Di bergiriyê de nexweş naxwaze ku rewşa têdeyî derbikeve holê ango newêre
serê kul û keserên xwe bişkîvîne, loma li hemberî çareseriyê radiweste. Bergirî
rê li ber dahûrîna nexweş digire. Ji ber vê, di dema çareseriyê de nexasim jî
di bikaranîna teknîka bibîranîna serbest (free association) de, rê û rêçikên
derbirînê asê dibin. Ev jî dibe sedema ku nexweş hin bîranînên xwe yên ku dê
feraset ta wî pê geş bike bi bîr neyîne. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku
bergirî li dijberî eziya aqilmend dixebite û rêgir e ji bo arezûya veguherîner.
Ji van hêzên hember re ku rê li ber vegotina derbirînê asê dikin, bergirî
tê gotin. Dibe ku bergirî di asta hiş/mendî an jî derhişî de be. Ev jî bi rêya
hest, helwest, kelecan, fikir, raman, pildan, fentezî û bi hin tevger û
reftaran tê sêwirandin. Bi bergiriyê nexweş li hemberî pêvajoya çareseriyê
derdikeve û bi vî terhî naxwaze ku derûnterapîst bi ser rastiya wî vebe.
Bergirî bêhtir bi çareseriya derûnkolîneriyê (psychoanalysis) ve têkildar e
ango ji derûnasiyê zêdetir têgiheke klînîkî ye. Bergirî di gelek rewşên klînîkî
yên cihêreng de tê dîtin. Handanên ku bergiriyê tev radikin hest û ramanên
nexweş in. Lewra ev hest û ramanên nexweş tirs û sawê bi nexweş re peyda dikin.
Ji ber vê, derbirînên ku êş û janê bi nexweş re çêdikin tên tepisandin.
Paşê hat gotin ku ne tenê bîranîn, jiyana biêş, hin pildan û xwestek jî
dikarin bergiriyê çêbikin. Bi demê re pergala diyardeyên derûnî yên tepisandî
xera dibe û weke bergiriyê xwe didin der. Nexwe di bergeha bergiriyê de
çelexwarîtî (distortion) ango dîmena bêpergaliyên ku hatine tepisandin heye. Ji
bo têgiha sansûrê (censorship) ya di xewnan de jî heman tişt tê gotin.
Dîroka Bergiriyê
Bergirî yek ji têgihên herî girîng e ku ji hêla Freud ve hatiye kifşkirin û
Freud dahûrîna wê gelekî girîng dîtiye. Dibe ku ji ber derûnkolîneriyê bi
taybetî li ser bergiriyê disekinе û qedr û qîmetê didiyê û bi awayekî cuda
dinirxîne, loma nêzîkahîtêdana wî ya li ser bergiriyê ji rêbazên din vediqete.
Mirov dikare bergiriyê bi têgiha hêza hember vebêje. Ev hêz pêşiyê li ber
pêvajoya terapî û çareseriyê digire û bi şêwazeke biderengxistinê dixebite.
Divê derûnterapîst û şêwirmend her tevger û reftarên nexweş û bibîranînên
wî bi nêrîneke bergiriyê binirxîne. Bergirî temsîla hewldana lihevhatina hêzên
başî û nebaşiyên nexweş bixwe ne. Bergirî berteka berevanî ya bingehîn a
norotîzmê (neuroticism) ye. Bi kurtasî, bergirî berevaniya norozê dike û li
hemberî eziya aqilmend derdikeve. Ev jî bandorê li ezî (ego), heyber (object) û
xwebûnê (self) dike.
Jixwe ezî, nihiçk, heyber û xwebûn rêya kurt a têgihên bîrdoziya bingehîn a
derûnkolîneriya hemdem e. Bi rêya van têgihan, bergirî hê baştir tê naskirin û
ferqkirin.
Bergehên Klînîkî yên Bergiriyê
Bêdengî: Nexweş bi zanebûn (hişmendî) an bi nezanî napeyive û
hest û ramanên xwe neqil nake. Nexweş an bi zanebûn naxwaze biaxive an jî bi
rastî ne serwextê zihnê xwe ye, loma nikare tiştekî veguhezîne. Weke mînak,
nexweşeke jin bi awayekî bêdeng bi gustîla xwe ya nîşanê bilîze û wê ji tiliya
xwe derxe. Dibe ku ev derbirînên fizîkî yên pildanên zayendî bin an jî bi vî
rengî pevçûnên derûnî yên dilê xwe bide der. Ev jî bi şemaleke derhişî
veguhaztina derbirînên laşî (fîzîkî) ye. Carinan jî wateya bêdengiya nexweş tê
guhertin. Weke mînak, dibe ku bêdengî di derûnterapiyê de serboriyeke rabirdûyê
ku bêdengî pir girîng bû bîne bîra nexweş û bi vî awayî dubare wê bijî.
Daxwaza axaftinê tune ye: Di vir de rewşa bêdengiyê cuda ye.
Lewra di vê rewşê de nexweş bi rastî bêdeng e û ji dilê nexweş nayê ku biaxive
ango hayê nexweş ji rewşa wî heye. Jê vê bêdengiyê re dibêjin bêdengiya
rasteqîn.
Hin hestên bergiriyê: Ev bi rewşa hestyar a nexweş re têkildar e. Di
danûstandina devkî de hest tune ye. Vegotin sar, hilû, sekan û yekreng e.
Nexweş weke ku tu têkiliya wî bi axaftina wî re tune ye diaxive. Tu dibêjî qey
behsa yekî biyaniî dike, loma gotin û reftarên wî hevdû nagirin. Ger vegotinên
nexweş ji hêla hestyarî û kelecanî ve bargiran be û ev bargiranî di bejn û bal û
reftarên wî de neyê ferqkirin, mirov dikare bibêje bergirî heye. Lewra vegotin
û hestê nexweş hevdû nagirin.
Sekna nexweş: Nexweş bi awayekî sext, hişk, ripîrast an jî
xwaromaro rûdine û çivên xerîb dide xwe. Carinan jî bi saetan di heman
pozîsyonê de dimîne an jî zêde livdar e. Nexweş di çûnûhatina derûnterapiyê de
nikare rasterast li çavên derûnterapîst binêre. Bes ji bo ku tiştekî bibêje
diaxive û dawî li axaftina xwe nayîne. Di dawiya hevdîtinê de, dema ku ji odeya
derûnterapiyê derdikeve, li derûnterapîst nanêre.
Asêbûn di demê de: Nexweş bi demekê ve girêdayî ye û hemû gotinên xwe li
gorî wê demê saz dike û dibêje. Weke mînak, bi domdarî bi zimanekî dema borî an
jî bi dema niha behsa rûdanan dike.
Rûdanên derxweyî: Nexweş bixwe herçiqas jî di nav rûdanê de be, weke ku
tu têkiliya wî bi rûdanê re tune ye behsa rûdanê dike. Xwe li derveyî rûdanê
dihêle û bi awayekî balkêş û nûwaze behsa rûdanê dike, weke ku tu qedr û qîmeta
vê rûdanê ji bo wî tune ye. Lê di rastiyê de şîroveya vê helwestê ew e ku ev mijar
û rûdan ji bo wî pir girîng û watedar e, lêbelê bi tevger û reftarên xwe yên bi
vî rengî dixwaze xwe ji rûdanê bêrî bike. Pêjn an jî feraset di vegotinê de
nîne an jî pir qels û xav e.
Xwe dûrî hin mijar û sernavan dike: Bi giştî mirov dikare bibêje nexweş
xwe dûrî rûdanên biêş û jan dike. Dibe ku ev bi zanebûn an bi nezanî be.
Cureyên bergiriyê yên ku herî zêde tên dîtin ev in: zayendî, êrîşkarî,
dijminahî û veguhêzî (transference).
Helwestên rij: Weke mînak, di destpêka her hevdîtinê de behsa xewnan
dike, lêbelê di pêvajoya derûnterapiyê de qet behsa xewnên xwe nake. Hema
bibêje di hemû hevdîtinan de rengên gilî û gazinan venaguhere ango bi
meyldariyek qalibgir dest bi hevdîtinê dike. Hin nexweş bo ku saeta hevdîtinê
dagirin û biqedînin diaxivin. Ji bo di hevdîtinê de behs neyê ser wî, berî
hevdîtinê amadekariya xwe dike û hin tiştmiştan dixwîne û wisa tê hevdîtinê. Ji
bo ku pêşiyê li ber bêdengiyê bigire di nav hewldanekê de ye û bi taybetî bo ku
xwe li ber dilê derûnterapîst baş nîşan bide, serî li gelek rê û rêçikan dide.
Bikaranîna zimanê jêrevînê: Bikaranîna hin bêjeyên klînîkî,
termên teknîkî an jî bikaranîna zimanê sterîl. Ev nişêt nîşanî me didin ku
takekes (nexweş) bi vê yekê dixwaze zimanê takekesî yê rasteqîn veşêre. Li
dewsa ku bibêje "ez hêrs bûm", dibêje "ez neyar bûm". Neyar
bêjeyeke sterîl e, neyar rûpoş e. Hin mînakên bendan: "bi rastî",
"ez wisa guman dikim", "weke hûn dizanin" û hwd. Ew nexweşê
ku dibêje "bi rastî", hayê wî ji berevaniya wî heye ango dizane ku di
nav hevdijiyekê de maye. Gava dibêje "bi rastî jî ev wisa ye", ew
bixwe jî ji rastiya wê bi şik û guman e.
Derengmayîn, nehatina hevdîtinê, jibîrkirina heqdestê xwe û hwd.
Venegotina xewnan: Bo ku rastiya wî neyê zanîn, behsa xewnên xwe nake.
Ev bergiriya li hemberî eşkerebûna derhişiyê ye.
Refgerîn (acting out): Li dewsa peyv, hest û bîranînan, dubarekirina hin
tevgeran. Weke mînak, nexasim jî di destpêka derûnterapiyê de nexweş behsa
saeta derûnterapiyê û kereseyên wê dike. Ev meyldariyeke revoke ye ku xwe bi
dirûvê cihguhêzî yê, veguhêziyê nîşanî me dide. Ji vê re dibêjin bergiriya
bîranînan.
Coş û peroşî: Derbirînên pêşwext ên başbûnê. Nişêtên nexweşiyê bêyî
tu têgihîştin û ferasetekê pir zû ji holê radibin.
Bergiriya bêdeng: Derûnterapîst dema ku li derî derûnterapiyê li ser
nexweş difikire û ji nişka ve pê dihese, ji vê rewşê re dibêjin bergiriya
nexweş. Di vê rewşê de dibe ku bergiriya kesayetiyê ya ku ji nexweş e an jî
veguhêziya hember (countertransference) ango bergiriya derûnterapîst bixwe
hebe. Derûnterapîst dema ku li derî derûnterapiyê li ser nexweş dirame wisa
guman dike ku jê hez dike. Di cihekî de dibêje "gelo ew nexweşa ku her dem
bi gilî û gazinc e?" û ferq dike ku ev demeke dirêj e bêyî ku haya wî jê
hebe xwe ji nexweş parastiye, bergiriya nexweş nedîtiye yan nexwestiye bibîne.
Ev derbirînên bergiriyê li gorî Greenson tenê yên biserûber û eşkere ne. Ji
bo Greenson û psîkanalîstên din, tiştê herî girîng û mezintir derhişî ye û bi
gelemperî haya nexweş û dahûrîner ji bergiriyên bêdeng çênabe. Jixwe piranî jî
ew bergirî ne ku di kûrahiya dil de veşartî ne û derhişî ne. Ji ber vê yekê
fikarên ku bi bergiriyê re tên dîtin bêhtir li ser dijwarî û astengiyên
curbecur ên xwegihîştina veguherîna derûnî û bitêgihkirina wateya wan e ku
bikaribin bersîvekê ji wan re bibînin. Zîqbûna bi vî awayî dahûrînê qopûqot
dike.
Lêgerîna Dîrokî
Freud û Breuer di pirtûka xwe ya bi navê "Studies on Hysteria,
1893-95" de li ser mijara bergirî û veguhêziyê hin fikr û ramanên nû
vedibêjin. Freud bergiriyê ji rewşa rêgirtin û bergirtinê derdixe û weke
rewşeke sûdwer bi nav û nîşan dike. Freud gava di sala 1892an de Elizabeth Von
R. terapî dikir, terma bergiriyê bi kar anîye. Dema ku li ser pirsgirêka
bergiriyê gengaşî dikir, behsa têgihên berevaniyê, handana berevaniyê û pergala
berevaniyê dike.
Freud di pirtûka xwe ya bi navê "The Interpretation of Dream,
1900" de têgiha bergiriyê pir vediguherîne. Di vê pirtûkê de dibêje sansûr
ji ber bergiriyê derdikeve holê an jî ji hêla bergiriyê ve tê sepandin. Û
dibêje ku di navbera bergirî û sansûrê de girêdaneke xurt heye. Di xewnan de
sansûr çi be, di bibîranîna serbest de jî bergirî heman tişt e.
Dahûrînerê ku li hêviya nexweşê xwe ye ku nexweşê wî parçeyên xewna xwe bi
bîr bîne da ji hev veçirîne û dahûrîneriya wê bike, bi bergiriyê re rû bi rû
dimîne. Li gorî Freud, hemû tiştên ku rê li ber dahûrînê digirin bergirî ye.
Bergirî di prosedûra derûnşîkar ya Freud de ji bo bîrdoziya wî dibe kevirê
qorzîbir. Dewsa hîpnoz, telqîn û derbûna hestyariyê û bibîranîna
serbest, veguhêzî û bergirî digire.
Freud di gotara xwe ya bi navê "The Dynamics of Transference,
1912" de dibêje bergiriyên herî bihêz ji hêla veguhêziyê ve tên çêkirin û
sedema hebûna bergiriyê bixwe jî veguhêzî ye. Freud di gotara xwe ya bi navê
"Remembering, Repeating and Working-through" de cara yekem kompûlsiyonên
dubarekirî bi bergiriyê ve girêdide. Nexweş di dewsa ku jiyîneke xwe ya
rabirdûyê bi bîr bîne, meyldar e ku liv û tevgerên xwe dubare bike ango bergirî
yek li hemberî bibîranînan heye. Bo têgihîştina bergiriyên bi vî rengî
hewcedarî bi xebatan heye, nexasim jî xebatên hûrgilî (working-through).
Freud mijara dahûrîna bergiriyê wisa rave dike: ji bo ku nexweş bergiriyên
xwe fêm bike, têbigihîje û pildanên ku wî xwedî dikin kifş bike, hewcedariya wî
bi demê re heye. Freud di pirtûka xwe ya bi navê "Inhibitions, Symptoms
and Anxiety, 1926" de behsa çavkanî û sedemên bergiriyê dike, dibêje pênc
cureyên bergiriyê û sê çavkaniyên wê (ezî, nizmezî û bilindezî) hene. Di gotara
xwe ya bi navê "Analysis Terminable and Interminable, 1937" de dibêje
dibe ku ji ber çewtiyên dahûrîner bergirî derbikeve holê. Dîsa di heman gotara
xwe de sedema herî mezin a bergiriya jinan jî bi hesûdiya penîs (penis envy) ve
girêdide û ya mêran jî bi tirsa xwesteka jinîtiyê ya neçalak a li hemberî mêrê
din ve girêdide.
Ji bilî Freud anna Freud jî di pirtûka xwe ya bi navê "The Ego
Mechanisms of Defense, 1936" de li ser vê mijarê xebateke girîng
derxistiye holê. Bi awayekî birêkûpêk behsa pergala berevaniyê dike û
pirsgirêka bergiriyê bi vê pergalê ve girêdide. Bergirî ji bo çareseriya derûnşîkar
û başbûnê rêbir e ango asteng e. Anna Freud dibêje bergirî di rastiyê de
zîqbûneke patolojîk e li hemberî jiyanê. Ji bilî bergiriyê, di derheqê peywira
eziya nexweş de jî gelek agahiyên hêja di vê pirtûkê de hene.
Wilhelm Reich di salên 1928-29 de du gotar li ser dahûrîn û formasyona
kesayetiyê nivîsîne. Ernest Kris du têgihên bi navê lêvegerîna di bin çavdêriya
eziyê de (regression in the service of the ego) û lêvegerîna di xizmeta eziyê
de geş kirine.
Bîrdoziya Bergiriyê
Berevanî û bergirî: Têgiha bergiriyê bo hemû êrîşên berevaniyê yên rewşa
dahûrînî tê gotin. Berevanî li hemberî xeterî, êş û janê peywira parastinê
hildigire ser xwe û li dijberî çalakiyên nestî yên coş û peroşî û rehetbûnê ye.
Berevanî di rewşa derûnkolîneriyê de xwe bi şiklê bergiriyê dide xuyakirin.
Freud di gelek berhemên xwe de têgiha bergirî û berevaniyê di dewsa hevdû de û
weke hemwateyên hev bi kar aniye.
Di bingeha xwe de erka berevaniyê erkeke eziyê ye. Sedema wê çi be bila be,
ji bo ku pergala berevaniyê bikaribe ji bo rûdaneke derûnî berevaniyê bike,
hewcedariya wê bi qada eziyê heye û divê di herêma eziyê de bixebite. Ev jî
hizreke wisa bi mirov re çêdike ku divê qeyd û bendên teknîkî yên dahûrîna
bergiriyê ji eziyê bên destpêkirin ango ezî bo dahûrîna bergiriyê bibe bingeh.
Bergirî têgiheke operatîf (operative) e, ne ku bi dahûriniyê derketiye holê
an jî tiştekî nipînû ye. Mirov dikare bibêje ku rewşa dahûranê meydaneke bo
hêzên bergiriyê ku xwe destnîşan bikin û bidin xuyakirin. Di dema dahûrînê de
hêzên bergiriyê bi gelemperî hemû şêwaz, rêbaz û pergalên eziyê yên ku li
derveyî derûnterapiyê ji bo nexweş tên bikaranîn ji bo xwe dixebitîne. Ev
tepisandin (repression), rengvedan, cihguhertin (displacement) û bêparhiştin
(isolation) in. Carinan jî bergirî weke maqûlkirin (rationalization) û
hişmendîkirinê tê dîtin. Carinan jî tenê ji ber qada peywendiyê bergirî çêdibe.
Divê em gelekî girîngiyê bidin van taybetmendiyên bergiriyê: dîtin û
ferqkirina bergiriya nexweş, nexweş vê bergiriyê çawa û bi çi awayî dike,
nexweş bi vê bergiriyê dixwaze ser çi binixûmîne/veşêre, çima û ji ber çi
dixwaze ser vê diyardeyê binixûmîne/veşêre.
Di têgiha berevaniyê de du tişt hene: xetere û parastin. Di têgiha
bergiriyê de sê tişt hene: xetere, hêza parastinê ya eziya bêferaset, eziya
beradeptekirinê ango hêza ku xeterê hildigire.
Têkiliya handana berevaniyê û handana bergiriyê: Ji reftara
ku liv û tevgera berevaniyê saz dike re dibêjin handana berevaniyê. Ev jî
tiştên ku di ser re tê dîtin, xwestirandina ji hestên ragêşî yê (anxiety),
tawanbarî an jî şermê ye. Di bingeha van handanên berevaniyê de pildanên nestî
hene. Sedema wê jî rewşa trawmatîk (traumatic) e ango rewşa ku ezî nikare serî
pê derxe û bêçare dimîne.
Ji ber vê yekê nexweş dema ku xeteriyekê ferq dike serî li berevaniyên xwe
dide û xwe bi vî rengî dûrî rewşa xeternak dixe. Loma mirov dikare bibêje
bergiriya li ser kar heta hemû bergirî di eziyê de erkdar dibin. Bi kurtasî
handana bingehîn hem bo bergiriyê hem bo berevaniyê haman tişt e: jêrevîna ji êşê.
Bergirî û lêvegerîn (regression): Lêvegerîn vegera li jiyaneke berê,
di vir de bêhtir çalakiya zihnî ya prîmîtîf li pêş e. Takekes (nexweş) di hin
tiştên berê de asê maye, loma meyldariya wî li ser vegerê ye. Jixwe girêdaneke
qewîn di navbera lêvegerîn û asêbûnê (fixation) de heye. Lê divê em ji bîr
nekin ku asêbûn têgiheke geşepêdanê ye, lêvegerîn pêvajoyeke berevaniyê ye.
Lêvegerîn ji bo rev û dûrketina ji êş û xeteriyê dibe handêr. Ezî lêvegerînê
hem bo berevaniyê hem bo bergiriyê bi kar tîne. Lêbelê di lêvegerînê de ezî li
gorî êrîşên berevaniyên din di roleke sekan de ye.
Dabeşkirina Teknîkî ya Bergiriyan
Li gorî çavkaniyên bergiriyê: Di vir de Freud behsa çar cureyên
berevaniyê dike. Bergiriya lêvegerînê: mebest di vir de bergiriya parêzkar ya
eziyê ye. Bergiriya veguhêziyê: veguhêzî dikevin dewsa bîranînan, têkilî û
heyberên rabirdûyê bi têkilî û heyberên berdest re cih vediguherin, loma Freud
vê bergiriyê weke bergiriya eziyê bi nav dike. Destkeftiyên duyemane (secondary
gain): nexweş li dû nexweşiya xwe diçe û dev jê bernade ango bergiriya
çareseriyê ye. Hewcedariyên xebatên hûrgilî, kompûlsiyonên dubarekirî û lîbîdo
(libido): ev bergiriyên nizmeziyê (id) ne. Hewcedariyên sazkirinê û tawanbariya
derhişî: ev jî bergiriyên bilindeziyê (superego) ne.
Nexwe çavkanî û sedem çi be jî cihê êrişên bergiriyê ezî ye. Mirov dikare
vê jî bibêje ku rêbaz, şêwaz û rêûrêçikên bergiriyê têvel in.
Li gorî cureya berevaniyê: Di dabeşkirinê de riya herî
bikêrhatî ew e ku mirov fêm bike û têbigihîje bê bergirî kîjan cureyên
berevaniyê bi kar tîne. Weke mînak, dibe ku tepisandin di rewşa dahûrînî de bi
vî awayî bê dîtin: nexweş xewna xwe ji bîr dike an jî saeta hevdîtinê ji bîr
dike an jî hin serpêhatî û takekesên diyar bi bîr nayîne.
Kirasê bêparhiştinê li vî şemalî tê: dikare rûdanekê bi hemû hûrgiliyên wê
bibêje, lêbelê hest di vegotinê de nîne. Nexweşên bi vî rengî gelekî giringiyê
didin dema terapî û dahûrînê û vê ji jiyana xwe ya taybet jî cuda dikin. Lewra
di van saetên hevdîtinê de feraset winda dibe, nexasim jî serpêhatiyên taybet.
Ev nexweşên ku bikaranîna van pergalên berevaniyê bergiriyê destnîşan dikin bi
gelemperî rûdanên trawmatîk bi bîr tînin, lê girêdana wan ya hestyarî yan winda
bûye yan jî cih guheriye.
Hingê mirov dikare bibêje pergalên berevaniyê ji bo armanca bergiriyê tên
bikaranîn. Bes ne tenê pergalên berevaniyê yên hêsan ji bo bergiriyê tên
bikaranîn. Carinan jî mîna bergiriya veguhêziyê vexuyanên aloz û tevlihev jî di
bergiriyê de tên dîtin. Ev jî bi du awayan tê şîrovekirin: nexweşên ku bertekên
veguhêziyê bi wan re hene û nexweşên ku ji bertekên veguhêziyê dîrevin.
Têgiha veguhêziyê bi giştî bi bergiriyê ve girêdayî ye, bes tenê weke
bergiriyê nayê dîtin. Yek ji bergiriya taybet jî refgerîn e ku heta tu bixwazî
tevlihev e, lewra hêmanên girîng ên nizmezî û bilindeziyê û erkên eziyê
vedihewîne. Mirov dikare bi vî rengî pênaseya refgerînê bike: serpêhatiyeke
berê nuha tê dubarekirin, lê vê jiyîn û serpêhatiya berê hebekî bi bêpergalî
dijî, bes nexweş dîsa jî vê weke tiştekî mantiqî (logical) û eziya lihevhatî
dibîne.
Di hîsteriyan de: Bertekên dijber ên ku hatine tepisandin û bêparhiştin
xuya dibin, lêvegerîna taybetmendiyên falîk (phallic). Coş û peroşdarî,
hestyarî, bejnbalkirin (çeşnekanî, somatîzasyon), konversiyon (conversion),
zayendî û hwd tên dîtin. Ev nexweşên wisa xwewekdîtinekê bi heyberên hezkirin û
tawanbariyê yên windayî re saz dikin.
Di obsesyonan de: Bêparhiştin, xerakirin (undoing), rengvedan û
bertekên dijber ên qerase (massive) geş dibin. Ev bertekên dijber weke şanên
kesayetiyê (character trait) yên mîna paqijî, bipergalî, birêkûpêkî, tevdîr,
baldarî û çikûsiyê tên pejirandin. Lêxwedîderketina van taybetiyan temsîla
lêvegerîna qonaxa anal (anal stage) bixwe ye.
Di depresyonê de: Berevaniyên rengvedana navxweyî (introjection),
xwewekdîtin (identification), refgerîn û perde tên dîtin. Ev jî bi vî terhî xwe
didin der: peroşdarî, reftar, saw û fobiyên dijber, bengîtî, mazohîzîm û hwd.
Dabeşkirina kardarî: Bergiriyên biyaniyê eziyê (ego-alien): bergiriyên
biyaniyên eziya mantiqî û yên derî têgihîştina nexweş in. Teşxîsa van
bergiriyan û xebat û dahûrîna li ser wan jî hêsan e. Dema ku dahûrîner an derûnterapîst
van bergiriyan bibîne û destnîşan bike, nexweş jî bi hêsanî dikare têbigihîje û
bi rêkeftina xebatekê ev bergirî dikarin bên dahûrîn.
Bergiriyên eziya lihevhatî (ego-syntonic): nexweş wisa hest dike ku van
bergiriyan dinase, loma li wan xwedî derdikeve û wisa hizir dike ku armanceke
wan a mantiqî heye. Ji ber vê yekê nexweş wan weke bergiriyê nahebîne. Ji ber
wê, nexweş û dahûrîner nikarin bi hêsanî van cureyên bergiriyan ferq û teşxîs
bikin. Bergiriyên wisa xwe pir baş bi rê xistin û ji bo hin reftarên hînbûyî
bûne model an jî bi şanên kesayetiyê re weke nirxeke civakî tên dîtin.
Pêşketinên bertekên dijber, refgerîn, helwestên sawî yên dijber û berevaniyên
perdeyî weke kategoriyên van bergiriyan tên hesibandin.
Teknîka Dahûrîna Bergiriyan
Divê neyê wê wateyê ku reftar û meyldariya bergiriyê her dem li hemberî
dahûrîn û derûnterapiyê ye. Dema ku em li ser bergiriyên nexweş bixebitin, em ê
di derheqê erka eziyê û di heman demê de derbarê pirsgirêkên peywendiyên
heyberan jî bibin xwedî agahî. Weke mînak, nexweşên ku qet bergirî bi wan re
tune, gengaz e psîkotîk (dînîtî, şêtî) be. Nexweşekî ku ji hêlekê ve li hemberî
axaftinê bergiriya wî heye, ji hêla din ve jî li gel hemû bergiriyan jî
hewldaneke wî ya axaftinê heye. Di rewşên wisa de bikaranîna teknîka bibîranîna
serbest herî bikêrhatî ye. Loma mirov dikare bibêje teknîka bibîranîna serbest
ji bo derûnkolîneriyê teknîkeke peywendiyê ya yekemane ye. Bi gelemperî di
zimanê dahûrandinê de têgiha bergiriyê weke têgiheke teknîkî tê pejirandin.
Pêvajoya Dahûrîna Bergiriyê
Rûbirûhiştin (confrontation): Ji bo ku nexweş bi bergiriya xwe re
rû bi rû bimîne, divê awayekî ku nexweş fêm bike jê re bê gotin ku bergiriyê
nîşan dide an jî bi nexweş bide fêmkirin bê çawa, çima û ji bo çi bergiriyê
nîşan dide û bike ku nexweş sedema bergiriya xwe nas û ferq bike. Ger bergirî
bi hêsanî bê dîtîn û ferqkirin, jixwe ne hewceyî van tiştan e.
Têgihîştin û nasîna bergiriya nexweş girêdayî du tiştan e: rewşa eziya
aqilmend/mantiqî û zindîbûna bergiriyê. Ji hêla dahûrîner ve xwepêşandana
pêşwext a bergiriyê dibe ku hem bibe sedema windakirina wext, hem jî rê li ber
agahî û derbirînên kûr û dûr bigire.
Çendîn nişêtên bergiriyê rast û dirust bin jî, berî vegotinê an jî
rûbirûhiştinê, derûnterapîst an dahûrîner vê pirsê ji xwe bike: "Ji bo
nexweş wateya vê rûbirûhiştinê çi ye û wê bi kêrî wî çi bê?" Ji bo ku asta
şiyana xwepêşandana bergiriyê bilind bibe, divê derûnterapîst li hêviya kemilîn
û geşepêdana bergiriyê raweste.
Ji bo vê jî divê yekser bergirî neyê diyarkirin û bi bêhnfirehî li nexweş
guhdarî bike û bi sebr û tebat xwe bide tengala vegotinê. Rê û rêçikên wê jî
bêdengî û guhdarîkirin e. Divê dahûrîner/derûnterapîst bêdeng bisekine û di
cihê bergiriyê de ji nexweş bixwaze ku hîn çêtir raveker be. Bi vê rêbazê
bergirî hîn çêtir şên û geş dibe û bi vî terhî eziya aqilmend û mantiqî
derdikeve pêş û bi vî awayî nexweş hîn xweştir dikare bergiriya xwe binase û
ferq bike.
Weke mînak, nexweşên ku naxwazin li ser mijara zayendî û têkiliya wê
biaxivin û ji vê mijarê aciz û bêhnteng dibin an jî şerm dikin, derûnterapîst
dikare bi vî awayî ber nexweş veke: "Derheqê zayendî û têkiliya zayendî
neaxive, lê behsa wan hestan bike ku te di vê mijarê de aciz û bêhnteng
dikin." Berî ku derûnterapîst behsa pirsgirêkên zayendî bike û têkeve nav
dahûrîna wan, divê berê xwe bide bergiriyên vê mijarê û wan hilbigire nav derûnterapiyê.
Lewra nexweş hêj nikare bi rastî veguhestina mijara zayendî bike û nikare
peywendiyekê saz bike. Ev nexweş wê çawa bi rastî û eşkere behsa pirsgirêkên
xwe yên zayendî bike?
Herçiqas jî derûnterapîst bizanibe an jî texmîn bike bê pirsgirêk çi ye,
divê bi hedan û tebat li nexweş guhdarî bike. Li dewsa ku em bergiriya nexweş
weke ku li hemberî derûnterapiyê ye bifikirin, em weke reçeteya dermanan a êşê
ku bijîşk ji nexweş re dinivîsin bibînin ku bi vê rêyê nexweş bikaribe serî bi
pirsgirêkên xwe derbixe û pê rehet bibe.
Divê derûnterapîst bi gelek palpiştên klînîkî bergiriyên nexweş şanî nexweş
bide û bi zimanekî terapotîk (therapeutic) pê bide fêmkirin da ku nexweş
bikaribe têbigihîje. Weke mînak: "Tu hebekî dereng ma, paşê deng ji te
derneket û dûvre te got, min xewna xwe ji bîr kir." Ger li ser vê
derenghatina hevdîtinê derûnterapîst êrişî bergiriya nexweş bike, wê nexweş bi
maqûlkirinekê vê bergiriyê di ser guhê xwe re biavêje û ev jî wê bibe sedema
bêxêrûbêriya hevdîtinê.
Ji bo vê jî ronîkirin (clarification) pir girîng e: nexweş çima û ji ber çi
van bergiriyan nîşan dide? Nexweş çima direve? Nexweş çawa û bi çi awayî jê
direve? Her du pirsên pêşî handana bergiriyê vedihewînin, pirsa sêyem jî amraz
û navgînên bergiriyê vedihewîne.
Li Hemberî Bergiriyê Bergirî
Bergirî di klînîkê de tenê weke hêzeke ku li hember e nayê dîtin. Dibe ku
bergirî bi gelek hêzên din ên hember hatibe xemilandin. Weke mînak, nexweşek di
hevdîtinê de tenê bo ku bêdeng nemîne û hesta ku tiştekî wî tune ye hişyar
neke, ji aş û baş dipeyive. Di vir de divê derûnterapîst li ser du tiştan
birame: yek jê nexweş ji tiştekî ku wî ber bi bêdengiyê ve daf dide direve, a
din jî gengaz e ku bi vê axaftina xwe ya kerûper dixwaze ser bêdengiyê
binixûmîne.
Divê mînakê de ne pildaneke qedexekirî, bêdengî û hişbûnê bi kar tîne. Ji vê
rewşê re dibêjin li hemberî bergiriyê bergirî. Nexweş bikaranîna axaftina
çirtovirtoyî destnîşan dike ku bergiriyeke robarî û ne ji dil li holê hene,
loma derûnterapîst divê di destpêkê de vê bergiriyê sexte bike mijara terapî û
dahûrînê. Paşê jî divê li sedemên vê axaftina çirtovirtoyî binêre û hîn bibe ji
bo çi ji bêdengiyê şerm dike. Dûvre divê derûnterapîst dahûrîna sedemên
bingehîn ên bêdengiyê bike.
Yek ji sedemên vê bergiriyê ew e ku nexweş dixwaze xwe mîna yekî baş û
bijare bide xuyakirin. Di vir de tiştê ev nexweş ji bîr dike ew e ku bergiriya
nexweşê baş tune ye. Carinan jî nexweş bertekê nîşanî wê feraseta nû dike ku pê
êş û janê dijî.
Têgiha bergiriyê di derûnkolîneriya nerîtî de ew bû ku kêm zêde tevger û
reftarên nexweş ên derve jî bi dahûrînê ve têkildar in û mîsyona derûnterapîst
ew e ku nîşanî nexweş bide bê dê çawa bijî û bi vî awayî derûniya nexweş
binirxîne. Lê bi vê, nexweş hîn zêdetir bergiriya xwe ditepisîne û li hemberî
bergiriyê bergirî derdikeve holê.
Bi gelemperî ji ber du tiştan nexweş bergiriyên xwe vedişêrin: nexweş ji
bergiriya xwe şerm dike, dibe ku bergirî bibe sedema windakirina rêz û
hezkirina nexweş. Nexweş ji rewşa bergiriyê ditirse, nexweş bi gelemperî ji
bertekên veguhêziyê yên êrîşkar direve.
Di bergeha bergiriyê de divê ezî berî nizmeziyê bê dahûrîn û di destpêkê de
her dem di ser re behsa bergiriyê bê kirin. Berî ku li ser serpêhatiya
jibîrbûyî bê rawestin, divê derûnterapîst li sedemên bergiriya wê binêre û wan
dahûrîne. Lewra bêyî dahûrîna bergiriyê, dahûrîn û xebata li ser serpêhatiya
jibîrbûyî tu sûdê nade nexweş û tu veguherînên berbiçav jî di nexweşiya nexweş
de nayên dîtin. Dibe ku tenê hin veguherînên xapînok û demkî bên dîtin.
Ger nexweş dubare bi hêza parêzker a ku bûye sedema tepisandinê re rû bi rû
bimîne, jixwe ti wateya dahûrîna amûrên tepisandinê namîne. Dema ku em bi
berfirehî li têgiha bergiriyê binêrin, mirov wê demê dikare bibêje nexweş bi
awayekî pêşkêşî bergiriya xwe di derûnterapiyê de nîşanî me dide.
Di têgiha ezî û heyberê de, bergiriyên nexweş her ku derdikevin holê, bi
taybetî jî bi têkiliyên derûnterapîst re, nexweş hêlên xwe yên veşartî jî
derdike, bi vê re jî nerîtên xwe yên veşartî û rêyên otomatîk vedibêje.
Herçiqas jî ji hestên xwe, ji fenteziyên xwe, ji tevger û reftarên xwe yên
qalibgir û ji nihiçkên ku nayê pejrandin bireve, ev rêyeke derbirînê ye. Lêbelê
divê derûnterapîst bizanibe ku hestên xwebûnê xweser in û ji yên din cuda ne û
nexweş bi vî rengî hewcedariyên xwe yên mirovî saxlem dike.
Ya ku ez dixwazim bi eşkereyî ragihînim ev e ku divê bergirî weke neyarê derûnterapiyê
neyê dîtin û jixwe hewce nake ku bê dîtin jî. Lê bi rastî têgiha bergiriyê
bixwe ji hin aliyan ve bêsûd û bedbext e. Derûnterapîst di dewsa ku bergiriyê
li hemberî rewşa ku nexweş tê de ye bibibîne, weke têgiheke dijber bifikire, dê
veguhêziya hember derbikeve holê û derûnterapîst bi pirsgirêkên xwe yên
navxweyî şêwazeke danûstandinê saz bike. Bergirî ne li hemberî derûnterapiyê
ye, berevajî wê divê derûnterapîst û nexweş bi hev re bixebitin.
Mirov dikare bergiriyê weke têkçûna hevdiliyê ya derûnterapîst jî bibîne.
Ev nêzîkahîtêdan ji hêla derûnnasan ve tê pejirandin ku nexweş bergiriyê weke
bertekekê nîşan dide ji ber ku derûnterapîst ji derdê nexweş re nabe derman û
tênagihîje bê pirsgirêk û hewcedariyên nexweş ên lezûbez çi ne û ne çi ne. Weke
mînak, derûnterapîst li dewsa ku reseniya kesayetiya nexweş biparêze, bi
şîroveyên xwe veguherînên reftarî an jî feraseta nexweş destnîşan dide.
Encam
Bergirî nan û rûnê terapî û dahûrînê ye. Têkiliya wê bi hemû kar û bar û
reftarên kesayetiya nexweş re heye, loma li ser dahûrînê bandorker e. Di nava
dorbendeke derûnşîkar de divê derûnterapîst hay ji şêwazên nexweş hebe, lewra
paşê ev têgihîştin wê bo nexweş bê veguhastin. Herçiqas jî bergirî weke
astengiyekê bê dîtin, bi taybetmendiyên xwe yên erênî û neyînî û bi encamên xwe
takekes bi dinyayê re hevnaskirinekê saz dike. Ji ber vê weke rastiyekê jî tê
dîtin.
Mirov dikare bibêje bergirî di qada dahûriniyê de weke alozî û pirsgirêkeke
bingehîn a pêvajoya derûnterapiyê derdikeve holê. Li gorî xebatên teorîk yên li
ser mijara bergiriyê, divê di demên pêş de li ser vê lêkolînên çendanî û çawanî
bên lidarxistin da ku bergeheke zelal a bergiriyê derbikeve holê.
Berî her tiştî, bergirî tê wateya ku derûnterapîst bi berxwedêrekî re di
nav danûstandinê de ye. Berxwedan têkiliyeke diyar a kesayetiya berxwedêr
derdixîne holê û ev jî rê û rêçikeke sazkirina peywendiyê ye. Taybetmendiya vê
şêwaza peywendiyê çi ye? Hem destûra nêzîkahiya heyberan dide hem jî wan ji hev
dûr dixe ango berxwedana bergiriyê têkiliyeke ambîvelent û paradoksal e.
Têgiha bergiriyê bêhtir bi nêzîkahîtêdana derûnşîkar ve têkildar e, loma
mijarên bergiriyê di gotarên derûnkolîneriyê de peyda dibin. Ji ber ku bergirî weke
têgih bi rengekî eşkere di nav nîqaşên derûnkolîneriyê de ne, axlebe
psîkanalîst û kesên ku bi derûnkolîneriyê ve dadikevin li ser vê mijarê
dinivîsin. Ji ber vê yekê ji bo lêkolîn û nirxandineke têr û tesel, pêdivî bi
lîteratura derûnkolîneriyê heye ku mirov bikaribe kûrahî û berfirehiya
bergiriyê vekole û wateyên wê yên cuda û bergeha wê binirxîne.
Ji bo dahûrîn û pêdeçûneke balûpal, hewcedarî bi bergeha derûnkolîneriya
kevnar, derûnnasiya eziyê (ego psychology), bîrdoziya peywendiya heyberê
(object relations theory), derûnnasiya xwebûnê (self psychology), ragihandina
navtakekesî û çandî û bi avakerê civakî heye û nêrîneke navkirdeyî pêwîst e.
Di bergiriyê de nexweş vegotinên xwe yên biêş û azar di qulika zimanê xwe
de vedişêre. Lewre bergirî zêmarên kevin di dilê nexweş de vedihewîne. Bi
durûtî û xemsariyeke tamsar diaxive û bi vî awayî gotinên rasteqîn di bin
zimanê xwe de dinixûmîne, loma di vegotinê de diterpile. Bi bergirî û
berevaniyê lixwemikurhatinê texîr dibe û êşa hinavên nexweş nabişkive û dengê
dil bi birînan tê tepisandin û nayê bihîstin.
Bi derew û xwexapanidinê bîreweriya xwe pesend dike. Ev jî gavên hevdîtinên
tewş û viyanê piştxûz dike. Nexweş dixwaze ku xwe di bin sîtava bergiriyê de
bistirîne, lê bi vê reftar û tevgera xwe xwe hîn bêhtir di nav tirabêlka
bergiriyê digevizîne. Nexweş bi xemla rastiyê û bi hêza berevaniyê bergiriyên
xwe dinixumîne, lê şûnûşopa wan ti carî nebedî nabe.
Bi lixwemikurhatina dahûrînê nexweş dikare rûkalî êş û azarên xwe bibe û bi
gunehan re rûne. Wekî din dê dahûranî tenê mîna rewrewkê be. Lewra bi derbirînê
re kula dil bi nav û nîşan dibe û gumreya bergiriyê nerm dibe û nexweş digihîje
bextiyariya derbirînê.
Bi derbirîneke rasteqîn ango bê bergirî, bayê çiyayê hênik bi ser dahûrinê
re radibe û birînên nexweş baweşîn dike. Gurîna vî bayî di guhê derhişiyê de
dike zingînî. Banga bergiriyê ya nahêle êş û birînên nexweş kêl bigire tê
birrîn û pîneyên pergala berevaniyê tên qetandin, lê êş û birîn bi riya
bibîranîna serbest tên kewandin û bi vî rengî hiş kax û kulbe dibe. Ev jî bi
hîmên derûnkolîneriyê ve xweşhal dibe.
Bergirî têgiheke bingehîn a derûnkolîneriyê ye û
têgihîştina wê ji bo her dahûrînerê derûnşîkar pêwîst e. Herçiqas jî bergirî di
serî de wekî astengî xuya bibe jî, ew di rastiyê de dericeyeke girîng a ji bo
têgihîştina kûrahî û aloziya derûniya nexweş e. Bi dahûrîna bergiriyê, nexweş
ne tenê ji bergiriyên xwe azad dibe, lê di heman demê de bi rastiyên xwe yên
kûr re rû bi rû dimîne û dibe xwedî têgihîştineke kûr a derbarê xwe de.
Not:
Resenî û berfirehiya vê nivîsê di hejmara 17an a sala 2023an a Kovara
Psychology Kurdî de weşiyaye.
Termên Sereke
Bergirî (Resistance): Hemû hêz û tevgerên ku rê li ber pêvajoya dahûrîna derûnşîkar
digirin. Bergirî dema ku nexweş bi zanebûn an nezanî li hemberî eşkerebûna
derbirînên tepisandî, bîranînên biêş û rastiyên derûnî yên xwe derdikeve holê
peyda dibe. Armanca wê parastina ezî ji êş, ragêşî û rewşên xeternak e.
Berevanî (Defense): Pergala derûnî ya eziyê ku li hemberî xeterî, êş,
ragêşî û handanên ne xweş xwe diparêze. Di derûnkolîneriyê de berevanî bi şiklê
bergiriyê xuya dibe û nexweş bi rêya van pergalan xwe ji rastiyên nexweş dûr
dixe.
Ezî (Ego): Di bîrdoziya Freud de, beşa kesayetiyê ye ku di
navbera daxwazên nizmeziyê (pildanên nestî), sînorên bilindeziyê (nirx û
pratîkên civakî) û rastiya derve de balansê çêdike. Ezî bi mantiqî û realîst
dixebite û berpirsyarê pergalên berevaniyê ye.
Nizmezî (Id): Beşa kesayetiyê ya ku hemû pildan, arezû û hêzên
nestî yên bingehîn li ser prensîba kêfxweşiyê dixebite. Nizmezî hewl dide ku
bilez xwe rehet bike û ji êş û janê dûr bikeve.
Bilindezî (Superego): Beşa kesayetiyê ya ku nirx, pratîk, qanûnên civakî û
sîstema mexlûqî temsîl dike. Ew weke vicdanê ye û li ser kiryarên mirov hukum
dide, hestên tawanbarî û şermê çêdike.
Veguhêzî (Transference): Guheztina hest, pildan, helwest û
bertekên ji têkiliyên berê (bi taybetî bi dê û bavê re) bo terapîst. Di
terapiyê de nexweş şêwazên peywendiyên xwe yên kevin dubare li hemberî terapîst
dijî.
Veguhêziya Hember (Countertransference): Bertekên hestyarî û fikirî yên
terapîst li hemberî nexweş. Ev dibe ku ji serpêhatî û têkiliyên terapîst ên
şexsî derkevin û bandorê li pêvajoya terapiyê bikin.
Tepisandin (Repression): Yek ji pergalên berevaniyê yên herî
bingehîn. Nexweş bi vê pergalê bîranîn, hest, pildan û ramanên ku êş û ragêşiyê
bi wî re çêdikin ji hişê xwe derdixe û wan di asta derhişî de dihêle.
Cihguhastin (Displacement): Pergaleke berevaniyê ku tê de hest,
pildan an bertekên ku nekarin li ser heybereke rastîn bên derbirîn, li ser
heyber an rewşeke din a ku xeterê kêmtir e tên guherandin.
Bêparhiştin (Isolation): Pergaleke berevaniyê ku tê de nexweş
naveroka hestyarî ya serpêhatiyekê ji bîranîna wê veqetîne. Nexweş dikare
rûdanê bi bîr bîne lê hestên ku bi wê re çêbûne têkildar e ji holê derbixin.
Lêvegerîn (Regression): Vegerîna li asta geşepêdaneke berê ya derûnî dema ku
nexweş di bin zextê xeterî, êş an ragêşiyê de dimîne. Nexweş dest bi reftarên
ku xwedî qonaxeke kevin a jiyana wî ne dike.
Refgerîn (Acting Out): Li dewsa ku nexweş hest, bîranîn an pildanên xwe bi
gotinê derbirîne, wan bi reftarên derve xuya dike. Ev dikare di jiyana rojane
an jî di nava terapiyê de bibe.
Asêbûn (Fixation): Mana wê ye ku geşepêdana derûnî ya nexweş di qonaxeke
diyar de sekiniye û nexweş bi awayek lêvegerîn li wê qonaxê maye.
Xwewekdîtin (Identification): Pêvajoya ku tê de takekes
taybetmendî, helwest, nirx an reftarên kesekî din wekî yên xwe dipejirîne û
dike beşek ji kesayetiya xwe.
Rengvedana Navxweyî (Introjection): Pergaleke berevaniyê ku tê de
heyber, nirx an bertekên derve tên stendin nav derûna takekesî û dibe beşek ji
avakirina navxweyî.
Kompûlsiyon (Compulsion): Hewldana dubarekirina bêkontrol a
hin reftaran ji ber ragêşî, êş an handaneke navxweyî. Di terapiyê de nexweş
meyl dike ku serpêhatiyên kevin dubare bike.
Bibîranîna Serbest (Free Association): Teknîka bingehîn a derûnkolîneriyê
ku tê de nexweş her tiştê ku bi hişê wî re tê bêyî sansûr an hilbijartin
vedibêje. Ev teknîk rê dide ku naveroka derhişî xuya bibe.
Xebatên Hûrgilî (Working-Through): Pêvajoya dubarekirina, lêkolîn û
dahûrîna kûr a bergirî, konfliktan û pergalên berevaniyê di terapiyê de. Bi vê
pêvajoyê nexweş fêhm û têgihîştina kûr peyda dike û guhertinên domdar
derdikevin holê.
Rûbirûhiştin (Confrontation): Dema ku terapîst bi awayekî emin û
hêdî nîşanî nexweş dide ku di navbera gotin, reftar û hestan de nakokî, dijberî
an bergirî heye.
