Skip to main content

Posts

Showing posts from May, 2023

HIN GOTINÊN APÊ OSMAN SEBRÎ

  HIN GOTINÊN APÊ OSMAN SEBRÎ  Wêne: A pê Osman Sebrî û Şadiye Xanim Mirovê ku bi zimanê xwe re bendewar nebe, nikare îdi'a bike ku ew ji welatê xwe hez dike. Neteweyetî ziman e û hinek adet in, ne tiştekî dinê ye. Xwîna me gişka yek e. Merov ku ehmiyetê nede zimanê xwe, di jîna neteweyî de tune ye. Ên ku du roj dest bi ziman kirine xwe feylesûf dihesibînin. Karê nezana holê ye. Ziman wek asoyê behrê ye, nêzîk xuyanî dike, lê tu çiqas diherî tim ew e. Heya merî pirr bi nava ziman de neçe, merî ehmiyeta ziman û mezinatiya ziman nizane .   Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe… Lê, a ketiye serê birayê me yê Kurd ew e ku dixwaze ille tu mîna wî bifikirî ....