Skip to main content

Posts

Showing posts from March, 2026

NÊRÎNA DERÛNKOLÎNERÎ (PSYCHOANALYTIC) YA LI SER HIŞMENDÎ, DERHIŞÎ Û XWEBÛNÊ

Destpêk Di derûnnasiyê (psychology) û derûnkolîneriyê (psychoanalysis) de, yek ji pirs û girêkên herî bingehîn ev e: Mirov çawa ji rewşa heyberê (object) derdikeve û dibe kirde (subject)? Heyber weke tiştekî tebat/pasîf tê fêmkirin — yê ku ji hêla hêzên derveyî ve tê birêvebirin, bê hilbijartin û bê azadî. Li hemberî wê de, kirde yê çalak/aktif/lebat e: yê ku fêm dike, hildibijêre û jiyana xwe, xwe bi xwe avadike. Ev veguheztin — ji heyberiyê ber bi kirdeyiyê — ne tenê têgihiştineke felsefî ye; ew rêya sereke ya geşedana derûnî û mirovahiyê ye. Hişmendî (consciousness), derhişî (unconscious) û binhişî (subconscious) sê qatên sereke yên jiyana derûnî ne. Ji Freud bigire heta Jung, ji Winnicott bigire heta Lacan, her derûnkol bi awayekî cuda lê di ruh û giyanê xwe de hevpar hewl dane ku têkiliya di navbera van qatan de û bandora wan li ser kirinê, nasnameya mirov û têkiliyên civakî fêm bikin. Di vê nivîsa kurt û kurmancî de, em ê van têgehan di çarçoveya nûjen (modern) de ron bikin û...