Kesê mino, destê mino, zimanê mino.
Ey qeraşê ber aşê, min te kir dewsa paşê, tu bi
çengirê min digrî, davêjî ser kaşê.
Dilê min tepka rêxê ye, heft sala geriyam li çolê ye,
sala heşta polî poşman vegeriyam malê ye.
Parsek çû ber deriyê dewlemendê xesîs, şîret lê kir: Bila
mirov mêr be, bila rojekê li dinê be.
Rê bi rêveçûnê xelas dibe.
Bi alastinê zik têr nabe.
Bi got got, mirov naçe cot.
Kêmaniya kesekî ji kesî re nabe kêmanî.
Kesê çavbirçî, kerê bi bar ve dadibeliîne.
Zêr zingar nagire.
Bi kerê nikare, êrîşê dibe ser kurtên.
Sibe tê xêr pêre tê.
Belê heye, bela heye.
Malê xesîs diçe fetîs.
Her tiştê ku zer dike ne zêr e.
Xweziya sêwiya, ne hêvî ye.
Qencî bi xerabiyê tê vegerandin.
Tajî bi zorê nare seydê.
Bêjin lal e, nebêjin tiral e.
Gîha şîn tê li koka xwe tê.
Xweş dibe dewsa xenceran, xweş nabe dewsa xeberan.
Çiya çiqas bilind be, rê pê dikeve.
Agir û pîşo li ba hev nabe.
Hesin bi germî tê tewandin
Mal tê, can nayê
Peyva ket nav sî û sê diranan, dikeve nav sî û sê
zimanan
Dinya ji kesî re nabe yar.
Ban qul e, binban şil e.
Bav pişt e, dê her tişt e.
Heçî jinekê bîne, divê tûrek pereyê wî yan barek
derewê wî hebe.
Pere, xulamekî qenc e; lê axayekî xirab e.
Baş be, lê ne belaş be.
Serê heft newala, newalek e; serê heft gotina, gotinek
e.
Tiştê nîvî, jê neke hêvî.
Heta navê mirov derdikeve, bila çavê mirov derkeve.
Ez bi te nikarim, ma ez bi xwe jî nikarim?
Li derîyê xelkê mexin bi tilîka, dê li derîyê we bixin
bi hulmika.
Ê nebêje û bike şêr e, ê bibêje û bike mêr e, ê bibêje
û neke kerê nêr e.
Tiştê dest dike, dê û bav nake.
Taştê û firavîn fêde ne, dawî seravden e.
Bila zikê meriv têr be, bila ji qalikê dêr be.
Kevaniya malê bi nan xwêya xwe zane.
Mar ji pûngê aciz e, pûng diçe li ber qula mar de
hêşîn dibe.
Em sêwiyên bi dê û bav in.
Xwezî bi wê bihîstinê, lê ne bi wê dîtinê.
Ker li ker, berx li ber.
Her serî dimîne, ecêba dibîne.
Heft salan xela be, ne salekê berberî be.
Bila bazar li şûvê be, ne li pirêzê be.
Xwezî ez bûka metika xwe bûma, firaxşoka şorbê û dimsê
bûma.
Bila çavekî meriv tune be, bila bextê meriv hebe.
Bila bûk çê be, bila keça sê be.
Dê û dotê şer kir, kêmaqilan jî bawer kir.
Bila mirin hebe, pîrbûn tune be.
Çûne şûna miriyan, herkes li yên xwe giriyan
Bila dil bi dil be, bila tûrê parsê li mil be, bila
binê tûr jî qul be
Mir kerê qazî, her kes çû tazî, qazî bi xwe mir, kesî
nekir lê gazî
Wexta ku gîha bû kes ne xuya bû, dema bû firîk Hemo û
Heso bû şirîk
Çûme mala dewrêşan, dane ber min mastê gamêşan.
Rovî xistine newalek xalî, jê heye bûye walî.
Sal û mehê carekê nêçîra min hat, ew jî gûyê tajiya
min hat.
Tajiyê Mihê Koro berdidane kîvroşkan, diçû qijikan
Hevalê barê ketî tune ye
Kêm kêm bixwe, her tim bixwe
Heta serê govendê xwar be, govend rast nabe
Yê neçîne, naçine
Dilên mêvanan nehêlin, wê bi xwe herin
Ê ne li mala, nizane bi hewala
Xwediyê xêra, dibe evdalê ber dêra
Şêr ji caran dikeve, rovî li newalan tolbazan dide xwe
Diya baş ji hezar ma'limî çêtir e.
Gûzek gûzek, dibe dîzek.
Bi betalan re nekeve şitexaliyê / peyvê.
Kesê cêran çêke, dikare çembil jî pê ve bike.
Bila mirov deyndar be, ne xwîndar be.
Tu xwe nepesinîne, bila xelk te bipesinîne
Mirov di agirê dostan de naşewite.
Rizqê mêvanan fireh e.
Deriyê xêran nayên girtin.
Heta mirov nexweş nekeve, mirov nizane bê şev çiqasî
dirêj e.
Malê erzan bi hîlet e, malê biha bi hikmet e.
Bela nezanan ji ya zaliman xerabtir e.
Dijminê bêderew, çetir e ji dostê bê şeref.
Hevalên şahiyê zehf in, ên şînê kêm in.
Mal, qiloçê mêran e.
Bi şev deriyê xwe bigire, bi roj devê xwe bigire
Ne dixwe ne jî dide hevalan, kurmî dike û diavêje
newalan
Kes nikare bi kesî re bike, her kes bi xwe dike.
Bibe xulamê zana, nebe mîrê nezana.
Meşkê li teşkê nexîne.
Jina baş mêrê nebaş jî baş dike
Çav çavan şerm dike, bertîl keviran nerm dike.
Pîrê yeqîn ne dikir ku mêrekî bike; îja dawa şeşek û
hefteka dike.
Bi vê kerê, em nagihîjin bênderê.
Ka ne ya te ye, ma kadîn jî ne ya te ye.
Bipirse ji kalê zemena û ji xortê geriyayî.
Mirov ji qehran xwe davêje behran.
Ji weliya xwelî, ji xweliyê welî.
Dê bibîn e, dotê werîn e.
Xwediyê karê, kar nexwari ye.
Kurmê şîrî, heta pîrî.
Mar e, ne cih e û ne war e.
Ga dikeve, kêr pir dibin.
Êşa li hevala, tîra li kendala.
Ez dixwum nan û avê, min mineta kesî navê.
Mala kal û pîran, çêtir e ji mala axa û mîran.
Kundê li serê şikêra, rûnanê li dewsa şêra.
Dinya milk e, kes tune hil ke.
Bi gotinê, bizin nayê dotinê.
Hesp siwarê xwe nas dike.
Serê heft newala, newalek e; serê heft gotina, gotinek
e.
Ji serê qijikê qelî çênabe.
Balinde li ser nêçîra xwe dirêse.
Hespê çê siwarê xwe di tengasiyê de nahêle.
Gîha di bin keviran de namîne.
Pere, xulamekî qenc e, lê axayekî xirab e.
Dew tune fir bike, li hespê siwar dibe çir dike
Kevir bi kevir, dibe dîwar
Mirovê rast ew e ku li ser esl û feslê xwe disekine
Kevirê xwe deyn bi esasî, bila dil neke was wasî
Kêfa destan reş nebe, tahma devan xweş nabe
Hespê bi bez, jinê bi lez
Kes miriyên xwe bi saxên kesî nade
Xera dibe mala zêran, xera nabe mala mêran
Bila çavên mirov li rêya dûr be, ne li qebra kûr be
Hesp dibeze, siwar pesnê xwe dide
Kevirê niç niçî, ji devê wî gurî derket, ket devê vî
hirçî
Kaniyên esîl, nabin mesîl.
Ji pezê pir ma kavirê kur.
Mîr jî dimre, gayê pîr jî dimre.
Kula min di zikê te de ye.
Çiqas dirêj dibe, ewqas qirêj dibe.
Lome kêç in, bi me re dizeliqin.
Ji dê û bava dikeve hezar hawa.
Di bêjingê de dotiye, di seradê de meyandiye.
Berxê mîjo nabe beran.
Dest dest dişo vedigere dev û rû dişo.
Ku hûngivê te nebe, mêş li te nacivin.
Ya çû, nede dû.
Zebeş bi dengê xwe, hinar bi rengê xwe.
Qismet, li ser dest û linga ye.
Av di gola de genî dibe.
Şîret li keran nabin.
Devê rovî negiha tirî got tirş e
Hevalên kêfê pir in, yên şînê kêm in
Ez bibêjim ez, tu bibêjî ez, wê kî here ber pez
Ne dara di ser xwe re jê bik, û ne jî ya di bin xwe re
Hinek hene ji xwarinê re xweş in, ji kar re nexweş in
Her çûk bi zimanê xwe dixwîne
Ne dêrê xera bik, ne mizgeftê ava bik
Werîs diqete dibe çar serî
Şahidê rovî, dûva rovî ye
Ji eşîran eşîra me, ji gundan gundê me, ji malan mala
me, ji mala me ez û birayên xwe lê zêde zêde jî ez.
(Ji bo kesên ku pesnê xwe didin)
Av di cihê teng de, deng dide
Li ba te şivan e, li ba min siltan e
Belê heye, bela heye
Ku mirov kete avê, ha li çogê ha li navê
Salekê şivan e, deh salan heywan e
Ebdoyê me çermê xwe davêje, xuyê xwe navêje
Her kes mêrê roja xwe ye
Kesên derewîn carek dixwin firavîn
Bila xulamê zana bim, ne axê nezana bim
Kezebê! Xwe bide pala neqebê, wa li me derketin siwarê
xezebê
Def jî ji wan e, zirne jî wan e
Xwedê nanê gavaniyê neke dawa kesî
Etar e dil ji malê sar e
Dinya lêhatin e, ne jêhatin e
Keça bidin mêra, ne zêra
Ji zarokên nebûyî re cila nedirûn
Parsek e bi şûr û qertek e
Bêyî xwediyan, seriyan kûr dikin
Pere ji bo her tiştî, lê her tişt ne ji bo pere
Ku dê bibe jinbavî, bav dike filehê raîtî (xayin).
Carina tiştekî biçûk ji tiştekî mezin çêtir û bihatir
e.
Ez namirim bi vê derbê, lê ezê bimrim bi vê kerbê.
Goştê me bi hev dide xwarin.
Paleyê pûş e (ji kesên ku karên bêmane û vala dikin re
tê gotin).
Halê me halê kûçik e.
Çima deng nabe xwe? Loo... Lêê...
Ez ez im, tu tu ye.
Av bi bêjîngê nayê serhev.
Ba ji tahtê çi dibe?
Ban qul be wê binban şil be
Behr bi devê kuçikan heram nabe
Bext nadim bi text.
Bila hespê çê be, bila bê nal be.
Bila rû biêşe zik neêşe.
Birîndar bi birîna xwe zane.
Bike weke mêran, bixwe weke şêran.
Çêlîkên maran bê jahr nabin.
Çira ji kora re def ji kera re bêfêdeye.
Dara xwezîya şîn nabe.
Destê xebitî li ser zikê têr e.
Dêhn ne dêhnin; ên ji wan bawer dikin dêhnin.
Dê û dotê şerkirin, bêaqila bawer kirin.
Erd birinc û av rûn be ku xwedî tunebe zû xelas dibe.
Eyarê bênamûsa firehe.
Ê ne di şer de be şêr e.
Fala qereçiya lihevderdikeve
Gotina ku kete nav dev û diranan, wê bigere li bajar û
şaristanan
Gîha di bin keviran de namîne
Gur dukuje qijak dixwin
Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket
Hemi çêlek tên dotin, hemî gotin nayên gotin
Hem serê xwe dişkîne hem jî perê xwe dide
Her gîha li ser koka xwe şîn tê.
Her tişt ji ziravî mirov ji stûrî diqete.
Hûrik hûrik dagir tûrik.
Hûr bajo kûr bajo ga meêşîne
Kanya ku tu avê jê vedixwe keviran navêjê
Kes nakeve gora kesî
Kumê rasta tim qetyayî ye
Ku te girt bernede ku te berda bi dû nekeve
Kûçik ji kê bitirse bi wî alî ve direye
Malê axê diçe canê xulêm diêşe
Mirîşka bigere wê lingê wê bi zelq be
Mirov xwe bi destê xwe ne xwurîne xwura mirov naşikê
Ne dijminê xeraba bin; dijminê xerabiyê bin
Qantir nazê xwê şîn nayê.
Rûyê reş ne hewcî teniyê ye.
Şerê sibehê ji xêra êvarê çêtir e.
Şikefta ku sed pez heriyê wê sed û yek pez jî heriyê
Şûr kalanê xwe nabire
Timayî birakuje
Tirsa gur ji baranê heba wê ji xwe re kulavek çêkira
Tu çi têxe kewarê wê ew bê xwarê
Xilt çiqasî axê bikole bi serê xwe dadike
Jin heye gul e, jin heye kul e
Bila mirov kuştiyê şêran be lê ne girtiyê roviyan be
Hindik bide ber dasê, ku tu nemînî asê
Zewac, kirasê hesinî ye, ne diqete ne dirize
Desthelanîn fereca xêrê ye
Şêwr ji mewîjan xweştir e
Ger li xerîbiyê, mirin li welat xweş e
Zewac, girêka gû ye, ne bi desta vedibe ne bi deva
Mala yarê dîndarok, mal de tune arvanok
Ziman ji her tiştî şîrîntir e û ji her tiştî jî
tehltir e
Ku dil kurmanc be, dîlber kurmancî ye
Bertîl kevran nerm dike
Kevirê giran, di cihê xwe da baş e
Ku kevir leqiya, ew terqiya
Çira derewan zû vedimire.
Zirt û fort karê qelsemêra ye.
Pirsa xwe bipêj, piştre bibêj.
Tiştnedîtyan/dinyanedîtya tişt nedîtin, golikek dîtin,
kiras lê kirin
Sî kilamên hirçê hene, hemû jî li ser dara hirmê ne
Şeva reş ji êvar da xwiyaye
Her stêrk ne ya sibehê ne
Qenc kir bi xwe kir, xirab kir bi xwe kir
Roviyê gerok, ji şêrê xewar çêtir e
Du zebeş, bi destekî nayên girtin
Kes nikare bi kesî re bike, her kes bi xwe dike
Dostê bêaqil barê piştê ye
Dawet daweta mîran, agir ketiye feqîran
Ne dixwe ne jî dide hevalan, kurmî dike û diavêje
newalan
Mêr bi navê xwe, teyr bi refê xwe, birûsk bi dengê xwe,
şêr bi lepê xwe.
Ê ku pezê wî hebe wê gur têkevê; Ê ku rezê wî hebe wê
brûsk lêkevê (Ê min tuneye)
Çira kesî heta sibê vêketî namîne.
Dil ne sifre ye ku mirov li ber her kesî veke.
Ji hemû hêkan çêlik dernakeve.
Gur pîr dibe , dibe qeşmerê roviyan
Hezar bavê çê, nabin weke şîrê dê
Dijminê bavan nabin dostê lawan
Welatê me welatê çîminjê ye
Xwe bi xwediyê xwe ke
Mêrê baş pê xeraba nasekine/namîne.
Ez û te, em hêsîrê Hemedanê ne.
Bavê te bedoş.
Xezûrê te bedoş.
Te ji min re aniye avdoş/keledoş
Şêr şêr e; çi jin, çi mêr e.
Bûk bi dilê zava ye.
Jin sitûna malê ye.
Zaro li ser dilê dê mezin dibin.
Dê tev bavî cotê bask e.
Bûk li hespê ye kes nizane nesîbê kê ye.
Zarok ya dê ye, ne ya bavê ye.
Dê ji bav şîrîntir e.
Bûkê tune zar û ziman, xesûyê tune dîn û îman.
Jin baş sebir e
Qîzê kê hene, ew paşa ne
Mêr têr e, kevanî şêr e
Mala bê jin mîna aşê bê diran e
Jin mirêka malê ye
Dê hejandî ye, dê mijandî ye
Jin dîwarê hundir e, mêr dîwarê derve ye
Jin dil kir dîwar qul kir
Bûka malê rewşa malê
Zarok li ser destê dê mezin dibin
Bûme bûk bûme pepûk
Jin kela mêra ye.
Jin û mêr, tevr û bêr
Bûka xala delaliya mala
Mêr kanî ye, jin birk e
Bûk heye kula xesûya xwe ye
Mêr çem e, jin gol e
Jin heye ji mêran zêde ye
Jina çê mêr dike wezîr, jina xirab mêr dike rezîl
Bextê merya hebya, çevekî merya tine bîya.
Hatin nav me bîyanî, ji me birin xanî.
Bextê hineka gûz e, xişxiş dike, ê hineka mewîj e
didewise.
Dîn şîreta nagre, sabûn jî reş a gewr nake.
Mirina min dihat bîra min, ev nedihat bîra min.
Sal bi sal, xwezî bi par.
Ziman paleyê xwediyê xwe ye.
Tevn hate daran, namîne ji waran.
Kulmek ax ji kulmek zêr çêtir e.
Xwîn bi xwînê nayê şûştin.
Para xeydoka, çû ber ecacoka.
Bar naçe ber kerî, ker diçe ber barî.
Nîsan e çipik bi kîsan e, nîsan e bûka salan e.
Qam ji qama kermêşê, deng ji dengê gamêşê.
Cira kaniyê ji pûngê ne xweş bû, çû di çariya kaniyê
de hêşîn bû.
Heyva Nîsanê, dew li kîsanê
Heyva Nîsanê, dew li pîsanê
Rastiyê vemeşêr û mebê ez im şêr.
Biharê pez, havînê werz, payîzê rez, zivistanê ez.
Gotinên pêşiyan
Comments
Post a Comment