Skip to main content

Posts

Bergiriya Derûn(nas)iyê (Resistance Psychology)

Di bergiriyê de nexweş naxwaze ku rewşa têdeyî derbikeve holê ango newêre serê kul û keserên xwe bişkîvîne, loma li hemberî çareseriyê radiweste. Bergirî rê li ber dahûrîna nexweş digire. Ji ber vê, di dema çareseriyê de nexasim jî di bikaranîna teknîka bibîranîna serbest (free association) de, rê û rêçikên derbirînê asê dibin. Ev jî dibe sedema ku nexweş hin bîranînên xwe yên ku dê feraset ta wî pê geş bike bi bîr neyîne. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku bergirî li dijberî eziya aqilmend dixebite û rêgir e ji bo arezûya veguherîner. Ji van hêzên hember re ku rê li ber vegotina derbirînê asê dikin, bergirî tê gotin. Dibe ku bergirî di asta hiş/mendî an jî derhişî de be. Ev jî bi rêya hest, helwest, kelecan, fikir, raman, pildan, fentezî û bi hin tevger û reftaran tê sêwirandin. Bi bergiriyê nexweş li hemberî pêvajoya çareseriyê derdikeve û bi vî terhî naxwaze ku derûnterapîst bi ser rastiya wî vebe. Bergirî bêhtir bi çareseriya derûnkolîneriyê (psychoanalysis) ve têkildar e...