Skip to main content

BAR MIROVA NAKUJE, SERBAR MIROVA DIKUJE.

AQIL XWEŞ MAL E LÊ HER GAV NE LI MAL E.

Guh kovika dil e.

Ji zanaya bipirse, ji nezana bitirse.

Goşt bê hestî nabe.

Kevirê giran li şûna xwe ye.

Meriv ji çi bitirse, ew tê serê meriv.

BAR MIROVA NAKUJE, SERBAR MIROVA DIKUJE.


MIROVÊ XERÎB, TEYRÊ KOR E.

Çavê rastê, çavê çepê nabîne

Mirov her cem başa, baş dibe.

Mirov her cem xeraba, xerab dibe.

Kerê me, di axurê xelkê da dizire.

Zilm, zû pozê mero dişkîne.

Mirin, rûsipîtiya însan e.

Ewr ewrê me ye, lê şilî şiliya xelkê ye

Bi du-sê kesan şîn û şahî nabe

Xebat xebata hespê ye

Xwarin xwarina kerê ye

Hê jî li ser wî guhî radizê

(Hê jî gumana xwe qut nekiriye)

Xwedê meriv nexe tora xereban

Kes nabê dewê min tirş e

Mere here dawet û şîna xelkê, wê xelk jî werin dawet û şîna mere

Nanê dawetê bi deyn e

Sifra xwînê mêr datîne, lê jin radikin

Ma em ji te re bi ta û derziyê vekin

Ma ez ji te re pîvazê biqeşêrim

Talan û wêran, ne karên mêran

Mirov şaxa ser xwe jênake

Barê dijminatiyê û bêbextiyê naçe ber hev

Baran ji barana nîsanê, berberî malê xoristanê.

Divê mirov pabendê peyv û peymana xwe be.

Her kes bi zimanê xwe xas e.

Du parên xizaniyê, ji nezaniyê.

Dema ku kela şorbê çû, heqê kevçî dadikeve du qurişeke nîvê.

Serê du berana di beroşekê de nakele.

Nehêjênanin pîvaza xerabe, lê mala dinê wan kiriye însan.

Çi kiras li ser me re be, meriv dibêje qey li ser hevalê me ye jî...

Bûka me bi dil e, rengê wê mîna gul e.

Şerên wan li ser goştê min û te ye.

Em hemû berûyên darekê ne û pîvazên mişarekê ne.

Ez dixwûm nan û avê, min mineta kesî navê.

Xwelî li wî serî ewê ku mirovên xwe bide bi xelqê biyanî/xerîp.

Mirov bi zimanê xwe ve tê girêdan

Nigê kera, ketiye qûndera.

Kalo ji bênefsî, pîrê ji bêkesî; her duya li hev pirsî.

Hûr e, lê wek şûr e.

Kûçikê me, li ber derê xelkê diewte.

Ê meriv rehet dike xew, ê nava meriv rehet dike dew, ê mala meriv xira dike vir û derew.

Devê xelkê ne doxîna te ye ku tu girê bidî.

Heta me hilatî kir, xelkê şikeva (nan) lê xist.

Hîn destê me negîştîye ber devê me.

Dibe sofî bibe safî, nebe sofiyê fen û fûta.

Di xizaniyê de mêşan, mîhan û mirîşkan xwedî bike.

Malê ne ji lawê çê re, ne jî ji lawê xerab re bike. Lewre, çê xeraban çêdike, xerab çêyan xerab dike.

Xeta xwar ji gayê pîr e.

Ê xelkê ji dûr tê, yê min ji benkê tûr tê.

Adara bi pêl, nîsana şil, gulana bi ba.... pir xweş e.

Nû hatin kevin xelat in / Nû hatin kevin hilat in.

Neyar mar e, wekatê wî sar e.

Barê keran giran e.

Xizano, kar nezano.

Dinya xan e, mirov kerwan e; xan dimîne, kerwan rewan e.

Du jin dîwanek in, du kurd kerwanek in

Ji ewrê gurgurok, ji mêrê virvirok, ji jina malgerok.... tu hêviyê neke an xêr wan tune.

Jina bilez, hezpa hûrbez, mêrê git "ez".... tim belayê tîne ber deriyê mirov.

Xwedî bike bi nanê xwe, bera bide canê xwe.

Çira ji koran re, şîret ji dînan re çi bike?

Mepirse ji saxan halê bêhalan.

Kar heye karîn tune, karîn heye kar tune.

Her zikek zozanek e, her demek dewranek e.

Îro soz û îman e, sibe toz dûman e.

Dest destan dişon, vedigerin rûyan dişon.

Ji jina xweşik û ji zeviya ber gund birevin: zeviya ber gund ji golikan, jina xweşik ji mozikan nayê parastin.

Zor digihêje tor, tor ji teşiyê siviktir dibe.

Tu carî ji bo mirovên xerab xwe xera neke, ku tu xwe xera bike, tu yê li ser piştê li erdê bikeve.

Xerab ji kul û qotikan, baş jî ji dost û hevalan xalî nabin.

Serê ku neêşe kundirek jê çêtir e.

Pêşî bipêje, paşê bibêje.

Dayîn, zayîn e.

Gotinên çolê, bavê golê.

Dara jînê, şîn dibe bi xwînê.

Rastî nexweş dikeve lê namire.

Ji ber nezana, Xwedê birin ezmana.

Hoste necar razê weke her car

Xwedê yek e dergeh hezar.

TENÊ XENÊ

Di bazara ehmeqa de aqil nayê firotin.

Kewên we ji hev re dixwînin.

Gotin kerê, çavên te ronî, te dahşikek anî! Go min dahşikek anî nanî, bar dananî.

Ger du bira yek bin, gundek bi wan nikare; gundek yek be, welatek bi wan nikare; welatek yek be dinya bi wan nikare.

Bav dimire zarok har dibin

Dê dimire zarok jar dibin.

Memûrê dewletê weke qemçika kerê ye, ne dirêj dibe ne kin dibe.

Sar e, çek yar e

Germ e, çek şerm e.

Nan di ber de ma avê bîne

Av di ber de ma kefen bîne.

Zû anî, bi gend û gû anî

Dereng anî, beranê heftreng anî.

Yek heye bi sedî ye, sed heye ne bi yekî ye.

Xwarin qismetê her kesî ye, lê mêranî ne qismetê her kesî ye.

Nav heye, navok tune ye.

Firavîn bi fêde ye, paşîv bi serhevdeye.

Rêç rêça kera cûn e, sûç sûçê bûkê nû ne.

Cerê xwe yê tije, li cerê xelkê yê vala mexe.

Pisîka min a kudo mudo mêvan xweş e rojek dido.

Ji çûna gundan re meriv divê,

ji çûna bajaran re pere divê.

Betalî xirabmalî

Dê û bav dikarin deh zarokan xwedî bikin, deh zarok nikarin dê û bavekî xwedî bikin.

Mêrê qels, du cara şer dixwaze.

Karê gavekê, kula salekê.

Dînan, mala xwe ji ber ehmeqan bar kirin.

Got: Apo, te çi fêm kir ji dinyayê? Got: Lawê min, dinyayê ji xwe re neke xem û bar.

Mêrek heye seranser, mêrek heye beranber, mêrek jî heye xwelîser.

Cihê ku hêvî jê tune be, gazin jê tune ye.

Pêşî star, paşê debar.

Dirêj kir, qirêj kir.

Dijminê te sisê ne:

1-Dijminê te, 2-Dostê dijminê te, 3-Dijminê dostê te.

Dostê te sisê ne: 1-Dostê te, 2-Dostê dostê te, 3-Dijminê dijminê te.

Şîn û şahî bi dor in.

Zarok biçûk in serêş in, mezin in dilêş in.

Jan li ku derê be, can li wê derê ye.

Gotin avê! Çima deng ji te tê? Got: Hevalê min kevir e.

Pîr bike lê ji bîr meke.

