Skip to main content

Posts

Showing posts from March, 2024

Mirov çawa dikare bi stresa trawmatîk re serî derxe?

  Mirov çawa dikare bi stresa trawmatîk re serî derxe?   Derûnnas dibêjin di rewşa stresa trawmatîk de pişta xwe bidin heval û hogirên xwe yên tên heskirin; pêşî li xwe qate bin û bila sebr û tebata we ji stresê re hebe û ji xwestina alîkariyê şerm nekin da ku hûn bi hêsanî bikaribin ji bin barê stresa trawmatîk rabin. Şerê ku anha di navbera Îsraîl û Hamasê de berdewam dike bandorê li gelek kesan dike/kiriye û hin kes ji hêla derûnî ve   matmayî (şok) û wêran bûnin. Pisporên derûnnasiyê dibêjin ku bandora şîdet û trawmayê li ser derûniya kesan bi du awayî çê dibe: demkurt (akût) û demdirêj (domdar). Her wiha lêkolînên di vî warî de destnîşan dikin ku nûçeyên rojane yên Rojhilata Navîn ên derbarê şidetê de dibe sedema tirs, fikar û stresa trawmatîk. Û tê gotin ku kesên ji dûranî ve şer û pevçûnan dişopînin û temaşe dikin, dibe ku di salên bên/pêş de li ser derûnî û saxlemiya tendirustiya wan kesan de bandoreke nebaş a demdirêj çêbibe.   Li hemberî trawmay...

Kesê mino, destê mino, zimanê mino.

Kesê mino, destê mino, zimanê mino. Ey qeraşê ber aşê, min te kir dewsa paşê, tu bi çengirê min digrî, davêjî ser kaşê. Dilê min tepka rêxê ye, heft sala geriyam li çolê ye, sala heşta polî poşman vegeriyam malê ye. Parsek çû ber deriyê dewlemendê xesîs, şîret lê kir: Bila mirov mêr be, bila rojekê li dinê be. Rê bi rêveçûnê xelas dibe. Bi alastinê zik têr nabe. Bi got got, mirov naçe cot. Kêmaniya kesekî ji kesî re nabe kêmanî. Kesê çavbirçî, kerê bi bar ve dadibeliîne. Zêr zingar nagire. Bi kerê nikare, êrîşê dibe ser kurtên. Sibe tê xêr pêre tê. Belê heye, bela heye. Malê xesîs diçe fetîs. Her tiştê ku zer dike ne zêr e. Xweziya sêwiya, ne hêvî ye. Qencî bi xerabiyê tê vegerandin. Tajî bi zorê nare seydê. Bêjin lal e, nebêjin tiral e. Gîha şîn tê li koka xwe tê. Xweş dibe dewsa xenceran, xweş nabe dewsa xeberan. Çiya çiqas bilind be, rê pê dikeve. Agir û pîşo li ba hev nabe. Hesin bi germî tê tewandin Mal tê, can nayê Peyva ket nav s...