Fêmkirina hîs û hestên karesatan an jî têgihiştina hestên piştî rûdaneke trawmatîk ji bersiv û bertekên normal re dibe rêber û bi saya vê fêmkirin û têgihiştinê mirov hîn çêtir bi fikr û raman û tevgerên xwe yên trawmatîk re serî derdixin.
Karesat û bobelatên weke lehî, bahoz, erdhêj, qeza an şewatên mal û xaniyan bi gelemperî rûdanên ji nişkave û yên dema wan nediyar in loma mirov tengezar û tengegav dibe. Piştî van rûdanên metirsîdar dibe ku li ser bejn û bala gelek mirovan de nîşaneyên birînan tune be lêbelê ji hêla hîs û hestyarî ve birînên wan yên derûnî hebin. Bi giştî mirovên ku karesat û bobelatên bi vî rengî bi serê wan ve hatine bertekên tund û tûj ên hîsî û hestyarî destnîşan didin. Fêmkirin û têgihiştina van rûdanên trawmatîk dikare ji bo bertekên hîs û hestayariyê bibe alîkar û bandorê li fikr û raman û reftar û tevgerên mirov bike ku hîn çêtir ji xwe re rêya arambûn û başbûnê bibîne.
Bertekên hevpar û bersivên li hemberî
karesat û bobelatan çi ne?
Piştî karesat û bobelatan, mirov pirî caran şaşomaşo dibin û xwe matmayî hîs dikin, nizanin berê xwe bidin kû, loma nikarin xwe bigihînin agahdariyên rast û dirust ên derbarê rûdanên trawmatîk û xemgîn. Dema ev beretekên destpêkê hebekî kêm bibin, mirov hîn çêtir dikare hin fikr û raman û tevgerên curbecur biceribîne. Bi giştî bertek û bersivên hevpar ên karesat û bobelatan ev in:
• Hîs û hestyariyên zor û zehmet û nediyar: Dibe ku hûn bi şik û guman û fikar bin û asta nerazîbûna we bilind be û hêrsok û bêhnteng û xemgîn bibin. Di heman demê de dibe ku hûn ji her demê bêtir aciz û esabî bibin û rewşa we ya derûnî tevlihev bibe.
• Guhertinên fikr û raman û şêwazên tevger û reftaran: Dibe ku bîranînên we yên ji rûdanên berê mane zindî bibin û we bibin rojên berê yên trawmatîk. Ji ber vê yekê dibe ku ev bîranîn bêyî ti sedemên nediyar bertekên ne-xweş ên derûnî, fizîkî û civakî bi we re çê bike û hûn bi hin nexweşiyên derûnî re rûbirû bimînin. Dibe ku handan û konsantrasyona we ya biryargirtin dijwar bibe. Di heman demê de şikl û şemala xwarin û vexwarin û xewa we xera bibe (dibe hin kes pir zêde bixwin û vexwin û xewar bibin û dibe ku berevajî vê mirov ji xwarin û vexwarinê bikeve û bêxew bibe).
• Hîs û hestiyariya jîngeh û derdorê: Dengên fîtik û pîspîskan, dengên bilind, bêhna şewat û genîbûnê an jî di derdorê de dîtinan hin tiştên hestyar, dibe ku bibe sebeba zindîbûna bîranînên karesat û bobelatan û ev jî mirov trawmatîze bike û rê li ber fikr û raman û tevgerên xerab veke. Dibe ku ev "silbûn û azirandin" bi tirs û xofa ku dê bi stresa rûdana nû re bibin yek û hev re li ser wan bibin barekî derûnî û fizîkî.
• Di têkiliyên navkesana de bêhntengî: Di têkiliyên heval û hogiran de bêhntengî û pevçûnên bêwate û axavtinên zêde û binanok. Ev têkiliya bêhnteng bi gelemperî di nav endamên malbatê de rû didin û gelek caran mirov hevdu aciz dikin û dûrî hev du dikevin an jî ji dev karûbarên xwe berdidin û xwebixwe xwe îzole dikin.
• Nişetên laşî (fizikî) yên girêdayî stresê: Dibe ku ji ber stresa rûdanan serêşî, gêjbûn û êşa sîngê çê bibe û hewcedariya mirov bi bijîşk û nexweşxanê hebe. Dibe ku karesat û bobelat bandorê nexweşiyên berê bike û rewşa nexweşiyê hîn girantir bike.
Ez ê çawa li ber xwe bidim?
Tiştên baş û xweşbextane ev e ku gelek lêkolînan destnîşan kiriye ku bi gelemperî şiyana mirovan ji bo berxwedana li hemberî hestyariya karesat û trajediyan heye. Bi giştî piştî rûdanên trawmatîk mirov dikevin bin nîrê stresê, lêbelê piştî çend mehan mirov vedigirin ser hemdê xwe yê berî karesat û bobelatan, êdî dikarin bi awayekî siruştî karûbarên xwe yên rojana bikin. Divê em ji bîr nekin ku norm û helwesta di cih de, barê derûniyê siviktir dike; mirov berxwedêr be û hêviya başbûnê wenda neke, mirov tengasiyên demdirêj nabe.
A rast ew e ku mirov piştî karesat û bobelatan saxlemiya xwe û hestên xwe geş bike û ji bo kontrolkirina rewş û hestên xwe hin gavan bavê je; bi gelemperî ev gavên li jêr in:
• Ji bo saxlemiya hestan dem divê: Bizanibin ku ev di jiyana mirov de qonaxa bi êş û jan e. Destûrê bidin hestên xwe ku şîna xwe û windahiyên xwe bigire û li hemberî veguherînin hest û rewşa xwe bi sebr û tebat tevbigerin.
• Piştgiriyê ji wan kesên ku qedr û qîmetê dide we û yên ku ji rewşa têdigihêje û fêmdike bixwazin: Yek parçeyên alîkariyê jî piştgiriya civakî bi xwe ye; ji bo rizgariya ji karesatan hêmanek bingehîn e. Di vî warî de malbat û dost û heval kesên sereke ne. Wekî din jî hûn dikarin piştgirî ji hin kesên din jî bixwazin û bi wan re danûstanekê saz bikin; ev jî dikare rastiya karesat û bobelatan tekûztir bike û ji bo hestên we yên li hemberî rûdanan bibe alîkar.
• Serpêhatî û tecrûbeyên xwe ragihînin (vebêjin): Di derheqê karesatên ku hatinin serê we bi malbat û derdoran xwe re biaxivin û behsa serpêhatiyên xwe yên derbarê rûdanan bikin. Di rojnivîska xwe de behsa karesata ku hatiye serê we bikin û xwe ji çalekiyên civakî yên weke xêzkirina wêna û sporê û hwd dûr nexin. Dilê çi dixwaze û çi aciz dibe bibêjin û ji bo vê çi destê we tê bikin. Xwe radestî hestên karesatan nekin.
• Ji xwe re komek piştevaniyê bibîn ku ji hêla pisporên perwerdekirî ve tê bi rêvebirin: Bi gelemperî piştî karesat û bebelatan komên piştgiriyê tên avakirin. Gotin û nîqaşên di komê de tên kirin dê ji bo we jî bibe alîkar û hûnê fêm bikin û têbigihêjin ku hûn di bertek û hestên xwe de ne bi tena serê xwe ne. Civînên komên piştgiriyê bi taybetî jî ji bo wan kesên ku ji pergalên piştevaniya bêpar in dê bibe alîkar.
• Ji bo ku hûn şiyana xwe li hemberî stresa zêde qewîn bikin, tevlî tevgerên tendirustiyê bibin: Heya ji we tê bêhna xwe vedin û li xwarin û vexwarin û xewa xwe qate bin. Ger pirsgirêkên we yên xewê hebin bi hin teknînêkan dikarin hebekî aram bibin. Heya ji we tê dûrî alkol û madeyên hişbir bin lewre ev madeyena hêz û şiyana serîpêderxistinê lawaz dike û hêviya rizgariya dişkîne û rê li ber tiştên nexweş vedike.
• Bila rêbaz û standardeke we hebe ku hûn karibin ji xwe re rûtînekê saz bikin an jî xwe ji nû ve saz bikin: Bi awayekî birêkûpêk xwarin û vexwarin û xewa xwe têxin rêyekê û bernameyeke çalakiyan saz bikin û wê bi rêkûpêk bişopînin. Rûtîneke kitêb xwendinê, meşê, sporê û hwd çê bikin.
• Zû bi zû biryarên giring ên derheqê jiyana xwe de nedin, hebekî bi sebr û tebat tevbigerin: Di guhertinên giring ên weke guhertina kariyer û karûbar de ecele nekin lewre ev guhertin bi serê xwe jî stresa mirov bilind dike. Loma di rewşa trawmatîk de stendina biryara giring dibe ku li ser pişta derûniya mirov dibe bar.
Divê em kengî li alîkariya
profesyonel bigerin/bistînin?
Ger hestên we bi domdarî xerab bin û hêvî û gumanên ji ti tiştî nema be û hûn nikaribin jiyana xwe ya rojane bi rê ve bibin û radeye bêhntengiya her bilind be, hûn dikarin serî li derûnnasekî an şêwirmendekî xwedî lîsans bidin. Derûnnas ji bo ku mirov ji hestên xerab ên karesat û bobelatan rizgar bibe hatinin perwerdekirin û dikarin bi rê û rêbazên zanistî ji mirovên trawmatîk re bibin alîkar û ji we re bernameyeke tekûz çê bikin. Ev bername wê ji bo stres, tirs, rageşî û xemginiyê bibe alîkar.
Çavkanî:
Bonanno, G. A., Galea, S., Bucciarelli, A., & Vlahov, D. (2007). What predicts psychological resilience after disaster? The role of demographics, resources, and life stress. Journal of Consulting and Clinical Psychology, 75 (5), 671. doi: 10.1037/0022-006X.75.5.671
Bonanno, G. A., Papa, A., & O'Neill, K. (2001). Loss and human resilience. Applied and Preventive Psychology, 10 (3), 193-206. doi: 10.1016/S0962-1849(01)80014-7
Butler, L. D., Koopman, C., Azarow, J., Blasey, C. M., Magdalene, J. C., DiMiceli, S., ... & Spiegel, D. (2009). Psychosocial predictors of resilience after the September 11, 2001 terrorist attacks. The Journal of Nervous and Mental Disease, 197 (4), 266-273. doi: 10.1097/NMD.0b013e31819d9334
Silver, R. C., Holman, E. A., McIntosh, D. N., Poulin, M., & Gil-Rivas, V. (2002). Nationwide longitudinal study of psychological responses to September 11. JAMA: The Journal of the American Medical Association, 288 (10), 1235-1244. doi: 10.1001/jama.288.10.1235
Spas ji bo derûnnas Kevin Rowell, PhD û Rebecca Thomley, PsyD ku ji bo vê gotarê bûn alîkar.
Wergera îngilîzî bo kurdî: Brahîmê Alûcî
Jêdera nivîsê: https://www.apa.org/topics/disasters-response/recovering
Comments
Post a Comment