Jiyan rêk e, bi bend û girêk e. Dorê bide dornasa. Çiya ne asê be, berf ser de nabare. Fîz û forsa Harût û Marût e. Quling nabin piling, qaz nabin baz. Êla rûta, werne kuta; kut bihabûn êlê barkir. Mîr jî dimire, kizîr ji dimire. Ketin virikê, heta qirikê. Ax û avayî, nav û nandayî. Ar û pelûr e, xuy û xeyset qebûl e. Ne xema min e ne dema min e, qirçe-qirça benîştê min e; oda walî oda min e, gayê sor qelenê min e. Pozbilindiya Harût û Marût e. Aş bi xeyalekî, qeraş bi xeyalekî. Aş digere, çeqçeqok diranê xwe dişkîne. Êl yeman e, yan beg yeman e? Êl belav bû, beg winda bû! Kurkê Memê qebe ye, tiştek di binî de heye. Sar e, cilik sitar e. Derba ku nan dibire, şûr nabire. Derewek wan ji deh rastê me çêtir e. Got: "Apo jina te kevn e." Got: "Ji minetan çêtir e." Got: "Apo sa tu girtî!" Go: "Lawo, apo çi se ye?" Şûrê qetlê li milê te, rehma Xwedê li dilê te. Şûrê qetlê li milê te be, dibê rehma xwedê di dil...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی