Skip to main content

Ga dimire, çerm jê dimîne; mêr dimire, nav jê dimîne.

Ga dimire, çerm jê dimîne; mêr dimire, nav jê dimîne.

Ez dixwim nanê tisî, nakevim binê mineta ti kesî.

Dibêjin mêr e, wî ji can dikin; dibêjin merd e, wî talan dikin.

Sê xwarin xweş in bi sarî; tirşik, mehîr û kardî!

Kûçikê li deriyan, nabe dostê maliyan.

Mala min wek kuna gur e, ji mala mîr û hakiman xweştir e.

Ne li wê hêkê, ne li wê qidqidê.

Gul dane ber pozê ker, got ax kelbeş.

 

                  Wêne:Kurdish Girl carrying water jars, 1917, Zaxo, KURDISTAN


Kera girêmede li cem mihînan, da ku ji wan negirin pihînan.

Hespa xwe nalkirin, kera simê xwe hilkirin.

Mar û mişk, bûne xuşk.

Mişk biçûk e, lê kûpê dimsê diherimîne.

Ziman li zimên namîne.

Ziman mifta dilan e.

Şûr mêrekî dikuje, ziman hezaran.

Ya ziman dibirre, şûr jî nabirre.

Birîna ziman ji birîna xiştikê kûrtir e.

Ziman him yar e, him neyar e.

Ziman bê hestî ye, hefsar di dest xwediya ye.

Mû bi zimanê min ve hat, û pere nekir.

Bi minetê, naçim cinetê.

Qeda bê li şivanê bê pez, li mitirbê bê saz, li toraqa bê pîvaz.

Kevanî yan mel'ûn e yan mehrûm e.

Were meşka min bikeyîne, ez ê herim meşka mala axê bikeyînim.

Bizin berê ciyê mexelê xwe pêkol dike, paşê mexel tê.

Heyfa tava hîvê, maye ji şevê re.

Dar bi berê xwe eyan e, mêr bi navê xwe eyan e.

Xenîmê mêran mêr in, xenîmê şêran şêr in.

Hatin nav me bi biyanî, ji me standin rez û kanî.

Gur kirin şivanê pezî.

Bi lingê rovî girtin û avêtin nav holîtka mirîşkan.

Mêr bi kirinê xwe e’yane.

Mirina li ser pîyan, çêtir e ji jîyana li ser çokan.

Nan bi nan e, çi minet li can e!

Nanê xwe bixwe bi avê, mineta xelkê bavê!

Hina mal û dîwan e, hina ne gepek nan e.

Nanê mêra, bê minet e.

Wek nanê ser sêlê ye.

Nanê mêran li ser mêran bi deyn e.

Nanê me li me kor e.

Nanê wî li ser kaba wî ye.

Dinya rindik bû, emir hindik bû.

Bişixule weke mêra, bixwe weke şêra.

Nanê bê pîvaz, mîna mirtibê bê saz.

Destê merdan, dermanê derdan.

Mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe dimeşe.

Gulan diçe, bê gidîş naçe.

Gulan hate bi êrîş, dawî neçû be gidîş.

Berfê bibin pêşiya tiyan, mehîrê bibin pêşiya birçiyan!

Ku Melkemot hat nivînê, ez çi bikim ji zêrên kulînê!

Ji xemla Xidir, benê gorê kêm e.

Serê ku neyêşe, medin ber kincikan.

Serê neêşê ne hewceyî kefiyê ye.

Xemla Gavan, du benê çaroxê ye.

Çi kiriye hebanê, ew derxist meydanê.

Tat, li kerê girêdayî dixin, dibên ev bifiltê ji wayî beradayî xerabtir e.

Tat xêli dibin, guhên wan sor dibin.

Ji avê çelq metirse, ji ya meyî bitirse.

Ava giwuşik netirse, ava nermik bitirse.

Sê tişt hene bi serêş; Qereçî û mirîşk û mêş; tu çiqas wan bavêjî paş, ew tên pêş.

Navbera mêraniyê û teresiyê, mûyek e.

Em di etra te de, tu di kêfa xwe de.

Çûçika belotanî, geriya geriya li ser genimê feqîran danî.

Aş digere bi bê, qîz tê li dê.

Aş digere, qeraş xwe dipesine.

Aş dike, qeraş dixwe.

Aşê nezana bi xwe digere.

Qeraş li ser ard nepeyive, wê li ser çiwala bipeyive.

Aş vedigere bi avê, kur distîne sin'etê bavê.

Qenciya li ber qenciyê, karê her kesî ye; qenciya li ber xirabiyê, karê mêrê çê ye.

Taştê heta karî, firavîn parî parî, şîv du sê parî.

Çavê miriyan kil dikin.

Leymûn, di çavê diya xwe de kara xezalê ye.

Ê hinan eyba mêşinan e, ê hinan eyba bizinan e.

Mezin reqisî, biçûk hewisî.

Mirovê mezin bibe ker, divê mirov nede ser.

Mêranî, bê xesar nabe.

Piranî, mêraniyê betal dike.

Ketin û rabûn, ji mêran re ye.

Mêrga gur e û mamê gur e.

Ne diz im, ne dilerizim.

Diz ew e ku hazir dikele.

Xûşka têr, tu hatî bi xêr; xûşka birçî, tu hatî çi?

Navê gur derketiye; rovî dinya xera kiriye.

Gotin kerê: Erwaz xweş e, ne nişûv? Kerê got: Ma berwarî tune.

Ciyê ku maşik hebe, mirov destê xwe naşewitîne.

Stûrayî, ji gayê nêr/pîr re namîne.

Li ku mefa ye, ew der bav û bira ye.

Kera me, xaltiya kera wan e.

Newala me bi kerik e, kerê me jî bi metik e.

Cehşika me ji kera mala axê ye.

Lek û pek, para seyê belek.

Me got lêxe, me negot bikuje.

Ji hespê peya bû, li kerê siwar bû.

Hezîran hizirî, giya li palê kizirî.

Şîn û şayî, bi tevayî.

Dost û dijmin di rojên şîn û şahîyan de ji hev xuya dibin.

Mirovên mezin, di şîn û şayiyan de kifş e.

Em binêrin dar dikeve, gulî bi kêderê ve diçe.

Malê dinê, qiloçê mêran e.

Mal, yan ji xelayê re ye yan ji belayê re ye.

Malê pirr diqede, gerdana stûr diqete.

Birayê ne ji makê, nabe pisê ji mêlakê.

Kûsî şandine tov, hatiye li şimbêlê likumiye.

Min hesab kir, tu hişyar î; loma ez nivistim.

Pisîk ne li mal e, lot lota mişkan e.

Şam dûr e, ma mişar jî dûr e.

Dil ne sifre ye ku mirov li ber her kesî veke.

Çiqas dirêj dibe, ewqas qirêj dibe.

Çavsorî ji gayê cot re namîne.

Nîsko ye; ne ber e, ne pişt e.

Derpiyên qehba 7 in, her 7 li ser kabokê ne.

Wek kela nîskê ye; zû germ dibe, zû jî sar dibe.

Wek liba nîskê ye; ne ber e, ne pişt e.

Weke nanê sêlê ye; ne ber e, ne pişt e.

Biharê lê kir, payîzê jêkir.

Kî wefa ye, ew bab û bira ye.

Wek liba nîskê ye; ne zik e, ne pişt e.

Mirin beriya meqsedê ye.

Şêr, bi lepên xwe şêr e.

Bila rezê min li nava rezan be, bila tirî li min heram be.

Menêre li çavê şaş, binêre li qedera baş.

Hinek serê biskê ne, hinek jî doxa heskê ne.

Ku teres bikevin ser mêran, ji tirsan newêrin rabin.

Dûr î, bi gul û nûr î; nêz î, bi kurm û kêz î.

Çiqas ji hev dûr, ewqas li hev gul û nûr.

Tu bidî lotan, nedî lotan; tu yê bar kî barê qotan!

Tu bidî lotan, nedî lotan; tu yê bidî heqê şimikan!

Dû, ji locinê bihurî.

Serê lodê, bi gurzekê tê girtin.

Çav tirsane, ling beza ne.

Heta tu ciyê lingê xwe nebînî, gava xwe mavêje.

Masî, di behran de mezin dibin.

Masî, di golan de nabin hût.

Masî, ji serî ve genî dibe.

Ê ku masiya bigire, dê şil bibe.

Masî, di golê de nayê bazarkirin.

Ji xelkê re masîgir e, ji xwe re kûsîgir e.

Çemê mezin, bê masî nabin.

Bêşa maldaran, davêjin ser xizan û jaran.

Ji hinekan xwîn diçe, ji hinekan av diçe.

Xwîn bi xwînê nayê şuştin; xwîn bi avê tê şuştin.

Heft meselokên hirçê, li ser heba hirmê.

Ku nebe hemberî, dê gû bide ber derî.

Dinya fanî; hinka barkir, hinka danî.

Bi baranê re hatin, bi lehiyê re çûn.

Her kes mala xwe bi aqilê xwe îdare dike.

Mezin li malan, biçûk li banan.

Teq û req, heta mala heq.

Mala mirtiban, bi seknê xera dibe.

Însanê xirab, çil kirasên wî hene; yekî li xwe dike, yên mayî jî li hevalan dike.

Êvarê deriyê girtî, sibehan deriyê vekirî baş e.

Loma neke ji kesan, wê bizîvire were seran.

Ga dikirim, dibe golik; noka diçînim dibe şolik.

Rê dûr bû, gav hûr bû; ev rê xelas nebû.

Mala zêran xera dibe, mala kuran xera nabe.

Dar bi terîtî tê xelandin.

Dar bi terrî tê tewandin.

Malê horhoran, xwarina kumsoran.

Xizano, hedê xwe nizano!

Berî hundir, derî nas bike.

Serejêr e, kûsî mêr e.

Riya ga, her gelî ye.

Leylana dilê liyan e.

Kar bi kirinê, ker bi ajotinê.

Kar ker e, tu bajo wê here.

Karê ne ji min re, bayê wê di ser min re.

Dijminên kal û bavan, nabin dostê lawan.

Lawikê min çû seferê; hat, dîsa kerê berê.

Lextê kewan e, rizqê betan e.

Lextê me dixwe, ji xelkê re hêk dike.

Ba hat, bi ber ket; lêhat, bi ser ket.

Jê re lêhatiye, dibêjin filan kes kêrhatî ye.

Bila mirov lal be, lê ne teral be.

Leystin, li gayê pîr nayê.

Mezin avê dirêjin, biçûk tê de dileyzin.

Hesp û hêstir li hev dixin, ker di ber lingan de diçin.

Mirov bi gavekê, nagihêje derekê.

Xwediyê xewa sibeyan, nagihêje goştê kewan.

Her warek biharek, her zikek zozanek.

Ku kirasê te teng be, bila dinyaya te tim fireh be.

Bila mirov mêrxas be, bila mirov pêxwas be.

Xwedê derd jî daye, derman jî daye.

Her derdekî dermanek heye.

Her tengasiyekî firehiyek heye.

Xwedê derd jî dane, derman jî dane.

Piştî tengasiya firehî ye.

Mirî ne melûn be, serê wî li heda nakeve.

Heta serê yê mirî li heda nekeve bi xwe nahese ku miriye.

Mirî ne melûn be, gor lê teng nabe.

Li dû tengasiya, firehî ye.

Her despêkekê dumahiyek heye.

Kumê Elo li serê Cello dike.

Tiştê bi nêvî, jê meke hêvî.

Tu çi biçînî, tu yê wî hilînî.

Dara hirmiyan, sêv nagire.

Gotin zirar e, kirin kar e.

Destê ser, tim ji yê bin çêtir e.

Gotin rehet e, huner zehmet e.

Dîtina çavan, çêtire ji gotinan.

Hîn meke, ku te hîn kir, ji bîr meke.

Hînbûyî, ji harbûyiyan xirabtir in

Ê elimî, ji yê cehemî xirabtir e.

Malavatî, ji heq çêtir e.

Heqê gayê tor, cot e.

Heqî, ji destê neheqiyê zare-zar e.

Bi kerê nikare, li kurtanê kerê dixe.

Bi kerê nikare, dibeze kurtên.

Karê pîrê bavê bîrê.

Kar şêr e, ku tu dest bavêjiyê, dibe rovî.

Kur darê bavê digire, keç teşiya dê digire.

Kêr çû, gûzan hat.

Zave kwîr e, bûk pîr e.

Bejna zirav, seriyê bêçav.

Bêdera heyvê fire ye, şilî li pey e; bêdera heyvê teng e, şilî dereng e.

Kurm û kêzên newalan, bûne kevaniyên malan.

Deh serî jêkirin, her laşek beziya û dîsa serê xwe girt.

Çira ji koran re, def ji kerran re ji çi bike?

Ji her hesinî şûr û mertal çênabe.

Fermana şêran rabû, rovî reviyan.

Firaq tune pê here avê, deyn dike û dide xêra dê û bavê.

Bi xêra hevala, çû seyda xezala.

Ba jî ji te, baran jî ji te.

Roja çiyê, ji çiyê re ye.

Keçika bi dil, lawikê jidil.

Ba jî ji te, bager jî ji te.

Roja aşî, ji aşî re ye.

Herçiyê bibîne zehmet, dê rojek bixwe nîmet.

Hesinê sar, bi hilmê germ nabe.

Hesin bi hilmê sor nabe.

Dilopên baranê hesin qul dikin.

Min kir rik, te kir rik; nan li ser sêlê bû qirik.

Tiştê ku dest dike dê û bav nake.

Dijmin bibe pir jî di ser ra derbas mebe.

Çêlikên gura(n), ji meriv ra nabin bav û bira.

Siwarê hespê xelkê hertim peya ye.

Guran qula xwe di sergoyê we da çêkiribe ji bênamûsîya kûçikê we ye.

Tu dibê qey ji xelayê hatîye.

Adar, meriv dike dar; nîsan meriv dike însan.

Ew ji quriş ra dibêjin bavo.

Mal pir dibe, kar pir dibe.

Menêre li çavê şaş, binêre li qedera baş.

Hezar sala li dinê bî, rojek mêvanê qebrê yî. Hezar sala li dinê bî, şevek mêvanê qebrê yî.

Lawo pere bûye xwelî.

Mala Xwedê tenê ava dimîne.

Xwar dikeve, rast nakeve.

Xwedê mirov kor bike, mirov pêl agirê sor dike.

Ku serê kaniyê şêlû be, binê kaniyê zelal nabe.

Reş li ber mertalan, kej li ber kendalan.

Teb'ê şîrî, heta pîrî.

Çer di şîriyê de, wer di pîriyê de.

Kurmê şîrî heya pîrî.

Çi kirin bi pezê pirr, ku dê çi bikin bi kavirê kirr.

Ne jina belaş, ne xulamê bê meaş, ne erdê kaş.

Ne rezê li kaş, ne çavê şaş û ne jina belaş.

Şorba mişewşî, kevçî ji darê tewş î, tu bixwî tu pê nexweşî.

Tiştê ku ji me kêm e, guhar û xizêm e.

Ku namûs nemîne li mêran, jehr namîne li maran.

Me ji kê re got Xizir, xinzîr derket.

Ku Kemêl bê, zewêl li pey e.

Go kemillî bê, zewal bi dû tê.

Piştî reşê, rewşen tê.

Gotin keşe, bûka te baş e; got bisekinin, dê li ber dergûşanê kifş bibe.

Her tiştê ku zer bike, ne zêr e.

Ku melkemot hat nivînê, ez çi bikim ji zêrên kulînê.

Melkemot li serê bên e, ‘ewil dora nên e.

Devê xwar, ken lê nabe sitar.

Deve bi pişta xwe nakene, bi pişta hevalê xwe dikene.

