Dinya dara ter e, li mirovan digere, qitik çêyê bi refê xwe re.
Tava xerîbiyê, mirov germ nake.
Qaz, bi refê xwe re baz e.
Dijmin bibe nan jî meke paşila xwe.
Ziyareta xiltan heye, ya ehmeqan tuneye.
Waz wazên Mûsa ne, emel emelên Firewn in.
Xatûna malê ye, teşîrêsa xelkê ye.
Ku axayê me Bekoyê ewan be, xwelî li serê me tevan be.
Dar bi pelên xwe dixuşe.
Gundê mezin, ji dûr ve dixuye.
Şîrînahiya darê ji pela ne.
Gundê mezin, ji dûr ve xweş e.
Ku dilê mirov rehet be, mirov nanê xwe li xweliya ber agirê xwe xe û bixwe
jî, xweş e.
Te çi kir bi deriya, wê were bi seriya.
Te çi xist kewarê, ew tê xwarê.
Tê genim bikire, li erd binêre; tê qîzê bixwaze, li dê binêre; tê avê
vexwe, li kaniyê binêre.
Roj gazekê bi banî ket, cotkarê min nûka bi rê ket.
Ro bi sêwiya ket, mal heft caran ji dest barkirin.
Ji mirinê wir ve gundek tune.
Ji mirinê wê de eyntir te.
Di ku de zirav e, bila di wir de biqete.
Berê biedilîne, paşê bixemilîne.
Serê xwe nexe bin eba xelkê.
Serî ku hebin, kum gelek in.
Şor jî hene, şorik jî hene.
Şûşt bi heriyê, raxist bi diriyê.
Rindê gunda, bê nav û notik nabe.
Dinê war e, ne mal e.
Her kes, bi weqî û mêzîna xwe.
Her tiliyek, di şûna xwe de jan dide.
Ma mirov tiliya xwe, di çavê xwe de dike.
Erê bendeo, sed salî li dinê bî, bi zêr û zîv bî, axir rojekê mêvanê gorê
bî.
Bazar, bazara pêşî ye.
Gotina xweş, bihara dila ye.
Tunebûn, kirasê hesinî ye.
Nanê gilgil, ji tunebûnê çêtir e.
Ne çiyayê bê av, ne zarokê bê bav; ne çiyayê bê rê, ne zarokê bê dê.
Mezîna meriv di destê xelqê da ye.
Xax û paxa ji xwe berdide.
Sîsalk dimînin dawiya pizanan, guneh dikin sitûyê şivanan.
Serîkî kara ye, bi bîst û çara ye.
Serîkî çortan e, birkî mêvan e.
Serîkî çortan e, komek ewan e.
Tu here ku, sê tuxt weqiyek e.
Tûrê parsekan, qet tije nabe.
Ker xebîs e, derman werîs e.
Mar dîtiye, ji werîs ditirse.
Das û werîs, li geliyê Bedlîs
Keda helal bibe mû jî naqete, keda heram bibe werîs jî diqete.
Di navbera du biaqilan de mûyek naqete, di navbera du dînan de werîsek
diqete.
Bi werîsê hevalan, mekeve binê baran.
Werîsê rizî, bi kêrî girêdanê nayê.
Margestî, ji werîs jî ditirsin.
Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.
Dar, bi verotinê; mirov bi gotinê.
Dar stûr e, tixûp zûr e; dar zirav e, tixûp çirav e.
Derîyo tu dar bî, li serê min star bî.
Dar û devî bi guh in.
Destîkê bivir ne ji darê be, dar nakeve.
Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe.
Çiyayê bilind bê dar nabe, newalê kûr bê av nabe.
Darê ji binî nebire.
Keçik weke sêva li darê.
Ku Xwedê yar be bila şurê te dar be.
Dar bi berê xwe şîrîn e / hêşîn e.
Zana, benîştê devê nezana ne.
Qismet, li ser dest û lingan e.
Teşta zêrîn e, tije xwîn e.
Teq û req, heta mala heq.
Beriyê, bê hêviyê.
Çiyako, bav û birako.
Teyr, bi ba û bagerê nafire; bi perr û baskê xwe difire.
Kûçik bi hestiyê daweta qelew nabe.
Mitirb (aşiq), li devê civatê dinêre.
Ji banger mezintir ser çûkê de nayê.
Serê hezar galgalî galgalek.
Serê hezar newalî newalek.
Sed tir û tirek, li ba tireka yek e.
Nanê tîrê, xweş hevîrê.
Nanê mirov, hevalê mirov e.
Nan, hevalê rêwiya ye.
Qaza bi lingekî, xeber da gundekî.
Qaza bi lingekî, rojê li ser singekî.
Qaz, zengilê devê deriya ne.
Kî lê bigere, tê digere.
Qiyasa teşkê, dike li meşkê.
Sergo, nadin ser banan.
Ez nînayê ji te re dibêjim, tu yar Hezokê li min vedigêrî.
Gêre bi golikan nabe.
Gayê zexel, xeta xwar digire.
Rim, di têrê de nayê veşartin.
Teyrok û tofan e, li serê çiyayê Sîpan e.
Gotin heye hîn dike, gotin heye dîn dike.
Mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe; her kes diçe ser emelê xwe.
Heta serê govendê xwar be, binê govendê rast nabe.
Axaftin ciwan e, ne hewceyê sondan e.
Ku neyt çê be, aqûbet bi xêr tê.
Aqilê cahila, li gorî dila.
Dêla li ser cewra ye.
Mêş, kirin gamêş.
Kotîtî ne bes bû, timatî jî da ser.
Te bi devê xwe pif kir, bi destê xwe girêda.
Bi tajîyê xelkê nêçîr nabe.
Nefire bi malê dinê, bifire bi feyza dinê.
Ling li qeydê, çav li seydê.
Mamanê li xwe bi gûmanê.
Barê nezanan, tim giran e.
Nezanê neguhdar, derdê bêderman.
Bihostek nezanî, erînek xizanî.
Rojên Xwedê ji garisê sorik pirtir in.
Roj tê, yê dikene digrî, yê digrî dikene.
Quncika pixarê germ e, peyvên tê de xweş û nerm e.
Rehmek li rû, tirek li dû.
Rast e şêx e, lê di dilê xwe de rêx e.
Ziman kilîta dilan e.
Ziman li zimên namîne.
Şûr mêrekî dikuje, ziman hezaran.
Ya ziman dibire, şûr nabire.
Şûr û mertalê bindesta, ziman e.
Ziman bê hestî ye, hefsar di dest xwediya ye.
Birîna zimên, ji birîna xiştikê kûrtir e.
Çi were serê te, ji dest zimanê te ye.
Ê mirov riswa dike ziman e, ê mirov ezîz dike ziman e.
Dinya war e, lê ne mal e
Avdar, ne bihar e.
Xox, ne tu dar e.
Jina mêr ne tu yar e.
Keça kezî ne war e.
Kes ji halê xwe ne razî, lêbelê her kes ji aqlê xwe razî.
Hin kes behr in, hin kes qehr in, hin kes jî jehr in.
Nan bide nandaran, deyn bide deyndaran, lê rû mede bêwaran, dil jî nede
neyaran.
Her rûken, ne dilken e.
Hem dar e, hem debar e.
Ji xeman xew tê, ji kerban ken tê.
Pelê min weşiyan, dost û heval vekişiyan.
Aqilo mamîşo, kundiro qamîşo.
Şêr kal dibe, gur har dibe.
Biçizî neçizî, qincilîz î.
Ku dawiya zaliman were, zilma wan zêde dibe.
Çi bikim mêrê kor, çi bikim kirasê sor.
Ê ku negire şîreta mezinan, lê tên qiloçên bizinan.
Mala me li navriyan, kor û kut li me civiyan, xizmetkar ji me reviyan.
Pola ji pola naxwe, hesin ji hesin dixwe.
Bê heyvan, şîr nabe mast.
Beden gep û zep e, aqil rast û çep e.
Dengê def û zirnê gumegum e, serê xort û keçan bi şaş û kum e.
Mêr, malmêvan e.
Ne nên pê de, ne mîkûta lê de.
Ne beran gêr bike, ne berxan kêr bike.