Ronîkirin (Clarification): Pêvajoya ku tê de terapîst hewl
dide ku gotin, hest, raman an helwestên nexweş ên aloz, têkel an neeşkere hîn
zelal û fêmbar bike.
Şîrovekirin (Interpretation): Yek ji teknîkên herî girîng ên derûnkolîneriyê.
Terapîst wateya kûr, çavkaniyên derhişî û têkiliyên di navbera rûdan, hest,
xewn, bergirî û serpêhatiyên rabirdûyê de vediguhêze.
Fentezî (Fantasy): Xeyal, wêne an çîrokên zihnî yên ku di hişê nexweş de
çêdibin. Van fentezî dikarin hest, pildan, tirs an arezûyên derhişî temsîl
bikin.
Konversiyon (Conversion): Pergaleke berevaniyê ku tê de
konfliktên derûnî, ragêşî an êş bi şiklê nişêtên laşki (fîzîkî) derdikevin
holê. Bi taybetî di hîsteriyê de tê dîtin.
Somatîzasyon (Somatization): Xuyankirina êş û dilovaniyên derûnî
bi şiklê nişêt û giravên laşki. Nexweş êşên derûnî bi awayê problemên laşki
dijî.
Bergiriya Eziya Lihevhatî (Ego-Syntonic Resistance): Bergiriyên
ku nexweş wan wekî beșek ji xwe dibîne, li wan xwedî derdikeve û wan bi nirx û
taybetmendiyên xwe yên asayî dihesibîne. Van bergiriyan zehmet e bên naskirin û
dahûrîn.
Bergiriya Biyaniyê Ezî (Ego-Alien Resistance): Bergiriyên
ku nexweş wan wekî xerîb, ne ji xwe an dijber dihîse û wan napejirîne. Van
bergiriyan hêsantir e bên dîtin û dahûrîn.
Ragêşî (Anxiety): Hesteke neeşkere ya xeterî, êş û nerehetiyê ku nexweş
pê dihese dema ku bi xetereke navxweyî an derve re rû bi rû dimîne. Ragêşî ji
sedeman sereke yên çêbûna pergalên berevaniyê û bergiriyê ye.
Rewşa Trawmatîk (Traumatic Situation): Serpêhat an rewşeke ku êş, ragêşî
an zexteke mezin bi nexweş re çêdike û ezî nikare bi awayekî normal serî pê
derxe. Ev rewş dibe sedema pêdaçûna pergalên berevaniyê yên taybet.
Kesayetî (Personality): Tevahiya taybetmendî, helwest, rengvedan, rêbaz û
awayên berteka takekesî yên domdar ku wî ji kesên din cuda dikin.
Şanên Kesayetiyê (Character Traits): Taybetmendiyên domdar ên kesayetiyê
yên ku di hemû rewşan de xuya dibin û ji hêla civakatî ve tên pejirandin. Gelek
ji van şanan di bingeha xwe de pergalên berevaniyê ne ku bûne beșek ji avahiya
kesayetiyê.
Ambîvelent (Ambivalent): Hebûna du hest an helwestên dijber
(wekî evîn û nefret, xwestin û nekirîn) li hemberî heman heyber, rewş an kesî.
Di derûnkolîneriyê de ambîvalens têgiheke pir girîng e.
Paradoksal (Paradoxical): Rewşa ku du tişt an helwestên
dijberî hevdû di heman demê de hebin an rastî xuya bikin. Bergirî bi xwe
têkiliyeke paradoksal temsîl dike: hem nêzîkbûnê hem jî dûrketinê.
Çavkanî
Freud, S. (1900). The Interpretation of Dreams. Pirtûka bingehîn
a ku tê de Freud têgiha derhişiyê, xewn, sansûr û têkiliya wan bi bergiriyê ve
rave dike.
Freud, S. (1912). The Dynamics of Transference. Gotareke girîng
li ser veguhêziyê û têkiliya wê bi bergiriyê ve. Freud dibêje ku bergiriyên
herî bihêz ji hêla veguhêziyê ve tên çêkirin.
Freud, S. (1914). Remembering, Repeating and Working-Through. Li
ser pêvajoya dubarekirina serpêhatiyên kevin di dewsa bibîranînê û girîngiya
xebatên hûrgilî ji bo dahûrîna bergiriyê.
Freud, S. (1926). Inhibitions, Symptoms and Anxiety. Behsa
çavkanî û cureyên bergiriyê dike û têkiliya ragêşiyê bi pergalên berevaniyê ve
vedibêje.
Freud, S. (1937). Analysis Terminable and Interminable. Li ser
sînor û astengiyên terapiya derûnşîkar û bergiriyên ku nikarin bi tevahî bên
dahûrîn.
Freud, S. & Breuer, J. (1893-1895). Studies on Hysteria. Pirtûka
yekem ku tê de têgihên bergirî û veguhêziyê hatine dayîn û mijara hîsteriya
derûnî hatiye kifşkirin.
Freud, A. (1936). The Ego and the Mechanisms of Defense. Pirtûka
bingehîn a Anna Freud li ser pergalên berevaniyê ya eziyê. Behsa cureybendî û
dahûrîna van pergalan dike û têkiliya wan bi bergiriyê ve rave dike.
Greenson, R. R. (1967). The Technique and Practice of Psychoanalysis,
Volume I. Pirtûkeke klasîk a li ser teknîkên derûnkolîneriyê bi taybetî li
ser bergirî, veguhêzî û xebatên hûrgilî.
Reich, W. (1928-1929). Gotarên li ser dahûrîn û formasyona kesayetiyê ku tê
de behsa bergiriyên kesayetiyê û şanên kesayetiyê dike.
Pine, F. (1990). Drive, Ego, Object and Self. Pirtûkeke modern
a ku çar hêlên sereke yên bîrdoziya derûnşîkar (pildan, ezî, heyber, xwebûn) bi
hev ve girêdide.
Blatt, S. J., & Erlich, H. S. (1982). "Levels of Resistance in the
Psychotherapeutic Process." Li ser astên curbecur ên bergiriyê di pêvajoya
terapiyê de.
Wachtel, P. L. (Ed.) (1993). Resistance: Psychodynamic and
Behavioral Approaches. Berhevoka gotaran li ser nêzîkahiyên cuda yên bo
fêmkirina û dahûrîna bergiriyê.
Hedges, L. E. (1983). Listening Perspectives in Psychotherapy. Li
ser awayên curbecur ên guhdarîkirinê û têgihîştina nexweş di terapiyê de.
Schlesinger, H. J. (1982). "Resistance as Process."
Bergiriyê wekî pêvajoyek dinirxîne, ne tenê wekî astengiyekê.
Messer, S. B. (2002). Xebatên modern li ser bergirî û têkiliya wê bi
curbecur rêbazên terapiyê ve.
Millman, D. S., & Goldman, G. D. (1987). Techniques
of Working with Resistance. Pirtûkeke pratîk a li ser teknîk û rêbazên
xebatkirinê bi bergiriyê.
Comments
Post a Comment