Nirxandinek di Çarçoveya Derûnkolîneriyê (Psychoanalysis) de Dahûrîneke Teorîk, Metodolojîk û Klînîk Destpêk Çarçoveya Giştî û Armanca Xebatê Terapiya Rêzkirina Malbatê – TRM (Family Constellation Therapy — FCT) ku di salên 1990î de ji aliyê Bert Hellinger ve hatiye avakirin û di van dehsalên dawî de li gelek welatên cîhanê belav bûye, yek ji rêbazên terapiyê yên herî nîqaşbar ên serdemê ye. Hellinger, derûnterapîst û filezofê Elmanî (1925–2019), ev rêbaz li ser bingehên fenomenolojiyê, terapiya malbatê ya pergalî (systemic family therapy) û hin têgehên spîrîtuel ava kiriye. Rêbaz li ser vê baweriyê radiweste ku malbat xwedî pergaleke enerjetîk û giştî ya veşartî ye û ku nakokî û trawmayên di nav malbatê de dikarin ji nifşekî bo ya din, bi awayekî nayê zanîn, bêne veguhestin. Di vê xebatê de, em ê terapiya rêzkirina malbatê bi awayekî birêkûpêk û pergalatîk ji çarçoveya derûnkolîneriyê (psychoanalysis) ve binirxînin. Derûnkolînerî, weke yek ji bingeh û stûnên derûnnasiya kl...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی