Skip to main content

Posts

Showing posts from September, 2023

Dijmin bibe nan jî meke paşila xwe.

  Dinya dara ter e, li mirovan digere, qitik çêyê bi refê xwe re. Tava xerîbiyê, mirov germ nake. Qaz, bi refê xwe re baz e. Dijmin bibe nan jî meke paşila xwe. Ziyareta xiltan heye, ya ehmeqan tuneye. Waz wazên Mûsa ne, emel emelên Firewn in. Xatûna malê ye, teşîrêsa xelkê ye. Ku axayê me Bekoyê ewan be, xwelî li serê me tevan be. Wêne: Hewreman Dar bi pelên xwe dixuşe. Gundê mezin, ji dûr ve dixuye. Şîrînahiya darê ji pela ne. Gundê mezin, ji dûr ve xweş e. Ku dilê mirov rehet be, mirov nanê xwe li xweliya ber agirê xwe xe û bixwe jî, xweş e. Te çi kir bi deriya, wê were bi seriya. Te çi xist kewarê, ew tê xwarê. Tê genim bikire, li erd binêre; tê qîzê bixwaze, li dê binêre; tê avê vexwe, li kaniyê binêre. Roj gazekê bi banî ket, cotkarê min nûka bi rê ket. Ro bi sêwiya ket, mal heft caran ji dest barkirin. Ji mirinê wir ve gundek tune. Ji mirinê wê de eyntir te. Di ku de zirav e, bila di wir de biqete. Berê biedilîne, paşê bixemilîne. ...