Mirov çawa dikare bi stresa trawmatîk re serî derxe?
Derûnnas
dibêjin di rewşa stresa trawmatîk de pişta xwe bidin heval û hogirên xwe yên
tên heskirin; pêşî li xwe qate bin û bila sebr û tebata we ji stresê re hebe û
ji xwestina alîkariyê şerm nekin da ku hûn bi hêsanî bikaribin ji bin barê
stresa trawmatîk rabin.
Şerê ku anha di navbera
Îsraîl û Hamasê de berdewam dike bandorê li gelek kesan dike/kiriye û hin kes
ji hêla derûnî ve matmayî (şok) û wêran
bûnin. Pisporên derûnnasiyê dibêjin ku bandora şîdet û trawmayê li ser derûniya
kesan bi du awayî çê dibe: demkurt (akût) û demdirêj (domdar).
Her wiha lêkolînên di
vî warî de destnîşan dikin ku nûçeyên rojane yên Rojhilata Navîn ên derbarê
şidetê de dibe sedema tirs, fikar û stresa trawmatîk. Û tê gotin ku kesên ji
dûranî ve şer û pevçûnan dişopînin û temaşe dikin, dibe ku di salên bên/pêş de
li ser derûnî û saxlemiya tendirustiya wan kesan de bandoreke nebaş a demdirêj
çêbibe.
Li
hemberî trawmayê bertekên hevpar û berbelav
Li gorî Navenda
Neteweyî ya NSPTê (Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê) bertekên mirovan li gorî
rewşa mirovan li hemberî trawmayê vediguhere.
Li dû rûdaneke
trawmatîk pîrî caran mirov xwe matmayî hest dikin û şaşomaşo tevdigerin û nema
zanin wê berê xwe bidin ku derê. Loma nikarin agahiyên rast bi ser hev du de
bînin. Piştî bertekên ewilî mirov hin raman û tevgeran diceribînin. Bi gelemperî bertek û bersivên hevpar ev in:
• Hestên tund û kûr û
nepêşbînîkirî: Dibe ku hûn xemgîn, rageş, anksiyete û bifikar bin an jî
bêhnteng û bêhçikyayî bin. Di heman demê de dibe ku hûn ji her demê bêtir aciz
bibin an jî dilteng û dilreş bibin.
•Veguhertina ramanan û
reftaran: Dibe ku bîranînên rûdanan her xwe di
hiş û mêjiyê we de dubare û zindî bike. Dibe ku ev bîranînên rûdanan bêyî
sedemeke diyar çêbibin û dibe ku bibin sedema bertekên laşî yên wekî lêdana dil
a bi lez an xwêdana sarûgerm. Dibe ku di vê rewşê de handan, konsantrasyon an
biryargirtin zor û zehmet bibe. Di heman demê de hal û rewşa xew û
xwarin-vexwarinê jî xera bibe; dibe ku hin kes zêde bixwin û vexwin û zêde
rakevin; hin kes jî ji xwarin, vexwarin û ji xewê bibin.
•Zêdebûna hesasiyeta
derdorê: Dibe ku dengên derdorên ên ku berê
normal bûn, bibin sedema bîranînên karesata û tirs û xemgîniyê bi mirovan re çê
bike û ev jî rê li ber stresa trawmatîk veke.
•Di têkiliyên navbera
kesan de rageşî û bêhntengî: Ji ber stresê endamên
malbatê li hev du nakin û ji bo tiştên bikêrnehatî pevçûneke zêde û bêmane
dikin û bi hevkarên xwe re nikarin bi hêsanî li hev bikin. Di heman demê de
dibe ku mirov ji çalakiyên xwe yên civakî yên adetî dûr bikevin an veqetin.
•Nîşaneyên laşî yên
girêdayî stresê: Dibe ku serêşî, gêjbûn û êşa sîngê
çêbibin û dibe ku hewcedarî bi doxtoran hebe. Nexweşiyên berê jî dikarin ji ber
stresê serê xwe rakin.
Serîpêderxistina
bi stresa trawmatîk re
Mizgîniya xêrê ev e ku
gelek rêyên pir bi bandor hene ku mirov dikare bi stresa trawmatîk re serî pê
derxe û çareser bike. Derûnnas û lêkoler van çalakiyên jêr pêniyaz dikin:
•Pişta xwe bidin
hezkiriyên xwe: Ji bo piştgiriyê hin heval an endamên
malbata xwe diyar bikin. Ger hûn ji niqaşkirina rûdana trawmatîk re amade bin;
ji heval an endamên malbatê yê ku we diyar kiriye re behsa serpêhatî û hestên
xwe bikin. Her weha hûn dikarin ji hezkiriyên xwe bixwazin ku ji we re di karên
malê de an jî berpirsiyariyên din re bibin alîkar da ku hin stresa xwe ya rojane sivik bikin.
•Pêşiya
pêşî li xwe qate bin: Ji bo ku hûn bikaribin xwarin û vexwarin
bixwin û vexwin û xewa xwe bistînin; birêkûpêk sporê bikin ku laşê we netevize
û wekî din jî ji bo tendirustiya derûnî wekî huner, mûzîk, medîtasyon,
rehetbûna hilmê û meşên siruştê bikin.
•Bi sebr û tebat
tevbigerin: Normal e ku ji dilê mirov tiştek neyê û
mirov nexwaze tiştekî bike û bi ti kesî re li ser rûdana trawmatîk biaxive û
xwe dûrî her tiştî bike lêbelê her çiqasî mirov xwe îzole bike jî mirov nikare
ji fikr û ramanên trawmatîk bireve. Reva ji stresa trawmatîk her barê derûnî
girantir dike. Loma divê mirov ji bo xwe û saxlemiya derûna xwe li rê û rêçikên
çareseriyê bigere û ji piştgiriya pispora nereve û li xwarin û vexwarin û xewa
xwe qate be. Bi gerîna li çareseriyê mirov hêdî hêdî tê ser hemdê xwe yê berê.
Mirov
kengî û çi wext li alîkariyê bigere û bixwaze?
Hewcedariya her kesî bi
çareseriya stresa trawmatîk tuneye. Gelek mirov bi demê re xwe bi xwe rehet
dibin û tên ser hemdê xwe yê berê. Lê dîsa jî pisporên saxlamiya ruh û giyanî û
derûnnas dikarin ji bo serîpêderxistina stresa trawmatîk ji we re bibin alîkar.
Ger tengasiya stresa
trawmatîk bandorê li têkiliyên we, li karûbarên we an jî li şixulîna we ya
rojane bike; dibe ku hûn bi Nexweşiya Stresê ya Akût (demkurt) an jî bi
Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (NSPT) ketibin; wê demê alikariya pisporan
mecbûrî ye.
Hin
rêûrêçikên çareseriya stresa trawmatîk
Derûnnas dikarin ji bo
serîpêderxistin û destwerdanên bingehîn ên Nexweşiya Stresê ya Akût û Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê, bi
çareseriya derûnî ji we re çareseriyekê peyda bikin.
Yek ji van jî Alîkariya
Pêşîn a Derûnî (APD) ye ku bi eslê xwe ji bo zarok, ciwan, mezinan û malbatên
ku ketibûn ber bayê karesatek an terorîzmê hatibû çêkirin. Lê niha ew ji bo
alîkariya her mirovên ku trawmatîzebûnin an ketibin bin bandora trawmayê tê
bikar anîn. APD li ser ramana ku piştî rûdaneke trawmatîk tengasî, bêhntengî,
xemgînî, tirs û hwd normal e hatiye avakirin. Loma di dewsa ku stresa rûdanên
trawmatîk weke nexweşiyekê bêdîtin weke tiştekî ku bi alîkariyê û bi agahdariyê
û bi rêûrêçikên pisporane mirov dikare serî pê derxe û xwe ji bertekên stresê
xwe biparêze tê pejirandin. Pisporên saxlemiya derûnî û xebatkarên tendirustiyê
piştî karesat û trawmayê ji bo APDê bi rojan li nexweşxaneyan, li stargehan, li
cihê civînan û heta ji bo qeyrana telefonkirinê jî li gelek waran dixebitin.
