Destpêk
Di
derûnnasiyê (psychology) û derûnkolîneriyê (psychoanalysis) de, yek ji pirs û
girêkên herî bingehîn ev e: Mirov çawa ji rewşa heyberê (object) derdikeve û
dibe kirde (subject)? Heyber weke tiştekî tebat/pasîf tê fêmkirin — yê ku ji
hêla hêzên derveyî ve tê birêvebirin, bê hilbijartin û bê azadî. Li hemberî wê
de, kirde yê çalak/aktif/lebat e: yê ku fêm dike, hildibijêre û jiyana xwe, xwe
bi xwe avadike. Ev veguheztin — ji heyberiyê ber bi kirdeyiyê — ne tenê
têgihiştineke felsefî ye; ew rêya sereke ya geşedana derûnî û mirovahiyê ye.
Hişmendî (consciousness), derhişî
(unconscious) û binhişî (subconscious) sê qatên sereke yên jiyana derûnî ne. Ji
Freud bigire heta Jung, ji Winnicott bigire heta Lacan, her derûnkol bi awayekî
cuda lê di ruh û giyanê xwe de hevpar hewl dane ku têkiliya di navbera van qatan
de û bandora wan li ser kirinê, nasnameya mirov û têkiliyên civakî fêm bikin.
Di vê nivîsa kurt û kurmancî de, em ê van têgehan di çarçoveya nûjen (modern)
de ron bikin û giringiya wan ji bo jiyana mirovî destnîşan bikin.
Hişmendî, Binhişî û
Derhişî
Modelên Sê Qatî yên Hiş
Sigmund
Freud (1915) di modela xwe ya topografîk de hiş û aqil weke sê qatî diyar kir:
hişmendî (consciousness), binhişî/berhişî (subconscious/preconscious) û derhişî
(unconscious). Hişmendî giraveke biçûk e di deryaya mezin a hiş de — tenê
beşeke biçûk a jiyana derûnî ye ku em bi xwe jê agahdar in. Binhişî deriyê di
navbera hişmendî û derhişiyê de ye: naveroka ku niha ne di hişmendiyê de ye lê
dikare bi hêsanî were xwendin û dîtin. Derhişî — mezintirîn beş — weke binê
qeşayê ye: piraniya hêz, birîn, arezû, xwestek û bîranîn di vir de veşartî ne.
Carl Jung (1959) têgeha derhişiya
hevpar (collective unconscious) pêşkêş kir: naveroka derhişî ya ku ne tenê
takekesane ye, belkî mîrata giştî ya mirovahiyê ye. Ev derhişiya hevpar bi
arketîpan (archetypes) — wekî mîr, pîr, siya (shadow) û anîma/anîmûs — tê
temsîlkirin. Ji ber vê yekê, derhişî ne dijminê me ye; ew xezîneya veşartî û
çavkaniya afirîneriya me ye. "Heta ku hûn derhişiya xwe hişyar nekin, ew ê
jiyana we birêve bibe" — ev gotina Jung bingeha derûnterapiyê ya nûjen e.
Tepisandin (Repression) û
Mekanîzmayên Berevaniyê
Di
navbera hişmendî û derhişiyê de derî tune ye, lêbelê tepisandin (repression) û
mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) hene. Tepisandin mekanîzmaya
bingehîn a berevaniyê ye: hestên êşdar, bîranîn an xwestekên qebûlnebûyî ji
hişmendiyê têne derxistin û di derhişiyê de têne veşartin. Freud (1923) got ku
ezî (ego), bilindezî (superego) û nizimezî (id) bi rêya mekanîzmayên berevaniyê
hevaheng dibin. Berzkirin (sublimation) — veguhestina enerjiya ne-çêtir a derûnî
ber bi armancên civakî yên qîmetir — di van mekanîzmayan de ya herî bilind tê
hesibandin.
Nêrîneke girîng ev e: di binê her
berzkirinê de qirêjî heye. Radeya berzkirinê çiqasî bilind be, ewqasî jî loda
tiştên tepisandî bilind e. Tiştê ku der nabe, dibe derd — yan di laş de (laş
zimanê derhişiyê ye), yan jî di xeyal an xewnan de xuya dibe.
Xwebûna Rasteqîn û Sexte/Derewîn
Donald
Winnicott (1960) du têgehên bingehîn pêşkêş kir: xwebûna rasteqîn (true self) û
xwebûna sexte (false self). Xwebûna rasteqîn nasnameya kûr û rasteqîn a mirov e
— hestên xwezayî, xwestekên derûnî û hebûna yekta. Lêbelê, dema mirov ji bo
maqûlbûna hawîrdora xwe ji xwe re maskeyan çêdike an jî hewcedariyên xwe
tepisandî dike, xwebûnek sexte ava dibe. Ev xwebûna sexte ji bo parastina
xwebûna rasteqîn tê afirandin; lêbelê, dem bi dem mirov di vê maskeyê de winda
dibe û xwe ji xwebûna xwe dûr dixe.
Durûtî (duplicity/hypocrisy) di vê
çarçoveyê de tê fêmkirin: ew encama birînên narsîsîstîk (narcissistic wounds)
e. Dema rêzgirtina xwebûnê (self-esteem) dikeve xetereyê û mirov bi awayekî
derûnî xwe ewle nabîne, ji bo berevaniyê xwebûneke sexte ava dike û gotinên xwe
vediguheze ji rastiyê. Di binê her durûtiyê de nexweşiyek derûnî ya kûr heye,
ne tenê biryareke exlaqî ya xerab.
Trawma, Bîr û Laş
Bessel
van der Kolk (2014) di xebata xwe ya navdar "The Body Keeps the
Score" de nîşan da ku trawma ne tenê di hişmendiyê de tê hilanîn, lêbelê
di laş de jî tê tomarkirin. Laş tenê ne zindewer e, lê civakî û derûnî jî ye —
ew zimanê derhişiyê ye. Trawma, rastiya ku nayê gotin e; trawma, ne hebûna
rûdanê ye, lê tenêbûna mirov di wê rûdanê de ye. Bîra trawmatîk (traumatic
memory) bi awayê siruştî naxebite: ew ne weke çîrok tê xwendin, lêbelê weke
rewşên laşî û hestî yên ku car caran tên jiyîn vedigere.
Di derûnkolîneriyê de têgihiştinek
girîng heye: trawma ne bîr (memory) e, lê windabûna bîrê ye. Ango, mirov
nikaribe serpêhatiya trawmatîk bi peyvan vegêre, nikare wê weke çîrokek
veqetandî bifikire. Ji ber vê yekê, derûnterapiya trawmayê tenê bi gotinê (talk
therapy) naqede; laş û bedena mirov jî divê beşdar bibin. Şînî (mourning) û
malxulyanî (melancholia) di vê çarçoveyê de ji hev cuda ne: şînî pêvajoya
xwezayî ya windabûnê ye, lêbelê malxulyanî rewşeke kûrtir e ku mirov xwebûna
xwe û ne tenê windakirinê mêldar dike.
Ziman, Derûn û Nasname
Jacques
Lacan (1966) got ku kirde (subject) di zimên de ava dibe. Ziman û derûn
(psyche) ji hev nayên veqetandin — peyv ne tenê amûrên ragihandinê ne, ew
avahiyên nasnameya mirov in. Ziman cilê hiş û aqil e; mirov bi zimanê xwe tê
pênasekirin û nas kirin. Gava ziman xera bibe, raman û hestên mirov jî tên
xerakirin. Ji ber vê yekê, rêya sereke ya derûnnasiyê zimanzanî ye.
Zimanê dayikê (mother tongue)
bingeha derûnê ye: di wî de mirov xwebûna xwe ya yekem ava dike, hestên xwe
pêşî fêm dike û cîhana xwe şîrove dike. Çanda mirov şêwaza derûna wî diyar
dike; ziman nexşerêya çandê ye û ji te re dibêje bê ku xwediyê wî zimanî ji kû
hatiye û ber bi kû ve diçe. Mirov di nava zimanê xwe de hebûn û xwebûna xwe
diafirîne.
Azadî, Bindestî û
Xwe-nasîn
Erich
Fromm (1941) di berhema xwe de nîşan da ku mirov ji azadiyê (freedom) ditirse —
û ji ber vê tirsê hewl dide ku ji wê bireve. Azadî mîna pitikan e; ew bi êşê
tê. Bindest di navbera xwesteka jiyanê (will to life) û tirsa ji serbestiyê
(fear of independence) de dimîne. Ji bo mayînê, bindest xwe bi serdestê xwe
girê dide, ji dev xwebûna xwe ya rasteqîn berdide û maskeyê dide ser rûyê xwe.
Xwe-biçûkxistin taybetmendiyek bindestan e; ew bi her awayî dixwazin bişibin
serdestên xwe.
Xwe-nasîn destpêka şehrezayiyê ye û
hewcedariya bingehîn a mirovî ye. Mirovê ku xwe nas nake, nikare kesên din jî
nas bike. Viktor Frankl (1946) got ku yê ku sedemeke wî ji bo jiyanê hebe,
dikare hema hema her awayê jiyanê tehemûl bike. Wate (meaning) bingeha tendirustiya
derûnî ye — bextewarî ne tunebûna êşê ye, lêbelê hebûna wateyê ye.
Encam
Veguheztina
ji heyberê (object) ber bi kirdeyê (subject) — ji bêçaretiyê ber bi
hilbijartinê, ji tepisandinê ber bi hişmendiyê — ne yekser û ne hêsaye ye. Ew
pêvajoyek jiyanî ya demdirêj e. Derhişî, ne dijminê me ye — ew xezîneya me ye.
Trawmayên nenas û bîranînên tepisandî jiyana me bi dizî birêve dibin heta ku em
wan nas bikin û ronî bikin. Laş, ziman, têkilî û wate çar stûnên vê rêwîtiyê
ne.
Weke ku di edebiyata derûnkolînerî
de tê gotin: hişmendiya civakê di hişmendiya takekesane de rengvedide û şoreşa
rastîn ne di hişmendiyê de ye, di derhişiyê de ye. Mirov tenê gava ku weke xwe
were pejirandin dikare vebiguhere — û ev pejirandin ji xwe-nasînê dest pê dike.
Ji ber vê yekê, rêberê jiyanê ew e: xwe-nas-bike, da ku "xwebûn" nas
bibe.
Çavkanî
Frankl, V. E. (1946). Man's search
for meaning. Beacon Press.
Freud, S. (1915). Repression. In J.
Strachey (Ed. & Trans.), The standard edition of the complete psychological
works of Sigmund Freud (Vol. 14, pp. 141–158). Hogarth Press.
Freud, S. (1923). The ego and the
id. W. W. Norton & Company.
Fromm, E. (1941). Escape from
freedom. Farrar & Rinehart.
Jung, C. G. (1959). The archetypes
and the collective unconscious. Princeton University Press.
Lacan, J. (1966). Écrits: A
selection. W. W. Norton & Company.
van der Kolk, B. A. (2014). The
body keeps the score: Brain, mind, and body in the healing of trauma. Viking.
Winnicott, D. W. (1960). Ego
distortion in terms of true and false self. In The maturational process and the
facilitating environment (pp. 140–152). International Universities Press.
Termên Sereke
Hişmendî
(Consciousness) Beşa hişê mirov ku em jê agahdar in û bi xwe dizanin.
Mîna serê qeşayê ku li jorê avê ye — biçûk lê xuya ye. Her tiştê ku em di vê
kêliyê de hîs dikin, difikirim û dibînin di hişmendiyê de ye.
Binhişî/Berhişî
(Subconscious / Preconscious) Deriyê navîn di navbera hişmendî û
derhişiyê de. Naveroka ku niha ne di hişmendiyê de ye lê dikare bi hêsanî were
bîranîn. Mîna navbera roj û şevê — ne tarî ye ne jî bi tevahî ronak e.
Derhişî
(Unconscious) Beşa herî mezin û kûr a hiş. Birîn, tirs, xwestek û
bîranînên tepisandî li vir vedişêrin. Jiyana mirov bi dizî birêve dibe heta ku
were hişyarkirin. Derhişî ne dijminê me ye — ew xezîneya me ye.
Derhişiya Hevpar
(Collective Unconscious) Têgeha Jung: naveroka derhişî ya ku ne tenê ya
takekesî ye, belkî mîrata giştî ya tevahiya mirovahiyê ye. Arketîpên wekî mîr,
pîr, dayik û siya (shadow) li vir dimînin.
Arketîp
(Archetype) Di derhişiya hevpar de şêwazên bingehîn ên hizir û hestê —
sembolên giştî yên mirovahiyê. Mînak: dayikê xwedêxwaz, leheng, siya (beşa tarî
ya xwebûnê), anima/animus.
Tepisandin
(Repression) Mekanîzmaya berevaniyê ya bingehîn: hest û bîranînên êşdar
ji hişmendiyê têne dûrxistin û di derhişiyê de têne veşartin. Tiştê tepisandî
winda nabe — di laş, xewn an nîgaran de vedigere.
Mekanîzmayên Berevaniyê
(Defense Mechanisms) Rêbazên derûnî yên xwekar ku ezî (ego) bi kar tîne
da xwe ji êş û rageşiyê biparêze. Di nav wan de: tepisandin, berzkirin,
înkarkirin, rengvedan û veguhestin hene.
Berzkirin
(Sublimation) Mekanîzmaya berevaniyê ya herî bilind û saxlem:
veguhestina enerjiya naçêtir (êş, hêrs, xwestekên qedexekirî) ber bi armancên
civakî yên avaker — wekî huner, zanist û muzîk. Di binê her berzkirinê de
qirêjî heye.
Rengvedan
(Projection) Mekanîzmaya berevaniyê: hestên xwe yên neyînî yên
qebûlnebûyî davêjine yên din. Mînak: mirovê ku hêrsên xwe qebûl nake, yên din
weke "hêrsok" dibîne.
Ezî / Ego
(Ego) Beşa navîn a kesayetiyê. Di navbera id, superezî û cîhana derveyî
de hevsengiyê diparêze. Kesayetiya mirov bi piranî ji eziyê pêk tê.
Nizimezî (Id)
Beşa destpêkê ya kesayetiyê. Xwestekên xwezayî, birçîtî û hêrsê di vir de ne.
Bi prensîba kêfê (pleasure principle) dixebite — bê qedexe, bê qeytan, her
tiştî dixwaze û niha.
Bilindezî
(Superego) Dengê civak, dêûbav û exlaqê di hundirê mirov de. Kêf û
xwestekên id sansur dike. Dema mirov tiştekî li dijî nirxên xwe dike, superezî
êş û sûcdariyê çêdike.
Xwebûna Rasteqîn
(True Self) Nasnameya kûr û xwezayî ya mirov — hestên rastîn, xwestekên
yekta û hebûna xwedî wateyê. Winnicott got ku dema hawîrdor ewle û qebûlkar be,
xwebûna rasteqîn dikare xwe nîşan bide.
Xwebûna Sexte
(False Self) Maske yan jî kesayeta derveyî ku mirov ji bo qebûlbûn û
parastina xwe ava dike. Dema mirov tenê ji bo başkirina yên din bijî û ji
xwestekên xwe dûr bikeve, xwebûna sexte serdest dibe û mirov di wê de winda
dibe.
Qeyrana Nasnameyê
(Identity Crisis) Rewşa ku mirov nizane ez kî me? û ez ji kû
tê? Erikson got ku di her qonaxeke jiyanê de qeyraneke nasnameyî heye ku
divê were çareserkirin. Beşek ji geşedana derûncivakî (psychosocial) ya mirov
e.
Hişmendî û Xwe-nasîn
(Self-Awareness) Şiyana mirov ku xwe, hestên xwe û tevgerên xwe weke ji
derveyî temaşe bike û fêm bike. Bingeha geşedana derûnî ye. Mirovê ku xwe
nas nake, nikare kesên din jî nas bike.
Trawma
(Trauma) Rastiya ku nayê gotin. Ne tenê rûdana xerab bixwe, lêbelê
tenêbûna mirov di wê rûdanê de ye. Trawma di laş, bîr û hestê de dimîne û weke
rewşên laşî vedigere, ne weke çîrokek siruştî a bîranînê.
Bîra Trawmatîk
(Traumatic Memory) Bîranîna ji serpêhatiyeke trawmatîk ku bi rêya siruştî
naxebite. Weke perçeyên bihîstî, dîtbarî yan laşî (flashback) vedigere. Mirov
weke ku di wê kêliyê de maye — dem naçe.
Şînî
(Mourning) Pêvajoya xwezayî ya xemgîniyê piştî windakirinê. Mirov bi dem
re dikaribe windabûnê qebûl bike û pêre aştî bike. Ji malxulyayê cuda ye: di
şîniyê de mirov cîhanê winda dike, ne xwe.
Malxulyanî
(Melancholia) Rewşeke kûrtir ji şîniyê: mirov ne tenê windakirinê,
lêbelê xwe û xwebûna xwe jî mêldar dike. Sûcdarî û xwe-rexneyeke kûr heye.
Freud got ku siya windakirinê li ser eziyê dikeve.
Hevdilî
(Empathy) Şiyana têgihiştina hest û serpêhatiya kesekî din weke ku hûn
bixwe bijîn. Bingeha têkiliyên saxlem û derûnterapiyê ye. Ji sîmpatiyê cuda ye:
hevdilî nav dikeve û hîs dike, sîmpatî ji derveyî temaşe dike.
Rageşiya Hebûniyê
(Existential Anxiety) Tirsê kûr û bêewlekariya jiyanê ku ji zanîna
mirina me û pirsa wateya hebûnê tê. Ne nexweşiyek e — ew diyardeya mirovbûnê
bixwe ye. Dema tê fêmkirin û qebûlkirin, dikare bibe hêza geşedanê.
Bêçaretiya Fêrbûyî
(Learned Helplessness) Rewşa ku mirov piştî têkçûnên berdewam bawer dike
ku ew nikare tiştekî biguheze. Seligman ev têgeh bi ceribandinên xwe pêşkêş
kir. Ew dibe sedema depresyonê û windabûna hêza çalakiyê.
Nakokiya Venasînî
(Cognitive Dissonance) Rewşa bêzariya derûnî ku du bawerî yan jî tevger
û bawerî li hev nayên. Festinger vê têgehê pêşkêş kir. Mirov ji bo rakirina vê
nakokiyê yan baweriyê diguheze, yan rewa dike, yan agahiyê paşguh dike.
Kirde
(Subject) Mirovê çalak: yê ku fêm dike, hildibijêre û jiyana xwe bi xwe
avadike. Lacan got ku kirde di zimên de ava dibe — bê ziman, kirde nayê
avakirin.
Heyber
(Object) Tiştê pasîf: yê ku ji hêla hêzên derveyî ve tê birêvebirin bê
hilbijartin û azadî. Her mirov dixwaze ji rewşa heyberiyê derkeve û bibe kirde
— veguheztin ji heyberiyê ber bi kirdeyiyê armanca jiyanê ye.
Comments
Post a Comment