Ma mirov tiliya xwe di çavê xwe de radike?
Bayê namûsê vêneketiye.
Navê gund, namûsa gund e.
De were dînan biaqil bike, tajiyan bicil bike.
Kesê ku bi taştiya xwe têr nebe, bi firavîna xelkê têr nabe.
Cihê ku hêvî jê neyê kirin, gazin jê nayê kirin.
Ku bextê sêwiya hebûya, sêwî nediman.
Heta rastî digere, derew cihê xwe digire.
Hinek serê biskê ne, hinek jî doxa heskê ne.
Yê ku dîzika çêdike, dikare çembila jî pê ve çêke.
Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê xelkê de dibîne.
Ku hewes e, carek bes e.
Lextê kewan e, rizqê betan e.
Xetek zêde bavêje beyaran, meçe ber derê neyaran.
Nêrî taya xwe û kêrê girtiye, qesab taya xwe û bez girtiye.
Karê bi lez û bez, ji mirov re dibe merez.
Ma ji kê zaye, ku ne beza ye.
Li cem bêaran tim bihar e.
Dijminê bi bext, çêtir e ji dostê bêbext.
Gotina bicî û bêdengiya bicî, nîşana aqilmendiyê ye.
Heta tu aş be, ez qeraş im.
Kesê mino, besê mino.
Li dewsa ku wê ca (dê) mi bigrî, bila ca wî bigrî.
Him ji motê bû, him ji gotê bû.
Him tira dike, him terawîha dike.
Mirovê bêdil, baxçeyê bêgul.
Zewaca bêdil, wekî kirasê bêmil.
Ji bêdînan re bêîman lazim in.
Ji bieslan bipirse, ji bêeslan bitirse.
Çu/tu rê nagihêjin bêeslan.
Kund ji derdê bêhesaban, çûye ketiye çiyayê xalî.
Bêhna bihiştê naçe pozê bênamûsan.
Bêhna Şehbaz kete kepû.
Bêhna diyan tê ji xaltiyan.
Kalo ji bênefsî, pîrê ji bêkesî, her duyan li hev pirsî.
Ê bêker e, bêmefer e.
Çol fire ye, derew bêpere ye.
Sasûn e, bêqanûn e.
Jin û mêr, tevr û bêr.
Nanê me germ e, mêvanê me bêşerm e.
Bêterê bêteran jî heye.
(Ên ji me xerabtir jî hene)
Bêgore, bêtore.
Devî dibin dar, xwelî li mirovê bêwar.
Dostekî bixêr, çêtir e ji deh birayên bêxêr.
Ku tava sibê nebe, tava êvarê bêxêr e.
Kanî jî bêxwedî bimîne, dê bimiçiqe.
Çu/tu warek bêxwedî tune.
Xwedê dide hinan deva bibar, nade hinan bizina bikar.
Bi kevçiya berhev dike, bi heskê belav dike.
Sê ehmeq hene li dinê; ê ku gulê dide bi sosinê, ê ku miyê dide bi bizinê,
zavayê ku diçe ser mala bavê.
Bîst û yekê Kanûnan, roj berê xwe dide gul û beybûnan; bîst û yekê
Hezîranê, roj berê xwe dide berf û baranê.
Nan bi nan e, çi minet li can e.
Bi roj devê xwe bigire, bi şev derê xwe bigire.
Derdê min bar bi bar, derdê giran mizodika li ser bar.
Zeyî çû mala bavê, xêr li qirikê, gû li navê.
Zimanê sor e, ji xwe re xirab nabêje.
Erd reş be, dinya xweş be.
Ez çûm çiyê berf û kibês, ez çûm beriyê Ereb û Gês.
Ez nagihêm şekala hazira.
Dibê: "Ez û ne kesî din.
Taştê û navroj wek mîran, şîv wek feqîran.
Stêra bi dûv bila dûrê mirov be, bila xaltiya mirov be.
Perûya şivanan, beniştê kizwanan.
Çivîkeka di dest de, çêtir e ji qazeka berdayî.
Xwezî ku her roj îd bûya û her şev hîv bûya.
A dilan, di dilan de ye.
Diya kuran, dimire li kadîn û axuran.
Diranêş, derman kêş.
Mal bû bi diduyan, dew ma li sêpiyan.
Qîsê mamo, xweş teamo.
Çilpe çilpa dilopan, xweştir e ji pite pita zirbavan.
Ma kî ji wê dinê serşikestî hatiye!
Xwedê kurek daye dinênediyan, roja pêşîn nan kirine gewriya û ew
fetisandine.
Raxistina zengînan ber û xalî ne, ya xizanan jî palas û tejên dirandî ne.
Ku beq neqire, dê bidire.
Erzan kirî, heban dirî
Geriyaye û diriyaye.
Beza pisîkê heta kadînê.
Kenê bêaran, derdikeve ji kunên dîwaran.
Gotin koro, tu li çi digere? Got li çavêkî ron, li pariyekî bidon.
Dê bibîne, dotê werîne.
Ez ji vê duayê re nabêjim amîn.
Anî ji deriya, da xêra miriya.
Aqilê wî ser kumê wî re ye.
De we memire, de were meteqe.
Dilê wî tamtîtika dixwaze.
Zimanê wî xweş e, zikê wî reş e.
Vaye rê, vaye xaçerê.
Tu çi biçînî di kodikê de, tê wê bibînî.
Bila ca (dê) te tenê bibêje min çog da erdê û lawek anî.
Bilind firiya, nizim ket.
Kero nemir bihar hat, pîrê nemir qîvar hat.
Kalo nemir bihar tê, pirê nemir qîvar tê.
Çol fire ye, tirr bê pere ye.
Em li ber niga çûn.
Bênder li ber bê ye, deyndarê havînê tê ye.
Bêlome...
Bi vira, davê tira.
Berde, binê te erd e.
Dêla wî ketiye nav niga.
Da ber derî, hiş hat serî.
Em li keyê xwe digerin.
Kêzka gûgerîn e.
Deng meke dinya ewr e.
Hay hoo! Hay hoo! Kanî xwediyê xêra do!
Him dîn e, him derewîn e.
Dermanê ehmeqiyê tune.
Cihê ehmeqan, li ber gola req û beqan.
Di bazara ehmeqan de aqil nayê firotin.
Not û neh tewir dînîtî ye, dînîtiya mezin ciwanîtî ye.
Xwezî bi dengê wî, ne bi rengê wî.
Xwezî bi navê wî, ne bi dîtina wî.
Xwezî ne li şîretkira, xwezî şîrethilkira.
Seba sergînan, em çûn ber derê mixînan.
Kes ji agirê xweş nareve.
Agirê kê xweş be, civat li mala wî ye.
Serê pîran, ecêbên giran.
Em çiqas bimînin, em ê ecêban bibînin.
Serê me çiqas mezin dibe, çavê me ew qas ecêban dibîne.
Em ne ji malek in, lê bi halek in.
Ew qaşilên zebeşan dixwe, lê xelkê ker dihesibîne.
Kûçikê bi roj diewite, ji tirsa şevê ye.
Tu çiqas kevir bavêjî kûçik, dê ewqas biewite.
Şer ji betaliyê xweştir e.
Betalî, çêdike xirabmalî.
Ku dest û dev bibin heval, kar dimîne betal.
Camêrî mirovan dixemilîne, çikûzî mirovan diherimîne.
Çu evrazek bê nişîv tune.
Heta evraz nekeve ber mirov, mirov qedrê nişîvê nizane.
Dar bi berê xwe eyan e, mêr bi navê xwe eyan e.
Ê bizrê xwe navêje erdê, erdê wî tune ye.
Eva aş, eva çirika aş!
Çav dibîne, dil dihebîne.
Ciwanî xweş e, pîrî li pêş e; dinê xweş e, mirin li pêş e.
Av bi xwe avayî ye.
Av diçe avayiyan.
Av di bêjingê de nayê dagirtin.
Ku mirov da avê, çi li çokê, çi li navê.
Ava leyiyê da ser zeviyê.
Deve di kodê de nayê avdan.
Eyba mirov ji mirov nexuya ye.
Ê hina eyba mêşinan e, ê hina eyba bizinan e.
Hezar eyb û arên mirov, li nava çar dîwarên mirov.
Ê ku bimîne, dê bibîne.
Ê ku deyndar e, her tim xemxwar e.
Ê ku neke hesaban, dibîne ezaban.
Seriyek pîvaz, bêhn berdide beroşek.
Ku mirov pîvazê nexwe, bêhn ji devê mirov nayê.
Min sîr nexwariye ku bêhn ji devê min bê.
Êl divê, mîr divê.
Êl diya mirov e.
Axayê êlê ye, ezabê malê ye.
Bila malek bêxwedî be, ne êlek bê serî be.
Ne êla bê serî, ne şivanê bê kerî û ne mala bê derî.
Êl yeman e, beg yeman e?
Êl belav bû, beg winda bû.
Mîr bi êl, êl bi mîr.
Bila heft sala xela û celayî be, bila salekê ne dijminayî be.
Heyfa vî hingivî ku di vî eyarî de ye.
Heyfa vî zimanî ku di vî devî de ye.
Êvar hat, nanê deyn hat.
Ji deynan re dayin lazim e.
Adar e sibehê sar e, nîvro bihar e.
Meha Adarê jina bî ye; geh digrî, geh dikene.
Dilopên gomê, seyên zomê, virên Romê.
Desmala sor, daye ber çavê kor.
Çivîka yek sale, ji çivîka du sale re got tu nizanî bifirî.
Derê min, xelkê diqeherîne; hundirê min, min diqeherîne.
Aliyek nîr e, aliyek bîr e.
Ji hêkê derketiye, qalikê xwe naecibîne.
Nû ji hêkê derketiye, dibêje qîqî.
Golikê malê ji gayê malê natirse.
Hêstir e, ji bavê xwe mestir e.
Afirê gamêşan, bû warê qelsemêşan.
Deve ji devetiyê ketiye, ji hophopê neketiye.
Bê baran erd şîl nabe.
Derengîn dibe, derewîn nabe.
Hindik digihên hev, pir dibin.
Dilê hemî kesan, dişewite bi bêkesan.
Xweş mêvan e, lê ne ti mazûvan e.
Mêvanekî baş e, lê mazûvanekî xirab e.
Bûk bi dilê zavê ye, çi kul li dilê xelkê ye.
Heba genim digere digere, dikeve kunika aş.
Bila rê be, bila dûr be; bila bûr be, bila kûr be.
Bila çavê mirov li riya dûr be, ne li qebra kûr be.
Kuçik di xwe re dibîne, loma hestiyan dikurisîne.
Hingivê dobê ye, li eyarê segê ye.
Dêl bi ba ye, kuçik tê ji Bexda ye.
Kuçik ji kû bitirse, bi wê ve direyî.
Dinê tewş û betal e, ji kesî re nabe mal e.
Ciwanî diçe bi lezê, pîrî li pey dibezê.
Ku mirov dil bike, dikare dîwaran qul bike.
Qijik e, diyariya wê hijik e.
Sê dîn hene li dinê; ê ku bûr nabîne û dide avê, ê ku di evrazan de
dikişîne çixarê, ê ku xwêydan dide û vedixwe avê.
Ço kero, hoşt qero.
Ji dijminê xwe re mêr be, ji dostê xwe re ciwamêr be.
Di sûka ceh de zêr nayê firotin.
Dayin ji dil e, ne ji hebûnê ye.
Dema dinê ava bû, her kes bi aqilê xwe şa bû.
Çiya çiqas bilind be jî rojek dê rê pê keve.
Mezin li ku rûnên serê civatê ew e.
Di dehlê de şêr jî heye, rovî jî heye.
Ji dara xwar re, hostê rast lazim e.
Bila hosta hosta be, bila dara xwar be.
Bila rê be, bila dûr be; bila bûr be, bila kûr be.
Di navbera du biaqilan de mûyek naqete, di navbera du dînan de werîsek
diqete.
Halê bêedeb, malê bênûr e.
Das û werîs, li geliyê Bedlîs
Ya kasê kas dizane, ya rêl jî bivir û das dizane.
Bivir bi darê dizane, das bi dehlê dizane, kes bi halê kes nizane.
Bi zikê birçî quretî nabe.
Hesp hespê çûnxweş e, siwar siwarê kêmmeş e.
Çala vekirî, her kes tê de dirî.
Birçiyo li ber arê xelkê, taziyo li ber arê xwe.
Derdê miriyan tabiê hemiyan, derdê zindiyan dikeve giyan û hestiyan.
Ê ku nizane bi quweta xwe, dûr e ji dewleta xwe.
Mêvanê derewîn, carek dixwe firavîn.
Bila mirov li ser du daran be, ne li ser dev û zaran be.
Ê ku dîzan çêdike, dizane çenbilan jî bi wan veke.
Şûjina di ber serê xwe re nabînin, derziya di ber serê xelkê re dibînin.
Tu nanê kê bixwî, tu yê defa wî lê dî.
Xwediyê keriyan, çû ber deriyan.
Ew dipêje lê napêje.
Dizî dizî ye, çi hêkek çi gamêşek.
Ne di ser pira bexîlan re derbas dibim, ne mineta wan digirim.
Daweta diduyan e, govenda hemiyan e.
Tu çiqas gû tev bidî, ew qas bêhn dide.
Ku Xwedê bide, ji xet û nîvê ve dide.
Ku Xwedê bide, nabêje tu kurê kê yî.
Mar e, ne cih û ne war e.
Çengek dan e û komek xizan e.
Mala gure, ne dan e û bulxur e.
Mal nikare can bîne, can dikare mal bîne.
Geh li nal e, geh li bizmar e.
Li nalê jî dide, li bizmarê jî dide.
Ji hinan re tê û dibihure, ji hinan re tê û dihêwire.
Devî dibin dar, dar dibin sitar.
Derdlêketî dibin pirrbêj, evîndar dibin dengbêj.
Dinya bi dor e, rojek jî dora gayê bor e.
Mirovên nekes nabe kes, kurtanê kerê nabe etles.
Ar disekine, mar disekine, neyar nasekine.
Birayê roja teng tune.
Birayê xwarinê, xeydan e.
Xwedê rizq di bixêrîkê re nake xwarê.
Her demî rizq ji asmana nayê.
Her demî qafik li ber avê nayê.
Ji dûr ve canî-manî, ji nêzîk ve kor-poşmanî.
Ceh keran şamî dike, seq şûran misrî dike, xizanî mêran kotî dike.
Car heye rev ji serhildanê çêtir e.
Car heye zêr dizane, car heye zor dizane.
Li cihê bav û bapîran, kizwan xweştir in ji hejîran.
Ecem e, tu çi bêjî li cem e.
Mala me li navriyan, kor û kut li me civiyan.
Ciwanî diçe bi leze, pîrî li pêy dibeze.
Çêlên bazan bêbask nabin.
Çêlên maran bêjehr nabin.
Çêlên guran, ji mirov re nabin bav û bira.
Betalî, çêdike xirabmalî.
Kesadî, çêdike fesadî.
Parsa her tiştî dibe, ya hezkirinê nabe.
Yekî ji sergînekê hezkir, heft sala di paşila xwe de gerand lê dilê wî
rehet nebû kir avê û vexwar.
Li Bexdayê xurme pirr in; ji me re çi?
Aş gera xwe dike, çeqçeq dev û diranên xwe dişikîne.
Heft mêrên beriyê, civiyan li barê hiriyê, gotin ax li me û li vê bêkesiyê.
Bila mirov li cihê xwe feqîr be, ne ku li cihê xelkê mîr be.
Biçizî neçizî, qincilîz î.
Eger li bavê xwe çû, ser bi ser e; eger jê derbas bû, zêrliser e; eger jê
kêmtir ma, xwelîliser e.
Seriyek çortan e û komek xizan e.
Serîkî çortan e, birkî mêvan e.
Seriyek kara ye, bi bîst û çara ye.
Roja çûyî, venagere.
Tiştê ku çû, mede dû.
Ji rinda yar, ji aran derd kêm nabin.
Ê ku jar e, havînan jî pê sar e.
Birçiyek bibîne, nanek pê bigîne, mepirse ji kîjan dîn e.
Mêşa hingiv biçûk e, lê karê wê hingiv e.
Mişk biçûk e, lê dena dimsê diherimîne.
Dostanî germa germ, dijminî nerma nerm.
Ard ji malan, rûn ji malan, em ê bikin taştiya palan.
Aş bi avê digere, mirov bi zimên.
Ê pirs kir çiya xilas kir, ê pirs nekir li deştê xwe şaş kir.
Heta mirov tiliya xwe reş neke, tehma devê xwe xweş nake.
Emelê pîrê, nayên bîrê.
Çovê kê stûr e, ardê wî hûr e.
Nikare bi kerê, dibeze kurtên.
Tiştê min li mal e, xeyala min li bal e.
Cihê li te hat, bide û rûnê; cihê li te nehat, bide û derkeve.
Roj ji bo her kesî dibiriqe.
Her kes royê di tanga xwe de dibîne.
Birîndar tenê bi êşa birîna xwe zane.
Ê ku deva xwedî bike, serdera xwe bilind çêdike.
Mala gur e, ne dan e ne bilxur e.
Mij, xwe li çiyayê bilind digire.
Keftar e, li ber çavan diyar e.
Mala bê sermiyan, pezê bê şivan, jê çêdibe derdê bê derman.
Baranê xuş e xuş e, kêla genim qiruş e.
Baranê xweşke, xweşke, elba genim qurişke.
Dinya mije kod li tije.
Sala mijî, kodika tije.
Ji milkan aş, ji hacetan simteraş, ji dostan dostê ne li pêş û paş.
Ji milkan aş, ji hacetan simtraş, ji mêran ên dike hesabê pêş û paş.
Peşkek barana, nîsanê, kîsek dewê kîsanê.
Ji ava sekan biterse, ji ava gurr metirse.
Ava hêdî, min ecêb jê dî.
Ji ava nerm bitirse, ji ava gur metirse.
Kezeb, te ez kuştim, ez biraştim; tu ji min xeydan î, ez li te aşt im.
Hesp bi gem û hefsar, mêr bi soz û biryar.
Ê ku pîvazê dixwe nizane, ê ku hûr dike dizane.
Ava bîra, bi ra û tevdîra.
Dema manga min bişîr bû, navê min bapîr bû; dema manga min ziwa bû, navê
min winda bû.
Biratî xweş e bi baran, hesab xweş e bi misqalan.
Dema ez bi mal bûm, ez bi ap û xal bûm.
Mal xizan e, kebanî nezan e.
Daweta keyayê gund e, serê me ji ber ve bilind e.
Mal têr e, kevanî şêr e.
Barê rastiyê xwar nabe; barê xwar, naçe war.
Axê li kêfê ye, mal li binê berfê ye.
Bila şêr pişta mirov bişkîne, ne ku rovî devê mirov balêse.
Sergo nadin ser banan.
Bedewiya mirov, ilm û marîfeta mirov e.
Mal, yan ji xelayê re ye yan ji belayê re ye.
Pere xulamekî baş e, lê axayekî xirab e.
Çêlên bazan bê bask nabin, çêlên maran bê jahr nabin.
Xelk mal û dewlet diafirîne, axayê me kolosê xwe dixemilîne.
Ku agir bi dehlê keve, ter û hişk tev dişewitin.
Li vê lezê, li vê bezê; dilê kalo helaw dixwazê.
Deşta Diyarbekrê, dayika xizan û belengazan e.
Bertîl keviran nerm dike, devê roviyan germ dike.
Bila mirov şivanê cihê xwe be, ne axayê cihê xerîb be.
Ku diz ji malê be, qifl û mifte betal e.
Diz xomal e, nobe betal e.
Dizî xumal e, dergevanî betal e.
Xwedê mirov nexe tora bêbavan.
Ku diz ji malê be, ga di kûlekê de diçe.
Alîerz ji alîerziya xwe ditirsin, bêerz dibêjin qey ji me ditirsin.
Bêşa maldaran, davêjin ser xizan û jaran.
Heta nîvro ji xwe re diqeherim, ji nîvro şûn de ji hevalê xwe re diqeherim.
Çileyê reş, alif diqedîne li gayê beş.
Miriyên goran ranabin, kesên xirab baş nabin.
Ne dada ye, ne baba ye; seriyekî beraday e.
Xwedê çiya dibîne, berfê lê dibarîne.
Zarok ji dê û bavan, hîn dibin rê û awan.
Ne di ser pira bexîlan re derbas dibim, ne mineta wan digirim.
Wexta dewlet birêse, ga golikê dalêse.
Deriyê xêran nayê girtin.
Kayê çiqas bidî bayê, tiştêk jê nayê.
Xwedî bike bi malê xwe; bike agir û berde canê xwe.
Bila nav hebe, bila nan tune be.
Tirs hebe kûçik ji tajî bezatir e.
Qoçana derewa tune ye.
Peyv pelê pîvazê ne, ji ber hev derdikevin.
Bike kala, bixwe mala, pêçkê xortê totikvala.
Dibe ji îmanê, nabe ji qapanê.
Xweş dibe birîna xenceran, xweş nabe bîrîna xeberan.
Mirîşk û mitirb û mêş, her sê bi ser êş, çiqa tu paşde bidê, tên pêş.
Afirê gamêşan, bû warê qelse mêşan.
Deynxwaro ji bêrîka xwe xwaro.
Bi nanê xelkê mirov têrnabe.
Dijminê te be jî derî heya dawî negire.
Bila mirov xesirandî be, ne hetikandî be.
Ji Xwedê ye, ne ji doxê ye.
Derew, şûr û mertalê xulaman e.
Golikek navê garanekê xera dike.
Her kes mêvanê emelê xwe ye.
Comments
Post a Comment