Hişê çêkirî ku carinan wekî hiş û jêhatîbûna makîneyan jî tê zanîn, behsa hêz
û şiyana kompûteran dike ku karên fêm û têgihiştinê yên mîna mirovî pêk bînin;
wekî fêrbûn, çareserkirina pirsgirêkan, têgihiştin, biryargirtin û axaftin û ziman.
Pergalên destpêkê yên hişê çêkirî şiyan bû ku şampiyonê cîhanî yê kişikê têk
bibe, nexşeyên kolanan bikişîne û mûzîkê bersaz bike. Bi saya algorîtmayan ên
pêşketîtir, hejmara mezin a daneyan û hêz û hilanîna kompûterê, hişê çêkirî
pêşve çû û berfirehbû û serîlêdanên sepanên sofîstîketir wekî gerîdeyên xwe-karan
ango maşînên xwe-ajokar, tespîtkirina sextekariyê ya baştirkirî û "alîkarên takekesane"
yên wekî Siri û Alexa hat çêkirin.
Îroj, lêkoler HÇê (hişê çêkirî) bikar tînin da ku pêşbînî, teşxîs û
dermankirina nexweşiyên derûnî baştir bikin. Hevgirtina fêrbûna makîneyan û derûnnasiya
hesabî bi lez û bez lênihêrîna saxlemî û tendirustiya derûnî ya rastir û takekesanetir biafirîne.
Hişê Çêkirî ya Niha û Di Siberoja Nêzîk
De
Hişê çêkirî wekî ku îroj tê bikaranîn, "HÇya qels (weak AI)" tê
hesibandin, ji ber ku bi giştî ji bo pêkanîna tenê yek an du karên taybetî
hatiye sêwirandin; gelek caran ji mirovan çêtir jî dike. Di vir de, siberojeke
nîqaşbar a lêkolînên HÇê yê ramanên li ser pêşxistina "HÇya bihêz (strong
AI)" an jî zil-hişiyê vedihewîne ku potansiyela pêkanîna gelek an hemû
karên têgihiştinê ji mirovan çêtir bike. Lêkolînên ewlekariya HÇ (AI safety
research) ji bo hin zanyarên ku li ser xetereyên potansiyel bi guman û fikar
in, ger teknolojiya wisa pêşketî bikeve destên xelet, pêşdarîyek e; her çend
yên din hîn jî derfet û îmkana bidestxistina hişê çêkirî ya bihêz a asta
mirovan jî di nîqaşê de dihêlin.
Hişê Çêkirî û Jiyana Rojane û Kar
HÇ (hişê çêkirî) di jiyana rojane de bi awayekî berfireh cih girtiye. Mirov
bi gelemperî cîhazên wan ên curbecur hene ku hişê çêkirî tê de cih digire;
mînak, cîhazên ku pergalên birêvebirina malê bikar tînin, germahiyê rêkûpêk
dikin. Amûrên li ser laş bikarhênerên xwe han û teşwîq dikin ku werzişê bikin
an hilbijartinên xwarinê bifikirin. Smartphone (telênbiaqil) û tabletên
hesabokên peyv û hevokê têkûz dikin dema mirov e-name û peyaman dinivîsin.
Gerîdeyên xwe-ajokar jî li kolanên bajaran berê jî têne bikaranîn.
Di warê kar de jî makîne karên mîlyonan kesan veguherandine; bi şopandina
çalakiyan ku berê nekaribûn werin şopandin, hesabkirina daneyên bi awayên nû,
rêberkirina biryargirtinê an jî girtina karên destê xwe. Mînak, drone hin
kargehên avahiyê ji bo cûdatiyan wêne dikişînin û şopandina wê dikin. Hin
memurên cezayê şertî dosyayên xwe li gorî rêwerzan ji bername ya kompûterê
birêve dibin ku biryar dide ka her takekes çiqas xeternak e. Algorîtma ji bo
hin weşanan raporan dinivîsînin.
Hişê Çêkirî û Tendirustiya Zihnî
(Mental Health)
Hişê çêkirî potansiyela sêwirandina derûnnasiyê ji nû ve heye û van
hewldanan berê jî dest pê kirine. Berhevkirina daneyên mezin dikare zanyaran
bihêle ku hêmanên ku mirov ji nexweşiya derûnî re peljen dikin nas bikin,
rastbûna teşxîsan baştir bikin û nirxandinê bikin ka kîjan dermankirinên bi
bandor in û ji bo kê.
Warê derûnnasiya hesabî amûrên matematîkî û hesabî bikar tîne da ku
têgihiştin, teşxîs û dermankirina nexweşiyên derûnî baştir bike. Vî warê
potansiyela bidestxistina têgihiştinê ji her rewşê re heye ku danehevek têra
xwe mezin hebe. Fêrbûna makîneyan dikare nas bike ku kîjan genên beşdarî geşedana
otîzmê dibin an hêmanên ku ciwanan ji vexwarina zêde ya alkola re hesasdar
dikin; wekî mezinahiya mêjî an jî zewacbûna dêûbav. Ev bername dikarin eşkere
bikin ka di nexweşên bi nexweşiya Parkinson de kîjan pergal ji hêla dopamînê ve
bi bandor in, an xetereya depresyona kesekî li ser bingeha hêmanên wekî zayend
û trawmaya zaroktiyê.
Di warê teşxîsê de, HÇ dikare danegehên mezin bikar bîne da ku teşxîsan
baştir bike û şaşteşxîsan kêm bike. Mînak, qonaxên depresyonê di nexweşiya
bipolar û depresyonê de carinan zehmet e ku were cudakirin; gelek nexweşên bi
bipolêr bi nexweşiya depresyona mezin şaşteşxîs tên kirin. Di warê otîzmê de,
lêkolînek nû nîşan da ku algorîtmayek fêrbûna makîneyan proteîn nas kirin ku di
kurên bi otîzmê de cûda bûn û giran û giraniya rewşê pêşbîn dikir. Di warê
şîzofrêniyê de jî lêkolînek nû dîtin ku algorîtmayek fêrbûna makîneyan rewşên
şîzofrêniyê li ser bingeha wêneyên mêjî bi rastiyek ji sedî 87 (87%) dabeş kir.
Ji dermankirinê re, girîng e ku kifşên balkêş ên HÇê bêne veguheztin
serîlêdanên ku rastî ji mirovan re bibin. Ev dikare tê de bibe ku hêmanên
xetereya pêşbîner ji bo rewşên derûnnasiyê bêne destnîşankirin. Doktor dikarin
paşê xetereya nexweş binirxînin û lênihêrîna tendirustiya derûnî ya proaktîv û takekesane
peyda bikin. HÇ di vî warî de dikare daneyên mezin ji bo girêdanên
dijwar-dîtinê di navbera derman, nexweşî û pêvajoyên biyolojîkî de analîz bike
da ku dermankirinên potansiyel nas bike.
Etîka Hişê Çêkirî
Geşedana HÇê bûye sedema pirsên bêhejmar ên etîkî. Ma fêrbûna makîneyan dê pêşhikmî
û newekheviyê bidomîne? Ma HÇ dê serbestiya takekesan û mafê nepenîtiyê binpê
bike? Ma mirov dê karên xwe bi robotan re wenda bikin? Ma makîne dê ji mirovan
aqiltir kar bikin?
Mirov mafdar in ku siruştê makîneyên ku dikarin bi serxwe pêşve biçin bixin
nîqaşê. Bi çalak tevlî van fikaran bûn, hêvî heye ku mirov karibin pergalên
etîkî yên hişê çêkirî di siberojê de pêşve bibin.
Di vê mijarê de, yek ji guman û fikarên etîkî yên hişê çêkirî bandora bihêz
lê nazdar a teknolojiyê li ser hilbijartinên mirovan û biryargirtinê ye.
Şîrketan hêz û şiyana wan heye ku hemû agahdariyên ku li ser mirovan tomar
dikin ji bo berjewendiya xwe bikar bînin; mirovan ber bi biryaran ve
"didikêlin" ku berjewendiya şirketê pêş dixe. Fikarek din jî dibe ku
ji teknolojiyên ku îdia dikin ku dikarin hestên mirovan bixwînin û şirove bikin
derkevin. Ramana hilberek ku zarokek an mezinayek peljen bixapîne, bikardar
bike ku bawer bike ku hilber bi rastî "wan fêm dike" û bi vî awayî bandorê
li wan bike, - rageş û xemgînker e.
Ji bo avêtina bingehên etîkî yên HÇê, amrazeke exlaqî ya avêtina pergalên
hişê çêkirî û plansaziyek ji bo kirina pergalên HÇyên etîkî pêwîst e. Mînak,
pêşdebirên gerîdeyên xwe-ajokaran divê encamên civakî ya van gerîdeyan
bifikirin, di nav de misogerkirina ku maşîne bi xwe jî bikaribe biryarên etîkî
bigire. Avêtina HÇya etîkî tê de pirsên etîkî (wekî çawa bêkariya girseyî were
pêşgirtin) û fikarên etîkî (wekî zelalkirin a nirxên exlaqî) û paşê pêşxistina
plansaziyekê ku armanc dike hewcedariyên mirovan têr bike.
Encam
HÇ yek ji pêşketinên herî girîng ên serdema me ye. Ji kişikê bigire heya lênihêrîna tendirustiya derûnî, makîne karên ku berê tenê ji mirovan dihat xwestin îroj bi hêsanî pêk tînin. Di jiyana rojane de, di cîhê kar de û di warê bijîşkiyê de HÇ cihê xwe girtiye û ev pêvajo her roj berfirehtir dibe.
Lê belê, ev pêşkeftin bê pirsgirêk nîne. Mirov hîn jî di navbera baweriya bi teknolojiyê û tirsa ji wê de dimînin. Pirsên mafî û etîkî her girîngtir dibin; ji newekheviyê bigire heya windakirina kar, ji nepenîtiyê bigire heya bandora makîneyan li ser biryarên mirovan. Ji ber vê yekê girîng e ku hişê çêkirî ne tenê bi aqil, lê belê bi wijdan jî gav bê avêtin û bikaranîn.
Di dawiyê de, hişê çêkirî ne xeter e û ne jî xilaskar e; ew amûrek e. Ew çawa tê bikaranîn, ew bi çi armancê tê sêwirandin û çi ji bo kê çêdike, ev pirsên rastîn in ku mirovahî divê bersiva wan bide.
Çavkanî
Taber, B., Bhattacharyya, A., Schwartz, R., & Dawson, G. (2023). Artificial
intelligence: Current applications and future directions in mental health and
psychiatry American Psychological Association.
Comments
Post a Comment