Di dema şer de saxlemiya derûnî: Ji bo dêûbavan û mamosteyên dibistana seretayî hin pêşniyazî
Carna
mirov bi zarokan re li ser şer biaxive dibe ku ev axaftin alîkariya wan bike û
zarok xwe hîn çêtir ewle û ewledartir hest bikin. Di vî warî de hin pêşniyazên
derûnnasan:
Gelek caran rûdanên dibin û yê bûnin bo zarokan
bêmane ye û ti wateyê nadê ne. Zarok bêtir bi çavên dêûbavên xwe û mamosteyên
xwe li rûdan û mesleyan dinêrin/dixirxînin. Ango dêûbav û mamosteyên wan xwe di
ewlehiyê de hest bikin, zarok jî xwe di ewlehiyê hîs dikin.
Dema zarok dinyaya derîxwe nas û kifş dike û fêr
dibe, pirî caran serê wan tevlihev dibe, di vir de hewcedariya wan bi dêûbav û
mamosteyên wan heye: Ev tevliheviya mêjî bi rêya we dê zelal bibe an jî şolîtir
bibe. Dibe ku hûn jî meraq dikin bê zarok çawa dikarin tirs û xofa şer ji ser
xwe bavêjin. Xebera xêrê ev e ku zarok çawa hînî xwendin û nivîsandinê dibin
wisa jî dikarin hînî saxlemiya derûnî, zor û zehmetiya, trawmayê, karesat,
bobelat û serîderîkirina rûdanan bibin; heta dikarin li hemberî çavkaniya
stresê jî xwe û derûna xwe biparêzin (ev şiyan bi zarokan re heye).
Pêşniyazên ku rê û rêçikên hînbûna saxlemiya derûniyê hêsan dikin çi ne? Dema ku hûn van pêşniyazan bikartînin ji bîr nekin, rêûrêçika ku diçe saxlemiya derûnî li gorî her zarokî vediguhere û zanîna we ya li ser zarokên we dê çêtir rêberiyê ji we re bike.
Di dema şer de, ji bo dêûbav û mamosteyên zarokên
dibistana seretayî 10 heb şîret
1. Bi
zarokên xwe re biaxivin. Dema di vî warî de pirsên zarokan hebin, bi dilekî pak
û fêmdarî û bi hêsanî û bi dilnizmî bersiva wan bidin. Ji wan bipirsin ka ew li
ser van rûdanan çi difikirin û li gorî wan çi diqewime, guh bidin gotin û
bersivên wan. Hestên wan biçûk nebînin û ew dikarin bibêjin ku em ditirsin,
divê hûn ji wan re bibêjin ku tirs ne meseleye, divê em bi şiklekî jiyana xwe
bidomînin. Divê hûn bi zimanekî ku şolîbûn û gumanê di serê wan de çêneke
biaxivin. Erê (spî) an Na (Reş), erêna (reşûspî) nabe. "Ez ê her dem li
cem te bim"
2. Li
gorî ku zarok xwe di ewlehiyê de hest bikin şikl û şemala mala xwe
ve(bi)guherînin. Bi taybetî jî di dema şer de bêtir wextên xwe bi zarokên xwe
re derbas bikin. Bi wan re lîstikan bilîzin, kitêban bixwînin û carna jî tenê
li cem wan rûnên.
3. Heya
ji we tê zarokan dûrî nûçeyên şer bikin an jî temaşekirina televîzyonê sînordar
bikin. Dema ku TV û radyo behsa şer û pevçûnan dikin, venekin. Zarokên xwe ji
agahiyên derheqê dinyayê de mahrûm nekin lê bila her gav dûçarî nûçe û rûdanên
ne-xweş nebin. Wan dûrî wan malpêr, rojname, kovar û weşanên ku bi şev û roj
behsa çîrok û meseleyên şer dikin û bi awayekî vekirî wêne û dîmenên metirsîdar
diweşînin. Bikaranîna wan a înternetê jî bişopînin.
4. Bizanibin
ku stresa şer asta stresa jiyana rojane jî bilind dike. Dibe ku zarokên we bi gelemperî bikaribin
serî bi tiştên xerab û ne-xweş derxin. Lêbelê di dema şer de carna dikarin li
hemberî stres û tevgerên xerab bertekên tûj şanî mirov bidin. Di vir de
baweriya wan hilneweşînin da ku xwe bi berdewamî di ewlehiyê de hest bikin.
5. Di
dema şer de bila nexşerêyek we hebe (û pê ve jî girêdayî bin). Zarok bi nexşerêyeke birêkûpêk ji ewlehiya
xwe piştrast dibin. Dema ku li derdorê ne-aramî û ne-diyarî zêde be, zarok bi
rêkûpêkiya malê xwe aram dibe û xwe di ewlehiyê de hest dikin. Lewre karûbarên
malê li gora bernameyekê bi rê ve diçe û her tişt di dema xwe de diqede û
destpêdike.
6. Ji
lênêrîna xwe piştrast bin. Ger hûn li xwe baş nenêrin, dibe ku hûn hesta
ewlehiya zarokan têxin xeterê û ew sebr û tebat û deyax jî bi we re
nemîne. Li xwe binêrin da ku hayê we ji
we û ji zarokên we jî hebin û hûn bikabin li xwe û zarokê xwe xwedî derkevin.
7. Ji zarokan
re bibêjin ku ew dê baş bibin (bila bi hêvî bin). Bila ji we piştrast bin ku
hûnê wan biparêzin. Bila bernameyeke we ya ji bo tiştê ji nişka ve û
tiştênedîtî hebe û vê bernamê li gorî fêmdariya zarokan ji wan re vebêjin. Bi
heman awayî dibê bernameyeke dibistanan jî hebe ku zarok bizabin di rewşa
lezûbez de dê çi bikin û çawa tevbigerin.
8. Li
zarokên xwe qatebin û li wan guhdarî û temaşe bikin bê ti nîşaneyên tirs û xofa
ku nikaribin bi zar û ziman bike heye an na. Zarokên we ji berê zêdetir xwe bi
we ve zeliqand, bêtir xwe avêt hembêza we û zêdetir we radimûsîne? Ji nişka ve rewş û dersa wî/wê guherî? Dibe
ku li derve hin zext û zor lê tê kirin û hin tiştê ku pê serî dernaxe heye. Bi
lîstikan, bi vegotina çîrokan an bi xêzkirina wêneyan bikin ku hestên xwe der
bike. Yan jî serî li derûnnasekî pispor bidin.
9. Piştgirî
û alîkariyê ji zarokên xwe bistînin. Li gorî qeweta zarokan kar û barên wan bi
wan bidin kirin: weke sererastkirina cihê xwe, paqijiya oda (menzel) xwe,
raxistina sifra nan û hwd. Sûda van berpirsyariyên biçûk gelekî zêde ye: zarok
bi van karûbaran xwe çêtir hest dikin û bêtir dikarin xwe û derdora xwe kontrol
bikin û bi xwe-bawer bin.
10. Raman û nêrîneke erênî bi zarokan re çêbikin. Dibe ku ne hûn û ne jî zarokên we bi çavên serê xwe nedîtibe lêbelê divê hûn ji zarokên xwe re bibêjin ku şer wê bi dawî bibe. Ji bo tirs û xofên şer serpêhatiyên erênî yên zarokan ji wan re vebêjin: tu filan tiştî ditirsa lê paşê te pê re dilîst. Di demên şer de behsa xweşî û geşiya siberojê bikin û hêviyên jiyananê bipişkivînin.
Rêwîngiyeke
saxlemiya derûnî
Ji bîr nekin, hûn dikarin zarokên xwe hînî saxlemiya
derûnî bikin. Lêbelê nayê wê manê ku zarokên hinî saxlemiya derûnî bûbin dê
tiştên xerab neyê serê wan û derûniya wan xera nabe. Wê tiştên nebaş jî bê serê
wan û wê derûniya wan jî xera bibe.
Hînbûna saxlemiya derûnî eyn weke fêrbûna xwendin û
nivîsandinê rêwîtiyek e, û her zarok dê di vê rê de bikemile û xwe rabigire. Di
vê rêwitiyê de zarok hînî gelek stratejiyan dibin û hin zarok van stratejiyan
bo saxlemiya derûnî bi kartînin. Heta piştî şer jî ji van stratejiyên saxlemiya
derûnî sûd werdigirin û di rûdanên jiyana rojana de jî bikêrî wan tê.
Dibe hûn jî ji bo ku zarokên xwe hînî saxlemiya
derûnî bikin hewcedarî derûnnasan an jî pisporê derûn û giyanê bibin. Hûn jî
xwe nebaş û tengezar hest bikin û nikaribin serî li van şîret û pêşniyazan
bidin. Serîlêdana pisporên tendirustiya derûn û giyanê dê ji bo we bibe alîkar
û hûn dikarin bi vê alîkariyê ji bin barê derûniya şer rizgar bibin. Ji bo saxlemiya
derûnî û sebr û deyaxa giyanê alikariyê ji pisporan bixwazin û ji xwestina
alîkarî şerm û fedî nekin.
Spasî
Malavayî ji bo wan kesên ku piştgirî dan vê weşana
APA:
• Mary K. Alvord, PhD, derhêner, Navenda Terapiya Komê li Alvord, Baker, and Associates, LLC, Silver Spring, Maryland
• Rosalind Dorlen, PsyD, ABPP, endamê rêveberiya CAPP, Karmendên Profesyonel ên Hevbend, Nexweşxaneya Overlook, Summit, New Jersey
• Robin H. Gurwitch, PhD, profesorê hevgirtî, Beşa Zarokan a Navenda Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Oklahoma
• Ronald S. Palomares, PhD, alîkarê rêvebirê rêvebir, Midûriyeta APA Practice
Çavkanî:
https://www.apa.org/topics/resilience/kids-war
Comments
Post a Comment