Skip to main content

Posts

Showing posts from February, 2024

Di dema şer de saxlemiya derûnî:

  Di dema şer de saxlemiya derûnî: Ji bo dêûbavan û mamosteyên dibistana seretayî hin pêşniyazî Carna mirov bi zarokan re li ser şer biaxive dibe ku ev axaftin alîkariya wan bike û zarok xwe hîn çêtir ewle û ewledartir hest bikin. Di vî warî de hin pêşniyazên derûnnasan: Gelek caran rûdanên dibin û yê bûnin bo zarokan bêmane ye û ti wateyê nadê ne. Zarok bêtir bi çavên dêûbavên xwe û mamosteyên xwe li rûdan û mesleyan dinêrin/dixirxînin. Ango dêûbav û mamosteyên wan xwe di ewlehiyê de hest bikin, zarok jî xwe di ewlehiyê hîs dikin. Dema zarok dinyaya derîxwe nas û kifş dike û fêr dibe, pirî caran serê wan tevlihev dibe, di vir de hewcedariya wan bi dêûbav û mamosteyên wan heye: Ev tevliheviya mêjî bi rêya we dê zelal bibe an jî şolîtir bibe. Dibe ku hûn jî meraq dikin bê zarok çawa dikarin tirs û xofa şer ji ser xwe bavêjin. Xebera xêrê ev e ku zarok çawa hînî xwendin û nivîsandinê dibin wisa jî dikarin hînî saxlemiya derûnî, zor û zehmetiya, trawmayê, karesat, bobelat û serî...

Parîk nanê bi rehet nadim bi hezar nanê bi minet.

Bide netirse, bistîne fedî neke. Dilê şikestî nayê cebirandinê. Def jî ya wan e, çemik jî ya wan e. Gûzek-gûzek, dibe dîzek. Kî dinya xwar? – ew ê jin û mêrên bi hev ra yar. Hat malxwê malê, çû qeda salê. Xwar here, rast were. Çilk, çilk, dibe milk. Dil şûşe ye, şikest nacebire. Hem tîr dike, hem ron dike. Xilt çiqas xwelîyê bikole, wê li serê xwe ke. Ker kete herîyê, xwedîyê kerê ji kerê qewettir dibe. Hat weke wezîran, rabû weke hêsîran. Çekê xas mirova nake mêrxas. Serî qûç e, binî pûç e. Sor e, gir e, barnebir e. Ne tu tişt e, tiştekî jî qayîl nabe. Pariyê mezin di qirika mirov de dimîne. Çi saq e, gore laq e. Li vî guhî dixe, di wî guhî re derdixe. Heta niha di guhê gê da razayî bû. Hûkî dike mûkî. Dilê nazî nagihîje ti mirazî. Zêr biçûk e, lê bûhayê wî giran e. Qencîyê bike, bavêje avê. Gotina xweş bihara dilan e. Çû seferê, hat dîsa kerê berê. Ezo, ne ezo, desmala gulgevezo. Di her gundî de kûçik heye. Behr ber devê kûçik...