Armanca APDê ew e ku kêmasî û tengasiyên demkurt û demdirêj kêm bike û ji bo
nexweşiyên derûnî û laşî bibin alîkar da ku di demên pêş de ev li serê wan nebe
bela û bobelat.
Yek ji çareseriya bi
delîl jî ev e ku ji bo gelek nexweşiyên din ên derûnî jî dibe derman ew jî
Terapiya Venasînî û Reftarî (TVR) ye. TVR, çareseriyeke derûnî ye ku ji mirovan
re dibe alîkar ku mirov fikr û ramanên xwe yên bêkêr û yên ku wan diêşîne
veguherînin û bi vê re jî dike ku mirov ji qalibên tevger û reftarên xerab
xelas bibe. Rêxistina Tenduristiyê ya
Cîhanê ji bo dermankirina stresa trawmatîk a akût TVRê pêşniyaz dike. Her weha
hin lêkolînan jî destnîşan kiriye ku çareseriya trawmayê ya bi TVRê hêza NSPTê
û derketina wê qels dike.
Wekî din gelek
çaresriyên derûnî yên curbecur hene ku ji bo trawma, îhmal û îstismara zarok û
ciwanan tên bi karanîn û geşkirin. Ev terapî û çareserî bi gelemperî bingeha
xwe ji malbatê distîne loma divê dêûbav û kesên ku ji xwedîkirina zarokan
berpirsyar e jî tevlî prosesa çareseriyê bibe.
Ger hûn an jî
heskiriyek we li ber xwe bide û bixwaze ji rewşa trawmatîk rizgar bibe dê
çareserî û terapiya derûnî ji we re bibe alîkar.
Jêrenot:
Spas ji bo derûnnas Soo Jeong Youn, PhD û Raquel Halfond, PhD ku ji bo vê gotarê bûn alîkar.
Çavkanî:
American
Psychological Association. (2017). PTSD treatment: Information for patients and
families. https://www.apa.org/ptsd-guideline/patients-and-families
Kilpatrick,
D. G., Resnick, H. S., Milanak, M. E., Miller, M. W., Keyes, K. M., &
Friedman, M. J. (2013). National estimates of exposure to traumatic events and
PTSD prevalence using DSM-IV and DSM-5 criteria. Journal of Traumatic Stress,
26(5), 537–547. https://doi.org/10.1002/jts.21848
Kliem,
S., & Kröger, C. (2013). Prevention of chronic PTSD with early cognitive
behavioral therapy. A meta-analysis using mixed-effects modeling. Behaviour
Research and Therapy, 51(11), 753–761. https://doi.org/10.1016/j.brat.2013.08.005
National
Center for PTSD. Acute stress disorder. U.S. Department of Veterans Affairs.
https://www.ptsd.va.gov/understand/related/acute_stress.asp
The
National Child Traumatic Stress Network. About Psychological First Aid.
http://www.nctsn.org/treatments-and-practices/psychological-first-aid-and-skills-for-psychological-recovery/about-pfa
The
National Child Traumatic Stress Network. Trauma treatments.
http://www.nctsn.org/treatments-and-practices/trauma-treatments
The
National Child Traumatic Stress Network. What is child traumatic stress?
http://www.nctsn.org/sites/default/files/resources/what_is_child_traumatic_stress.pdf
Tol,
W. A., Barbui, C., & van Ommeren, M. (2013). Management of acute stress,
PTSD, and bereavement: WHO recommendations. JAMA: Journal of the American
Medical Association, 310(5), 477–478. https://doi.org/10.1001/jama.2013.166723
Jêdera
nivîsê: https://www.apa.org/topics/trauma/stress
Comments
Post a Comment