Ga dimire, çerm jê dimîne; mêr dimire, nav jê dimîne. Ez dixwim nanê tisî, nakevim binê mineta ti kesî. Dibêjin mêr e, wî ji can dikin; dibêjin merd e, wî talan dikin. Sê xwarin xweş in bi sarî; tirşik, mehîr û kardî! Kûçikê li deriyan, nabe dostê maliyan. Mala min wek kuna gur e, ji mala mîr û hakiman xweştir e. Ne li wê hêkê, ne li wê qidqidê. Gul dane ber pozê ker, got ax kelbeş. Wêne:Kurdish Girl carrying water jars, 1917, Zaxo, KURDISTAN Kera girêmede li cem mihînan, da ku ji wan negirin pihînan. Hespa xwe nalkirin, kera simê xwe hilkirin. Mar û mişk, bûne xuşk. Mişk biçûk e, lê kûpê dimsê diherimîne. Ziman li zimên namîne. Ziman mifta dilan e. Şûr mêrekî dikuje, ziman hezaran. Ya ziman dibirre, şûr jî nabirre. Birîna ziman ji birîna xiştikê kûrtir e. Ziman him yar e, him neyar e. Ziman bê hestî ye, hefsar di dest xwediya ye. Mû bi zimanê min ve hat, û pere nekir. Bi mine...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی