Aboriya reftarî (Behavioral economics) Bikaranîna têgehên derûnî di têgihîştina biryarên aborî de. Adaptasyona civakî (Social adaptation) Pêvajoya ku mirov xwe li gorî hewcedariyên civakê û jîngehê diguncîne; bi guherîna reftarî, hestî û zanistî pêk tê. Adrenalîn (Adrenaline) Hormona stresê ya ku ji bo bersiva şer-an-rev di laş de derê tê. Afazî (Aphasia) Windabûna beşkî an temamî ya hêz û şiyana axaftin, fêmkirin an nivîsandinê ji ber zirarê li mêjî, bi taybetî li qada Broca an Wernicke. Afaziya ragihandinê (Conduction aphasia) Celebek afaziyê ku mirov dikare bipeyive û fêm bike lê nikare axaftina kesên din dubare bike. Ji ber birîna riya girêdanê çêdibe. Afaziya sehekî (Sensory aphasia) Celebek afaziyê ku mirov nikare axaftina kesên din fêm bike. Axaftina xwe herikbar e lê ne wateydar e. Wekî afaziya Wernicke tê zanîn. Afaziya wateyî (Semantic aphasia) Kêşeya têgihîştina wateyên peyvan û hevokan. Mirov dikare bipeyive lê nikare maneya rastin fêm bike. Afemî (Ap...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی