Ji
bo sêmînar dirêj nebe û dema beŞdaran nebirrim, ez dikim bi kurtî li ser
berhemên Apê Osman rawestim. Em dikarin helbestvaniya Apê Osman Sebrî bixine du
deman :
1- (1932-1950) :
Destpêka
helbestvaniyê bi helbesta "Berdêlk" tê; ew jî diyarî Qedrîcan kiriye.
Qedrîcan pêşin jê re helbestekê di Hawarê
re diyarî dike :
Jiyîn çikas delal e
Di nav bav û biran da
Dil heye qu ne nale
Ber birînên riman da
Ev birîna riman e
Bareqî pir giran e
qezeb, gurçiq neman
Li pepûkên xwehan da [1].
Apê
Osman wiha bersiva wî dide :
Jiyîn xweş e bi xurtî
Li Kurdistan, bi Kurdan
Bav û biran çi bikim ?
Îemû min tê bi derdan
Min dil tu car nenalî
Min zar tu car nekalî
Bi dilHiŞkî, bi lalî
Sînga xwe da ber riman
.................................
Derban li me tu zanî
Rim nîne giş nezanî
.................................
Xopan kirin Kurdanî
Ev tiral û nezanan [2].
Wekî dinê,
ji helbestên wî yên pêşin diyar dibe ku Apê Osman ji revê, ji girtinê, ji
dûrwelatkirinê nagihê lêxistina helbestan; xwe jê re biwestîne û amede
bike :
Ya Reb tu tinê li min bi yar be
Ev dinya bila li ser min bi bar be
................................
Ne Tirqiyê, ne îraqê û îranê
Ne Sûriyê, Felestîn û Eman
Îemiyan li erdê xwe qirim der
Ez holê mame reben û sêser [3].
Apê
Osman Sebrî tenê pênc helbestên evîndariyê nivîsandine : "Keça şi'rê"
(1934), "Daylan" (1934), "Evîn" (1936), "Xweşxwana
çiyayîkî" (1943) û "Menewş" (1967); hîngê Apê Osman î dûrwelatî bû
(Filestûn, Medexeşqer û Siwêda/Sûriyê); evîna wî jî helbet welat bû; çend rêz ji helbesta
"Keça Şi'rê" :
Te nadim bi Leylan û Şêrîn Zînan
Bi te ez ez im, hê ! mizgefta dînan
Ji ber ku sêser bûn bê war û Şûn
Ji lewre biskên te di ber talanê çûn
Zînatek mezin bû li min û te yar
Ji bîr va nakim qet vê êŞê tu car [4].
2- (1950-1980) :
Apê
Osman helbest, çîrok, û nivîsarên wekî çekên berxwedanê bi kar anîne û nîŞan
dane. Çi helbest be, Apê Osman xwestiye helwesta xwe diyar ke; çi çîrok be,
xwestiye tiŞtekî bi nîŞan de, hwd…
Di
vê heyamê de, Apê Osman di warê helbestvaniyê de pirr pêş ketiye; lê li aliyê
dinê jî, Apê Osman Partî dadimezrîne û dest bi xebata siyasî dike; wê
çawê, Cenga Cîhanê ya Dudiyê kuta bûbû û Cenga Sar di navbera Roava û Rohilat
de dest pê kiri bû; Apê ne herdu seriyan re bû; wisa jî di helbestên xwe
rexna dike :
Çiqas bextê me reş û kirêt e di nava cîhan
Nemane bindest pepûk û reben ji xeynî Kurdan
.................................
Her car bi rengek em tên xapandin dûvik û terrî
.................................
Dîndar dibêje : hûn Xwedê-nenas derketin ji dîn
Bêdîn dibêje : we rê şemirand hûn bûne xayîn
Bi Şan û rûmet azadî xwestin bêdîniya me
Îezkirina welêt sitem nekêŞan xayîniya me [5].
Sergermê wan bûne şêwrewî yanê komonîst
Zor mixabin hevalên ne Kurd bi eqlên wan lîst
Digotine wan : ji bona îro bi navê Kurdan
Divê hûn nekin di vî welatî tu peyv û dozan
Kurdîtiya we alîkarî ye ji bo kolîdar [6].
Hin ji me
Bawer in ku
Azadiya welêt
Ji neyaran
Ji zorkeran
Ew e serxwebûn
A rast,
Çi ramanek kevin
Çi ramenek nû
Ku me girêde
Me dike kolî
--------------
Divê me
Berî her tiŞtî
Bi nêhrîna xwe
Bi ramana xwe
Aza bin serbest
Çiqas em
Bêne girêdan
Bi ramanên xelkê
Li riya wan
Dê bibin bindest
Bo çi tu
Xwe qels dibînin
Kêmtirî xelkê [7].
Ez dibînim xortên me bi felsefe û qirên
Îemî dûrî qada Şer dipeyivin diçin û tên
Dest navêjin tivingê nabin pêŞengê cotkar
.................................
Bes divê xwe rave kin Hemî xwedî "IDEAL"
.................................
Ji bo îro me navê IDEAL û FELSEFE [8].
Hinek ji wana aliyê çep, hinek jê rast in
Bi vî awayî gel û welat nayê parastin
.................................
Balafirên Mîg dewletek çep dan neyarên me
Bombeyên napalm bi wan gîhan koç û warên me
Çepê mafê min bi zor bixwe ew kolîdar e
Çawa dibe çep ? ne mirov e, ew segê har e
Neyê bîra we ku ez bêjim Roava baŞ e
Kî wê hêviyê ji min bike gelekî ŞaŞ e [9].
KêŞ di helbestên Apê Osman de
Apê
Osman wekî Cegerxwîn û ên mayîn meletî nekiriye ku Şareziya xwe li ser kêŞana
helbesta 'Erebî hebe. Loma, helbestên Apê Osman tenê kîtkî (birrgehî) ne, ango
bi hejmara kîtikan e.
PirtÛknasiya berhemên Apê Osman Sebrî
Berhevoka helbesta :
Hemreş Reşo hin
helbestên Apê Osman Sebrî berhev kirin û wekî dîwanekê dane belav kirin. Ji
vê pê ve, hin kesên dinê mîna îrannasê Siwêdî, Stig Wikander, û zanayê
Kurd Qanatê Kurdo, çend helbestên Apê Osman Sebrî di berevokên xwe de dane çap
kirin.
Apo, ÎemreŞ ReŞo, Almanya, 1979, 160 rûpel.
KURDO, Qanat : Tarîxa Edebyeta
Kurdî-1, Roja Nû, Stockholm, 1983,
192 r.
WIKANDER, Stig : recueil des
textes kourmandji, Wiesbaden otto Harrassowitz, Uppsala, 1959. 108 r.
Pirtûkên belav kirî :
Apê Osman Sebrî bi xwe
jî hin pirtûkçe belav kirin.
bahoz
û çend nivîsarên dinê, Şam
?, 1956, 67 r.
çar
leheng , Şam, 1984, 40 r.
derdên
me, Şam (?), 1957, 32 r.
elifbêya
Kurdî, Şam (?), çapa 2-ê,
PDK-Sûriyê, 1954, 54 r.
elifbêya
tikûz , Şam, 1982, 44 r.
Helbestên belav kirîn
Apê Osman Sebrî
helbestên xwe di van kovaran de belav kirine : Hawar, Ronahî, Roja Nû, Çiya, Hêvî, Hêviya Welêt, Gelawêj, Berbang,
"agirî", Berbang, Siwêd,
h. 1982, r. 22.
"berdêlk, ji qedrîcanê canbira ra", Hawar, Şam, h. 2, 1 hizêran 1932, r. 10.
"berdiliya miîokê", Ronahî, Şam,
h. 19,1 ç. pêŞin, 1943, r. 5.
"bersiva hoşeng", Berbang,
Siwêd, h. 16, 1983, r. 9-11.
"bijî welatê min", Roja Nû,
Stockholm, h. 45, 2/1983, r. 10.
"cejinpîroziya welato, ji bîrên rojên kevin", Hawar, Şam, h. 54, 15 gulan 1943, r. 2.
"daylan, ji bîrên rojên kevin", Hawar,
h. 55, 15 hizêran 1943, r. 4.
"diçim hec", Hêviya Welêt,
dengê komeley xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h. 2, gulan 1964, r. 23-25.
"dîk û rovî", Hawar, Şam,
h. 31, 1 tebax1941, p, 5.
"dongiya çeqel", Hawar, Şam,
h. 27, 15 nîsan 1941, r. 5-6.
"em Kurd", Berbang, Siwêd,
h. 3, 1982, r. 6.
"evîn, ji bîrên rojên kevin", Hawar,
Şam, h. 53, 15 adar 1943, r. 2.
"evîna çiyan", Çiya,
Almanya, h. 2, adar 1966, r. 4.
"gîsin", Hêviya Welêt,
dengê komeley xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h. 2, gulan 1964, r. 14-15.
"gulan naxwazim", Gelawêj,
Sûriyê, h. 15, 1986, r. 15.
"gurê pîr", Ronahî, Şam,
h. 12, 1 adar 1943, r. 15.
"Hêviya kalemêr", Çiya,
Almanya, h. 6, berçile 1968, r. 7.
"hêviya nû", Roja Nû, Bêrût, h. 15, tebax1943, r. 1.
"hişiyarî", Çiya, Almanya,
h. 5, Şubat 1968, r. 8.
"ho, xort", Hêviya Welêt,
dengê komeley xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h. 3, adar 1965, r. 23.
"jan", Hêviya Welêt, dengê
komeley xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h. 2, gulan 1964, r. 12.
"ji dûr ve / Şihra mensûr/, ji nûrê min ê delal, Mihemedbeg, re", Hawar, Şam, h. 21, 5 hizêran 1933, r. 4.
"keça Şi'rê, ji bîrên rojên kevin", Hawar, Şam, h. 65, 15 tîrmeh 1943, r. 5.
"ker û azadî", Hêviya Welêt,
dengê komeley xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h. 2, gulan 1964, r. 17-18.
"kûçkê bekiran", Çiya,
Almanya, h. 8, berçile 1970, r. 13.
"lavelav", Hawar, Şam, h.
20, 8 gulan 1933, r. 3-5.
"lawê gel", Çiya (1-8,
1965-1970), Almanya, 1974, r. x-xiii.
"marŞa canbêzaran, ji seydayê cegerxwîn re", Hawar, Şam, h. 49, 15 êlûl 1942, r. 4.
"marŞa felatê", Hawar, Şam,
h. 50, 15 ç. pêŞin 1942, r. 7.
"marŞa xortan", Hawar, Şam,
h. 27, 15 nîsan 1941. p. 7.
"menewŞ", Gelawêj, Sûriyê,
h. 15, adar 1986, r. 15.
"neviyê kalê siyamend", hêvî
, h. 5, gulan 1986, paris.
"newruz", Çiya, Almanya,
h. 7, tebax1969, r. 16.
"roviyê kerr", Hawar, Şam,
h. 52, 20 çile 1943, r. 10-11.
"roviyê jîr", Hawar, Şam,
h. 29, 10 hizêran 1941, r. 8.
"serbilindî", Roja Nû,
Stockholm, h. 45, 2/1983, r. 10.
"sersala min, ji qedrîcan re, ji bîrên rojên kevin", Hawar, Şam, h. 54, 15 gulan 1943, r. 3.
"serwer, bo barzanî", mamostayê
Kurd, Stockholm, h. 3, 1986, r. 8.
"siyamend", Gelawêj,
Sûriyê, h. 11, ç. paŞin 1984, r. 19.
"Şêrê min", Gelawêj,
Sûriyê, h. 11, ç. paŞin 1984, r. 18.
"Şihirên zarokan : dibistan, bihar, tevdîra miŞkan", Hawar, Şam, h. 49, 15 êlûl 1942, r. 7.
"ŞoreŞa Kurd", Çiya,
Almanya, h. 8, berçile 1970, r. 20.
"Şûrê Elo", Çiya, Almanya,
n ° 5, tebax1968, r. 7-8.
"wefda Kurdî", Hêviya Welêt,
dengê komeley xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h. 3, adar 1965, r. 12-15.
"welatê tirî-viryan", Hawar,
Şam, h. 28, 15 gulan 1941, r. 6.
"xortê hêja", Çiya,
Almanya, h. 3, êlûl 1966, r. 10-11.
"xweŞxwana Çiyayîkî, ji Nûredîn ªsif ra", Ronahî, Şam, h. 14, 1 gulan 1943, r. 4.
"ziman", hêvî, h. 2, 1 gulan 1984, r. 61.
"zozan, ji Şi'rên zarokan", Ronahî,
Şam, h. 20, 1 ç. paŞin 1943, r. 3.
Berhmenên
ÇÎROKÎ
Çîrokên afirandî
apê Osman Sebrî du çîrok di mejiyê xwe
de afirandine; xwestiye nêrîna xwe bi rengekî çîrokî li ser hin bûyerên dîrokî
bide. çîroka yekê "Li
goristaneka amedê" ye; tê de
baweriya xwe li ser xoybûnê diyar dike.
"li goristaneka amedê", Hawar, Şam, h. 21, 5 hizêran 1933, r. 2- 6.
"Şîna jinekê li ser gora Birho" (ji bîrên rojên kevin
/09.06.1933, Aka/Felestîn), Ronahî, Şam,
h. 21, 1 berçile 1943, r. 5-8.
Çîrokên bi bûyer
Apê Osman reng çîrokên
nivîsandine ku bûyerên wan jê re hatine hewal dan, an jî bi xwe jiyane. Bo
nimûne, çîrokên bi navên "leheng" li ser Serhildana Agirî ne
"beraz û berazî", Ronahî, Şam, h. 16, 1 tîrmeh 1943, r. 11.
"enker û nekîr", recueil de
textes kourmandji, Stig Wikander, Wiesbaden Otto Harrassowitz, Uppsala,
1959, r. 17-19.
"leheng-1", Çiya, Almanya,
h. 3, êlûl 1966, r. 3-4.
"leheng-2", Çiya, Almanya,
h. 6, berçile 1968, r. 6-8.
"leheng-3", Çiya, Almanya,
h. 7, tebax1969, r. 6-8.
"leheng-4", Çiya, Almanya,
h. 8, berçile 1970, r. 4-5.
"mijo û xanê", Ronahî, Şam,
h. 17, 1 tebax1943, r. 5.
"mist-Awik", Ronahî, Şam,
h. 12, 1 adar 1943, r. 21.
"nêçîra hirçan", Hawar, Şam,
h. 48, 15 tebax1942, r. 4-6.
"pira genderê û ÎemûŞkê Kulik", Hawar,
Şam, h. 52, 20 çile 1943, r. 8.
"seyê ku gur tanî fêza pêz", Ronahî,
Şam, h. 15, 1 hizêran 1843, r. 5-7.
"Şêrek bi darekî", Ronahî,
Şam, h. 14, 1 gulan 1943, r. 8-9.
"Şêxê barzan çawa firandin ?", Ronahî,
Şam, h. 17, 1 tebax 1943, r. 22-24.
"Şeytanqûnî-1", Hawar, Şam,
h. 55, 15 hizêran 1943, r. 7-8.
"Şeytanqûnî-2", Hawar, Şam,
h. 56, tîrmeh 1943, r. 3-4.
"terŞê Şevê-1", Ronahî, Şam,
h. 14, 1 gulan 1943, r. 6-7.
"warê min ne î kor e", Hawar,
Şam, h. 51, 15 ç. paŞin 1942, r. 5.
çîrokên
zargotinî
"pirçemek û
silêman", recueil des textes kourmandji,
stig wikander, wiesbaden otto harrassowitz, Uppsala, 1959, r. 7.
"terlan, ji qisetên
îbretamîz", Ronahî, Şam, h. 20,
1 ç. paŞin 1943, r. 12-13.
Nivîsarên siyasî-dîrokî
"bobelatên me yên civakî", Roja Nû, Bêrût, h. 9, 28 hizêran 1943,
r. 1.
"dîroka jîna
Napolyon- pêŞgotin", Ronahî, Şam,
h. 16, 1 tîrmeh 1943, r. 12-13.
"dîroka jîna
Napolyon-1", Ronahî, Şam, h. 17,
1 tebax 1943, r. 26-28.
"dîroka jîna
Napolyon-2", Ronahî, Şam, h. 18,
1 êlûl 1943, r. 16-18.
"dîroka jîna
Napolyon-3", Ronahî, Şam, h. 19,
1 ç. pêŞin 1943, r. 9-10.
"dîroka jîna
Napolyon-4", Ronahî, Şam, h. 20,
21 ç. paŞin 1943, r. 9-11.
"dîroka jîna
Napolyon-5", Ronahî, Şam, h. 21,
1 çile 1944, r. 3-4.
"dîroka jîna
Napolyon-6", Ronahî, Şam, h. 22,
Şubat-adar 1944, r. 5-7.
"dîroka jîna
Napolyon-7", Ronahî, Şam, h. 23,
nîsan 1944, r. 18-21.
"dîroka jîna
Napolyon-8", Ronahî, Şam, h. 24,
gulan 1944, r. 6-8.
"dîroka jîna
Napolyon-9", Ronahî, Şam, h. 25,
gulan 1944, r. 10-12.
