Hişê çêkirî ku carinan wekî hiş û jêhatîbûna makîneyan jî tê zanîn, behsa hêz û şiyana kompûteran dike ku karên fêm û têgihiştinê yên mîna mirovî pêk bînin; wekî fêrbûn, çareserkirina pirsgirêkan, têgihiştin, biryargirtin û axaftin û ziman. Pergalên destpêkê yên hişê çêkirî şiyan bû ku şampiyonê cîhanî yê kişikê têk bibe, nexşeyên kolanan bikişîne û mûzîkê bersaz bike. Bi saya algorîtmayan ên pêşketîtir, hejmara mezin a daneyan û hêz û hilanîna kompûterê, hişê çêkirî pêşve çû û berfirehbû û serîlêdanên sepanên sofîstîketir wekî gerîdeyên xwe-karan ango maşînên xwe-ajokar, tespîtkirina sextekariyê ya baştirkirî û "alîkarên takekesane" yên wekî Siri û Alexa hat çêkirin. Îroj, lêkoler HÇê (hişê çêkirî) bikar tînin da ku pêşbînî, teşxîs û dermankirina nexweşiyên derûnî baştir bikin. Hevgirtina fêrbûna makîneyan û derûnnasiya hesabî bi lez û bez lênihêrîna saxlemî û tendirustiya derûnî ya rastir û takekesanetir biafirîne. Hişê Çêkirî ya Niha û Di Siberoja Nêzîk De Hişê çêk...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی