Bide netirse, bistîne fedî neke.
Dilê şikestî nayê cebirandinê.
Def jî ya wan e, çemik jî ya wan e.
Gûzek-gûzek, dibe dîzek.
Kî dinya xwar? – ew ê jin û mêrên bi hev ra yar.
Hat malxwê malê, çû qeda salê.
Xwar here, rast were.
Çilk, çilk, dibe milk.
Dil şûşe ye, şikest nacebire.
Hem tîr dike, hem ron dike.
Xilt çiqas xwelîyê bikole, wê li serê xwe ke.
Ker kete herîyê, xwedîyê kerê ji kerê qewettir dibe.
Hat weke wezîran, rabû weke hêsîran.
Çekê xas mirova nake mêrxas.
Serî qûç e, binî pûç e.
Sor e, gir e, barnebir e.
Ne tu tişt e, tiştekî jî qayîl nabe.
Pariyê mezin di qirika mirov de dimîne.
Çi saq e, gore laq e.
Li vî guhî dixe, di wî guhî re derdixe.
Heta niha di guhê gê da razayî bû.
Hûkî dike mûkî.
Dilê nazî nagihîje ti mirazî.
Zêr biçûk e, lê bûhayê wî giran e.
Qencîyê bike, bavêje avê.
Gotina xweş bihara dilan e.
Çû seferê, hat dîsa kerê berê.
Ezo, ne ezo, desmala gulgevezo.
Di her gundî de kûçik heye.
Behr ber devê kûçikekî naherime.
Marê tevizî germ neke, ew germ bû, wê bi te vede.
Hem dişkêne, hem dicebirîne.
Serî gul e, dilî kul e.
Hirç û govend?.
Cîkî şîn e, cîkî şayî ye.
Mirin li mezin û biçûkan napirse.
Şayî rewşa dinê ye, mirin emrê Xwedê ye.
Şîn şînê tîne.
Kî derdê kê zane?
Derdo, derdê xwe zane.
Bi guran ra xwar, bi xwedî re kir hewar.
Hemedan e, ga û golik berdan e, ew mane ew xeberdan e.
Meriv bi lingan bişimite tê ser xwe, lê bi zimanê xwe
bişimite, nayê ser xwe.
Serê neêşe, çi hewcê benikan e.
Mala wî ser pişta dîk e, dîk jî di binî de fîkefîk e.
Rû danê, livîna jî dixwaze.
Her kes agir dikşîne bin tifika xwe.
Bizin ketîye derdê serê xwe, qesab jî ketiye derdê
postê bizinê.
Mirov çiqasî pêş xwe difikire, divê ewqasî paş xwe
bifikire.
Serî qûç e, binî pûç e.
Qulên dîwaran tên girtinê, qulên malan nayên girtinê.
Malê axê dengiz e, kê nexwe, dongiz e.
Mêr û jin hev kirin rik, xerab dibe malik.
Deyndar jar dibe, xundar har dibe.
Dinya penêr e, mirov kêr e, yek dibire, yê din lê
dinêre.
Hem ziyaret e, hem ticaret e.
Malê dinê qirêja destan e.
Rastî tahl e, derew şîrin e.
Kî gora hevalê xwe dikole, ew ê bixwe têkevê.
Qelp rast nabin.
Heram tê, helal jî bi xwe re dibe.
Keda helal bibe mû jî naqete, keda heram bibe werîs jî
diqete.
Wilo rast e, weke dew birê mast e.
Kor çawa li Xwedê dinêre, Xwedê jî wilo li kor dinêre.
Xela hat, merivantî hilat.
Gundî nabine cindî.
Ew bûye pûnga hemû giraran.
Deh mal in, donzdeh rîspî ne.
Pere peran tîne.
Malê dinê îro heye, sibê tuneye.
Mirovê malê wî pir e, nola kera dizire, peyva wî li
cem xelqê dur e.
Rojên xwedê nabine yek.
Pere derê dadayî vedike.
Xirab dibe mala zêran, xirab nabe mala mêran.
Birîna xencerê xweş nabe bi xeberê.
Te çawa dinê dît?: -Weke dilê xwe.
Bi werîsê xelkê dnekeve bîrê.
Çav dibîne, dil dimîne.
Dil ne sifre ye, ku meriv li ber herkesî veke.
Kula dilan e, xeftanê milan e.
Xem, xemê tîne.
Ji xeman, xew tê,
Ji kerban, ken tê.
Derdê her kesî bi wî xuya dibe.
Kul, kulê dide windakirin.
Derd, derdan bi bîr dike.
Derd, derdan ji bîr dike.
Derd, derdan tîne.
Kula Mendo kilor e.
Xwedê derd daye, derman jî pê re daye.
Newala me bi kerik e, kerê me jî bi metik e
Êşa li hevalan, tîra li kendalan
Kêzkê kendalan, bûn kevaniya malan
Pirêze bi ser şûvê ve ye
Seqa li gora heqa
Heqa li gora teqa
Ne baqil baqora
Ne xibis li tenora
Tencere ala taboqa
Çû ji me fewidî
Serîkî kara ye, bi bîst û çara ye.
Besnayê pesnê xwe vedayê
Her dorek û kûlorek
Pîvaz pîvaz e, çi sor çi spî
Gîha şîn tê, li koka xwe tê
Talî bi mitalî qûnbigû ne bes qûnbirêx jî tê alî
Ez hêsîr im hêsirê çiyayê hemedanê me
Şêxmûsa kakilê gûzaye, rûnê hîza ye, aqilê serê qîza
ye
Aqlê xelkê, hingilê meşkê, ez reşê xwe nadim bi gewrê xelkê
Destêvala, ne ahla ne wesala.
Mêvanê mal di gund de.
Dide bi destê xwe, digere bi nigê xwe.
Tirs, mêrga rêvî ye.
Tunebûn kirasê hesin e.
Divê hayê meriv ji bêrîka meriv hebe.
Tirî, bibêhnfirehî dibe helaw.
Beroşê got binê min zêr e; heskê got: Ne ez niha ji
binê te hatim!
Her tiştê dibiriqe ne zêr e.
Dengê daholê ji dûr ve xweş e.
Li şûna/dewsa şînê her kes li ser miriyên xwe digirî.
Bavê got: Kurê min diz berde. Kur got: Bavo, min
berdaye, ew min bernade.
Her keleşêrek li ser herîşka xwe bang dike.
Her dîk li sergoyê xwe bang dide.
Her peya li pêş jina xwe mêr e.
Tifinga Heso li gor Heso ye.
Kerê memir bihar hat, pîrê memir pincar hat.
Şêr nebe rûvî dibe malxwê.
Bi gotinê her tişt hêsan e.
Hesabê li malê li hesabê sûkê nayê.
Deh mêrik mêrekî nakin.
Şam şekir e, welat şêrîntir e.
Jina çê ji deh peyayên xirab ciwanmêrtir e.
Kerê sê qurşan, sîpeyê du zolatin.
Heke nebe hespa bi bi du pereyan buha ye, heke hebe
hespa bi hezarî arzan e.
Kesek nabêje dewê min tirs e.
Beranê çê, berxa çê.
Golikek navê naxirekê xirab dike.
Guh mede gotinên nezanan, tu dê poşman bibî.
Nûpêketî ye, xwe jê biparêze.
Xêr bikira dê li yên xwe bikira.
Ji xwediyan re nebe, ji te re jî nabe.
Lingên xwe li gor bera xwe dirêj bike.
Gotinên ji serê xwe mezintir meke.
Ez li mala xwe, tu li mala xwe.
Bi pirsan yek digihê mala xwedê.
“Çoyê şivên, qoçê berên” ji dilpakekî ji bo xwedê
grîngtir e ji yasîna mizawirekî.
Te çi kir derewan meke.
Qedrê gulê çi dizane, kerbeş divê kerê reş
Kurmê darê ne ji darê be, dar narize
Dinê li dinê, çavê gur li bizinê
Bilind firî, nizim ket
Tiştê çû, mede dû
Destê bi tenê, deng jê nayê
Çavê li deriyan, xwelî li seriyan
Bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkê ye
Şahidê rovî dûvê rovî ye
Gur hat waran, wey li halê jaran
Tat û qirawat!
Xursî û kursî!
Hirç û govend!
Kîroşk û sûk!
Deve û gele!
Ereb û rez!
Fileh û pez!
Cihû û cot!
Kurd û pisqilêt!
Ereb û lakot!
Di her girarî de dikele.
Wekî pezê col tev li her tiştî bûn.
Pincarê ber her girarê ye.
Dibe heska her girarê.
Dibe xwêya her girarê/şorbê.
Di her şorbeyê de dikele.
An şivan dikuje, yan jî pez dide guran.
Ma ez kerê li ber pez im?
Ji pezê sor, ma kavirê kol.
Nabêjin, kê kir; dibêjin, kê got.
Ziman paleyê xwedîyê xwe ye.
Gotina xweş têxe devê neyarê xwe, parîyê xweş têxe
devê hevalê xwe.
Gerîn derman e û rizq li ser pêyan e.
Gotinên mezinan, neqşên li keviran.
Here miletan, bigire adetan.
Gotinên pêşîyan, bingehên xanîyan.
Here devera ku guh bidin te.
Betalî xerabmalî.
Dinya bi dor e geh li jêr û geh li jor e.
Bila hindik be bila rindik be.
Dereng bû lê çeleng bû.
Dara xebatkaran tim bi ber e.
Qencî xweş e, xerabî marê reş e.
Pêşî bipêje paşî bibêje.
Tovê “belkî” şîn nayê.
Dê, dibistana zarokan e.
Bavê mirov pişta mirov e.
Keda helal dibe mû naqete, keda heram bibe werîs jî
diqete.
Zanîn deryaya bêbinî ye.
Ku ders be, herfek jî bes e.
Xanî bi kevirekî nayê çêkirin.
Xebat şêr e, lê ku tu dest biavêjîyê dibe rovî.
Bi gotinê, bizin nayên dotinê.
Bizina bizin e, berê cihê xwe xweş dike paşê mexel tê.
Bizin têr dixwe, qiloçê xwe li kendalan dixe.
"Xilt axê dikole û bi serê xwe de dike."
"Xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike."
Şikefta ku sed pez heriyê wê sed û yek pez jî heriyê
Tu bê ez,
Ez bêm ez,
Wê gur têkeve pez
Sed pez li ber siya darekê mexel dibe
Min got 'ez'
Te got 'ez'
Guran xwar keriyê pez
Biharê pez,
Payîzê rez,
Zivistanê ez.
Hingî gotin: "ez û ez"
Agir kete nava rez
Gur kete nava pez
Sê tişt ne tiştek in:
Gundê bê rez
Konê bê pez
Mirovên tim dibêjin: "ez "
Dara di nav rez de, gurê di nav pez de
Anî ji deriya, da xêra miriya
Aşvan ti car nabe poşman
Berê darê darê dixemilîne
Bêje rast razê rast
Bêmalo, bê xaltî û xalo; bi malo, bi xaltî û xalo
Derdê hewiyê giran e
Mîna tiliya bi jan e
Mîna qolinca roviyan e
Deriyo tu dar bî, li serê min sitar bî
Destê min didize, dilê min dilerize
Ez dibêjim: Hirç va ye
Tu dibêje: Dews wa ye
Got: Ew çi ye diçînî?
Got: Kengî hêşîn bû tê bibînî.
Her gav lehî ranabe, koça nayne
Xema kor e, mûm bihaye
Ji eslan bipirs, ji bêeslan bitirs
Jinê dil kir, dîwar qul kir
Jinê dil kir, mêrê xwe sil kir
Kalê ji bêkesî, pîrê ji bênefsî; Her du ka li halê hev
pirsî
Kula dilane, xeftanî milane
Lingê gerê, nayê bin berê
Zimanê sor e, pêşî ne gelî ye ne zihor e
Bezandin jî heye, lihevhatin jî heye
Derd derda winda dike
Kî dike, kî dixwe?
Aş çû, li çeqçeqê dipirse
Av ji serê kaniyê şêlû dibe
Banê me yek ban e; alîyek deşt e, yek zozan e.
Bedewiya mirov ilm û merîfeta mirov e
Bextê mêra ji mêra naçe
Bi xwedê be, ne bê xwedî be
Bi kevçî top kir, bi heskê bela kir
Bike zehmet, bixwe namet
Bila hindik be, bila rindik be
Ku te girt bernede ku te berda li pey nekeve.
Ji her darê bilûr û tembûr çênabin.
Divê mirov pabendê peyv û peymana xwe be.
Tiştê çû, nede dû.
Dara xebatkaran tim bi ber e.
Ti tayên xernûbê nema ku ling lê neket.
Mêr ew e ku birîna xwe bi destê xwe derman bike.
Karê demekê çêtir e ji axaftina salekê.
Dem heye mirov çiya li pişt dike, dem heye mirov
nikare qirşê ber lingê xwe rake.
Zikê xwe ne elimîne du nanan; bejna xwe ne elimîne
kiras û xeftanan
Comments
Post a Comment