Wexta baran bibare, her kes bazdide binê konê xwe.

Ne êl ma, ne kon ma.

Konê reş, bênamûsiyê naxwaze.

Kûçikê li deriyan, nabe dostê maliyan.

Ku siûda mirov tune be, kûçikê ber derê mirov tê mirov.

Ku kurmê darê ne ji darê be, dar narize.

Sibê rovî, êvarê heywanê kûvî bi yom e.

Çiyayê bilind bê berf nabin, newalên kûr bê av nabin.

Serê ku bê birrîn, êdî nayê kirîn.

Ez ji te re dibêjim bira, tu ji min re dibêjî kirîv.

Koçer nabêje dewê min tirş e.

Her kes dibêje, dewê min şîrîn e; kesek nabêje, dewê min tirş e.

Miya ku ji kerî veqete, gurxwarî dibe.

Ne êla bê serî, ne çiyayê bê kerî.

Ew jî bûye nok û ketiye ber girarê.

Ew jî çaroxa xwe davêje nava solên xelkê.

Şêr ji kendalan ket, rovî bi şekalan ket.

Bi xweziyan, dest nagihêje baqê keziyan.

Ku ser min de hat bihar, ez dizanim ez ê kêderê bikim xiyar.

Ew kevçiyê hemû girarê ye.

Tevdan, ji helîsê re baş e.

Ê ku ji nîvê rê vegere, ne poşman e.

Ê ku bêje û bike, mêr e; ê ku nebêje û bike, şêr e; ê ku bêje û neke, kerê nêr e.

Bêbextî li miriyan tên kirin.

Bikin kala, bixwin mala.

Bext bextê pêşîn, bextê paşîn cawê hêşîn e.

Tirk dibêjin xwezî aqilê Kurdan ê paşîn ji me re bûya.

Tizbî bê îmamok nabe.

Bila lawikê min şehne be, meaşê wî qet tune be.

Tu çûyî şarek, her kes bi çavek, tu jî bi çavek.

Wexta zad bê, cotkar dibêje min hûr ajotibû û kûr ajotibû.

Kaya parr îsal li ba meke.

Ne sala du bihar û ne pîra bi guhar.

Kê dîtiye kalê bi guhar, pîra ling xirxal û zivistana du bihar?

Ku dê bibe jinbav, bav jî dibe zirrbav.

Dê damarî be, bav bamarî ye.

Ji darekê, hezar şax vediqetin.

Şam şekir e, welat ji Şamê şîrîntir e.

Şam şekir e, welat jê şêrîntir e.

Mineta deyndaran, xirabtir e ji jehra maran.

Dîtina deyndarî, nexweştir e ji pêvedana koremarî.

Jina çê, beranberê heft mêran e.

Kela ku jin ava bikin, mêr nikarin xira bikin.

Jojî ye, her alî pîjî ye.

Jojî ji çêla xwe re dibêje, jîjoka min, nermoka min.

Heft sala xebitî, da bi çiwalek kaya peritî, ew jî agir pê ket, şewitî.

Ka çû ma dan/zad.

Dinya tijî, her kes tê de dijî.

Xwedê aqil daye, ku mirov pê bijî.

Ê ku jar e, havînan jî pê sar e.

Xizan û jar, wek parr û pêrarr.

Xizanî, kirasê hesinî.

Ya nan li gorî derî bide ya jî derî li gorî nan bike.

Feqîrtî kirasekî ji hesin e, ne dirize ne diqete.

Xwedê mirov ji mala mirov neke.

Her tiliyek, di şûna xwe de jan dide.

Mirov nikare bi kulmê here ser dirêşe.

Mirov nikare bi mistê here ser şûjinê.

Rûkenok e lê dil fenok e.

Mirovê tima malê xwe naxwe.

Her teyrek bi zimanê xwe dixwîne.

Her giyayek li ser koka xwe şîn dibe.

Her teyrek bi baskên xwe difire.

Kundir jî xwe ji nîmetan dihesibîne.

Kûsî jî xwe lawir dihesibîne.

Heta aqilê paşîn tê, yê pêşîn diçe.

Zeviya dêrûn, da bi zikek hêkerûn.

Heta me kar kir, wan bar kir.

Heta te hilatî kir, xelkê şikeva li tenûrê xist.

Dinya neyarê kewan, kew jî neyarên hev in.

Dinya hemû neyarê kewê ye, kew jî neyarê qewmê xwe ye.

Tu herî ku, nîvê hezarî pênc sed e.

Ezê çima zeviya xwe bikim xiyar û alemê ji xwe re bikim neyar; ezê zeviya xwe bikim kundir, hêdîka têxim hundir, ne qir û ne cir.

Mir kerê qazî, xelkê kir hewar û gazî.

Ku kûçik bû hevalê gur, xêra pez namîne.

Ku du heval bi hev re rast bin, ê sisiyan Xwedê ye.

Hayê bi min hayê, hevrîşim davêjin ber livayê, liva dibêje hevrîşim tayê min nayê.

Hespê boz, ji çûnxweşiya xwe dihîşe.

Bila hindik be, bila rindik be.

Derdê hindikan hindik e, derdê pirran pirr e.

Post ne mirovan dike hirç, ne jî hirçan dike mirov.

Hûr e, lê devê şûr e.

Çovê lê stûr e, ardê wî hûr e.

Ku ronayî bikeve çavan, şênayî dikeve hinavan.

Bide bi baran, hesab bike bi misqalan.

Dostanî xweş e bi baran, hesab xweş e bi misqalan.

Destê vala, deng jê nayê.

Heywax, miriyê gorê ez im!

Du kûçik bi hev digirin, riya rêwî vedibe.

Ku ez şîv bim, tu taştê yê.

Ku ez xuriniya sibê bim, tu şîva êvarê yî.

Ku mirov xwedîxêr be, rojên xêran pirr in.

Ku mirov xwedîxêr be, rojên înan pirr in.

Mîr zalim in, lê lazim in.

Şêx ne batin e, şol bi serî hatine.

Heçî şêxê ne batin e, şuxlê dinê bi ser hatine.

Geza mêşê li gamêşê.

Li şekir geriya, li şeb hesilî.

Kember li piştê, digere li geştê.

Gêre bi golikan nabe.

Ku gayê gêrê nebe, nikare gêrê bikişîne.

Ku tu bi lengan re bigerî, ma tu yê leng bibî; ku tu bi şengan re bigerî, ma tu yê şeng bibî!

Ku mirov bi keran re bigere, dê wek wan bizire.

Nanê xwe dixwe, paleyiya xelkê dike.

Kê xwariye savarê, bila ew biçe hewarê.

Qenc li me nagerin, xirab ji me nagerin.

Nîskek, mekin gîskek.

Masî di golan de nabin hût.

Min go ez, te go ez, guran xwar keriyê pez.

Te şûşt bi ava gû, ez çi bikim bi qenciya li dû!

Goştê mêran ne bi weznê ye.

Goştê mirov nayê xwarin, xwî û exlaqê mirov tê xwarin.

Gotina bav û bapîran, çêtir e ji ya wezîran.

Mirov guliya binê xwe nabirre.

Heta min aqilê xwe nas kir, min mal û hal xilas kir.

Min her xwe rot, aqilê xwe gurot.

Se ne, hay ji hev hene.

Se goştê se naxwe.

Kûçik goştê kûçik naxwe.

Sibe tê, xêr pê re tê.

Xatûnê, min tu li jor jî dîtiye, li jêr jî dîtiye.

Xwedê mirov nexe ber destê hakiman û hekîman.

Nîvhekîm mirov ji can dike, nîvmela mirov ji dîn û îman dike.

Mela goştê keran ji xwe re helal dikin, goştê gayan ji xelkê re heram dikin.

Heq radizê lê namire.

Xwedê dûr dike, ji bîr nake

Heqê bizina kol, namîne ji bizina qiloç.

Kal bû, tal bû.

Doh baş bû, îro şaş bû.

Kes nabê dewê min tirş e, newala min bi qirş e.

Hemberan, nas bikin bi xeberan.

Neyar jî bibin dost, hember nabin dost.

Bi sebrê, hersim dibe helaw.

Hec bi qewitiyan qebûl nabe.

Bi sebrê dibe şahê Misrê

Xwediyê sebrê milûkê Misrê

Tu bidî lotikan, nedî lotikan, tu yê bidî heqê şimikan.

Tu bidî tîzan, nedî tîzan, tu yê bidî heqê dîzan.

Derba ku mirov bi destê xwe li xwe xe, dermanê wê tune.

Heliz, di dema xwe de maqûl e.

Her tişt xweş e di wextê xwe de.

Bila mirov bêmal be, ne bêxiyal be.

Gotina ku ji devê mirov derdikeve, êdî venagere.

Mirovê qenc, qencê xwe ye; mirovê xirab, xirabê xwe ye.

Ê axê jî ew rî û simbêl e.

Min çi kir ji mala malin, ku ez ê çi bikim ji koda darin.

Malê kir, bayê bir.

Ku bayê hemberan bê, keviran jî li ba dike.

Ku qeder bê, ne dibêje ta ye, ne dibêje ba ye.

Li vê lezê, li vê bezê, dilê kalo helawê dixwazê.

Timayî, kêmayî.

Bihostek timayî, erînek xizanî.

Kin û dirêj li bejna te ye.

Aqil ji bêaqilan bigirin.

Birayê xwarinê xeydan e.

Erd hişk, asîman bilind.

Hindik bide ber dasê, da ku tu nemînî asê.

Ferek sol û yek gore, ji wan derdikeve karê bêtore.

Ji ga hêviya firo meke.

Çû ku firo fir ke, nedizanî ku dê rî jî kur ke.

Me firotiye kerê reş, ku em bixwin xwarina xweş.

Jê re lê hatiye, dibêjin filan kes kêrhatî ye.

Dewran siya darê ye, geh li jor e, geh li jêr e.

Dinê siya darê ye, geh li vî alî ye, geh li wî alî ye.

Ne malê pirr, ne gerdana stûr.

Malê pirr diqede, gerdana stûr diqete.

Masî ji serî ve genî dibe.

Gayê pîr, xwe neda ber nîr.

Fitirî, betilî.

Ku dilê min ji Remezanê xweş bûya, min ê şeşek jî bigirtina.

Yek heye bi sedî, sed heye ne bi yekî.

Bavê baş kur çil salî bi navê wî nan dixwe.

Geriyaye û diriyaye.

Kî lê bigere, tê digere.

Siwarên keran, nagihêjin deran.

Derdê min bar bi bar, derdê giran mizodika li ser bar.

Gog çiqas gilover be jî, dê li cihekî rast bisekine.

Wexta ba bê, her kes kumê xwe li serê xwe digire.

Kevirê mezin gêr dibe, bi kevirê biçûk disekine.

Ji giya nermtir nîne, di binê keviran de namîne.

Nan û ava mirov, ji goşt û birinca xelkê çêtir e.

Teyrê goştxur, nikûlê wî xwar e.

Serî bê ecel naçe gorê

Ecem e; hem lê dide, hem jî hewar dike.

Gayek şîv û yek paşîv.

Agirê bi dû, eşkera ye.

Agirê eşqê dijwar e.

Eşq keça gavanek dike keça padîşah, kepira wê jî dike sera.

Ez wî dibim nava devan, ew diçe nava kudikan

Mirovê nekes nabe kes, kurtanê kerê nabe etles, ji zanayan re gotinek bes.

Xwedê gotiye, evdê min, ji te cehd, ji min mirad.

Bila mirov miriyê goran be, ne êsîrê destê evdan be.

Kirinek ji hezar gotinê çêtir e.

Mêr ew e ku li gotina xwe bibe xwedî.

Palê xirab, dasê diguhêre.

Adar bi toz, Nîsan bi baran, Gulan bi ba; mala xwediyê debran bû ava.

Ku bûk bê gund, her kes dê bibîne.

Dijminê te gêrik be jî, hesabê wî bike.

Havîn diçe, bê gidîş naçe.

Ne dixum gilyazan, ne didim evrazan.

Nav giran e û mal wêran e.

Gû meke desmalê û bi ser xwe ve dameleqîne!

Ez keya, tu keya, kî ji golikê re here giya?

Xwedê mirov nexe ber destê hakiman û hekîman.

Hewa sar e, gur har e.

Gotin rovî, tu çima xwe dihejînî? Got ji min tê û li min tê.

Zozan ji mîr re xweş tê; jina rencber jî sax diçe, nexweş tê.

Yekî got ez dimirim, tevir got ez hazir im.

Ê hebanê, ro kir meydanê

Çi kiriye hebanê, ew derxist meydanê.

Erzan kirî, heban dirî.

Derwêş dizane çi di hebana wî de heye.

Heban, eyarê berxek ê debaxkirî û hişkkirî ku wek tûr tê bikaranî.

Zikê xwe hîn meke sê danan, bejna xwe hîn meke xeftanan, da ku tu aborî bike li hemî dîwanan.

Du hesp li ser afirek nayên girêdan.

Hesp tune, tu afir çêdikî.

Agir û pûşî li ba hev nabin.

Agirê xweş di qocan de ye.

Di malê de tune ar e, navê jinikê Dînar e.

Hin jin in, hin jan in, hin jî neyarê çiwalê arvan in.

Serê qeraş tim biard e.

Ew jî çaroxa xwe davêje nava solên xelkê.

Berî sicûrê, xwe davêje tendûrê.

Heta mirov cihê lingê xwe nebîne, mirov lingê xwe navêje.

Kalek bavêjin xweşiyê, ciwanek bavêjin reşiyê.

Heft tewir avjeniyên kerê hene, dema dikeve avê, hemiyan ji bîr dike.

Gavak ji dinê re, yek ji axretê re.

Çu dar tune ku ba wê nehejîne.

Delîla sermayê ba ye, delîla mirinê ta ye.

Nefs babet e, cil nobet e.

Ban qul e, binê xênî şil e.

Mezin li malan, biçûk li banan.

Ku nan di gewriya te de ma, bang ke Xwedê; ku av di gewriya te de ma, bang ke melê.

Ku mir bang ke, yan xelat e yan celat e.

Bi werîsê hevalan, mekeve binê baran.

Şikxul barê keran e, yeqbal barê seran e.

Barê namûsê, barekî giran e.

Baran ji hewrê reş tê, ken ji dilê geş tê.

Tu bidî tîzan nedî tîzan, tu yê bar ki barê dizan.

Toraqê sar ke, kerek jê bar ke.

Her teyrek bi baskên xwe difire.

Gava ecelê gêrgêrîkê bê, baskên wê tên.

Ku mar baş bûya, lingên wî nediketin zikê wî.

Menêre li çavê min ê şaş, binêre li yeqbala min a baş

Ku têyî ji beravê, here mala bavê.

Qaz bi qazan re, baz bi bazan re.

Wexta baran bibare, her kes bazdide binê konê xwe.

Bazirganê tirsok, ne kar dike ne zirar.

Dinê xan e, mirov bazirgan e.

Wextê xêr tê belavkirin, xewa sêwiyan tê.

Bi benê xam, xwe bermedin binê bîran.

Keça bêdayik, mîna ye bêbendik.

Ku beq neqire, dê bidere.

Cihê ehmeqan, li ber gola req û beqan.

Dergûş ji ber çû, ecêb pê neçû.

Hindik bide ber dasê, da tu nemînî asê.

Mamê Faris, ha li vir, ha li ber garis.

Kuştiyo, di ber xelkê de.

Roviyê berdayî, çêtir e ji şêrê girêdayî.

Kuçkê xwe bera me mede, ne hewceyî geşta te ye.

Piraniyê berdaye mêraniyê.

Teyrê ku berete bixwe, nikul xwar e.

Gotina xwe berê bipêje, paşê birêje.


Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...