Jiyan rêk e, bi bend û girêk e.
Dorê bide dornasa.
Çiya ne asê be, berf ser de nabare.
Fîz û forsa Harût û Marût e.
Quling nabin piling, qaz nabin baz.
Êla rûta, werne kuta; kut bihabûn êlê barkir.
Mîr jî dimire, kizîr ji dimire.
Ketin virikê, heta qirikê.
Ax û avayî, nav û nandayî.
Ar û pelûr e, xuy û xeyset qebûl e.
Ne xema min e ne dema min e, qirçe-qirça benîştê min e; oda walî oda min e,
gayê sor qelenê min e.
Pozbilindiya Harût û Marût e.
Aş bi xeyalekî, qeraş bi xeyalekî.
Aş digere, çeqçeqok diranê xwe dişkîne.
Êl yeman e, yan beg yeman e?
Êl belav bû, beg winda bû!
Kurkê Memê qebe ye, tiştek di binî de heye.
Sar e, cilik sitar e.
Derba ku nan dibire, şûr nabire.
Derewek wan ji deh rastê me çêtir e.
Got: "Apo jina te kevn e." Got: "Ji minetan çêtir e."
Got: "Apo sa tu girtî!" Go: "Lawo, apo çi se ye?"
Şûrê qetlê li milê te, rehma Xwedê li dilê te.
Şûrê qetlê li milê te be, dibê rehma xwedê di dilê te be.
Ji gur birçîtir, ji mar tazîtir e.
Ji kirinên şêx û melan, dîsa rehmet li cahilan.
Carekê te bixapîne ar di mala wî keve; bû du caran, du caran ar di mala wî
keve; ku bû sê caran ar di mala te keve.
Çira xizanî, ji nezanî.
Çû ser darê, dara bin xwe birî.
Agirê bin kayê ye.
Agir pêkeve bêhna pîşo jê nayê.
Gur hate diyara, delîl halê hejara.
Gur hate nav malan, wey li halê feqîr û jaran.
Kî dike kî dixwe?
Kî dixwe kî li xwe dixe?
Dar bi verotinê, mirov bi gotinê.
Darek digire, hezar dar û devî dihejîne.
Berfa hûr e, paşî dûr e.
Berfa gir e, dawî vir e.
Berf xizna erdê ye.
Berf heliya, ling wesiya.
Berf dibare, ku dest û ling bicemidin.
Sibat e, berf hat qat bi qat e, ha ket ha hilat e.
Gû bi berfê nayê veşartin.
Xwedê çiyê dibîne, berfê lê dibarîne.
Cere nû ye, ava'y sar e.
Cerê nû ava sar e.
Cerê şehebandî ava sar nake.
Dinya wa hatiye, wê wa jî here.
Çilkek e, milkek e.
Çiqas dinya li hev dikeve, tiştek ji me re bi ser dikeve.
Ji eşîran eşîra me, ji gundan gundê me, ji malan mala me, ji mala me jî ez
û birayên xwe, lêbelê zêde zêde jî ez.
Weke bûka ku ji xwe re bilîrîne.
Min çi xêr dît ji bênderê, çi bibînim ji kozerê.
Dêrek ava kir, mizgeftek xera kir.
Dilê min tepka rêxê ye, heft sala geriyam li çolê ye, sala heşta polî
poşman vegeriyam malê ye.
Her warek bi bilbilek, her bilbilek bi gulek.
Rovî birine newalek xalî, jê weye bûye walî.
Li cem tirekan tirek û deh tir wek hev in.
Heta serê govendê xwar be, govend rast nabe.
Mele goştê keran li xwe helal dike, goştê kewan li xelkê heram dike.
Xwedê aqilekî bide bêaqilan.
Dinya bi du pîra maye, her duyan jî li hev nekirinin.
Dinya maye li ser kalê û pîrê, her duyan jî li hevdu nekirinin.
Dinya bi du pîran ma, herduyan jî serê hev xwar.
Ku te nan da têr bike.
Ku te xêrek kir, xêra xwe bi serî bîne.
Sal û mehê carekê nêçîra min hat, ew jî gûyê tajiya min hat.
Gava nêçîra me radibe gûyê tajiya me tê.
Di saeta mewlûdê de gûyê feqîran tê.
Ax û axa mirov li ku derê be, divê mirov li wir be.
Ax û ava mirov li ku derê be, divê mirov li wir be.
Bizê, vezê, hîna bêje rindê ezê!
Neçe diyaran hêl hêl neke, çav li xelkê tirêl neke, ya bi te nexweş bi
hevêl neke.
Zivistanî zû rakeve, havînî zû dakeve.
21ê Kanûnan, roj berê xwe dide gul û beybûnan; 21ê Hezîranê, roj berê xwe
dide berf û baranê.
17ê Adarê, milyaket têne xwarê, gazî dikin biharê.
Bi mine-minê, mar dernakeve ji kunê.
Mûyek mûyek, dibe tejek
Nêrînek çavan, biharek dilan.
Serpêhatî, çêtir in ji gotinên şêx û mela.
Gangilok, ne bihar e.
Serê bê sermiyan, jê çêdibe derdê bê derman.
Xwezî bi roja vegerê.
Wek liba nîskê ye; ne ber e, ne pişt e.
Riya naskirî, ew e rast e.
Bike bi ya mezinan, bide hezar û hinan.
Zivir zivir, dîsa li vir.
Agir, fêkiyê zivistanê ye.
Mêr xûlamê mala xwe ye, mêrxas xûlamê ala xwe ye.
Xwedê kevin dike lê ji bîr nake.
Yan ji text, yan ji bext
Mal, yan ji xelayê ye, yan ji belayê re ye.
Sîno Sivik hîn ku li te nehatiye şivik.
Devî bi guh in, guh biguhar in.
Bixwe nanê tisî pişta xwe nede kesî.
Paxir zer e, lê ne zêr e.
Ne feqîrê bi tir, ne zengînê diz.
Barê kerê çiqas giran be jî, guhên wî dilebitin.
Pere, qirêja destan e.
Em herin welatê keran, ji xwe re bînin barê peran.
Heta Şam be, goşt li guran heram be.
Karê bi lez û bez, ji mirov re dibe merez.
Karê gavekê, xeyda salekê.
Agirê kezebê ji agirê tenûrê germtir e.
Salê herî, siltan î; mehê herî, mêvan î; rojê herî gûyê san î.
Mêrê çê, rastî jina nezan were, timî navno û xerab dibe.
Hesp dibeze, siwar pesnê xwe dide.
Erd nan dide, cotkar pesnê xwe dide.
Derdê miriyan tabiê hemiyan, derdê zindiyan dikeve giyan û hestiyan.
Bi sebrê qoriq/irsim dibe tirî.
Bi nermî mar ji qulê tên derxistin.
Mamo ne li mal e, mala Mamo bi galegal e.
Mala ku du bermalî tê de ne, toz û xwelî heta çokan e.
Te bi çavê xwe nedît û bi guhê xwe nebihîst, bawer meke.
Ceh kera Şamî dike, seq şûran Misrî dike, xizanî mêran kotî dike.
Ez berxekî nuha, nadim bi beranekî mandî.
Ê ku destê xwe bavêje guhê xwe, dizane dê çi bêje.
Kerê got; bar min nayêşîne, serbar min dêşîne.
Barê ceh û genim ji hev xuya ye.
Viyan tiştek e, şiyan tiştek e.
Pêşiya şolan xweş e, paşiya şolan reş e.
Ma kanî tahl e, cû şêrîn e.
Zarê şîrîn, pîvaza tûj dike hingivîn.
Bi piyên xwas, meçe cihê nenas.
Mêşa te miri ye.
Newêrim derewa li Xwedê bikim, newêrim rastiyê ji evda re jî bibêjim.
Bi xwe lîstî, bi xwe de mîstî.
Bi heft qatê erdê de çûye xwar, hîn jî li ber xwe nakeve.
Dirrî ber xwe naîne ser xwe.
Bi çavgirtinê, çav teng nabe.
Salê li me bada, xatirê dosta bi tûrek ka da.
Zivistanê li me bada, kalo qîza xwe bi tûrê ka da.
Heta min aqilê xwe nas kir, min mal û hal xilas kir.
Hestiyê bêminet, çêtir e ji goştê biminet.
Ne di ser pira bexîlan re derbas dibim, ne mineta wan digirim.
Giyayê qerecan, malê mihtacan.
Bizina belek, şivanê kulek; êvarê bi hev re dibin yek.
Wexta ba bê, her kes kumê xwe li serê xwe digire.
Heft mêrên beriyê, civiyan li barê hiriyê, gotin ax li me û li vê bêkesiyê.
Dizane dawet e, nizane li mala kê ye.
Qurbana tirsê, li halê her kesî dipirsê.
Sal sipî ye, bar tijî ye.
Dinya tijî, her kes tê de dijî.
Zirara elkê, kara xelkê.
Ziwanê mirov, ji genimê xelkê çêtir e.
Esil ne kil û kildan e, esil teşî û badan e.
Dolab bahs e, teşî reqs e, nexş hewes e.
Rûnişt li germa, rabû li serma.
Zik têr e, mil şêr e.
Mal têr e, kevanî şêr e.
Heke tu nezanî, mal bistîne bi ciwanî.
Kabê te mîr e, zikê te têr e.
Çav li deriyan, xwelî li seriyan.
Li şûna waran, ma xweliya daran.
Xeber ker e, bajo here.
Siltik hatin, bûn siltan; pêlik danîn, çûn asîman.
Qisa mala, bavêjin çala.
Serê min bi şar e, çi bikim dilê min jar e.
Namûs, ji zik çênabe.
Mezelê kerê, zikê gur e.
Yarî, paşê dibe neyarî.
Zeviya dêrûn, da bi zikek hêkerûn.
Hevîr dibêje zivistanan min bidin destê pîra kor; havînan min bidin destê
bûka sor.
Sofî emanet bû sofî helamet.
Birîn hene, dikewin; birîn hene dikelin.
Yekî berazî û yekî karazî, ji hev re bûn xal û xwarzî.
Jin mamî ye û mal tazî ye.
Ziyareta xintan heye, ya ehmeqan tune.
Şivan û gavanan horehor e, ji wan we ye, dinya kor e.
Mala bavê gavan in, zerî ji wan heviya giran in.
Rast bi Xwedê re, xwar bi erdê re.
Ji rastan re zewal tune, ji xwaran re kemal tune.
Pêşî sitar, paşê debar.
Belengazê aqlê xwe ye.
Bênamûsê bi ilmê xwe ye.
Aqilê Kurdan yê pêşîn li serê tajiyê min, yê paşîn jî li serê min ba.
Aqilê kurmanca yê dawî ye.
Ez dibêjim bibim qeymeqamê Giyadînê, ku ew nebe, gavaniya Cucanê destê min
maç dike.
Zilamek hebû, wexta nanê wî hebû, dewê wî tunebû; wexta dew hebû nan
tunebû; wexta herdu hebûn ew tunebû.
Bêar, wê çi ji ar bike; wê kumê xwe tim xwar bike.
Bi kinco, were qunco, bi qerpalo here malo.
Evdilxebûr e, ji rehma Xwedê dûr e, koda wî piçûk e, çirnika wî kûr e.
Dinya bûye kes, tu kesî negotiye bes.
Ez te dikim serkel(e) û stûbend, tu xwe dikî qûş û palbend!
Sal wekî bawişkan tên û diçin.
Sal bi sal, xwezî bi par û pêrar.
Ya Xwedê nûç e , ya evdan pûç e .
Xema quling e, Çemê Mûradê rabûye?
Navê gur bi gazî derketiye.
Nav giran e, li gora virran e.
Cîranê baş ji dê û bavê mirov çêtir e, cîranê xirab ji ezabê qebrê xirabtir
e.
Nanê yekî di avê de çû. Got: Bila xêra dê û bavê min be.
Aqil mû dibire, bêbextiyê nabire.
Gotin kerê: "Mizgîniya me li te Xwedê dahşek da te". Got:
"Barê min li pişta min e."
Zirezira keran, nabe xema şêran.
Serê bê birîn, bi malê dinê nayê kirîn.
Pîra Sibatê, nû çû liqatê.
Bêhnek bisihet, berberî malê dinê gişî ye.
Saetek xweş, li hemberî malê dinyayê ye.
Par miro, îsal şîn kiro.
Mirov parsûya xwar nîşanê xelkê nade.
Mir kerê qazî, her kes çû tazî; qazî bi xwe mir, kesî nekir lê gazî.
Heta mirov netirse, îmana xwe napirse.
Xwediyê xêran ji xêrê qut namîne.
Xêr hatiye ber dêrî, xwediyê xêran tune.
Çivîk digere li asîmanan, vedinişe li ser garisê xizanan.
Ava hêdî hêdî me ecêbên giran jê dî.
Qaziyo, her kes ji xwe raziyo.
Her kes tûka wî pê şîrîn e.
Jîjokê min, nermokê min.
Yan li xal tê, yan li fal tê.
Ji nokê, radibe tê li kokê.
Xweşikbûn çel roj e, exlaq çel sal e.
Ê ne di govendê de, xweşreqos e.
Hesp, per û baskên mirov e.
Hespê boz, ji hunera xwe dihîşe.
Desmala sor, daye ber çavê kor.
Kuştiyo, di ber xelkê de.
Bav bi kurtan e, law bi xeftan e.
Kar çek e, li milê xwe ke; li ku lazim bû, li wir veke.
Mi dî, xew bû; firî, kew bû.
Mêş û gamêş, xwe tînin pêş.
Xelk ji hopa xwe daneketinin.
Mirov dimre, lê deyn namire.
Malê qesîs/çavteng û comerdan wek hev diçe.
Meriv ji bo xatiran, diçe ser cila kafiran.
Qûna wî ya çivîkê ye, li ser hêka betê rûdinê.
Karê tu pê nikare, ji xwe ew ne tu kar e.
Li şûna şêran, dimînin kundên şikêran.
Dê bibîne, dotê werîne.
Ji tajiyan toltajî dikevin.
Jê ketê, pê ketê.
Dê tirrek û bav bergîl.
Mere mere, tu çû jî bi rûn û dims here.
Mêrxasî şana wê deh in, yek jê zor e, neh jê fen in.
Ewrê reş, baran e; ewrê spî zivistan e.
Ji dijminê xwe zêdetir, ji zimanê xwe bitirse.
Ku serê kaniyê şêlo be, binê kaniyê zelal nabe.
Ji xezalê bezatir tune, zêde rizqê xwe naxwe.
Dinê ji kalê zemanan û ji xortê geriyayî bipirsin.
Naşîn, bizirin jî dikeve aqil, bifirin jî dikeve aqil.
Zeviya zûçandî, kurê zûzewicandî, bi zor ji Xwedê standî.
Du şel, li kevirek zibare ne.
Zibare xweş e ji her tiştî re, lê ne ji hêkerûnê re.
Ku dê bibe jinbav, bav jî dibe zirbav.
Zimanê sor e û bê hestî ye, tu bi ku ve li ba xî bi wir ve diçe.
Tat, li kerê girêdayî dixin, dibên ev bifilite wê ji yê beradayî xerabtir
be.
Ziman, palê xwediyê xwe ye.
Ku Xwedê bide, ji xet û nîvê ve dide.
Ku Xwedê bide, nabêje tu kurê kê yî?
Zozan, bê ziyan nabe.
Vî dixwim têr nabim, wî dixwim qût nakim.
Heta mirov don neke çirayê, çira ronayî nade.
Gazinên xelkê, zortir in ji ezabê qebrê.
Netirse ji têrê ku birçî dibe, bitirse ji birçiyê ku têr dibe.
Malê nexwara, para zordaran e.
Zarok heye serbiser e, zarok heye gula li ser e, zarok heye xwelî li ser e.
Mirî ne hêja be, gor lê teng nabe.
Şikir bi şikokan, hirmî hatin bi nokan.
Pîrê nemir bihar tê, kalo nemir pirpar tê.
Kesê li hespê xwe binêre, li paş xwe nanêre.
Qulên dîwaran tên girtin, qulên malan nayên girtin.
Jina bînin ji mala, bila xwarzê herin li xala.
Zehmet ew e ku mirov ji çardera derî derkeve.
Rez pîr bibe, wê simaq tê şîn bibe.
Wexta kar rû dizîvirîn e, wexta şîvê kevçî tîne.
Xwedê da, Adê za.
Her goreka kêliksipî, ne ziyaret e; her kesekî şaşiksipî, ne xwedîkeramet
e.
Sond pîneya derewan e.
Kesê derewîn, carekê dixwe firavîn.
Gotina ji serê xwe zêdetir meke.
Şêx ne batin e, şol bi serî hatine.
Havînê li zozana, zivistanê li arana.
Bi dîna hevîr bistirê, biaqilan nên lêxe.
Biaqilan kincan bişon, bi dîna dawşînin.
Zikê me ji van şitexaliyên te re têr e.
Zû bi zû garis jî ji destê wî de nediket.
Gayê zexel, tim li mexel.
Gayê zexel, xeta xwar digire.
Gayê zexel, xwe nade ber nîr.
Zebeş ji xwarinê re, dendik ji çandinê re.
Çavê kund zer e, hemî nezer e.
Dibêjin, ji kund pirsîne, gotin çima çavê te zer in? Got, giş nezer e.
Gotin, çima serê te gir e? Got, tev aqil e.
Çavê kê zer e, hemî nezer e; zikê kê gir e, hemî bilxûr e.
Ê binî deng nake, ê serî qare-qare.
Bazara serî-binî; yê binî sekinî, yê serî nesekinî.
Hespê çê, êmê xwe zêde dike.
Ew qalikên zebeşan dixwe, lê xelkê ker dihesibîne.
Meleko, bi baskên xwe!
Melevan, bi bask û milên xwe.
Barê xwar, naçe war.
Esil ne kil û kildan e, esil teşî û badan e.
Dolab bahs e, teşî reqs e, nexş hewes e.
Rûnişt li germa, rabû li serma.
Zik têr e, mil şêr e.
Mal têr e, kevanî şêr e.
Heke tu nezanî, mal bistîne bi ciwanî.
Kabê te mîr e, zikê te têr e.
Çav li deriyan, xwelî li seriyan.
Li şûna waran, ma xweliya daran.
Xeber ker e, bajo here.
Xwe meke benîşt û meke devê xelkê.
Siltik hatin, bûn siltan; pêlik danîn, çûn asîman.
Qisa mala, bavêjin çala.
Serê min bi şar e, çi bikim dilê min jar e.
Namûs, ji zik çênabe.
Mezelê kerê, zikê gur e.
Yarî, paşê dibe neyarî.
Zeviya dêrûn, da bi zikek hêkerûn.
Payîz girtiye wara, pel diweşin ji dara.
Bihar bi gul e, payîz bi kul e.
Dinya gewrik e, ziman sorik e.
Tiştê ku kevnê wî tune be, nûyê wî jî tune ye.
Tiştê dila, nayê mila.
Bivir doxa xwe, qût nake.
Yê ne ji hinava, nayê pêş çava.
Mala bavê teq û req e, mala mêrik mala heq e.
Xwe kiriye şorba nexweşa.
Wexta heye mêvanî, wexta tune golikvanî.
Textikê ser avê ye, kes nizane rêya wî.
Heta kefa dest reş nebe, tama dev xweş nabe.
Arê kewarê, risqê biharê.
Ku mîr bang ke, yan xelat e, yan celat e.
Zarok zarok e, ha firiya ha ziriya.
Du gayê yekî hebûn: Yek nediçû axûr, yek jî ji axûr dernediket.
Ê ku nizane bi qeweta xwe, dûr e ji dewleta xwe.
Berê qeweta dijminê xwe bizane, paşê pê re şer bike.
Heyfa vî hingivî ku di vî eyarî de ye.
Zeviya ji zeviya zêde, heft cara gîsnê xwe lê de, paşê tovê xwe tê de.
Dayin ji dil e, ne ji hebûnê ye.
Dermanê xwestinê, dayin e.
Mala zavê def û zirne, mala bûkê hay jê tune.
Heta aqilê paşîn tê, yê pêşîn diçe.
Dil pîr nabe, çav têr nabe.
Dilopa avê, kevir qul dike.
Zengînî ne bi mal e, bi dil e; mezinahî ne bi emr e, bi aqil e.
Ku tunebe malê te, kes napirse halê te.
Bela nezanan, xirabtir e ji zilma zaliman.
Hefsarê peyvan tune ne.
Kêla derewan tune ne.
Bi guran re dixwe, bi xwediyan re li xwe dixe.
Dar, bi terîtî tê xelandin.
Ku ker ket heriyê, divê xwedî rahêje teriyê.
Çê hat, min kirî; xirab hat, te kirî.
Ket û rabû, xwedî şa bû.
Şûv reş bû, dilê xwedî xweş bû.
Li ber tifka êlê, li aş digere.
Serî çû, qûnê da dû.
Serî çawa çû, paşî jî wilo dide dû.
Kes bê qisur tune ye.
Tu serî, bê derd tune ne.
Biratî xweş e, bi baran; hesab xweş e, bi misqalan.
Biratî xweş e, rasterast; ne, bi fetl û fitûl.
Aliyek nîr e, aliyek bîr e.
Rojek xweşî, sê sed nexweşî.
Dinyanedîtiyan tişt nedîtin, wexta dîtin, bi xwe de rîtin.
Xwedê lawek daye dinyanediyan, roja pêşî nan kirine gewriyan û ew
fetisandine.
Bila malek bêxwedî be, ne êlek bê serî be.
Ji giya nermtir nîne, di binê keviran de namîne.
Heta mirov deyndar nebe, mirov maldar nabe.
Ku mirov bi keran re bigere, dê wek wan bizire.
Kerê miri ji gur natirse.
Ez çiya û tu çiya, golik ma bê giya.
Cih nema lê danenî, kanî nema jê venaxwar.
Destê bikêr, li ser zikê têr.
Zikê birçî têr dibe, çavê birçî têr nabe.
Bê gore, bêtore; bê timan, bêîman.
Pira Batmanê, min çêkir bi şert û demanê, ku Xwedê xera neke, xera nabe
heta axirzemanê.
Bi min xurt e, û li min xurt e.
Comments
Post a Comment