Skip to main content

Posts

Showing posts from November, 2023

Ne ji koran ji nankoran, ne ji bêrûyan ji durûyan, ne ji xiraban ji şîrhereman bitirsin.

  Ne ji koran ji nankoran, ne ji bêrûyan ji durûyan, ne ji xiraban ji şîrhereman bitirsin. Kevirê xwe deyn bi esasî, bila dil neke waswasî. Bila şîn be, ne kîn be. Ji guran jî ji kûçikan jî kîjan bimire kar e. Gotin şivên: Mêja te çi ye? Got: Darê mi, kulavê mi, rehme li dê û bavê mi. Hin li nav û deng digerin, hin li mal û milk digerin, hin jî li xizmeta Xwedê digerin. Roviyê şekalan, digere li dora malan. Kes li ser sifra zengîna têr ranabe   Tu nekî, tu naxwî. Roviyê zexel, bi her du nigan dikeve dafikê. Ji rêyan bimîne, ji hevalan nemîne. Kûrmê şîrî heta pîrî. Tu bi kaxizekê dikeve destê (devê) dewletê, tu nikare xwe bi heft kaxiza xelas bike. Yê serê govendê bigre divê xwe bihejîne. Ez bi rik, tu bi rik, em ê bibin terik. Gotin: Pîrek û qîza wê hebû. Pîrê got: Ez ê bimrim. Qîzê got: Ez ê mêr bikim. Û nifqê (qûtê salê) xwe danaynin. Ne pîrê mir ne jî qîzê mêr kir. Kevir di cihê xwe de giran e. Xerabên xeraban hene. Wexta kar rû dizivir...