Têr tije be, qurban û heyran e; têr vala be, eyban û şerman e.
Kar şêr e, wexta tu dest pê dikî, dibe rovî.
Bigre qedrê kal û pîran, çi feqîran çi mîran, ne li xweşiyê ne li mirinê,
naçe ji bîran.
Min û wê dil e, wan çi derd û kul e.
Min dil e, te dil e; xelkê çi derd û kul e.
Xweyî xwe qayîl e, gundî çi wekîl e.
Min dey nekir, te fey nekir.
Mîh bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe, her yek dere ber singê xwe.
Her kes mêvanê emelê xwe.
Baran bariya bi şev e, qelşa xaniya kethev e, çê û xerab bû wekhev e.
Kes bê sela, nabe mela.
Serê ku bê birîn, nayê kirîn.
Kî bi dev e, xwediyê gund ew e.
Ne mist e, ne gurmist e.
Vê xemê bihêle wê demê.
Kî wefa ye (wefadar e) ew bav û bira ye.
Hevalê pariyê, naçe alîkariyê.
Bi xêra seriyan, mirov dixwe pariyan.
Çilpe-çilpa dilopan, xweştir e ji pite-pita zirbavan.
Bi xeberên rijî mekenin.
Heft sal xebitî, da bi çiwalek kaya peritî, ew jî agir pê ket şewitî.
Tenûra ku nesincire, nan tê de nayê pehtin.
Berî sicûrê, xwe davêje tenûrê.
Zavayê ser mala xezûr, mîna ye kûçikê ber tenûr.
Heta te hilatî kir, xelkê şikeva li tenûrê xist.
Tenûra dadayî, tije nanê badayî; tenûra himhimî, tije nanê genimî.
Tenûra ximximî, tije nanê genimî.
Kevirê giran di ciyê xwe de giran e, gava leqiya ne bi du peran e.
Berê nas bike, paşê bas bike.
Bergîran têr xwarin, wê zîtikan bavên.
Pêşî nas bike, paşê baş bike.
Bergîrê têr, zîtik davê.
Berê bipîve, paşê bibire.
Darê stûr, nabe gopal.
Behra şîn e, av tê de nîne.
Xizan û jar, wek par û pêrar.
Gotina mezin, ji pariyê mezin xirabtir e.
Lehî, ji dilopên baranê çêdibin.
Av, di cihên teng de deng dide.
Ku li se teng bê, ji tajî zêdetir dibeze.
Tu pişta xwe, bi destê xwe nexurîne; xura wê naşikê.
Bitirî ji gayê cot re namîne.
Biriyê min şe dikî, çavê min derdikî.
Serê naêşe, tu paça lê digerîne.
Dibêje: Çoyê min, çoganê min.
Got : Darê min, kulavê min, rehmet li dê û bavê min.
Her tarîtiyek, ronayiyek li pêy e.
Pejka tarikselatek, dikeve li welatek.
Piştî reşê rewşen tê.
Mirov heye dewletî ye, mirov jî heye dewlet dîye.
Li nav malê şêr e, li nav êlê kitika bêkêr e.
Me girt tajî, derket toltajî.
Meken bi deriya, zû tê seriya.
Ji devê re gotin pişta te xwar e! Got ma kêdera min rast e!
Peyayê xirab dibêje ez lawik im, gayê xirab dibêje ez golik im.
Qîza xerab tim keçik e, lawê xerab jî tim lawik e.
Bi ber bayê dilê xwe ketin.
Kes ne li mala kesî, kes ne li halê kesî.
Mêrê qenc mîr e, mêrê xirab hêsîr e.
Mêrê mêr, di bin mineta xelkê de namîne.
Li gor salê tê fesalê.
Li gor makê golik pakê.
Ça saqe, gore liyaqe.
Mal bi camêriyê xera nabe.
Malê qûn divê, girarê rûn divê.
Mal, bi mêvana xera nabe.
Mal û stûn, girar û rûn.
Ji darekê hezar şax vediqetin
Hevalên şahiyan zêde ne, hevalên şînan kêm in.
Bila li pelan be, ne li daran be.
Ciwanmêriya ji kîsî xelkê hêsan e.
Kesî bi destên ciwanmêran negirtiye.
Dara ku mirov rake, dê li nav çavên mirov bikeve.
Meke bi kesan ê were serê te, neyê serê te ê were serê pisê pisan.
Navê min, li navê te, kumê min li serê te.
Kor çilo li Xwedê dinêre, Xwedê jî wilo lê dinêre.
Xwedê li çiya dinêre, berfê lê dibarîne.
Hemû keran bi şivekê najo.
Ku aqil tune be, wê riya spî çi bike?
Ji rinda weye xelk giş rind e, ji pîsa weye xelk giş pîs e.
Bêbextî takî zirav e.
Kes bi nigê xwe nare gorê.
Kes titiştî bi xwe re nabe gorê.
Wek teriya kûçik e, rast nabe.
Tu teriya kûçik heft sal têxî qalib, gava derxî dîsa xwar e.
Dermanê xwestinê dayîn e.
Dinê bi sebrê ava bûye.
Her sebrek, xêrek pê re ye.
Xwediyê sebrê, milûkê Misrê.
Bila mirov xizan be, bila mirov ne erzan be.
Bila rûyê te xweş be, bila nanê te reş be.
Bila gotina min here serî, qeda bikeve li gayê ber derî / qurban be gayê
ber derî.
Kevne pîr e, ji gotinan re bîr e.
Yekê şemirandî, yekê temirandî.
Heft qoran digerîne, qorek temam nîne.
Kesê ku bi taştiya xwe têr nebe, bi firavîna xelkê têr nabe.
Kar, bi kerbê nabe.
Karên xwe bike bi esas, da ku dilê te neke taswas.
Go qûnê bi min re neyê, bêhn ji te tê.
Şolan bike bi esas, da ku dilê te nebe weswas.
Karê xwe bike bi esas, bila dilê te neke asewas (as û was).
Kirasê mirov diqete, lê eslê mirov naqete.
Girêka bi desta vedibe, çima ez ê bi deva vekim.
Tu girêka xwe bi destê xwe venekî, kes ji te re venakî.
Girêka gû ye, ne bi desta vedibe ne jî bi dirana.
Gotinên bav û bapîran, navêjin binê bîran.
Ku da te gotinek xweş, bide petêx û şebeş; ku da te gotinek vir, berdê bi
kûç û kevir.
Gotinên xav û vala, bavêjin newala; bila nebin bar li pişta we û hevala.
Giliyê xwe di devê xwe de bipêje hê bibêje.
Eyb reş e, şerm giran e.
Ne ehlê namûsê nin, ehlê pilûsê nin.
Gula ku her kes bêhnke, bêhn tê de namîne.
Hêvî dûr in, xeyal kûr in.
Însan şîrê xav xwariye.
Heft bavê çê ye, esil şîrê dê ye.
Xwiyê (teb) şîrî, heta pîrî.
Kurmê şîrî, heta pîrî.
Çer di şîriyê de, wer di pîriyê de.
Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne.
De were dînan bi aqil bike, tajiyan bi cil bike.
De were vî kerî ji avê derbas ke.
Hirç û dîlan, rûvî û sûk.
Hirç û qabqabk, tat û qerewat.
Meymûn û civat.
Ne berê xwe bi dîna de, û ne paşê xwe bi dîna de.
Tu nikarî ne li ser wî here, û ne li bin wî here.
Gotinên xirab, ji xwediyan re ne.
Gotina nebaş xwediyê xwe nasdike.
Bimîne û bibîne!
Ê ku bimîne, dê bibîne.
Em çiqas bimînin, em ê ecêban bibînin.
Çiqas serî mezin dibe, ewqas ecêban dibîne.
Feqîrê kislan, kalê nexweş û dawa bi meyl, çênabe.
Her kes ji xwe razî ye, çi kizîr e, çi qazî ye.
Himhima şêx, ji bo kevçîk rûn e.
Hingivê te nebe, mêş li te nacivin.
Şepşepokên ser daran, bûne jinên ber malan.
Ker, şopa ku tê de bikeve heriyê, carekedin tê de naçe.
Her canek di dilê xwe de siltanek.
Derdê kerê kerîtî ye.
Rastî bibe mû jî naqete.
Rastî bibe derzî jî naşikê.
Nan li Fûmiyan, suxre li Cûmiyan.
Ev pîvaza mezin, ev nanê genimî, ev jî ava cemidî; dîsa jî dibêjin Eliyê
Sino malê xwe naxwe.
Ker, bi kerbûna xwe, du cara di kortalekê de wernabe.
Ker têkeve heriyê ji xwedî bezatir tuneye.
Ker jî carek dikeve kurrê.
Firîk e, dinya û alem şirîk e.
Şirîk şirîkan jîr dikin, hewî hewiyan pîr dikin.
Li her sûkek, bazarek e.
Sûk tijî qumaş e, melê bê şaş e.
Demek dema gulê ye, demek jî ya şîlanê ye.
Demek dema gulê ye, demek jî ya sosinê ye.
Dil şûşe ye, ku bişike êdî nacebire.
Av ji serê kaniyê şêlo dibe.
Ku serê kaniyê şêlo be, binê kaniyê zelal nabe.
Te girt, bermede; te berda, bi pêy mekeve.
Mal masî ye, te girt bernede, te berda bi dû nekeve.
Zêr winda kiriye, bi pêy moriyan ketiye.
Hatin nav me, bûn xwediyên me.
Hatin ji çol û çolistan, bûn xwediyên dar û daristan.
Heger nebî kûçik, peran naxî hûçik.
Divê mirov şa nebe bi malê gir û hûr, û ne bi gerdana stûr.
Gotina paşî berî ya pêşî nebêje.
Guhekî xwe bi bêjing ke, yekî bi serad ke.
Bi tifinga vala, şer nabe.
Şerê xwe bi xwetî, kes nikare tê de bike navbercîtî.
Goştê ga, li ser kevilê wî tê hûrkirin.
Sihorî, li çiqla jorî.
Mîh bi nigê xwe bizin bi nigê xwe her kes ser emelê xwe.
Qirşika di nav du mala, dibe 'ezabê heft sala.
Gotina şekir, dev şêrîn nake.
Bazara helawê, dev şêrîn nake.
Soz xêrdîn e, ne Mêrdîn e.
Li dinê Wan, li axiretê îman.
Soz, ji devê mêran derdikeve.
Ne li bejna mêra binêre û ne li rengê tutinê binêre.
Her zer nabe zêr, her nêr nabe mêr.
Li kerê siwar e, li kerê digere.
Dinê siya darê ye, geh li vî alî ye, geh li wî alî ye.
Dewran siya darê ye, geh li jor e, geh li jêr e.
Her tişt ji ziravî diqete, mirov ji stûrî.
Hesin ji zengê, mirov ji kerbê xera dibe.
Ji tajiyan, dikevin toltajî.
Tajiyê xwe bi dest kûçikê xelkê ve bernede.
Serê min şar e, dilê min jar e.
Ser kitan e, dil qetran e.
Şahidê roviyê, dûvê roviyê ye.
Dema dinê ava bû, her kes bi aqilê xwe şa bû.
Dostê te dost be, dijminê te kor be.
Kaniya ken û girî yek e.
Mêr bi destê mêra werin kuştin, ne bi destê qelsemêran.
Deh siwar çûn pêşiya rûtekî, rût bi silametî ji nav wan derket.
Ji xezalê bezatir tuneye, risqê xwe dixwe.
Her goreke kêliksipî, ne ziyaret e; her kesekî şaşiksipî, ne xwedîkeramet
e.
Her dar, ne ziyaret e.
Hem ziyaret e, hem ticaret e.
Devî dibin dar, dar dibin sitar, xwelî li serê bêwar.
Silametî, ji melametiyê çêtir e.
Siheta xweş, ji bav û birayên mirov çêtir e.
Silav, li sifra hazir e.
Nan xwar, kêr di sifrê re kir.
Sifra ciwamêran, tim raxistî ye.
Sifra vala, bê silav e.
Silav li miyan e, ne li riyan e.
Destê nanê, digihîje Wanê.
Ava xwestî, naçe ser hestî.
Kenê bêara, tê ji qulê dîwara.
Dev xweş e, dil reş e.
Ji her du çavan kor bin, ne bêbext û nankor bin.
Kesî berxê kesî nekiriye beran.
Berxê xelkê ji meriv re nabe beran.
Yê ne li mala, nizane bi rewş û hala.
Yê ku sifra bavê xwe nedîbe lome jê nabe.
Şerm şerefa mirov e.
Kevir girêdane, kûçik berdane.
Mihê bibîne berxê ji ber hilîne.
Bihar bi gulê, payîz bi kulê.
Tiştê çû nede dû, ku te da dû dibe gû.
Konê mirov ji qesra xelkê çêtir e.
Tebax e, tirî bûye laxe.
Tebaxê agir girte axê.
Tebax e, tirî bûye gilaxe.
Temûz dipêje, Tebax dirêje.
Tebaxê miyê xwar palaxê, sitûr kir kemaxê.
Tabaxê agir berbû axê.
Germa Mavan topa tavet.
Gul, bê stirî nabe.
Ku tu nebî gul, mebe stirî jî.
Ji bo xatirê gulê, mirov stiriyan dike paşilê.
Se, goştê san naxun.
Kûçik, goştê kûçikan naxun.
Pira namerdan, her kesî nig pê berda.
Seq e, li gora heq e.
Kar, seqa canê mirov e.
Ceh kera Şamî dike, seq şûran Misrî dike, xizanî mêran kotî dike.
Bi guran re dizûre, bi xezalan re diçêre.
Serê pîvazê çi be, binê pîvazê jî ew e.
Xweşî bê tahlî nabe, qonax bê hoste nabe.
Mêrê çê, bi ser peyva xwe de tê.
Heta mirov nebe sergîn, mirov bi ser avê nakeve.
Gû meke desmalê û bi ser xwe ve dameleqîne.
Nanê Îsa dixwe, selewatan li Mûsa tîne.
Çu av, bê serkanî tune.
Çu karik, namînin di binê seviyan de.
Nanê gilgil, ji tunebûnê çêtir e.
Xwediyê xewa sibeha, nagihîje goştê kewa.
Zira kerê bi kerê xweş tê.
Fira mirîşkê, heta ser sergo.
Her dîk, li ser sergoyê xwe bang dide.
Beza pisîkê heya kadînê ye.
Derew sêwî ye, tu berê wê bide ku, bi wir de dire.
Werîsê derewê kin e.
Mirovê derewîn carekê dixwe firavîn.
Derew sêwî ne, tu bi ku de rêkê rêwî ne.
Sêva çê, para hirçê
Dara hirmiyan, sêv nagire.
Çu evrazek bê nişîv tune.
Heta evraz nekeve ber mirov, mirov qedrê nişîvê nizane.
Pezê bê şivan, ji guran re dibe seyran.
Dil radibe halanê, xwediyê xwe dibe talanê.
Çaroxa nekin pîyê kûçika, kûçik çaroxê xwe dixun.
Melkemot li serê bên e, ‘ewil dora nên e.
Aqil di seriyan de ye, ne di rodiyan de ye.
Xwedê ji yekî bistîne, berê aqil jê distîne.
Rodiyê yekî hat der, yekî dî go hinek bide pisîka min.
Ew cî bişewite ku xizmê mirov lê tune be, ew goristan bişewite ku miriyê
mirov lê tune be.
Tu nanê kê bixwî, tuyê şûrê wî bikişînî.
Mirov li ser zimanê xwe ye.
Ê ku qeweta dijminê xwe nizane, kuştî ye.
Berê qeweta dijminê xwe bizane, paşê pê re şer bike.
Şam şekir e, welat ji Şamê şîrîntir e.
Dixwe nanê tisî, dibe wekî kursî.
Nanê tisî, bidin xanima ser kursî; bila bixwe pê bifetisî.
Bîr, bi satilan tije nabe.
Li ezmana bilbilî, li erda naedilî.
Zarokê salê, gula malê.
Genimê çalê, qûtê salê.
Mirovê qenc, qencê xwe ye; mirovê xirab, xirabê xwe ye.
Derbê neyaran xedar in.
Comments
Post a Comment