Skip to main content

Posts

Derûn, Derûnnasî û Derûnkolînerî

Destpêk Jiyana mirov têkoşînek e di navbera hişmendî (consciousness) û derhişiyê (unconscious) de. Ev têkoşîn, di civakên bindest de, astek din a kûrahiyê distîne: bindestî ne tenê pergaleke siyasî ye, ew di heman demê de pergaleke derûnî ye ku mirov ji xwebûna xwe ya rastîn (true self) dûr dixe û xwebûneke sexte (false self) li şûna wê datîne. Kolonyalîzm ne tenê erdên mirov dagir dike — derûn û giyana mirov jî dagir dike. Bi me kurdan re trawmaya jixwenehezkirinê heye. Loma em nikarin ji xwe, ji zimanê xwe, ji hebûna xwe, ji kurdbûna xwe hez bikin. Vê rewşê derûniya me kurdan di rewşeke taybetî de hiştiye: bêbava derûnreşî bi ser civakê de hatine, loma giyannexweşî ji gel xalî nabe. Kêşeya sereke ev e: çawa em dikarin ji vê rewşê rizgar bibin û derûniyeke saxlem ava bikin? "Divê mirov li 'xwe' û rastiya xwe vegere ku li derî aqil nemîne/nejî û li ser şiloq û şemîtokên jiyanê winda nebe." "Divê mirov li ser hebûn û xwebûna xwe binivîse." "Bif...