Skip to main content

Derûn, Derûnnasî û Derûnkolînerî

Destpêk

Jiyana mirov têkoşînek e di navbera hişmendî (consciousness) û derhişiyê (unconscious) de. Ev têkoşîn, di civakên bindest de, astek din a kûrahiyê distîne: bindestî ne tenê pergaleke siyasî ye, ew di heman demê de pergaleke derûnî ye ku mirov ji xwebûna xwe ya rastîn (true self) dûr dixe û xwebûneke sexte (false self) li şûna wê datîne. Kolonyalîzm ne tenê erdên mirov dagir dike — derûn û giyana mirov jî dagir dike.

Bi me kurdan re trawmaya jixwenehezkirinê heye. Loma em nikarin ji xwe, ji zimanê xwe, ji hebûna xwe, ji kurdbûna xwe hez bikin. Vê rewşê derûniya me kurdan di rewşeke taybetî de hiştiye: bêbava derûnreşî bi ser civakê de hatine, loma giyannexweşî ji gel xalî nabe. Kêşeya sereke ev e: çawa em dikarin ji vê rewşê rizgar bibin û derûniyeke saxlem ava bikin?

"Divê mirov li 'xwe' û rastiya xwe vegere ku li derî aqil nemîne/nejî û li ser şiloq û şemîtokên jiyanê winda nebe."

"Divê mirov li ser hebûn û xwebûna xwe binivîse."

"Bifikir, paşê biaxive."

Derhişî, Binhişî û Hişmendî

Avahiya Derûnê

Derhişî (unconscious) bingeha hemû tevger û reftarên derûnî ye û dil û derûna rastîn a mirovan e. Ne dijminê me ye, ew xezîneya veşartî ya me ye. Hişmendiya rastîn di derhişiya derûnê de sernixumandî ye; hişmendî giraveke biçûk e di deryaya mezin a hiş de. Derhişiya takekesane (personal unconscious) û derhişiya hevpar (collective unconscious) bi metafora qeşayê tê nîşandan ku beşek li jorê avê ye û beşek mezin di binê avê de ye — bi sembolên arketîpî yên wekî mîr û pîr.

Di navbera hişmendî û derhişiyê de derî tune ye, lêbelê tepisandin (repression) û astengî hene. Her çi tê tepisandin, dîsa li xwe vedigere. Tiştê ku der nabe, dibe derd. Deriyê derhişiyê her gav li xwe vedigere, lê ticar bi têkûzî nayê vekirin.

"Derhişî (unconscious) bingeha hemû tevger û reftarên derûnî ye."

"Derhişî, mala derûnî ya rasteqîn e."

"Derhişî, ne şkeftek e ku tişt tê de veşartî ne — ew qada kûr a laş û jiyanê ye."

"Derhişî ne dijminê me ye, ew xezîneya veşartî ya me ye."

"Derhişî, dil û derûna rastîn a mirovan e."

"Derhişî, gelekî mezintir e ji hişmendiyê."

"Derhişiya (unconscious) mirov ji hişmendiya (consciousness) mirov mezintir e."

"Derhişiya hevpar (collective unconscious) mîrata giştî ya mirovan e."

Hişmendiya Xwe û Xwe-nasîn

Armanca hemû jiyanê 'xwe' (self) nasîn e. Xwe-nasîn (self-awareness), destpêka hemû veguherînan e û bi qebûlkirina kêmasî û şaşiyên xwe dest pê dike. Kê hişê xwe nas kir, wî/wê cîhan nas kir. Ew ê ku derhişiya xwe nas dike, xwe nas dike. Heta ku hişyar û hişmend nebin, derhişî wê jiyana we birêve bibe û hûnê her bibêjin şens, bext an jî qeder.

Hişmendî (consciousness) weke rojekê ye ku her gav xwe vediguhezîne; ew hêz û şiyana têgihiştina rewşên derûnî ye û ji tarîtiyê derdikeve. Hişmendiya civakê di hişmendiya takekesane de reng vedigire, loma berpirsiyariya kesane û ya civakî ji hevduyan nayên veqetandin.

"Hişmendî weke rojekê ye ku her gav xwe vediguhezîne."

"Hişmendî, wêneyeke ku dikare li ser xwe bifikire."

"Hişmendî giraveke biçûk e di deryaya mezin a hiş de."

"Hişmendî hemû tiştê ku em in e."

"Hişmendî hêz û şiyana têgihiştina rewşên derûnî ye."

"Hişmendî ji tarîtiyê derdikeve."

Ezî (Ego), Binhişî û Mekanîzmayên Berevaniyê

Ezî (ego) xulamê sê serokên dijwar e: dinyaya derve, superego (bilindezî) û îd (nizimezî). Eziya bindest ne xwediyê mala 'xwe' ye; ew bi zimanê xelkê nikare bibe xwediyê mala xwe; dibe xerîbê mala (xwebûn) xwe. Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) eziyê diparêzin. Berzkirin (sublimation) mekanîzma berevaniyê ya herî bilind e, lêbelê di binê her berzkirinê de qirêjî heye.

Binhişî (subconscious) ne nexweşî ye — ew binbeşek ji jiyana derûnî ya siruştî ye; deriyê di navbera hişmendî û derhişiyê de ye. Anîma (anima), jina veşartî ya di hundirê mêran de ye; anîmûs (animus) jî mêrê veşartî yê di hundirê jinan de ye — ev sembolên arketîpî rola derhişiya hevpar eşkere dikin.

"Laş deriyê yekem a gihaştina derûnê ye."

"Laş û derûn (rewan) yek in."

"Laş û ruh yek in, tenê navên wan cûda ne."

"Laş, bi rastiyê xwe û te dizane."

"Laş, deriyê yekem a gihaştina derûnê ye."

"Laş, ne heyber e û ne kirde ye — ew herduyan di xwe de hildigire."

"Laş, tenê ne zindewer e, lê civakî jî ye."

"Barbirê giyanê (ruh) derûn e."

Ziman, Nasnameye û Derûn

Ziman weke Avahiya Hebûnê

Ji bilî ziman tiştek tune ye; her tişt bi ziman e. Ziman û derûn (psyche) ji hev nayên veqetandin. Ziman ne heyberek e, ew zindewerek e; ne tenê amûrek e, ew avahiyek e ku em tê de dijîn. Bingeha hişmendiyê bi ziman ve hatiye avakirin û hişê mirov bi zimanê mirov hişmend dibe.

Mirov di nava zimanê xwe de hebûn û xwebûna xwe diafirîne; di ziman de hildiweşe û di ziman de winda dibe; di ziman de 'xwe' dibîne. Ziman xera bibe, raman jî xera dibe. Şoreşa rastîn şoreşa zimanî ye — vegerandina zimanê xwe û bi wî re damezrandina xwebûna xwe ya azad û saxlem.

"Bingeha hişmendiyê bi ziman ve hatiye avakirin."

"Ji bilî ziman tiştek tune ye; her tişt bi ziman e."

"Ziman amûreke hêzdar e — dikare mirov bilind jî bike, nizim jî bike."

"Ziman neynika mirov e."

"Ziman û derûn (psyche) ji hev nayên veqetandin."

"Ziman xera bibe, raman jî xera dibe."

"Ziman, cihê ku kesayetî tê lê ava kirin e."

"Ziman, cilê hiş û aqil e; peyv, amûrê hiş û aqil in."

"Ziman, derûna mirov diedilîne."

"Ziman, hebûn û xwebûna zarokan ava dike."

Nasnameya Derûncivakî û Krîzên Jiyanê

Civak li ser nasnameyê çê û ava dibe; nasnameya jî bi ziman ve girêdayî ye. Nasname bi hişmendiya ziman qewîn dibe. Di her qonaxa jiyanê de qeyraneke nasnameyî (identity crisis) heye; nasnameya eziyê (ego identity) di nava civakê de pêk tê. Nasnameya sax û saxlem, bi pejirandina hemû aliyên baş û xirab gengaz e.

Rastî bi ziman ve hatiye şikandin. Rastî di navbera peyvan de xuya dibe û ew tiştê ku ziman nikare vebêje ye. Her bêdengî vegotinek e. Bûnnasî û hebûnnasî li ser doxa saxlemiya derûnî û dirustkirina kesayetiyê bandorker e — kêşeya têgihiştina xwebûn û xwe-têgihiştinê kêşeyeke derûnî û hebûnî ye.

"Rûmet û heysiyet, ne bi pere tê kirîn, ne jî bi hêzê tê stendin."

"Rûmet û şerefa xwe ji dest nede, herçiqasî zor û zehmet be jî."

"Rûmet, ne milkê kesî ye — ew xelata jiyaneke (ten)dirust e."

"Rûmeta mirovan ne bi cil û bergên wî, lê bi helwestên wî tê pîvandin."

"Rûmeta mirovekî, mîrata wî ya herî mezin e."

"Yê ku rûmeta xwe biparêze, her tiştê xwe diparêze."

"Şeref û rûmet nayê kirîn û firotin — ew ji xwîna rih û giyanê tê."

Rastî û Durûtî

Rastî nexweş dixe û rast nayê gotin; rastî bi temamî nayê vegotin. Durûtî dema bîr û birîna hişmendiyê têk diçe — dema mirov nikare hestên xwe bifikire û der bike; bi 'xwewekdîtina rengvedanê' (projective identification) wê davêje derveyî xwe. Durûtî encama 'birînên narsîsîstîk' (narcissistic wounds) in: mirov dema rêzgirtina xwebûna xwe (self-esteem/xwe-rêzdarî) wenda dike û bi rê jê re nabîne, durû dibe.

"Rastî, nexweş dixe."

"Rastî, rast nayê gotin."

"Rastiya aşopî (virtual reality), ne derewîn e — ew rastiya rasteqîn e ku em tê de dijîn."

"Rastî, bi temamî nayê vegotin."

"Her bêdengî vegotinek e."

"Durûtî, dema bîr û birîna hişmendiyê têk diçe — dema mirov nikare hestên xwe bifikire û der bike; bi 'xwewekdîtina rengvedanê' (projective identification) wê davêje derveyî xwe, jê vê derkirinên re dibêjin, durûtî."

Bindestî, Trawma û Derûniya Bindestan

Karîgeriya Bindestiyê li Derûnê

Bindestî derûna mirov xerab dike. Bindestî dilê mirov ji derûn û giyana wî sar dike; hişê wî ji derhişiya xwe dûr û deraz dike; 'xwe'bûna wî li dû hebûna xelkê xwar dike. Bindest ji bo mayînê (survival) bi serdestê xwe ve tê giredan — bindest, serdestê xwe weke xwediyê xwe dişopîne (lê di rastiyê ev malxerabî ye). Bindest di navbera xwesteka jiyanê (will to life) û tirsa ji serbestiyê (fear of independence) de dimîne.

Bindest ji bo di çavê serdestê xwe de bê xuyakirin, ji dev xwebûna xwe ya rasteqîn (true self) berdide û xwebûneke sexte (false self) ya li gorî serdestê xwe ava dike; maskeyê dide ser rûyê xwe da ku serdestê wî pê re hêrs nebe û wî bipejirîne. Xwe-biçûkxistin taybetmendiyek din a bindestan e. Bindest li şûna ku ji bo azadiyê têbikoşin, xwe ji bo serdestên xwe dixemilînin.

"Bindest bi her awayî dixwazin bişibin serdestên xwe."

"Bindest ji bo ku azad bibe, divê pêşî ji zincîrên xwe yên derûnî yên ku bi serdestê xwe ve girêdayî ye rizgar bibe."

"Bindest ji bo mayînê (survival) bi serdestê xwe ve tê giredan loma — bindest, serdestê xwe weke xwediyê xwe dişopîne (lê di rastiyê ev malxerabî ye)."

"Bindest, di navbera xwesteka jiyanê (will to life) û tirsa ji serbestiyê (fear of independence) de dimîne."

"Bindest, ji bo di çavê serdestê xwe de bê xuyakirin, ji dev xwebûna xwe ya rasteqîn (true self) berdide û xwebûneke sexte (false self) ya li gorî serdestê xwe ava dike; bindest maskeyê dide ser rûyê xwe da ku serdestê wî pê re hêrs nebe û wî bipejirîne."

"Bindest, li şûna ku ji bo azadiyê têbikoşin, xwe ji bo serdestên xwe dixemilînin."

"Bindest, mazoşîstên serdestên xwe ne (ji êş û azara serdestên xwe kêfê distînin)."

"Bindestî, derûna mirov xerab dike."

"Bindestiyê, dilê min ji derûn û giyana min sar kir; hişê min ji derhişiya min dûr û deraz kir; 'xwe'bûna min li dû hebûna xelkê xwar kir."

"Mirovê bindest duderûn in — ji hebûn û xwebûna xwe ditirsin."

Trawmaya Bindestiyê

Trawmaya bindestiyê qetilderûn e. Trawma ew e ku nikare were gotin; ne bîr (memory) e, lê windabûna bîrê ye; ne çêbûna rûdanekê ye, nirxandina rûdanê bi xwe ye; ne hebûna rûdanê ye, lê tenêbûna mirov di wê rûdanê de ye. Laşê me birîn û bîranînên me yên derûnî û giyanî di xwe de vedihewîne û tomar dike. Tepisandin (repression) tenê ne di hiş de ye — ew di masûlkeyên laş de jî tê hilgirtin.

Di trawmaya demdirêj de qarîn û qûrîn radiwest û rondik ziwa dibe. Derûn û giyana mirov nikare ji xwe re bigirî. Şermezarî û belengazî û riswayiya hizr û ramanan û xemsariya mirov zêde dibe. Gava ewrê trawmayê tê, mirov xweşiyê ji bîr dike. Qewara bîra derhişiyê nikare demdirêj vê gemarê bihefidîne; piştî demekê jiyan û giyan di bin barê vê gemara derûnê dieciqe.

"Trawma ew e ku nikare were gotin."

"Trawma, ne bîr (memory) e, lê windabûna bîrê ye."

"Trawma, ne çêbûna rûdanekê ye, nirxandina rûdanê bi xwe ye."

"Trawma, ne hebûna rûdanê ye, lê tenêbûna mirov di wê rûdanê de ye."

"Trawma, rastiya ku nayê gotin e."

"Bîra trawmatîk, mirov derûnreş dike."

"Di trawmaya demdirêj de qarîn û qûrîn radiwest e û rondik ziwa dibe. Derûn û giyana mirov nikare ji xwe re bigirî. Şermezarî û belengazî û riswayiya hizr û ramanan û xemsariya mirov zêde dibe."

"Gava ewrê trawmayê tê mirov xweşiyê ji bîr dike: Destê mirov li kar û amelê dinyayê nagere."

"Trawmaya ji dayikbûnê (birth trauma) yekem şok a jiyanê ye."

"Birînên zaroktiyê di jiyana me ya kamiliyê de reng û deng vedidin."

Tirs û Rageşî di Derûna Bindestiyê de

Bi gelemperî rageşiya (anxiety) kûr a hundurîn, ji ber tirseke veşartî tê. Rageşiya hebûniyê (existential anxiety) ji zanîna mirina me tê. Rageşî (anxiety) bi têkiliyê re çêdibe û bi têkiliyê re rehet dibe; rageşî, xelata azadiyê ye. Mirov di navbera dû tirsên mezin de ye: tirsa jiyanê û tirsa mirinê. Tirsa ji jiyanê, tirsa ji mirinê ye; tirsên me, ne ji mirinê ne, ji jiyanê ne.

Hêrsa rastîn ne ji kerbê, lê ji tirsê tê. Hesûdî, yek ji wan hêzên herî wêranker e. Tirsên nenas, dijminên me yên rastîn in. Mirov nikare ji tirsê xelas bibe, lê dikare hîn bibe ku bi wê re bijî.

"Bi gelemperî rageşiya (anxiety) kûr a hundurîn, ji ber tirseke veşartî tê."

"Rageşiya hebûniyê (existential anxiety) ji zanîna mirina me tê."

"Rageşiyên (anxieties), bi gelemperî ji nakokiyên navxweyî tên (tenê ne girêdayî rewşên derxweyî ne)."

"Mirov di navbera dû tirsên mezin de ye: Tirsa jiyanê û tirsa mirinê."

"Tirsa ji jiyanê û tirsa ji mirinê hevdu hevaheng (balance) dikin."

"Tirsa ji jiyanê, tirsa ji mirinê ye."

"Tirsên me, ne ji mirinê ne, ji jiyanê ne."

"Tirsên nenas, dijminên me yên rastîn in."

Xwebûn, Kesayetî û Têkilî

Xwebûna Rastîn û Sexte

Xwebûna dabeşkirî (divided self) rewşeke derûnî ya bingehîn e: mirov di navbera xwebûna rastîn (true self) û xwebûna derewîn (false self) de dabeş dibe. Xwebûna derewîn ji bo parastina xwebûna rastîn tê afirandin, lêbelê her du di nava pevçûnê de ne. Em ne yek xwebûn in, em gelek xwebûn in. Maskeyen ku em datînin ser rûyê xwe, winda nabin, li ser derûna me dimelisin.

Mirov tenê gava ku wekî xwe were pejirandin dikare vebiguhere. Wêrekiya herî mezin ew e ku meriv bi 'xwe' re rast be. Mirovê ku xwebûna xwe nas dike, 'xwe' ji bindestiya derûnî rizgar dike û kes nikare rûmeta wî bişikîne. Heta tu xwebûna xwe nebîne, tê xerîbê vê cîhanê xuya bike.

"Xwebûn û nasnameya mirov bi pêwendiya yên-din re ava dibe."

"Xwebûna dabeşkirî (divided self): Mirov di navbera xwebûna rastîn (true self) û xwebûna derewîn (false self) de dabeş dibe."

"Xwebûna derewîn (false self) ji bo parastina xwebûna rastîn (true self) tê afirandin."

"Xwebûna rasteqîn (true self) û xwebûna derewîn (false self) her di nava pevçûnê de ne."

"Em ne yek xwebûn (self) in, em gelek xwebûn in."

"'Ez'iya me gelek 'xwe'bûn (self) in, ne yek xwebûn e."

"Mirovê 'xwe' nas neke; bi zimanê yê-din dipeyive."

"Mirov bi xwebûna xwe re li hev be, tendirustiya derûn û giyanê jî dê li hev bin."

"Rastiya xwebûna xwe, bi xwe bibînin — ne ya ji aliyê yê-din ve hatiye diyarkirin."

Kesayetî û Têkiliyên Mirovî

Xwebûn û nasnameya mirov bi pêwendiya yên-din re ava dibe. Kesayetiya mirov bi saya yên-din ve tê çêkirin. Yên-din, neynika me ne. Mirov bi tenê tê û bi tenê diçe — têkilî barê vê tenêtiyê sivik dike. Mirov ji têkiliyê re hatiye çêkirin. Kesayetî di pêwendiyên heybenî (objektî) de tê avakirin.

Hemû pirsgirêkên derûnî (psîkolojîk) ji têkiliyên xerab tên. Hevdilî (empathy) amûra herî giring a têgihiştina derûna yên-din e û bingeha derûnterapiyê ye. Têgihiştin ji dermankirinê girîngtir e. Kesên 'xwe' nas nekin, nikarin yê-din (others) jî nas bikin.

"Evîn berxwedana nifirê ye."

"Evîn huner e, ne hest e."

"Evîn û kar, bingehên jiyana mirovî ne."

"Hezkirin çalakiyeke lebat e, ne rewşeke tebat e."

"Tirs deriyan digre, hezkirin wan vedike."

"Kîn û evîn, di dilê her mirovî de bi hev re ne."

"Rageşî (anxiety) bi têkiliyê re çêdibe û bi têkiliyê re rehet dibe."

"Hevdilî (empathy) amûra herî giring a têgihiştina derûna yên-din e."

Laş û Derûn

Laş û derûn (rewan) yek in; laş û ruh yek in, tenê navên wan cûda ne. Laş bi rastiyê xwe û te dizane û deriyê yekem a gihaştina derûnê ye. Laş ne heyber e û ne kirde ye — ew herduyan di xwe de hildigire û tenê ne zindewer e, lê civakî jî ye. Barbirê giyanê (ruh) derûn e. Derûn siwana giyanê ye.

Derûna herî mirovî du alî ye: Derûnvîl (ronî) û derûngûzan (tarî). Mirov 'xwe' li ber kîjanê xweş bike, ew berbihêr dibe. Xêr û xerabî di hundirê mirov de şer dikin. Derûn û giyan di nav girîftên hizr û ramanan de digerin, lê hevrêkî û azadî dê wan bigihîne çêş û xweşiyê.

"Derûn siwana giyanê ye."

"Derûn û giyan bi rêya pergala berevaniyê ve gemara xwe davêje qewara derhişiyê û ev qilêr di bîra derhişê de hetahetayê tê qeyd û bedkirin."

"Berpala derûnê bêpergal be; rengê derûnê dibe beksê (image) giyanê."

"Derûna herî mirovî du alî ye: Derûnvîl (ronî) û derûngûzan (tarî); mirov 'xwe' li ber kîjanê xweş bike, ew berbihêr dibe."

"Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) derûn û giyana mirov diparêzin."

"Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) eziyê (ego) diparêzin. Berzkirin (sublimation) mekanîzma berevaniyê ya herî bilind e."

"Di binê her berzkirinê (sublimation) de, qirêjî heye. Radeya berzkirinê çiqasî bilind be, ewqasî jî loda qirêjyê jî bilind e; ji bo vê lodê veşêrin, her pesnê xwe didin û xwe mezin dikin."

"Deriyên rastiyê hêdî hêdî vedibe, her derî tirsek e û hêvîyek e."

Azadî, Êş û Rizgariya Derûnî

Azadî û Berpirsiyarî

Azadî bar e, ne kêfxweşî ye. Azadî mîna pitikan e — ew bi êşê tê. Azadî ne tenê mafek e, berpirsiyariyeke jî ye. Azadiya mirov bi zanînê dest pê dike; mirovê nezan azad nabe. Azadiya rastîn ew e ku tu li hemberî qederê helwesta xwe hilbijêrî. Her tiştê mirov dikare jê were stendin, lê kes nikare azadiya wî û hilbijartina helwesta wî jê bistîne.

Mirov mehkûmê azadiyê ye. Mirov ne azad e — lê dikare fêr bibe ku bi azadî bijî. Mirov ji azadiyê (freedom) ditirse loma hewl dide ku ji wê bireve, lewre azadî berpirsyariyê bi xwe re tîne. Heta mirov ji zincîrên xwe yên kevnar xelas nebe, nikare azad bibe. Axa ticaran xulamê xwe azad nake — azadî di destê xulam bixwe de ye.

"Azadî bar e, ne kêfxweşî ye."

"Azadî mîna pitikan e — ew bi êşê tê."

"Azadî, ne tenê mafek e, berpirsiyariyeke jî."

"Azadî, tenê deriyên zindanê venakin e, deriyên nû jî li ber mirov vedike."

"Azadiya mirov bi zanînê dest pê dike; mirovê nezan azad nabe."

"Azadiya rastîn ew e ku tu li hemberî qederê helwesta xwe hilbijêrî."

"Rageşî, xelata azadiyê ye."

"Mirov mehkûmê azadiyê ye."

Êş, Derman û Veguherîn

Êş mirov nexweş naxe, bersiva êşê mirov nexweş dixe. Tenê êş û derd mirov vediguherîne. Dema deriyê êşê vekirî be, deriyê şadbûnê jî vekirî ye. Ew kesên ku nikarin bigihîjin êşa xwe ya rasteqîn, ew dê êşa xwe ya xerabiyê bijîn. Jan, dema ku tu jê hîn dibe, watedar e.

Çareseriya ruh û giyana bindestan ew e ku kul û derdê derûna wan tevrabe, birîna dilê wan ji nûve vebe. Keserê li ser kederê teze bike ku tahna li kezeba şewitî ketiye şiyar bike. Ji bo êş û azarên derûnî û bo derûniyek kamil, piştevaniya derûnî gelek giring e. Çiqasî mirov zûtir bi rastiya xwe re rû bi rû bibe, ewqasî zûtir ji êşê rizgar dibe. Tiştê ku em ji bîr nakin, em neçar in wê dubare bijîn.

"Êş, mirov nexweş naxe, bersiva êşê mirov nexweş dixe."

"Tenê êş û derd mirov vediguherîne."

"Dema deriyê êşê vekirî be, deriyê şadbûnê jî vekirî ye."

"Ew kesên ku nikarin bigihîjin êşa xwe ya rasteqîn, ew dê êşa xwe ya xerabiyê bijîn."

"Çareseriya ruh û giyana bindestan ew e ku kul û derdê derûna wan tevrabe, birîna dilê wan ji nûve vebe. Keserê li ser kederê teze bike ku tahna li kezeba şewitî ketiye şiyar bike."

"Ji bo êş û azarên derûnî û bo derûniyek kamil piştevaniya derûnî gelek giring e."

"Nexweşî ne tenê êş e, peyameke jî."

"Nexweşiyên derûnî bi gelemperî bertek in."

"Nexweşiyên giyanî, encama nakokiyên navxweyî yên derûnî nin."

Wate, Hêvî û Jiyana Watedar

Di jiyanê de armanca bingehîn wateya (meaning) wê bi xwe ye. Jiyan bêwate ye, em mirov wê biwate dikin. Bextewarî ne tunebûna êşê ye, lê hebûna wateyê ye. Wate ne ew tiştê ku tu lêdigere ye, ew tiştê ku diafirîne ye. Wateya jiyanê dikare janê veguherîne hêviyê. Mirov dikare her tiştî bijî, bi şertê ku watedar be.

Mirin ew e ku wateya jiyanê têr û tîjî dike, ne ew ku wê tune û winda dike. Mirin hêza jiyanê ye. Jiyan û mirin hevdu têkûz dikin, ne dijminê hevdu ne. A mirovan zindî dike, mirin bi xwe ye. Ew kesê ku ji bo jiyanê 'çimayiyek' wî heye, dikare hema hema her 'çawaniyekan' ragire.

"A mirovan zindî dike, mirin bi xwe ye."

"Jiyan bêwate ye, em mirov wê biwate dikin."

"Jiyan û mirin hevdu têkûz dikin, ne dijminê hevdu ne."

"Jiyan, di qonaxên geşadanên de tê jiyîn."

"Jiyana mirov di navbera du hêzan de ye: Eros (hêza jiyanê) û Thanatos (hêza mirinê)."

"Jiyana mirov têkoşînek e di navbera hişmendî û derhişiyê de."

"Bextewarî, ne tunebûna êşê ye, lê hebûna wateyê ye."

"Di jiyanê de armanca bingehîn wateya (meaning) wê bi xwe ye."

"Mirov bi hêvî û wateyê dijî."

"Mirov dikare her tiştî bijî, bi şertê ku watedar be."

Zaroktî, Geşadan û Malbat

Zarok bavê ramana mirovan e û di binê siya derhişiya dêûbavên xwe de dijî. Birînên zaroktiyê di jiyana me ya kamiliyê de reng û deng vedidin. Dayik hestên zarokan vedihewîne. Diya baş ne ya ku her derî vedike ye, lê ya ku fêr dike kîjan derî divê bê vekirin. Malbat carinan çavkaniya şîniyê ye.

Kur xwebûna xwe bi dûrketina ji dê nas dike; keç bi nêzîkbûna dê xwebûna xwe nas dike. Lîstik cihê ku zarok xwe lê vedişêrin û zimanê wan e. Lîstikên zarokan ne bêwate ne — ew xebata wan a herî rastgo ye û zimanê wan ê derhişiyê ye. Di her qonaxa temê mirov de krîzek heye ku divê were çareserkirin. Fêrbûn ji têkçûnê tê, ne ji serkeftinê.

"Zarok, bavê ramana mirovan e."

"Zarok, di binê siya derheşiya dêûbavên xwe de dijîn."

"Dayik, hestên zarokan vedihewîne."

"Diya baş ne ya ku her derî vedike ye, lê ya ku fêr dike kîjan derî divê bê vekirin."

"Kur, xwebûna xwe bi dûrketina ji dê nas dike; keç bi nêzîkbûna dê ee xwebûna xwe nas dike."

"Lîstik, cihê ku zarok xwe lê vedişêrin."

"Lîstik, zimanê zarokan e."

"Lîstikên zarokan ne bêwate ne — ew xebata wan a herî rastgo ye."

"Malbat carinan çavkaniya şîniyê ye."

Civak, Çand û Saxlemiya Derûnî

Çanda me şêwaza derûna me diyar dike. Xweşî û nexweşî ji şert û mercên civakî tê. Hişmendiya civakê di hişmendiya takekesane de reng vedigire. Venasîna me kurdan venasîna germ e; hest û hevdilî li pêş e. Kurdistan bi deman e. Welatê xelkê ji mirov re ne tu war e û star e.

Hêza îdeolojiyê ne ew e ku rastiyê vedişêre, lê ew e ku mirov qanih dike. Şaristaniya rastîn ew e ku kesayetiya mirovan di pêş de bîne, ne ku wan tune bike. Beşerxweşî derûndirustiyê bi xwe re tîne. Rûmeta mirovan ne bi cil û bergên wî, lê bi helwestên wî tê pîvandin.

"Çanda me, şêwaza derûna me diyar dike."

"Xweşî û nexweşî ji şert û mercên civakî tê."

"Bûnnasî û hebûnnasî li ser doxa saxlemiya derûnî û dirustkirina kesayetiyê bandorker e."

"Venasîna me kurdan venasîna germ e; hest û hevdilî li pêş e."

"Kurdistan bi deman e."

"Welatê xelkê ji mirov re ne tu war e û star e."

"Hêza îdeolojiyê ne ew e ku rastiyê vedişêre, lê ew e ku mirov qanih dike."

"Şaristaniya rastîn ew e ku kesayetiya mirovan di pêş de bîne, ne ku wan tune bike."

"Jiyana mirov têkoşînek e di navbera hişmendî û derhişiyê de."

Bîr, Raman û Hişmendiya Derûnî

Raman hestan çêdikin; ramên xwe biguherîn ku hestên te vebiguherin. Raman bi zimên tê veguhêztin. Bêyî bîr û hişmendiya ramanê, em nikarin hestên xwe fêm bikin. Rûdanên jiyanê mirov xemgîn nakin, şêwazê ramînên rûdanan mirov xemgîn dike. Jiyana mirov bi ramanê mirov vediguhere.

Bîr (memory) tiştê ku mirov dixwaze ji bîr bike digire — ku ew neyê dermankirin dibe nexweşiya ruh û giyanê. Bîra berî bîrê heye. Bîrên derewîn (false memories) dikarin bi hêsanî werin afirandin. Bîrîna herî xeternak ne ya di laş de ye — ya di hiş û aqilê mirov de ye. Nakokiya venasînî (cognitive) mirov bêzar dike.

"Bîr (memory), tiştê ku mirov dixwaze ji bîr bike, digire — ku ew neyê dermankirin; dibe nexweşiya ruh û giyanê."

"Bîra, berî bîrê heye."

"Bîrên derewîn (false memories) dikarin bi hêsanî werin afirandin."

"Bîrîna herî xeternak ne ya di laş de ye — ya di hiş û aqilê mirov de ye."

"Raman hestan çêdikin. Ramên xwe biguherîn ku hestên te vebiguherin."

"Raman, bi zimên tê veguhêztin."

"Bêyî bîr û hişmendiya ramanê, em nikarin hestên xwe fêm bikin."

"Rûdanên jiyanê mirov xemgîn nakin, şêwazê ramînên rûdanan mirov xemgîn dike."

"Jiyana mirov, bi ramanê mirov vediguhere."

"Di derbarê ramanê de biramin — di derbarê fikrê de bifikirin."

"Mirov bi bîr û ramanê dijî."

"Ji 'xwe' re bifikirin, bê fikr û ramana we ji kû tê."

"Asûwasên mirov ji ramanên neyînî (negative thoughts) şax vedidin."

"Nakokiya venasînî (cognitive) mirov bêzar dike."

"Çi qewimî ye giring e, lê ya giringtir ew e ku me ew çawa şîrove kiriye."

Encam

Di vê nivîsê de min hewl da bi peyvan û têgehên derûniya kurdî nîşan bidim ka têkiliya navbera derhişî, bindestî, ziman û azadiyê çawa şekil û şemal digire. Ji xebatê sê encamên bingehîn derdikeve:

Ya yekem: Trawmaya bindestiyê (oppression trauma) bandorek kûr û demdirêj li ser derûn û giyana mirovên bindest dike. Di rewşa kurdî de, ev trawma di derhişiya hevpar (collective unconscious) a civakê de cih girtiye û di hemû astên jiyanê de xwe nîşan dide. Lêbelê her nexweşiya derûnî hewla çareseriyeke 'xwe' ye — di hundirê mirov de her tim hêza rizgariyê heye.

Ya duyem: Ziman ne tenê amûr e — ew avahiya hebûnê ye. Şoreşa rastîn şoreşa zimanî ye. Vegerandina zimanê xwe û bi wî re avakirin û damezrandina xwebûna xwe ya azad û saxlem, bingeha rizgariya derûnî ye. Zimanê dayikê bingeha derûnê ye û rêya derûnnasiyê zimanzanî ye.

Ya sêyem: Rêya rizgariyê ji xwe-nasînê, ji hişmendkirina derhişiyê û ji damezrandina têkiliyên saxlem derbas dibe. Mirov tenê gava ku wekî xwe were pejirandin dikare vebiguhere. Ev rêya mirovahiyê ye — ku bi vekolîn û xwe-baweriyê, bi rexneya hişmendî û dilsoziyê, mirov dikare xwe bigihîne asta herî bilind a hişyariyê û xweşiyê.

Di dawiyê de, bextewarî ne tunebûna êşê ye, lê hebûna wateyê ye. Aramiya navxweyî (hundirîn) bi nasîna xwebûnê (self) pêkan dibe. Jiyan bêwate ye, em mirov wê biwate dikin.

"Divê mirov li 'xwe' û rastiya xwe vegere ku li derî aqil nemîne/nejî û li ser şiloq û şemîtokên jiyanê winda nebe."

"Divê mirov li ser hebûn û xwebûna xwe binivîse."

"Bifikir, paşê biaxive."

"Ji xwe re şopê bigerîn in."

"Rêvebirê xwebûna xwe, nas bike, da tu 'xwe' nas bike."

"Yê li dijî xwe şer neke, wê bi yê-din re li hev bike."

"Mirov tenê gava ku wekî xwe were pejirandin dikare vebiguhere."

"Ev rêya mirovahiyê ye — ku bi vekolîn û xwe-baweriyê, bi rexneya hişmendî û dilsoziyê, mirov dikare xwe bigihîne asta herî bilind a hişyariyê û xweşiyê."

"Maqûlê xwebûnê û saxî û silametiya hebûnê ew e ku mirov 'xwe' di nava ax û tirabêlka xwe de bigevizîne, bi herî û xweliya wê serê xwe bişo."

 


Termên Derûnnasiyê

Kurdî – Îngilîzî bi Ravekirin û Nimûne

Kurdish Psychology Glossary — with Definitions and Examples from Kurdish Thought

Derhişî

Unconscious

Pênase: Beşa herî mezin a hişê mirov ku ne di hişyariyê de ye. Ew mala derûnî ya rasteqîn, xezîneya veşartî û çavkaniya hemû tevger û reftarên derûnî ye. Derhişiya takekesane (personal unconscious) û derhişiya hevpar (collective unconscious) ji hev cuda ne. Heta ku derhişî neyê hişmendkirin, ew jiyana mirovan bi rê ve dibe.

Nimûne: "Derhişî ne dijminê me ye, ew xezîneya veşartî ya me ye."

 

Binhişî

Subconscious

Pênase: Deriyê di navbera hişmendî û derhişiyê de. Ew ne nexweşî ye — binbeşek ji jiyana derûnî ya siruştî ye. Agahiyên ku ji hişmendiyê derketine lê hêj ji bîr nebûne, di binhişî de disekinin.

Nimûne: "Binhişî (subconscious), ne nexweşî ye — ew binbeşek ji jiyana derûnî ya siruştî ye."

 

Hişmendî

Consciousness

Pênase: Beşa biçûk a hişê mirov ku di hişyariyê de ye û dikare xwe û cîhanê bibîne û bifikire. Hişmendî weke rojekê ye ku her gav xwe vediguhezîne. Ew ji tarîtiyê derdikeve û giraveke biçûk e di deryaya mezin a hiş de.

Nimûne: "Hişmendî giraveke biçûk e di deryaya mezin a hiş de."

 

Ezî

Ego

Pênase: Beşa navîn a kesayetiyê ku di navbera xwestekên navxweyî û rastiya derveyî de hevsengiyê diparêze. Ezî xulamê sê serokên dijwar e: dinyaya derve, superego (bilindezî) û îd (nizimezî). Eziya bindest ne xwediyê mala 'xwe' ye.

Nimûne: "Ezî (ego) xulamê sê serokên dijwar e: Dinyaya derve, superego (bilindezî) û îd (nizimezî)."

 

Superego / Bilindezî

Superego

Pênase: Beşa derûnê ya ku nirx, qanûn û standardên civakê di hundirê xwe de vedihewîne. Ew dengê wijdan û bêrîtiyê ye, lêbelê dikare di rewşa bindestiyê de ji nirxên serdestê jî pêk were.

Nimûne: Bi piştgiriya perwerdeyê û çandê di mirov de ava dibe.

 

Îd / Nizimezî

Id

Pênase: Bingeha seretayî ya xwestek û hewcedariyan a bênav û bêsînor. Ew li gorî 'prensîba kêfê' (pleasure principle) tevdigere û xwestekên xwezayî yên laşî û giyanî tê de ne.

Nimûne: Eros (hêza jiyanê) û Thanatos (hêza mirinê) her du di îd de cih digirin.

 

Mekanîzmayên Berevaniyê

Defense Mechanisms

Pênase: Stratejiyên derûnî yên ku ezî bi xwe re bi kar tîne da ku xwe ji êş, xemsarî û nakokiyên navxweyî biparêze. Ew ne bi hişyarî tên bikaranîn. Bikaranîna wan a zêde dikare bibe sedema nexweşiyên derûnî.

Nimûne: "Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) eziyê (ego) diparêzin."

 

Tepisandin

Repression

Pênase: Mekanîzmeya berevaniyê ya herî bingehîn: anîna hest, bîranîn û xwestekên nexwestî ji hişmendiyê û avêtina wan ber bi derhişiyê ve. Tiştê ku tê tepisandin, di derhişiyê de dimîne û li mirov vedigere. Tepisandin ne tenê di hiş de ye — ew di masûlkeyên laş de jî tê hilgirtin.

Nimûne: "Çi tiştê ku tê tepisandin (repression), li me (xwe) vedigere."

 

Berzkirin

Sublimation

Pênase: Mekanîzma berevaniyê ya herî bilind: veguherandina hêzên ne-pejirandî (wekî êrîşkarî an jî xwestekên cinsî) ber bi karên civakî yên erênî ve. Lêbelê di binê her berzkirinê de qirêjî heye û radeya berzkirinê çiqasî bilind be, ewqasî loda qirêjiyê jî bilind e.

Nimûne: "Berzkirin (sublimation) mekanîzma berevaniyê ya herî bilind e."

 

Xwewekdîtina Rengvedanê

Projective Identification

Pênase: Mirov hestên xwe yên nexwestî davêje ser kesên din û behsa wan dike wekî hestên wan ên xwe bin, ne yên xwe. Ev di rewşa durûtiyê de gelek pêk tê — dema mirov nikare hestên xwe bifikire û derkeve derve, bi vê mekanîzmayê wan davêje derveyî xwe.

Nimûne: "Durûtî, bi 'xwewekdîtina rengvedanê' (projective identification) mirov hestên xwe davêje derveyî xwe."

 

Bêçaretiya Fêrbûyî

Learned Helplessness

Pênase: Rewşa ku mirov di encama têkçûnên dubare de bawer dike ku nikare bandora rewşên xwe yên dijwar biguherîne. Ev bawerkirin dibe sedema pirgirêkên derûnî yên giran û mirov ji çalakiyê datêxe.

Nimûne: "Bêçaretiya fêrbûyî (learned helplessness) dibe sedema pirgirêkên derûnî."

 

Xwebûna Rastîn

True Self

Pênase: Xwebûna rasteqîn, xwezayî û eslî ya mirov ku ji zaroktiyê ve pêk tê û hestan, xwestek û potansiyelên rastîn ên mirov di xwe de vedihewîne. Ew tenê di rewşên ewle û pejirandî de dikare xwe nîşan bide.

Nimûne: "Xwebûna rasteqîn (true self) û xwebûna derewîn (false self) her di nava pevçûnê de ne."

 

Xwebûna Sexte

False Self

Pênase: Kesayeta derewîn û adapteyî ya ku mirov ji bo pejirandina civak û serdestên xwe ava dike. Ew ji bo parastina xwebûna rastîn tê afirandin, lêbelê bi demê re mirov ji xwe dûr dixe û bibe sedema derûnnexweşiyê.

Nimûne: "Bindest maskeyê dide ser rûyê xwe da ku serdestê wî pê re hêrs nebe û wî bipejirîne."

 

Xwebûna Dabeşkirî

Divided Self

Pênase: Rewşa ku mirov di navbera xwebûna rastîn û xwebûna derewîn de dabeş dibe û her du bi hev re dijîn lê li hember hevdu ne. R.D. Laing vê têgehê di nexweşiyên derûnî de gelek bi kar aniye.

Nimûne: "Xwebûna dabeşkirî (divided self): Mirov di navbera xwebûna rastîn û xwebûna derewîn de dabeş dibe."

 

Xwe-nasîn

Self-Awareness

Pênase: Hêza mirov a ku dikare xwe, hestên xwe, ramanan û kirinên xwe bibîne û bifikire. Destpêka hemû veguherînan û bingeha şehrezayiyê ye. Bi qebûlkirina kêmasî û şaşiyên xwe dest pê dike.

Nimûne: "Xwe-nasîn (self-awareness), destpêka hemû veguherînan e."

 

Xwebûnsazî

Individuation

Pênase: Têgeha Carl Jung: pêvajoya ku mirov hemû aliyên xwebûna xwe — ronî û tarî — yekdest dike û kesayetiyek tam û saxlem pêk tîne. Ev yekbûna xwebûna hişmend û derhişî ye.

Nimûne: "Mirov bi xwebûna xwe re li hev be, tendirustiya derûn û giyanê jî dê li hev bin."

 

Qeyrana Nasnameyê

Identity Crisis

Pênase: Demeke têkçûna ku mirov xwebûna xwe, nirxên xwe û cihê xwe di civakê de pirsdar dike. Erikson destnîşan dike ku di her qonaxa jiyanê de qeyraneke nasnameyî heye û ew beşek normal a geşedana mirovî ye.

Nimûne: "Di her qonaxa jiyanê de qeyraneke nasnameyî (identity crisis) heye."

 

Nasnameya Eziyê

Ego Identity

Pênase: Hesta domdar û yekdest a 'kê me' ku di pêwendiyên civakî de pêk tê. Ew di nava civakê de, bi rêya pêwendiyên bi yên-din ve ava dibe û bi demê re guherbar e.

Nimûne: "Nasnameya eziyê (ego identity) di nava civakê de pêk tê."

 

Narsîsîzm

Narcissism

Pênase: Hezkirina zêde ya ji xwe re, bêhişiyeta ji hewcedariyan û hestên yên-din û hewcedariya domdar a pesnê derveyî. Di rewşa xwe ya siruştî de beşek ji pêşveçûna normal a zarokan e; di rewşa nexweşî de dibe nexweşiya kesayetiya narsîsîstîk.

Nimûne: "Narsîsîzm ne dijminê azadiyê ye — lê ew bêkêmasî ya wê bi xwe ye."

 

Trawma

Trauma

Pênase: Serpêhatiya ku ji kapasîteya mirov a hilgirtinê mezintir e û di derûn û giyanê de birîneke kûr dihêle. Ne bîr e, windabûna bîrê ye; ne çêbûna rûdanekê ye, nirxandina wê ye; ne hebûna rûdanê ye, lê tenêbûna mirov di wê de ye. Laş trawmayê di masûlkeyên xwe de tomar dike.

Nimûne: "Trawma, ne hebûna rûdanê ye, lê tenêbûna mirov di wê rûdanê de ye."

 

Trawmaya Bindestiyê

Oppression Trauma

Pênase: Trawmaya ku ji zordestî, kolonyalîzm û bindestiya demdirêj tê û di derhişiya hevpar a civakê de cih digire. Ew qetilderûn e û di jinan, mêran û zarokan de xwe bi awayên cuda nîşan dide.

Nimûne: "Trawmaya bindestiyê qetilderûn e."

 

Trawmaya Ji Dayikbûnê

Birth Trauma

Pênase: Otto Rank di vê têgehê de destnîşan dike ku guhertina ji jiyana malzarokê ber bi jiyana derveyî yekem şoka mezin a jiyanê ye. Ev trawma bingeh dide gelek tirsên xwezayî yên mirovî.

Nimûne: "Trawmaya ji dayikbûnê (birth trauma) yekem şok a jiyanê ye."

 

Bîra Trawmatîk

Traumatic Memory

Pênase: Bîranînên ku di encama serpêhatiyên giran de pêk tên û bi rêya normal ne têne hilanîn. Ew nikarin weke bîranînên din werin serpijhatin û xwe bi durûtiya derûnî, xewna xirab an jî nîşanên laşî nîşan didin.

Nimûne: "Bîra trawmatîk, mirov derûnreş dike."

 

Birînên Narsîsîstîk

Narcissistic Wounds

Pênase: Birînên derûnî yên ku dema xwe-rêzdariya (self-esteem) mirov tê şikandin pêk tên — bi piranî di zaroktiyê de bi sebebê nependana hewcedariyên hestî. Ew dibin sedema durûtî û mekanîzmayên berevaniyê yên cûrbecûr.

Nimûne: "Durûtî, encama 'birînên narsîsîstîk' (narcissistic wounds) in."

 

Derhişiya Hevpar

Collective Unconscious

Pênase: Têgeha Carl Jung: beşa derhişiyê ya ku hemû mirovan parve dikin û ji mîrateya derûnî ya mirovahiyê hatiye. Tê de arketîp (archetypal symbols) — wekî mîr, pîr, anîma û anîmus — hene.

Nimûne: "Derhişiya hevpar (collective unconscious) mîrata giştî ya mirovan e."

 

Arketîp

Archetype

Pênase: Sembol û şiklên bingeh ên derûnî ku di derhişiya hevpar a hemû mirovan de hene. Mîna mîr, pîr, dayik, siya (shadow), anîma û anîmus. Ew xwe di xewn, efsane û hunera mirovî de nîşan didin.

Nimûne: Sembolên arketîpî yên wekî mîr û pîr di derhişiya hevpar de cih digirin.

 

Anîma / Anîmus

Anima / Animus

Pênase: Anîma jina veşartî ya di hundirê mêran de ye; anîmus mêrê veşartî yê di hundirê jinan de ye. Jung vê têgehê bi kar tîne da ku nîşan bide ku di her mirovî de hêmanên herdu zayendan hene.

Nimûne: "Anîma, jina veşartî ya di hundirê mêran de ye; anîmûs jî mêrê veşartî yê di hundirê jinan de ye."

 

Hevdilî

Empathy

Pênase: Hêza fêmkirina hest û serpêhatiyên kesê din ji hundirê rewşa wî, bêyî ku mirov xwe winda bike. Amûra herî giring a têgihiştina derûna yên-din e û bingeha derûnterapiyê ye. Ji hevxemiyê (sympathy) cuda ye.

Nimûne: "Hevdilî (empathy) amûra herî giring a têgihiştina derûna yên-din e."

 

Hevxemî

Sympathy

Pênase: Hesta dilsoziyê ya ji bo kesê din bêyî ku mirov bi tevahî di rewşa wî de bibe. Ji hevdiliyê (empathy) kêmtir kûr e: di hevxemiyê de mirov li derve radiweste û dibêje 'mixabin'; di hevdiliyê de mirov dikeve hundirê.

Nimûne: "Venasîna me kurdan venasîna germ e; hest û hevdilî li pêş e."

 

Fêrbûna Civakî

Bandura's Social Learning

Pênase: Teoriya Albert Bandura: mirov bi temaşekirina kesên din (modeling) fêr dibe. Ev teorî nîşan dide ku tevger û reftar ne tenê bi xelat û ceza tê şemilandin, lêbelê bi çavdêriyê jî.

Nimûne: "Fêrbûna civakî (social learning) bi temaşekirinê ava dibe."

 

Kirde

Subject

Pênase: Di felsefe û derûnnasiyê de: kesê ku çalakiyê dike, hest dike û difikire — berevajî heyber (object). Kirde di zimên de ava dibe. Mirov hewl dide her tim ji heyberê (object) ber bi kirdeyê (subject) ve biçe.

Nimûne: "Kirde (subject) di zimên de ava dibe."

 

Heyber

Object

Pênase: Di derûnnasiya objekt-pêwendiyê (object relations theory) de: ne tenê tişt, lê her kesê an jî têkiliyeke derûnî ya ku mirov bi wê ve girêdayî ye. Heyberên derûnî (psychic objects) cîhana me ava dikin.

Nimûne: "Heyberên derûnî (psychic objects) cîhana me ava dikin."

 

Nakokiya Venasînî

Cognitive Dissonance

Pênase: Rewşa nerehetiyê ya derûnî ku dema du bawerî, nirx an jî kirinên hevdu dijberî hevdu in pêk tê. Mirov hewl dide vê nakokiyê rawestîne — bi guherandina bawerî, nirx an jî rêdaneke nû.

Nimûne: "Nakokiya venasînî (cognitive) mirov bêzar dike."

 

Rageşiya Hebûniyê

Existential Anxiety

Pênase: Tirsê bingehîn ê ku ji zanîna mirina xwe, azadiyê, tenêtiyê û bêwateyiyê tê. Filosofên hebûnnasiyê (existentialists) wekî Sartre, Heidegger û Yalom vê têgehê bi berfirehî vekolîne. Ew beşek ji hebûna mirovî ye.

Nimûne: "Rageşiya hebûniyê (existential anxiety) ji zanîna mirina me tê."

 

Wate

Meaning / Logos

Pênase: Li gorî Viktor Frankl, armanca bingehîn a jiyanê ne kêf û ne jî hêz e, lêbelê wate ye. Mirov dikare her tiştî bikşîne, bi şertê ku wateyê bibîne. Wate ne tiştê ku tê dîtin e, ew tiştê ku tê afirandin e.

Nimûne: "Bextewarî, ne tunebûna êşê ye, lê hebûna wateyê ye."

 

Eros û Thanatos

Eros & Thanatos (Life & Death Drives)

Pênase: Eros hêza jiyanê, çêkirinê, evînê û pêwendiyê ye. Thanatos hêza mirinê, wêrankirinê û vegera ber bi aştiyê ve ye. Freud dibêje jiyana mirov di navbera van du hêzan de têdikoşe.

Nimûne: "Jiyana mirov di navbera du hêzan de ye: Eros (hêza jiyanê) û Thanatos (hêza mirinê)."

 

Girêka Kêmasiyê

Inferiority Complex

Pênase: Têgeha Alfred Adler: hesta kûr a kêmasiyê û nekaribûnê ya ku mirov bi riya xwe-biçûkxistinê û dûrketina ji jiyanê nîşan dide. Hest û girêka kotîbûn û kêmasiyê bingeha bindestiyê ye.

Nimûne: "Hest û girêka kotîbûn û kêmasiyê (inferiority complex) bingeha bindestiyê ye."

 

Derûnkolînerî

Psychoanalysis

Pênase: Rêbaza dermankirinê ya Freud: vekolîna derhişiyê bi rêya têkiliya terapêtîk, xewnan şîrovekirin, anamnez û vejiyana trawmayên kevn. Armanca wê hişmendkirina derhişiyê û rizgariya mirov ji bandora wan e.

Nimûne: "Derûnkolînerî (psychoanalysis) raz û nepeniyên derûnî bi xebat û vekolîn û rapirsînan serîder dike."

 

Derûnterapî

Psychotherapy

Pênase: Çarçoweya giştî ya dermankirina derûnî bi rêya axaftinê, pêwendiyê û teknîkên derûnî yên cûrbecûr. Hevdilî (empathy) û têgihiştin bingehên sereke yên wê ne.

Nimûne: "Ji bo êş û azarên derûnî û bo derûniyek kamil piştevaniya derûnî gelek giring e."

 

Çarexwaz

Client

Pênase: Di têkiliya terapêtîk de: kesê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe ya derûnî tê û li çareseriyê digere. Ji 'nexweş' (patient) bêhtir tê tercîhkirin ji ber ku berpirsiyariya çarexwaz di pêvajoyê de eşkere dike.

Nimûne: "Çareserkarane li gel çarexwaz e."

 

Şîn û Malxulyanî

Mourning & Melancholia

Pênase: Şînî (mourning) bersiva siruştî ya wenda kirina kesek an tiştekî ye û bi demê re derbas dibe. Malxulyan (melancholia/depression) rewşek domdar a xemgîniyê ye ku xwe-rêzdarî jî kêm dibe û çareseriya wê zehultir e. Freud di xebata xwe de van her duyan ji hev cuda kiriye.

Nimûne: "Şînî an jî reşgirêdan (mourning) û malxulyan (melancholia) ji hev cuda ne."

 

Serpêhatiyên Psîkotîk

Psychotic Experiences

Pênase: Rewşên ku mirov têkiliya xwe ya bi rastiyê ya hevpar winda dike — xeyal û deng dibîne û dibihîze. Lêbelê hin teorisyen destnîşan dikin ku ev serpêhatî beşek ji jiyana xwezayî ya derhişiyê ne û divê bi hişyarî werin nêzîkbûn.

Nimûne: "Serpêhatiyên psîkotîk, beşek ji jiyana xwezayî ye."


Çavkanî 

Adler, A. (1927). Understanding human nature (W. B. Wolfe, Trans.). Garden City Publishing.

Bandura, A. (1977). Social learning theory. Prentice Hall.

Bowlby, J. (1969). Attachment and loss: Vol. 1. Attachment. Basic Books.

Erikson, E. H. (1950). Childhood and society. Norton.

Fanon, F. (1963). The wretched of the earth (C. Farrington, Trans.). Grove Press. (Xebata eslî hatiye weşandin: 1961)

Frankl, V. E. (2006). Man's search for meaning. Beacon Press. (Xebata eslî hatiye weşandin: 1959)

Freire, P. (1970). Pedagogy of the oppressed (M. B. Ramos, Trans.). Herder & Herder.

Freud, S. (1953). The interpretation of dreams. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vols. 4–5). Hogarth Press. (Xebata eslî hatiye weşandin: 1900)

Freud, S. (1960). The ego and the id (J. Riviere, Trans.; J. Strachey, Ed.). Norton. (Xebata eslî hatiye weşandin: 1923)

Fromm, E. (1941). Escape from freedom. Farrar & Rinehart.

Fromm, E. (1956). The art of loving. Harper & Row.

Herman, J. L. (1992). Trauma and recovery: The aftermath of violence — from domestic abuse to political terror. Basic Books.

Jung, C. G. (1964). Man and his symbols. Doubleday.

Jung, C. G. (1971). Psychological types (H. G. Baynes, Trans.; R. F. C. Hull, Rev.). Princeton University Press. (Xebata eslî hatiye weşandin: 1921)

Lacan, J. (1977). Écrits: A selection (A. Sheridan, Trans.). Norton. (Xebata eslî hatiye weşandin: 1966)

Maslow, A. H. (1943). A theory of human motivation. Psychological Review, 50(4), 370–396. https://doi.org/10.1037/h0054346

Rogers, C. R. (1961). On becoming a person: A therapist's view of psychotherapy. Houghton Mifflin.

Seligman, M. E. P. (1972). Learned helplessness. Annual Review of Medicine, 23(1), 407–412. https://doi.org/10.1146/annurev.me.23.020172.002203

van der Kolk, B. A. (2014). The body keeps the score: Brain, mind, and body in the healing of trauma. Viking.

Winnicott, D. W. (1960). Ego distortion in terms of true and false self. In The maturational processes and the facilitating environment (pp. 140–152). Hogarth Press.

Winnicott, D. W. (1965). The maturational processes and the facilitating environment: Studies in the theory of emotional development. Hogarth Press.

Yalom, I. D. (1980). Existential psychotherapy. Basic Books.

Comments

Popular posts from this blog

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...