HIN GOTINÊN APÊ OSMAN SEBRÎ
Mirovê ku bi zimanê xwe re
bendewar nebe, nikare îdi'a bike ku ew ji welatê xwe hez dike. Neteweyetî ziman
e û hinek adet in, ne tiştekî dinê ye. Xwîna me gişka yek e. Merov ku
ehmiyetê nede zimanê xwe, di jîna neteweyî de tune ye.
Ên ku du roj dest bi ziman
kirine xwe feylesûf dihesibînin. Karê nezana holê ye. Ziman wek asoyê behrê ye, nêzîk xuyanî dike, lê tu çiqas diherî
tim ew e. Heya merî pirr bi nava
ziman de neçe, merî ehmiyeta ziman û mezinatiya ziman nizane.
Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê
here.
Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e. Divê em her kes bi
fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev
nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî.
Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe…
Lê, a ketiye serê birayê me yê Kurd ew e ku dixwaze ille tu mîna wî
bifikirî.
Îro, bela me Kurmancan a mezin ev e ku em nikarine hevalê xwe di fikra wî
de serbest bibînin.
Em bibên gava bila
mîna me bifikire, ew nikare bi kêrî xwe û bi kêrî welatê xwe bê. Bila mîna xwe
bifikire ji bo welatê xwe.
Eger me bikariya miletê xwe têxista rêyekê, yek rê, ku
şerê hev nekin, ez bawer im di demeka nêzîk de me yê bikariya xwe bigihanda
heqê xwe. Îro, em de'wa heqê xwe dikin, lê, em negihane vî warê ku em wê dozê
bikin. Lê, tevî vê, baweriya min gelekî mezin e ku dijminê me, eger li îraqê
be, eger li îranê be, eger li tirkiyê be, bi ehmeqiya xwe wê Kurdan rakin ser
lingan û Kurd ewê heqê xwe bistînin. Ez bi vê gelekî bawer im.
Ha, em
bişerêhevkirinê de ketine nava dest-lingên xelkê.
Yek, Kurdan bi mesela zewacê xwe xira kirine. Îro, mêrkê Kurd
bi mêrkê Kurd bawer nabe, dere bi xelkê bawer dibe. Çima? Sebebê wê çi ye?
Sebebê vê me aniye qîzên xwe firotine.
De ewê ku bi dê-bavên xwe bawer neke, ewê çawa bi min û te bawer ke,
Kurdo?
A duduyan, gava dijminê me xwestine serdestiyê li me bikin, ji berê da bi
hezar salan, pîsên me anînekirine serok.
Ger te divêtin bizanî
dûşa min pirtir, di hemî waran de
Ez ji bo gel, ne gel
ji bo min
Ha, çi gava em milet
di bin xwe ra bibînin, wê çaxê, dibe minet.
Di nava me Kurdan de hên xirab pirrtir in, çima em serekî dirêj di bin
destê miletên din de mane.
Bi Xwedê, ji xizmetê xelkê kirin tiştek pêve nîne.
Keriyekî pez nikare li pê şivanekî here.
Bela me ev bû: hukumetê kîjan dikare ji wan ra serî deyne, ew tanîn,
dikirin serok.
Li pê wan meçin, tîzikan davên
Zaroyên kolan, azadî navên.
Divê em xwe hîn bikin
ku em bê kurk bimînin. Ew kurkê pîs ji ser pişta xwe bavên.
Ewê ku xwe xira dikin, gî
dixwazin xelkê razî bikin. Ê, xelk ne yek e, ne dudu ne, ne sed e, ne hezar e.
Royê, divê tu mîna yekî bikî.
- Were me bêje
Kurdistan li Sûriyê heye, em ê te niha, berdin.
Min got:
- Law! Kurdistan ne milkê bavê min e. Milkê bavê min bûya, min ê bigota
'Ez ê bidim û ez ê derkevim'. Ne milkê bavê min e, ên Kurdan e, law!
Heye ku hinek bêjin Şêx Se'îd î şêx bû, lê însanekî bi rêz bû, Kurdekî
hêja bû, mêrekî çê bû.
Paşê, şêx Se'îd ew peya bû ku sikritêrê wî Kurdekî bêdîn bû, kesekî File
bû. Navê wî Fehmiyê Licî bû. Bi tu dîna bawer ne dikir. îca, jê ra digotin:
"şêx, sikritêrê te î bê dîn e, ji xwe ra yekî dîndar bigre".
"Kurro", digot, "mêrik Kurd e. Gava mir, em ê bibin nav
goristanên Filan. Kurd e! hun çi jê dixwazin?". Eger mêrik ne welatperwer
bûya, bi fikrê digirt?
Mêraniya ku şêx Se'îd li hember mehkemê kiriye, tu serdarên dinyayê wekî
wî nekirine.
Îca, gava meriv şopa şêx bizani be, meriv dizane şêx Se'îd ji peyayên
Kurdan ên mezin yek e. Gelek şoreş rabûne. Tesîra tu şoreşekê wekî ya wî li
milet kirî tune bû, çima ew ji bo milet kir.
Xalidê Begê Cibrî min bi xwe dît.
- Xuya ye tu merivekî
xayîn î.
- Ez qebûl nakim,
'efûwê naxwazim. Em ne derketine ku em 'efûwa hev bixwazin!
Derin zimanekî biyanî
dixwînin bi salan û ê xwe nikarin bixwînin. Têne cem min, hinekên wan muhendis
in, hinekên wan avokat in, hinekên wan tuxtor in, dixwazin Kurmancî hîn bibin.
Çend dersa dibin û berdidin. Lê, zimanê biyanî bi peran dibin, ê min ez belaş didim.
Zimanê biyanî bi salan dibin, lê Kurmancî çend royan tenê xwe hîn dikin!
Kurmancên me hên
zimanê xwe nas nekirine.
Mesela rast ev e ku
îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê. Çi gava hewceyê bibin, wê, wê çaxê, hîn
bibin.
Zi şîrî şutur xurden
û sûsmar
Ereb ra bidenca resîd
destkar
Ke Tacî Kiyan
kunend arezû
Tifû ber to, ey
rozîgar, tifû!
Bibin Komonîst,
Komonîstên Kurd, Kurdên Komonîst
Ne herin bibin
Komonîst ên xelkê
Gava em derin ser
dînekî, em dibin peyayên wan, gava em derin ser mezhebekî, em dibin peyayên wan.
Îca, apo, hinekên me
wek kerê qîma xwe bi bara anîne, Naxwazin azadiyê, dixwazin axurê wî hebe,
hevsarê wî hebe, qeyd-merbenda wî hebe heya gur wî nexwin.
Pirên me hên bi
mentiqa kerê dipeyivin. Heya em bi mentiqa kerê bipeyivin, em nikarin xwe
xelas kin.
Di peyvê da suxenmîr
im, di şi'rê da cîhangîr im
Le'elî eblexû el
esbab esbab el semawat
Sifatên di seb'a ji
bo zu Celal
Bizan heft in ey
'Arifê pirr kemal
Xweşî jîn
û zanîn û vîn û kelam
Bihîstim di gel vî
temîz û temam
…. bavê min ewê bimre, here, lê ziman ewê bimîne. Divê
em gelekî bi zimanê xwe bigirin û biparêzin.
Em xwe li giya dikin
xwedî û em tiştekî jî ji yekî fam nakin. EM HER TIŞT IN û EM NE TIŞT IN.
Em her tişt in ku me bi gî girtiye û em ne tiştek in ku em bi yekê de ne
çûne.
Na, em li serê rêyan
gişkî disekinin ji bo em xwediyê gişkî bin.
her însanek di bin
tesîra tiştina de dimîne, ne bi destê wî însanî ye.
Kurdistan wê çêbibe.
Kurdistan wê çêbibe, tu hêzek li hember wê nikare bisekine, tevî Kurd ne gîhane
warê serxwebûnê.
Bi Xwedê, gava mirov
bi derdê Kurmancan bifikire, divê mera her ro bigrî, her ro bigrî. Pirrî xwe xira
kirine, pirrî rê li ber wenda bûne. BEXTREŞIYA MEZIN EW E KU MEZINÊN WELATÊ TE
DIJMINÊN TE BIN. Welê bûye. Mezinên me dijminên me bûne.
? Gava ew mîna te
nafikire me'na xwe tu jî mîna wî nafikirî.
Kurd, gava bûne
Zerdeştî, bûne xulamê Eceman. Paşê, gava hatine bûne Musulman, bûne xulamê
Ereban.
Na, el-hemdûlilah em
Musulman in, em ne Kurd in.
Komonîstên me jî
dibêjin: - El-hemdûlilah em UMEMÎ ne.
Gava miletek bi
heyîna xwe ne yî serbilind be, ew miletê xulamiyê bike.
Mezinên wan 'eqlên
wan ji wan standine.
Li pê wan meçin
tîzikan davên
Çêliyên kolan
azadî navên
Hema tiştên ku
dizanin ev e: "Ên ku Komonîst in, dibêjin Rûsiya li ser serê me". Ên
ku berê xwe bi Emerîka de dane, dibên: "Emerîka li ser serê me". Lê, wekî din bi
xwe bifikire, bi xwe bike, baweriyê bi xwe bîne ew tune. Ê min, her çi
ya min, baweriya min bi nefsa min heye û bi miletê min heye, bi kesekî din tune.
Ez bi însên nebawer im ku xêra min bixwaze. Ha, dikare xêra min
bixwaze gava mesleheta xwe tê de bibîne, eger Rûs be, Emerîkî be, îngilîz be,
Firansiz be. Gî mesleheta xwe di te de dibîne, xêra te dixwaze. Ew jî kînga
mesleheta xwe di te de dibîne, gava tu hêzekî siyasî bînî meydanê, bikari bi
kêr bî.
Em dikarin bi
dijminên wan ra bidin, bistînin, dostaniyê bikin, lê ne em xwe bifroşin,
yekayek.
Em yek berê ê din
derin dibin xulam.
Divê dostên meriyan
hebin. Mera bê dost nabe. Lê, ne EFENDIYÊN mera hebin. Em derin li efendiyan
digerin, em ne li dostan digerin. Tu li efendiyan bigerî, tu wê tim xulam bî.
Bela me ev e û mûsîbeta me ev e.
Ji bo birayên me yên
Kurd du şîretên min hene ku di wan de rêya felatê dibînim. A pêşin, di warê
civakî de, kêmaniya me ew e ku em keçên xwe difroşin, bi qelen didin. Ev yeka
hanê me bi şonde dihêle. A dudiya, di warê siyasî de, em nikarin ji hev hez
bikin û şerê hev dikin. Çi gava em bikari bin bibin yek, neyar nikare serê me
deyne.
Divê peyayina me hêja
hebin ku bikari bin rê li ber me rast bikin.
Apo: Na, berî wê. Gava ez hati bû, xwestin min bi dest xwe ve bînin. Min guh
neda wan. Gotin:
- Em dizanin tu lawê
serokê 'eşîrekê yî. Em ê ji te ra mu'aşê serokê 'eşîrê bidin. Em ê şeş gundan
jî bidin. Berê du gunda, paşê, du gunda; paşê, du gundan ku tu ava bikî. Bes,
bê ageha me tu tiştî meke. Hun nizanin, siyasetê fam nakin.
Min got:
- Ez hatime ji xwe ra
bixebitim, ne ji kesekî ra.
Gava em camêr bûna,
em ê ji miletê xwe ra baş bixebitîna. Em ne ew peya bûn û qediya û çû.
Bawer kirine ewê
Sovêt ji wan ra dewletekê çê bike, îca, hatine ku di wê dewletê de kêf bikin,
yanê, bibin tiştek! Ê me yê berê jî bawer kiri bûn ku Ewrupî ewê Kurdistanekê
ji wan ra çêkin, hati bûn ku bibin serokatiya wê dewletê!
"Em û em!".
Ji berjewendiyên xelkê ra em dibên: "Em".
Ê me yê kirine, pere
xwarine û kêf kirine, Kurd îro pesna wan jî didine, çima Kurd di vî warî de ne
gîhane, gelekî reben in.
bila milet hebe.
Heya niha me nikari
bû ji miletê xwe ra bikira, ji ber ku em û miletê xwe gelekî ji hev dûr in.
Li ser hesabê xelkê
em hatin, li ser hesabê xelkê em derin.
Berî gî divê em ji
miletê xwe ra bin, paşê, ji xelkê ra bin. Niha, tu bavê xwe birçî bikî û herî
xulamiya xelkê bikî, ev ne camêrî ye! Me welê kiriye. Me tim bavê xwe hîştiye û
em çûne ji xelkê ra me xulamî kiriye.
Niha, binêre, îraq û
îran li hev dixin, li ortê Kurmanc dimrine. Topên wan tên ser Kurmancan, ên wan
tên ser Kurmancan. A, holê bûye. Yanê, gava em dibên em ji xwe ra bin,
ne mîna em xirabiya xelkê bikin. Ez ne hevalê xirabiyê me. Lê, ne me xulamê
xelkê bin jî, lo!
"Xelkê li me
kiriye bazara ga. Îca, ga tînin, pê cotê xwe dikin, rezê xwe dajon, bêndera xwe
pê dikutin, dikin û dikin… Berê, bar jî li ga dikirin. Her tiştî pê dikin. Tenê
ji xebata wî kayê didinê. Çima kayê didinê? Ji ber ku nikare kayê bixwe, kayê
didinê. Bikari bûya bixwara, ka jî ne didanê".
Lê, ne em xulamê
xelkê bin jî, lo!
Tirs meriya dixwe.
Peyayên dijminan bûn
û li serê miletê xwe dikirin.
Çima îro Kurd şerê
hev dikin?
Ne mîna min
bifikirin, mîna xwe bifikirin. Gava hun mîna min bifikirin, hunê şaş bibin".
Nizanim ev çi
bextreşiye ku
Zanayên me pê ketiye
pirrtirî nezanên me.
Li Rohilat û li Roava
dijmin bi me şa bû,
Rêya ku li her derê bi koranî da bûn ser,
Bi rêberiya hin nezan
û piştmêriya hin ker,
Bê raman û hişyarî,
Em deverû dan erdê,
gîhandin vî warî.
Xebat keti bû nav destên çepel û şêt.
Xortên xebatkar,
jêhatî û dilawer,
Ji xebatê, ji
berpirsiyariyê dihatin dûr xistin,
Li êrdima şoreş gelek
têkoşer,
Ji bo gotina
"çima" dihatin kuştin.
Diborîn di gunehên
xiniz û nokeran,
Dongiya şoreş û gel
bi zarê mirovekî ve hati bû girê dan,
Ji lewra şoreşa
serdest hat firotin,
Qelenê wê gihaşte
destê şahê îranê.
Hê tucaran ev bêbavî ne bûye,
Kesî boblatek holê ne
diye,
Ku welatek bê şer û
ceng,
Bê qirên û deng, ji
dijmin ra bête berdan!
Xelkê wî wek pezê bê
şivan tê da bê serjê kirin,
Bête kuştin, jê bête
gerdan!…
"Bimrin, biqeşin
herin nik şeytan,
Divê hun bizanin ku Barzanî xwe
kuşt,
Xwîna cengawerên Kurd
bi dolaran şuşt,
Rûmeta xwe û Kurdan
siparte neyar,
Ji bo we keran her
bindestî hîşt".
Jîna me ne di destê
me de bû ku mayîna me jî di destê me de be. Bi destê xelkê bû. Merivê ku jîna
wî di destê xelkê de be, çi dikare bike?
Ên bi 'eqil hebûn, lê
bi namûs tune bûn.
Em nikarin li hev hez
bikin çima em li ser hesabê xelkê ne. Ez li ser hesabê yekî me, tu jî li ser hesabê yekî
din î. îca, ne tu dikarî li min hez bikî, ne ez dikarim li te hez bikim. Tu
nanê yekî dixwî, tu wê li ser hesabê wî bipeyivî; ez nanê yekî dixwim, ez ê li
ser hesabê wî bipeyivim. Berê me nagihê hev, destê me nagihê hev.
Na, gava em dibêm ew
ji nezaniya me hatiye, em hinekî qedra xwe digrin. Bi Xwedê, ji pîsiya me tê.
Li wana bûye bazara
nêçîrvan û nêçîrê. Îca, mêrka bi kêfa xwe nêçîra me dikin.
«ŞERîF
PAŞA TEMSîLA ME NAKE, EM NAXWAZİN JI BIRAYÊN XWE YÊN TIRK BIQETIN!»
Ev telegraf min bi
çavê xwe xwendiye. Xwediyê min bi xwe jî nivîsadine. Ew jî axa bûn. Xwedê wan
ne hêle! Gewada gişka nivîsandiye. Min bi çavê xwe xwendiye û ha hên li ber
çavê min e! Îca, gava Şerîf Paşa ev bihîst, çû li Îtaliya rûnişt, nema çû nav
Kurdan. Ev sûcê kê ye? Hun dibêjin ev sûcê nezaniya me ye, ne? NA, BI XWEDÊ,
SÛCÊ PÎSIYA ME YE!
Dîsa sûcê me bû. Îro
jî, bala xwe bidê, li îraq ê li hev dixin, li îranê li hev dixin, li Tirk iyê
li hev dixin, li vira paşgotiniya hev dikin.
Ê me jî, na dine me
ku ne bi zorê be. Heqê me xelkê bi zorê biriye, em derin bi bergerê dixwazin,
bistînin!
Xelk mera bi zorê
nikare bike xulamê xwe. Em derin ber derê xelkê.
Em dixwazin nanê wan
bixwin û defa xwe lêxin! Ê, welê nabe!
Ên ku di şerefa xwe dibuhurin, mal gelekî li ser wan
biha ye, ji şerefa wan bihatir e.
Em ne bûne piştmêrê
welatê xwe. Piştmêrî tiştek e û simsarî tiştek e. her yek ji me dibîne Kurdistanê
ji xwe ra bifroşe.
"Em şerê kolîdar
dikin", derin xulamiya xelkê dikin! Di bin navê şerê kolîdar de,
xulamiya xelkê dikin. Ez naxwazim. Kolîdar pîs e, bila em xwe nêzîkê nekin.
Nayên ber derê me, em derin ber derên wan.
Kolîdar ne çûye ber
derê kesî, ew derin ber derê kolîdar.
Çi gava me sûcên xwe
nas kirin, me 'eybên xwe nas kirin, me 'eybên xwe berdan, em ê bibine însan.
"Beg pîs e, axe
pîs e, mela pîs e", û em mîna wan dikin. Kurro, navê axê ne yî pîs bû,
navê melê ne yî pîs bû, navê şêx ne yî pîs bû.
. Bila em nebin
Kela Xwîniyan, bila em bibin hevalên camêran, hevalên însanên pak.
ên me yên îro, xortên
me yên ku dibên "Em xwenda ne, ronakbîr in", evana rabûne ketine şona
axê, karê axê dikin.
Ên dixwazin
bixebitin, divê herin ciyê xebatê.
kê ew veşartiye,
gunehkar e. Yek rabe ji bo miletê xwe tiştekî binivîsîne û em veşêrin?
Nanê xelkê mexwe,
bila xelk bizani be mera çawa nanê xelkê na xwe. Ê ku nanê xelkê nexwe, serê
wî tim î bilind e; ê ku xwe ji zulmê ra danîne, serê wî tim bilind e;
Xwe danînim bo sitem
û zorê
Divê serbilind ez
biçim gorê
Gava bi rûmet çûme
goristan
Hêja ye bibim
lawê Kurdistan
Peyayên ku xurt bûn,
serê xwe ji wana ra danetanîn, dikuştin. Ên ku xulamiya wan dikirinî tanîn,
dikirin beg, axe, paşa. Ew dibûn pêşiya milet. Îca, milet nizane, berê wî
ketiye rêya xirab. Nema rêya xwe dizane.
. Miletî baş e, lê
bê xwedî ye, bê serî ye.
Lawê cewêlek (prolêtar) rabû xwe
wek axê kir, ez çi bibêjim?
Dijminê miletê xwe
bûn, bûbûn hevsar, keti bûn serê miletê xwe.
Çi gavî Kurd ji xwe
ra bin, tu kes bi wan nikare.
Xelkê zaniye çi bi
serê wan kiriye. Tim peyayên xirab xistine pêşiya wan.
Ê xwenda ye, xira
bûye, çûne sinçiyên xelkê girtine. Ê wan î gundî, bi Xwedê, meriyê hêja tê de
hene, li ser serê min.
Gava em dibên yekîtî,
em dibên bila milet bibe yek, ne here bi axê ra bibe yek.
Ji xelkê ra
bixebitin, nan heye, nan pirr e. Pirrên xelkê derin ji bo nan dixebitin. Ê ji
xwe ra bixebite, pirr caran birçî dimîne. Divê wê qebûl bike. Divê nanê xelkê
nexwe.
Ne bi min difikirin,
bi mal difikirin!
"Kî ji Kurdan ra
ne xebitiye ne Kurd e, kî ji Kurdan ra xebitiye Kurd e".
Qadî Mihemed peyayê
me ye, ji bo me miriye; Şêx Se'îd peyayê me ye, ji bo me miriye… Niha, xelk gî
bûn Musulman, ji xwe ra bûn Musulman. Em Kurd ji xelkê ra bûne Musulman.
Komonîstên me ji xelkê ra bûne Komonîst, dixwazin Kurdan têxin xizmetê
Komonîstiyê.
Ew ji bo te çê bûye,
ne tu ji bo wî çê bûyî. Dîn jî ji bo însana hatiye, ne însan ji bo dîn hatiye.
Ê ku dibên em
"Komonîst " in, dixwazin bibin peyayên Rûsan. Ên ku dixwazin bibên em
"Demokrat" in, dixwazin bibin peyayên Emerîka.
Hukmetê tim hin ji me
girtine, kirine axa li ser serê me, çima tê de didîtin dikare xulamiyê ji wan
ra bike. Kê bavê min kir axa? Dîsa hukmetê kir axa, dikarî bû xulamiyê bike.
Bavê min bikirana paşa, wê nîvê Kurdistanê xira bikira!
Em li tirêna xelkê
siwar dibin, ciyê ku here em ê herin wir.
Em ji ser rêya vî
derdikevine rêya ê din, ji rêya ê din derdikevine a din. Ha, bûne kerê 'Elo, ha
bûne kerê Xelo…
Gava me got: "Em
Kurdin û em dikin Kurdîtiya xwe biparêzin", divê em cezayê wê bidin.
Bê vêrgî nabe.
Apo, serokê we her
yek dixwaze bi awakî nan bixwe. Bila jehrê bixwin.
Kesên camêr û mêrxas
di nav me Kurdan pirr bûn
Herçî bêbav û xiniz
çiqas bixwazî pirr bûn
Rohilat jî û
Roava jî ne hevalê we ne. Li min binêre. Bi Xwedê, ne Rohilat we qebûl dike, ne
Roava. Divê hun bi xwe ramanekê ji xwe ra bigrin, xwe xurt bikin. Wê
çaxê, her du jî destê xwe dirêjî we dikin. We destê kê girt, kêfa we ye.
Berî ku xelk destê xwe dirêjî we bike, hun dibin peyayê xelkê, lo!!!
Gava em ji xwe ra
bin, her du serî jî wê destê xwe dirêjî me bikin. Divê ramaneke
me ya taybet hebe.
Dost tune ne, herwekî
Kurd ne dostê xwe ne. Ji bo Kurdan dost tune.
We qenciya xwe nas
nekiriye heya ku dost û dijminê xwe nas bikî.
Bi Xwedê, ez ferqekê
di nava wan û Emerîka de nabînim ji bo Kurdan. Her du serî jî ne dost in.
Gava ramaneka Kurdî
tune ye, me'na xwe Kurd tune ne. Însan bi serê xwe ve girêdayiye. SERÊ ME VALA
YE, SERÊ ME LI PÊ XELKÊ YE, SERÊ ME BûYE BERîKA XELKÊ. Kî ÇI DIXÊ,
EM BI HÊL PÊ DIGRIN.
Welatê meriya
ceneta meriya ye.
Tu baş bî, neyarê te
wê bibe dostê te, tu nebaş bî, dostê te wê bibe neyarê te. Ev e. Divê em holê
zani bin. Ê we, gava hun difikirin, ji bilî Rohilat û Roava tiştek nayê
bîra we. Bi Xwedê, herduyan bi du qurşan nakirrim.
Her gava cema'eta ku
xwe qels dibîne teqlîdî xurtan dike.
Derin bi navê welatparêziyê nan
dixwin. Ê ku bixebite divê li ser destê milet bixebite, ne li ser
pişta milet! Li ser destê milet deh kaxet in, li ser pişta milet milyon
in.
Kî bixwaze miletê xwe
li ser destê van xelas ke, dixwaze miletê xwe bifroşe, nan bixwe bes.
Ê li ser pişta miletê
xwe bixebite xayîn e. Derin nanê dijmin dixwin û dixwazin defa Kurdan
lêxin!
Ên ku bûbûn
hevalê hukmetê, hukmetê pê girtin ew jî kuştin. Tê bîra min ev bûyera
pirr xweş. We navê Cemîlê Çeto bihîstiye. Îca, ev bûbûn peyayên Tirkan, şerê
şêx Se'îd dikirin. Ew û jina wî û zarokên wî tev de girtin û kuştin. Haco, hevalê
hukmetê bû, şerê şêx Se'îd dikir. Xwestin wî bigrin, ew revî hat vira. Ên
ku bûbûn hevalê wan berî ê din kuştin, wekî Emînê Perîxan û ên din… îca,
yek 'Emerê Temer hebû, hevalê şêx Se'îd bû. Gava hukmê
dardakirinê danê, anîn ku here destnimêj bike. Gava çû, Cemîlê Çeto çû
pêşiyê ku here maçke. 'Emerê Temer destê xwe da pêşiyê, got:
-
De here, lo, de here! Ê min, min şerê hukmetê kir, zarokên min li mal in.
Ê te, tu bûyî hevalê hukmetê, îro jin-zarokên te tev di hebsê de ne… O-o-o-f… Gelek tişt
hene…
Çavkanî:
Amed û Zîn
Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)
Hevpeyvînên salên (1984-1988)
Comments
Post a Comment