Skip to main content

Posts

Showing posts from October, 2023

Ma mirov tiliya xwe di çavê xwe de radike?

  Ma mirov tiliya xwe di çavê xwe de radike? Bayê namûsê vêneketiye. Navê gund, namûsa gund e. De were dînan biaqil bike, tajiyan bicil bike. Kesê ku bi taştiya xwe têr nebe, bi firavîna xelkê têr nabe. Cihê ku hêvî jê neyê kirin, gazin jê nayê kirin. Ku bextê sêwiya hebûya, sêwî nediman. Heta rastî digere, derew cihê xwe digire. Hinek serê biskê ne, hinek jî doxa heskê ne. Yê ku dîzika çêdike, dikare çembila jî pê ve çêke. Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê xelkê de dibîne. Ku hewes e, carek bes e. Lextê kewan e, rizqê betan e. Xetek zêde bavêje beyaran, meçe ber derê neyaran. Nêrî taya xwe û kêrê girtiye, qesab taya xwe û bez girtiye. Karê bi lez û bez, ji mirov re dibe merez. Ma ji kê zaye, ku ne beza ye. Li cem bêaran tim bihar e. Dijminê bi bext, çêtir e ji dostê bêbext. Gotina bicî û bêdengiya bicî, nîşana aqilmendiyê ye. Heta tu aş be, ez qeraş im. Kesê mino, besê mino. Li dewsa ku wê ca (dê) mi bigrî, bila ca wî bigrî. ...