Ne ji koran ji nankoran, ne ji bêrûyan ji durûyan, ne ji xiraban ji şîrhereman bitirsin.
Kevirê xwe deyn bi esasî, bila dil neke waswasî.
Bila şîn be, ne kîn be.
Ji guran jî ji kûçikan jî kîjan bimire kar e.
Gotin şivên: Mêja te çi ye? Got: Darê mi, kulavê mi,
rehme li dê û bavê mi.
Hin li nav û deng digerin, hin li mal û milk digerin,
hin jî li xizmeta Xwedê digerin.
Roviyê şekalan, digere li dora malan.
Kes li ser sifra zengîna têr ranabe
Tu nekî, tu naxwî.
Roviyê zexel, bi her du nigan dikeve dafikê.
Ji rêyan bimîne, ji hevalan nemîne.
Kûrmê şîrî heta pîrî.
Tu bi kaxizekê dikeve destê (devê) dewletê, tu nikare
xwe bi heft kaxiza xelas bike.
Yê serê govendê bigre divê xwe bihejîne.
Ez bi rik, tu bi rik, em ê bibin terik.
Gotin: Pîrek û qîza wê hebû. Pîrê got: Ez ê bimrim.
Qîzê got: Ez ê mêr bikim. Û nifqê (qûtê salê) xwe danaynin. Ne pîrê mir ne jî
qîzê mêr kir.
Kevir di cihê xwe de giran e.
Xerabên xeraban hene.
Wexta kar rû dizivirîne, wexta şîvê kevçiyê tîne.
Çar dîwar eyba mirov vedişêre.
Ji kar re nîn in, ji xwarinê re pir in.
Mal têr e, kevanî şêr e; mal xizan e, kevanî nezan e.
Baş li me nagerin, xerab ji me nagerrin.
Go: Sedamo, te çi kir; te di xwe de kir.
Tirs, bavê gur e.
Eşqê borebor e, ji wê werê xelkî kor e.
Gelek caran kevirê mezin bi kevirê biçûk disekine.
Çiyayê mezin jî mihtacê çiyayê piçûk dibe.
Tu tenekê di ava zêr de da bike jî dîsa teneke ye.
Paxir nabe zêr.
Payîzokên me ji stranên xelkê çêtir e.
Holika pîrê, xweştir e ji qesra mîrê Cîzîrê.
Her teyr xweş e, bi refê xwe re.
Tirê rûreşê, fisê bîhnxweşê.
Mêranî deh in, yek zor e, neh fen in.
Kûçikê pîs, gur tîne pez.
Bila dilê te geş be, bila nanê te reş be.
Ji xweliyê dikevin welî, ji weliyan dikevin xwelî.
Ji horiyan perî, ji periyan xwelî çêdibe.
Nok û nîskên me bi hev re nakele.
Roja şînê, ji şînê re ye.
Bav şivan e, dê dibistan e.
Emelê pîrê nayê bîrê.
Dûvê rovî jê re ne bar e.
Şûşa dilan weke dişkê cebar nabe.
Xwîn winda nabe.
Li ser zenga dirana ye.
Teriya kûçik e, rast nabe.
Baş e baş e lê hebekî qûn wî bi paş e.
Jê re tim çardê nîsanê ye.
Bûk di sorikê de, dergûş di lorikê de.
Jê reviya, tê geriya. Jêketo, pêketo.
Bav ku ev bav be, ewladê ku jê bikeve gelo wê çawa be.
Li gorî makê, golik pakê.
Mûkî kir hûkî. Mêş kir gamêş. Nîsk kir gîsk.
Dohnê di eyarê sa (kûçik) de ye.
Şîrê kerê ye, ne dibe mast ne dibe penêr.
Him şûm e، him sil e.
Ew tahta ku te bi ser de rîtî, hêj baranê neşûştiye.
Tiro hat girêdan, viro hat berdan.
Ji îmanê dibe, ji qapanê nabe.
Me ji qapanê, me ne ji îmanê.
Ê hesabê zilaman neke, ne zilam e.
Qûna tazî, ji xwe razî.
Xwîn bi xwînê nayê şûştin.
Devê xelkê ne doxîna mirov e, ku mirov girêbide.
Hebe erebî ye, tunebe mitribî ye.
Elo don dixwe, Xelo di ber de sond dixwe.
Qewlê kerê reş, tûrek ceh e.
Riya dûr, çêtir e ji gora kûr.
Hemû file, ne Îsa ne.
Serî pirrin lê seriyên ku serî pê bisekinin tunenin.
Aş bê şeqşeq nagere.
Aş bê şeqşeqok nabe.
Derdê qeraş, av bê ser aş.
Şa bi şepanê xwe hesab nedikir.
Ne Adar e, ne Nîsan e, roja Feqiyê Teyran e.
Ardê gêris nabe patîle.
Dibêjin: Mirov kete halan, kes nabêje were malan.
Mal di ber mal re, can di ber can re.
Mal mêran bengî dike, ceh keran şamî dike.
Mal nikare can bîne, can dikare mal bîne.
Mal vedigere, can venagere.
Zîn li kerê ke, temaşe lê ke.
Deynê xwe li ser kefa destê xwe dibîne.
Diz diz e, çi hêkek, çi gamêşek.
Nû hatin, kevin xelat in.
Nû hatin, kevin hilat in.
Dinya xan e, mirov lê mêvan e.
Temûz e, kakil dikeve gûz e.
Xewle, hevdu xewle kirin
Mêr çol e, jin gol e
Heft salan xela be, ne salekê berberî be.
Cewrikên gura, nabin bira
Hemû teyr û tewal dijminê serê kewê ne, kew jî bi xwe
dijminê serê xwe ye.
Kula seg di zikê gur de ye.
Mar dibê; min dikujî bi dijminatî, çal bike bi dostî.
Neyarê namûsê, bênamûs e.
Rastiya devê dasê çiqas e, rastiya dijminê meriyan jî
ewqas e.
Bi tedbîr, dikolin bîr.
Tat, ji zaliman xerabtir in.
Bi bêjingê dan hev, bi seradê belav kir.
Garisê roja reş e.
Xwîn xwîn e, ha ji destan ha ji zendan.
Piştî mirov da avê, ha li çogê ha li navê.
Lomanî nake domanî
Hêka îro çêtir e, ji mirîşka sibê.
Êş, gamêşê dike mêş.
Jin, şensê mêr e; mehîn, şensê siwêr e.
Du jinên qenc hene: Qehba mêrê xwe û diza malê xwe
Berê hespê xwe nal ke, paşê rêya xwe hesab ke.
Aş bi du keviran, hevaltî bi du birayan.
Zikbirçî têr dibin lê çavbirçî têr nabin.
Zarok xemla malan e.
Ziman kilîta dilan e.
Yê elimî ji yê cehemî xerabtir e.
Mal vedigere, can venagere.
Neyar neyar e, ticarî nabe dost û yar e.
Ji hinekan re kul e, ji hinekan re gul e.
Bila mêrê mi mêr be, bila serê mi li ser diwêr be / li
ser tera êr be.
Dîsa ew bilûr e û ew tûretûr e.
Hemoyê şikakî, rojê bi hawakî.
Dinê giş bi ka be, devê kera min pê nabe.
Nav heye, navok tune ye.
Ti kes ji xêrê naçe dêrê.
Dest qirêj, pê qirêj, hemû bi me sabûnpêj.
Ne mala xerez tê de, ne canê merez tê de.
Ax ji baranê, romî ji talanê têr nabe.
Xwediyê xêran ji xêrê qut namîne.
Bila rindik be, bila hindik be.
Kes xerabiya xwe nabêje (her kes qenciya xwe dibêje)
Ne ji defê re dibe, ne ji zirnê re dibe.
Parsek parseka tîne, qereparsek ji wan çêdibe.
Yek li mirinê, yek li kirinê.
Hestî ji kûçikan zêde nabe.
Berê bixwe, paşê bişêkirîne.
Ji rovî fenektir tune, ji eyarê wî pirtir tune.
Omerî ye, bi mewîj û tirî ye.
Kurmê şîrî, heta pîrî.
Çem dikişe, ber dimîne;
Ga dimire, çerm dimîne;
Mêrxas dimire, nav dimîne.
Bi zimanê dê biaxivin, nexalifin.
Gur warê xwe diguherîne lê exlaqê xwe naguherîne.
Reşê dê û bavan, spî nabe bi avan.
Hinek dixwin, hinek
jî bi dora devê xwe didin.
Hinek dixwin, hinik tahma devê xwe xweş dikin.
Hinek dikin, hinek dixwin.
Ro disekine, Rom nasekine.
Çima ez kumê sor im, li serê her kesî bi dor im.
Havînê çeka zêrînê, tu li ku rûnê tê rûnê.
Hesp li gorî siwarê xwe diçe.
Go: Te çi fêm kir ji dinyayê?
Go: Weke xewnek şevan, hat û çû...
Go: Ev gav û seet e.
Go: Weke ez siwarê hespê bim û di siya spîndarekê re
derbas bibim.
Risqê sa li dînan e, yê tirkan li kurdan e.
Zozan rind e, hema çiya bilind e.
Her tiştê diçûrise ne zêr e.
Zengil hilat, mengil dahat.
Di navbera mêranî û teresiyê de mûyek heye.
Cihê şêran e, rovî lê dikin kêf û seyran e.
Nan pêde, mîkuta lêde.
Kumê Elo dide serê Celo.
Kurtêl ketiye zikê wî
Hem dinale hem vedimale.
Dest vedimale, dil dinale.
Barana havînan, şil kir binê kadînan.
Cinê horê, hatin dorê.
Cinê horê, çûne dorê
Guhekî xwe bi bêjing ke, yekî bi serad ke.
A te jî "ya sîgmeyî ya qiyameyî"
Jê we ye xweyîmal e, nizane hêj hemal e.
Her kes bi ta û derziya xwe.
Dew tine fir bike, li hespê siwar dibe çir dike.
Kewên me ji hev re dixwînin.
Ceh da berxê, dest da newqê.
Baş be lê ne belaş be.
Çawa got kew, zanibû nikûlê wê jî sor e.
Ê ji me be, wê li ber tifika me be.
(filankeso) cila xwe ji avê derdixe.
(filankeso) çila xwe kor kir.
Cila feqîran kete avê.
Bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkê ye.
Bigrî binalî, vê axûrê bimalî.
Tu nanê kê bixwî, tê şûrê wî bikşînî.
Hin kes behr in, hin kes qehr in û hin kes jî jehr in.
Li erdê beyanî, nemîne bê xanî.
Şerê sibehê ji xêra êvarê çêtir e.
Dest şeyîn e, çav mêzîn e.
Dest wêrek e, çav tirsonek e.
Kilora bin teştê ye; ne şîv e, ne taştê ye.
Ya mirov bi xwe dike, kes bi mirov nake.
Tu çû derekê; li devê xwe, li destê xwe û li pişta xwe
qate be.
Hezîran xinzirî, giha li baska kizirî.
Hêj ew aş e, ew qeraş e.
Heta destê mirov reş nebe, tahma devê mirov xweş nabe.
Mala dîna ye, teqîn û reqîna kêfçîya ye.
Mala dînan e, teqîn û reqîna kevçiyan e.
Ava Xoşan, dermanê dilê nexweşan.
Havînê serê te nekele, zivistanê beroşa te nakele.
Di qiyame de hesabê sîgme bike, di sîgme de hesabê
qiyame bike.
Dibêjin: Ku hezîran hinzirî, sê tişt dikarin xwe li
ber wê bigrin; yek mêwa tirî, yek dara bi çilo, ya din jî berazê xinzirî.
Ziman paleyê xwediyê xwe ye.
Bûka mala mezin e, dest û ling xirxal û bazin e.
Her kes derziya xwe bi serê xwe ve vedike.
Beniştê dînan ritil û nîv e.
Benîştê dîna ji ritilê ye.
Yek heye bi sedî, sed heye ne bi yekî.
Xwediyê keriyan çû devê deriyan, got; ka piçek rûnê
sêniyan.
Xweyê keriya çû ber deriya, got; ka piçik rûnê seriya.
Eşîr dixwin nanê sêlekê, mitirb dixwin nanê êlekê.
Go: Ez kêça diqûsînim.
Go: Tu kêça diqûsîne, ez kêça didoşim.
Binêre li domê, menêre li komê.
Zimanê dijmin xweş e lê zikê wî reş e.
Dijminayî bi nermî, bazar bi germî.
Çav xinamê xwe nas dike.
Têjikên guran, ji meriyan re nabin bav û bira.
Mesele ne horhor e, mesele qewş û dor e.
Dar ser darê xwe re nediye.
Ray li xatûnê dibe lê li cêriyê nabe.
Hinek serê biskê ne, hinek doxa heskê ne.
Serê heskê bi xeml û rewş e, doxa heskê bi gemara reş
e.
Tas hat û çengirî, çi tije çi vala.
Ji hespê re hefsar, ji hefsar re siwar.
Gotin: Terziyo, malan bar kir. Got: Derziya min bi
serê min ve ye.
Heya tu negîha avê, daw û delingê xwe hilnede navê.
Girara xwe li gorî dohnê xwe çêbike.
Deriyo, tu dar bî, li serê mi sitar bî.
Gava xwe li gor lingê xwe bavêj.
Şêwra çûkan li ser garisê şêxan e.
Mirov pêl li galgalakê dike, pêl qeda û belakê dike.
Derî dar bike, malê sitar bike.
Beytik dibêje: Goştê min pariyek e, gunehê min xaniyek
e.
Teyr bi refê xwe, birûsk bi zeriya xwe, zilam bi
camêriya xwe.
Sîr ji pîvazê lome dike
Nifir bi nêvî ne lome li pişt derî ne.
Şal hêşîn e, tiştek di mal de nîn e.
Malê maldaran, benîştê devê xizanan.
Qîza malê xweş xebitî, ker girêda dahş filitî.
Bûk li hespê ye, hefsar li mistê ye, kes nizane
qismetê kê ye.
Ku kûçik herin kûçikan, rêya rêwiyan rehet dibe.
Ez dibêjim: Aşê min e. Tu dibêje: Dora min e.
Dest li ser destan, heya esmanê heftan.
Ji teresbûna kûçikê/segê me, rovî qula xwe li ber
dîwarê me çêkiriye.
Kes, bi revê ji ber dijminê xwe xelas nabe.
Serê neêşe ne hewceyî destmalê ye
Ji nexweşan re çûye zebeşan.
Tu bidênedê gayê xemo ye.
Dinya ne soz û qerar e, dinya keys û fesal e
Temaşe ji mewijan xweştir e.
Berberê piling şêr e, yê axê zilamê têr e.
Mala min darê min e, darê min li ser milê min e.
Ji pa re lênêrî şemamok e, ji pê re lênêrî gumgumok e.
Ketiye şopa hûtik û nûtika.
Silo, Xwedê kir bi dilo.
(filankeso) şîrê xwe bi tehtê de dotiye.
Nexweşê nav ciya ye, çavê wî li pariya ye.
Xelkê kir tûr, me kir hûr.
Teştek nan di zikê wî de disekine, gotinek di devê wî
de nasekine.
Text û bextê wî tune ye.
Tu dibê qey berfa sor lê daye.
Ne deyndar im ne maldar im.
(Kurdo) kelemê ber çavê dijmin e.
Dinyanedîtyan dinya dît.
Ne li ben dike ne li werîs dike.
Xêr li we barî, kevir û kuçik li min barî.
Nan da ber, ço da ser.
Dengê defê nas dike, mala dawetê nas nake.
Ma te pez şevîn kiriye?
Bû dizê sola xwe.
Dibêjin: Dahşikeke mirov hebe, barê mirov li erdê
namîne.
Bila mirov zikekî têr yekî birçî be lêbelê ne bindest
û hêsîr be.
Qewet hebû, hiş tune bû; hiş hebû qewet tune bû.
Xan û qûç e, hemû pûç e.
Mal ji can re ye, can ji axa sar re ye.
Dinya dûvê berên e, te di kû re qut kir bir, ew ji te
re dimîne.
Tazî ye lê ji xwe razî ye.
Dengê defê ji dûr ve xweş tê.
Rastiyê vemeşêr û mebê ez im şêr.
Dewlet, xwe li dewletê digire.
Zengînî lêhatin e, ne jêhatin e.
Dikana Bekir e, du torbe xwê û çar torbe şekir e.
Pîne li ser pîneyan nakeve.
Çi bi serê meriv bê, ji destê meriv e.
Gava ziman dişeite, ling dişemite.
Heta tu ev be, wê tim xwelî li serê te be.
Tunebûn, mirov kor û jar dike, nezan û tengezar dike.
Her kes xwe li cihê germ digire.
Da bi destên xwe, li pey geriya bi lingên xwe.
Deynê miriyan li zindiyan bar dikin.
Rê dirêje, ga dibrêje, emel davêje;
Rê kinik e, ga rindik e, emel hindik e.
Hebûn heye, temaşe ye.
Sofiyê Remezanê, wek kerê li dû garanê.
Dil e, ne ard e ne bilxur e.
Bi kerê nikare dibeze kurtên.
Peyva rast pere nake.
Dinya xan û man e, hin çûne û hin mane, yên mayî jî
mêvan e.
Firaq tune bi zik dere avê, deyn dike dide xêra dê û
bavê.
Kûçik li ku nan dixwe, li wir direyê
Got: Mamo, te çi fêm kir ji dinyayê? Got: Kurê min,
dinyayê ji xwe re neke bar û piştî.
Ji Haciya pê ve tişt di destê me de nema.
Ne dizê malê ne kurmê darê.
Maldarî bela ye, xizanî xela ye.
Dizî li Xidiro, sond li Bekiro.
Dibêjin: Şelandina Botiyan çêtir e ji diyariya
Toriyan.
Dinya bi dor e, geh li jêr e, geh li jor e.
Gulan e, bext baran e.
Dere mizgeftê sola xwe didize.
Bela xelkê ji çol û çiyan tê, ya mi belengazê xwedê ji
ber lingên mi tê.
Axîna vî destî ji wî destî re namîne.
Pars heye, cî tuneye.
Arvanê salê ji salê re diçe.
Li ku zer bû, li ku der bû.
Par kuşt, îsal şûşt.
Derd derdan winda dike.
Kerê nêr û dahşik
Xew nema li çûka, heya nema li bûka.
Roj mij û dûman e, kêf kêfa guran e.
Peşka tarî zalimekî, belav bû li welatekî.
Serê ser de, berê ber de.
Bac hat ser maldaran, parkirin li ser hejaran.
Li gor salê, tê fesalê.
Derban, ji derblêketiyan pirs ke.
Peyv pelê pîvazê ne ji ber hev derdikevin.
Şahidê rovî teriya rovî ye.
Tajiyê xwe bi dest kûçikê xelkê ve bernede.
Ne bi dewleta yela yela ne bi ziyareta şêx û mela.
Gotina xerab a xwediyê xwe ye.
Ne zivistana bihar ne pîra bi guhar.
Cihê feqîran ji dergehên mîran çêtir e.
Xizano, nezano, erzano.
Timûtim çem nayê, qirşûqal li ber nayê.
Dîya merivê hero razê kuran bîne; lêhî yê hero were me
ra dar û beran bîne.
Warê li te hat bide û rûnê, warê li te nehat bide û
bireve.
Va elîf û bê ye, ya pirr li pê ye.
Bila mirov ne sêwiyê ber destan be, bila mirov pepûkê
serê çiyan be.
Ga bimire, gagurok pir dibin.
Destê ser tim ji yê bin çêtir e.
Dermanê her tiştî zêr e, belê ji zêr xurtir zor e.
Bila rû biêşe, dil neêşe.
Kincên xas, mirov nake mêrxas.
Şal hêşîn e, tiştek di mal de nîn e.
Em ne hot in, em ne bot in, em li ser serê xwe
darbelot in.
Carê bilind ji cîranê xirab çêtir e.
Kê genim çandiye û garis rakiriye.
Golikek navê naxirekê xera dike.
Çavsorî ji gayê cot re namîne.
Binêre li esl û esasan, menêre li kevn û kirasan.
Spêdê nîsanê, sartir in ji çilê zivistanê.
Ku genim ket çalê, êdî naçe malê.
Hezar dot, hezar firot, negihîşte xeta cot.
Zû bajo, hûr bajo, kûr bajo, dûr bajo, ga meêşîne.
Sênya mast bide ber xwe, mast ji qalib meke, nan parî
meke û bixwe fedî meke.
Gayê qermo bi heft çermo.
Ya em ê bixemilînin ya em ê biqelînin.
Kula dilan e, xeftanê milan e.
Çiqas dinya li hev dikeve, tiştek ji me re bi ser
dikeve.
Şam dûr e, ma mişar jî dûr e.
Bi kinco were qunco, bi qerpalo here malo.
Ker xweş ker e lê kurtanê wî ne li ser e.
Çi were reşandin, ew tê çinandin.
Bersîv di pirsan de ye.
Çav têr nebe, zik têr nabe.
Dinya fanî, hinka barkir, hinka danî.
Gulan e, das û tar çû nav malan e.
Her kes lewendê karê xwe ye.
Her kes li fersenda xwe dinêre.
Bi wextê zêr tê kirîn, bi zêra wext nayê kirîn.
Bayê kur dilîlîne, bayê reş dibarîne.
Çû hoho meke, hat hêhê meke.
Berê star, dûre debar.
Bi xwe kir vesiya, bi xelkê kir westiya.
Ara ara xwe pa, bêara go ji me ditirse.
Here hewşê, binêre rewşê.
Heta wê demê, mekşîne wê xemê.
Hevalî ji her du alî.
Hevaltî, bi rastî û ronî.
Go: Kosî tu çima dernakeve der? Go: Heta nîvro sar e,
ji nîvro şûn de êvar e.
Nîsan e, çilkeke bi kîsan e, dew li cem hemi pîsan e.
Dinya xweş e bi însana, însan xweş e bi ziman e.
Goştê însên nayê xwarin, zarê însên e.
Bi destekî du zebeş nayê girtin.
Bi mirinê bigre, bira bi tayê derbas be.
Bila bi hespê be, ne bi siwêr be.
Bila mirov li ser dara be, ne ser zara be.
Bû ax, mebê wax (di saxiyê de qedr û qîmetê hev
bigrin)
Car li cara tê, kerê boz li bara tê.
Çarşemî, berketa hemî.
Çavê şeliqî ji yê kwîr çêtir e.
Derziya meriya ji şûjina xelkê çêtir e.
Dew hebe, dewkil pir in.
Nan hebe, nanpêj pir in.
Dewbir e lê mepirse bikire.
Ax dayê rebenê dayê, dikim nakim li hev nayê, ez ji
kerba ketim tayê, wekî pela li ber bayê.
Pariyê xwe xweş kir, rûyê xwe reş kir.
Jin dîwarê di mal de ne.
Bêar xiste çalê, bi ser de mîz kirine, gotiye: Baran
dibare.
Jin hene bi sed mêrî, mêr hene bi seriyek pîvaz nakin.
Sifra xwînê, mêr datînin, jin radikin.
Ne esil kil û kildan e, esil teşîbadan e.
Heft bar elem, lê nabe kelem.
Wexta lê were, kes li navê kesî napirse.
Heta neh nere, deh venagere.
Yê çê me nabîne, yê pîs ji me namîne.
Derdê min yar e, dermanê min bihar e.
Jiyan ne tolika biharê ye ku salê carekê hêşîn bibe.
Bextê bêbextan tune.
Zibil zêr e, ji erdê re.
Ê koka xwe nas neke, nikare xwe nas bike.
Kab hat, çi çîk çi bîk.
Ser jî çû, ber jî çû.
Ceh nabe kizin, mîh nabe bizin.
Germ germa tûyan e, kêf kêfa rûtan e.
Bipirse li xwedîkoka, bitirse ji bêkoka.
Hesinê bê esas, ne dibe tirpan, ne dibe das.
Hevîrê mirov bi çi hatibe histirandin, ew e.
Bextê xelkê reş e, yê min reş û beş e.
Emelên pîrê, nayên bîrê.
Koça paşîn li koça pêşîn dinêre.
Ber gerewa xelkê de winda bû.
Yê xelqê ar in, ditemisin; yê me gûz in, direqisin.
Yê xelkê tepisiye, yê me reqisiye.
Bila parî rûn be, serî bi xwîn be.
Xelk axê dikole, ew bi serê xwe de dike.
Bila pêl erdê neke, bila pêl çavên min bike.
Ku mirov xwelî li serê xwe kir, bila xweliyeke germ
be.
Girtiyo! Kuştiyo! Di ber xelkê de...
Lê da û tê da.
Keftaro, li ber çavan diyaro.
Qutike ar mitik e, dirêj e kemle gêj e.
Zengînî, ji hinan ra qencî û ji hinan ra jî qirêjî ye.
Damara xerab heft bavan diajo.
Silava xwe daye jînê, pişta xwe daye dinê.
Kevirê ku dike li nigê te bikeve, bila li textikê
eniya te keve.
Şûrê hesinî, heft salan pesinî, sala heştan çû li ser
serê guhê gîsin sekinî.
Ê ji rêyan dûr e, ji dilan jî dûr e.
Paxir zer e lê ne zêr e.
Keçelo, kumê min li serê te.
Devê beş e, zikê reş e.
Sêwiyê ber deriyan, pere dîtin li beriyan, aqil nema
li seriyan.
Bira, eger tu bi saxî bi kêrî min nehatî, piştî ez
bimirim feyde nîne.
Kes birîna kesî derman nake.
Mêr ew e ku birîna xwe bi destê xwe bikewîne.
Bi destê xwe mala xwe xera dike.
Heta em ker bin, cilker wê pir bin.
Dûro bi nûro
Ji min dûr, gul û nûr.
Bêbextî, teniya bi dohn e.
Hêkan radikin, qulpan pê dikin.
Bela mirovekî xerab li gundekî, ya gundekî li heft
gundan dikeve.
Îro li ber derê me ye, sibe li ber derê we ye.
Hesp ji êlê ye, rim ji darê gerzê ye, ha bibeze û ha
bibeze.
Yê mitirb got: Ne ji efareya bênderan bûya, menê ji
xwe re cot bikira.
Ji kîsê te bixwim, şîretan li te bikim.
Kes bi nanê deriyan têr naxwe.
Qûto xwe bi kar dikuje, Hûto jî pê dimêje.
Ne tirtim ne zirtim, hazir bû li ser rûniştim.
Heya berê destî reş nebe, tama devî xweş nabe.
Kefa destê te reş nebe, tahma devê te xweş nabe.
Derdê bêkesan giran e.
Apê Mişo, zû bê û xwe ji vê belayê bişo.
Ava lehiyan, da ser geliyan.
Ne nan e, ne dan e, ne şîv û ne taştê ye, ya Rebî ev
bela ji me re ku tê.
Sê tişt li min bûne bela; qimil, kulî û mela.
Ê bi kurtêlan mezin bibe, ji mirov re nabe.
Nanê ji deriyan, xwelî li seriyan.
Pars zengînî ye.
Li ber tayê tolikê direqise.
Ga bike, ga bixwe lê golik û tolik wê çi bixwin.
Hiriya min qirş e, dewê min tirş e.
Xîret mox e, bêxîretî dox e.
Te çi devê deriyê xwe paqij kiriye, dora deriyê xelkê
maye.
Her kes bi gaza xwe caw dipîve.
Comments
Post a Comment