Skip to main content

Posts

Showing posts from April, 2024

Mirov çawa dikare ji hîs û hestyariya karesatan rizgar bibe?

Fêmkirina hîs û hestên karesatan an jî têgihiştina hestên piştî rûdaneke trawmatîk ji bersiv û bertekên normal re dibe rêber û bi saya vê fêmkirin û têgihiştinê mirov hîn çêtir bi fikr û raman û tevgerên xwe yên trawmatîk  re serî derdixin.   Karesat û bobelatên weke lehî, bahoz, erdhêj, qeza an şewatên mal û xaniyan bi gelemperî rûdanên ji nişkave û yên dema wan nediyar in loma mirov tengezar û tengegav dibe. Piştî van rûdanên metirsîdar dibe ku li ser bejn û bala gelek mirovan de nîşaneyên birînan tune be lêbelê ji hêla hîs û hestyarî ve birînên wan yên derûnî hebin. Bi giştî mirovên ku karesat û bobelatên bi vî rengî bi serê wan ve hatine bertekên tund û tûj ên hîsî û hestyarî destnîşan didin. Fêmkirin û têgihiştina van rûdanên trawmatîk dikare ji bo bertekên hîs û hestayariyê bibe alîkar û bandorê li fikr û raman û reftar û tevgerên mirov bike ku hîn çêtir ji xwe re rêya arambûn û başbûnê bibîne.      Bertekên hevpar û bersivên li hemberî karesat û b...

BAR MIROVA NAKUJE, SERBAR MIROVA DIKUJE.

AQIL XWEŞ MAL E LÊ HER GAV NE LI MAL E. Guh kovika dil e. Ji zanaya bipirse, ji nezana bitirse. Goşt bê hestî nabe. Kevirê giran li şûna xwe ye. Meriv ji çi bitirse, ew tê serê meriv. BAR MIROVA NAKUJE, SERBAR MIROVA DIKUJE. MIROVÊ XERÎB, TEYRÊ KOR E. Çavê rastê, çavê çepê nabîne Mirov her cem başa, baş dibe. Mirov her cem xeraba, xerab dibe. Kerê me, di axurê xelkê da dizire. Zilm, zû pozê mero dişkîne. Mirin, rûsipîtiya însan e. Ewr ewrê me ye, lê şilî şiliya xelkê ye Bi du-sê kesan şîn û şahî nabe Xebat xebata hespê ye Xwarin xwarina kerê ye Hê jî li ser wî guhî radizê (Hê jî gumana xwe qut nekiriye) Xwedê meriv nexe tora xereban Kes nabê dewê min tirş e Mere here dawet û şîna xelkê, wê xelk jî werin dawet û şîna mere Nanê dawetê bi deyn e Sifra xwînê mêr datîne, lê jin radikin Ma em ji te re bi ta û derziyê vekin Ma ez ji te re pîvazê biqeşêrim Talan û wêran, ne karên mêran Mirov şaxa ser xwe jênake Barê dijminatiyê û bêbextiyê ...