"dîroka jîna
Napolyon-10", Ronahî, Şam, h.
26, hizêran-tîrmeh 1944, r. 14-15.
"dîroka jîna
Napolyon-11", Ronahî, Şam, h.
27, août-êlûl 1945, r. 17-19.
"dîroka jîna selaHedîn-1", Ronahî, Şam, h. 23, Şubat-adar 1944, r. 12-14.
"dîroka jîna selaHedîn-2, Ronahî, Şam, h. 24, nîsan 1944, r. 17-18.
"dîroka jîna SelaHedîn-3",
Ronahî, Şam, h. 25, gulan 1944, r.
21-22.
"dîroka jîna SelaHedîn-4",
Ronahî, Şam, h. 26, hizêran-tîrmeh,
1944, 10-11.
"dîroka jîna SelaHedîn-5",
Ronahî, Şam, h. 28, adar 1945, r.
9-10.
"pirjinî û belayên
wê", Roja Nû, Bêrût, h. 17, 1
tebax 1943, r. 1.
"selaHedîn û Ehlî
Xaç-1", Gelawêj, Bexdad, h. 6,
hizêran 1949, r. 1-8, 57-61.
"selaHedîn û
Ehlî Xaç-2", Gelawêj, Bexdad,
h. 8, tebax 1949, r. 1-5.
"ŞaŞiyên me
Kurdan", Berbang, Siwêd, h. 14, 1983,
r. 3-4.
"tarîxa Kurd û
Kurdistanê-1", Hawar, Şam, h.
28, 15 gulan 1941, r. 5-6.
"tarîxa Kurd û
Kurdistanê-2", Hawar, Şam, h.
29, 10 hizêran 1941, r. 6-7.
"tarîxa Kurd û
Kurdistanê-3", Hawar, Şam, h.
30, 1 tîrmeh 1941, 9-11.
Nivîsarên siyarî û felsefî
"fedakarî",
Hêviya Welêt, dengê komeley xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h. 1, 1963, r. 16.
"gelo dem ji zêr e ?", Hawar,
Şam, h. 52, 20 çile 1943, r. 6.
"gotinên Şopewer", Hawar, Şam,
h. 48, 15 tebax 1942, r. 7.
"kürt komünistlerinin birlig hakkinda", Yekîtî, ji bo serxwebûn û azadî, Ewrupa, h. 1, 1983, r. 41.
"mafir mirov tenê carekê dimre", Hêviya
Welêt, dengê komeley xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h. 1, 1963, r. 12-13.
"mezin û mezinatî, an sergevaz û sergevazî, ez vê bendê ji xanima
gelparêz RewŞen Bedir-Xan re berpê dikim", Hawar, Şam, h. 51, 15 ç. paŞin 1942, r. 9-10.
"serbilindî", Berbang,
Siwêd, h. 12, hizêran 1983, r. 7.
"sinçî û ol, girêdana wan bi hev re", Roja Nû, Bêrût, h. 2, 10 gulan 1943, r. 1.
"ziman û jîna miletan", Hêviya
Welêt, dengê komeley xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h. 1, 1963, r. 19-21.
Lêkolînên gelnasî
"Çiyayê
Sasonê", Hawar, Şam, h. 27, 15
nîsan 1941, r. 8.
"êzdî û ola wan-1,
ji Mîrza Tawûsparêz re", Ronahî,
Şam, h. 19, 1 ç. pêŞin 1943, r. 13-19.
"êzdî û ola wan-2,
ji Mîrza Tawûsparêz re", Ronahî,
Şam, h. 20, 1 ç. paŞin 1943, r. 16.
"êzdî û ola wan-3,
ji Mîrza Tawûsparêz re", Ronahî,
Şam, h. 21, 1 berçile 1943, r. 15.
"mirdêsan û
gawestiyên wan", Hawar, Şam, h.
52, 20 çile 1943, r. 6, 11-12.
nivîsarên
zimannasî
"çend gazind", Ronahî, Şam,
h. 20 ç. paŞin 1943, r. 5-6.
"çend gotin di warê elifbêya Kurdî û tîp û dengên têde", recueil des textes kourmandji, Stig
Wikander, Wiesbaden Otto Harrassowitz, Uppsala, 1959, r. 103-104.
"çend rexne ji kalemêrekî Kurd", Hêvî,
paris, h. 2, gulan 1984, r. 8-9.
"di warê parastina zimên de", Berbang,
Siwêd, h. 5, 1982, r. 9.
"gazind û gilî", Hawar, Şam,
h. 14, 31 berçile 1932, r. 4.
"elifbêya Kurdî", Hêvî,
paris, h. 1, êlûl 1983, r. 19-20.
"name ji Hêviyê re", Hêvî, paris, h. 2, 1984, r. 8-9.
"pirsiyara Gelawêjê", Gelawêj,
irak, h. 1, 1945, r. 58-60.
"sehîtî", Hawar, Şam, h.
22, 1 tîrmeh 1933, r. 1-2.
"ziman", Berbang, Siwêd,
h. 3, 1982, r. 5-6.
"ziman û nivîsandina wî", Ronahî,
Şam, h. 24, nîsan 9144, r. 22-23.
Tevehev û nêçîr
"agirî" (Ararat), Hawar, Şam,
h. 36, 1 berçile 1941, r. 8-9.
cegerxwîn, Sewra azadî, pale, 1954, 211 r. / pêŞgotina
Osman Sebrî, r. i-iv/.
Çiya (1-8, 1965-1970), Almanya, 1974, 159 r. pêŞgotina
Osman Sebrî, r. ix-xi.
"hevalê çak", Ronahî, Şam,
h. 18, 1 êlûl 1943, r. 8.
"li pêŞberê yarê", Hawar, Şam,
h. 49, 15 êlûl 1942, r. 4.
"li welatê çînê meîkemên wê çawa edaletê belav dikin" wergerandina
Osman Sebrî, Ronahî, Şam, h. 12, 1 adar 1943, r. 19.
"nêçîr-1, ji axayê min ê delal, Şêxê nêçîrvanan Lezgîn Axa ra", Ronahî, Şam, h. 17, 1 tebax 1943, r. 13-19.
"nêçîr-2, ji axayê min ê delal, Şêxê nêçîrvanan, Lezgîn Axa ra", Ronahî, Şam, h. 18, 1 êlûl 1943, r. 11-14.
"pîrozî", Çiya, Almanya,
h. 2, adar 1966, r. 11-12.
Hevpeyvînên bi Osman Sebrî re
"hevpeyvînek bi
Osman Sebrî re", Amed û Zîn, Hêvî,
parîs, h. 6, gulan 1987, r. 40-45.
"hevpeyvînek bi
Osman Sebrî re", Firat Cewerî, Hêvî,
h. 7, 1989, r.
"neh kasêt (60 d.)
dengkirin bi apo re di salên
1985-1988 de, mamo cûmî û zînê".
"mamosta Osman Sebrî
ji bo pêŞengê dipeyive", pêŞeng, Sûriyê, h. 5, gulan 1984,
r. 42-43.
"reportajek bi Osman
Sebrî re", berxwedan, h. 71, Almanya, 31 çile 1989, r. 16-18.
"reportajek
bi Osman Sebrî re", berxwedan, h. 95, Almanya, 15 Şubat
1990, 10-11, 16.
Notes:
- Nadî Kurdistan: 1940
- xûşka SelaHdîn, Emîra ebdil-Xatûn, ev dibistane
ava kir;
- Bedirê Paşê li ser herdu apên Apo îfade da û paŞê
Kemalîstan ew bi darda kirin; Gava Bedirê PaŞê ji Ruhayê tê, Apo rêya
wî dibirre û wî dikuje.
[1] Qedrîcan : "Hawar hebe gazî li dû ye, ji bona birayê min Osman Sebrî", Hawar, şam, h° 1, 15 Gulan 1932, rr.
6-7.
[2] "Berdêlk, ji Qedrîcanê canbira
ra", Hawar , şam, h° 2, 1
Ìizêran 1932, r. 10.
[3] "Lavelav", Hawar, şam, h° 20, 8 Gulan 1933, rr. 3-5.
[4] "Keça Şi'rê, ji bîrên rojên kevin", Hawar, şam, h° 65, 15 Tîrmeh 1943, r. 5.
[5] BAHOZ û çend
nivîsarên dinê, şam (?), 1956, rr. 38-39.
[6] 'Eyn serçavk. rr. 42-43.
[7] "Ho, Xort", Hêviya Welêt, dengê Komeley Xwêndikaranî Kurd le Ewropa, h° 3, Adar
1965, r. 23.
[8] "Hêviya kalemêr", Çiya, Almanya, h° 6, Berçile 1968, r. 7.
Comments
Post a Comment