Çawa ku bi baranê payîz nabe nîsan, mirov jî bi xwendinê nabe însan

Yek rêzaneke pîr, hêjaye hezar zarokên şîr

Hêk çelq bûye şimaq jî heq bûye

Ziman ar e, him yar e him neyar e

Gur roja bimij, dijmin roja teng dinitirînin

Her zikek zozanek e, her demek dewranek e

Axa me axeke wiloye ku hezar û yek xweşî û nexweşî bi hev re dihewîne.

Xwedê me ji kirasê nedirûtî bistirîne.

Aş berdane, pê çeqçeqê ketinin.

Xwedê cilika bêrûmetiyê ne de ser rûyê kesî.

Bela mirovekî xerab li gundekî, ya gundekî li heft gundan dikeve.

Ku tu çû gundekî ger hemû kes bi çavekî be, tu jî çavekî xwe derxîne.

Bi lingekî geriya gundekî.

Gotin baş e, baş e, çû di cirnê gund de rî.

Gotin kund: Çima tu nayê gund? Got: Ji destê gavanê ço bilind û ji destê qîz û bûkên rind.

Gotin: Kul hatiye gund wê ji her malê du heba bibe. Her kesî li Xulam nihêrî. Xulam got: Belê yek jê ez, lê ê din.

Gund û bajar li bin guhê hev xistin.

Gundek e, gundorek e.

Gundek e, rindek e.

Gundek e, gilorek e.

Ji bo mirovekî wêran dike gundekî.

Ji eşîran eşîra me, ji gundan gundê me, ji malan mala me, ji mala me jî ez û brayê xwe, lê zêde zêde jî EZ.

Ji tirsa kûçikan newêre here gund, dibêje; şevreş e.

Kê tir kir, xerîbê gund tir kir.

Kê tir kir, pîra gund tir kir.

Ma ev der gundê Elo Celo ye?

Mêvanên mal di gund de bûn.

Qîzek nazand, gundek bezand.

Rovî û nav gund?

Wekî gundê bêkûçik bûn.

Wekî gundê ker nedîtî.

 Bihar hat rakirin, payiz hat dakirin.

Biharê xwe têr neke, payizê xwe derengî nexe.

Ji ava xuşexuş netirsin, ji ava nermik bitirsin.

Bi gur re dikuje, bi şivên re dixwe, bi xwedî re digirî.

Bi girî ranebe ji gorê mirî.

Tirs destbirayê rovî ye.

Xew û kew nagihêjin hev.

Tiştê biha, tiştê erzan e.

Siwarê hespê xelkê tim peya ye.

Qenciya herî mezin zanîn e.

Kevn e pîr e, ji gotinê re bîr e.

Lomanî meke domanî.

Li pey hêstirê (qantir) meçe, bavê wê ker e.

Maldar li mala xwe, rêwî li ser rêya xwe.

Seyd her tim a seydvan e.

Seydvan di xewna xwe de seydê dibîne.

Roj bi bêjingê nayê veşartin.

Rojên ciwaniyê kin, salên wê dirêj in; Rojên pîrîtiyê dirêj salên wê kin e.

Siya şêran ji sitara roviyan çêtir e.

Mirin hespekî boz e, li ber deriyê her kesî dibeze.

Jana serî ji zimên e.

Hat newalê, bû xwediyê malê.

Hat ji palê, bû xwediyê malê.

Barê azadiyê giran e.

Ê wekî her tiştî ne tu tişt e.

Hesin bi germî ditewe.

Ê hesin bi sarî jî ditewînin hene.

Ê ku neçîne, naçine.

Ji rê bimîne, ji hevalan nemîne.

Aqil ar e, hiş av e.

Ew serê ku neêşe, kundirek jê çêtir e.

Kêra pola jî destê zêrîn nabire.

Serêkaniyê şêlû be, dûvkanî jixwe wê şêlû be.

Aş digere, ding genim dikute.

Sond û peyman şûrê dudev e.

Hayê zikê têr, ji yê birçî tuneye.

Ku mirov diz be şevereş pir in.

Peyva xwe bipêje, dure bibêje.

Çêkiro bi xwe kiro, xerapkiro bi xwe kiro.

Dermanê her tiştî zêr e, ji zêr xurtir zor e

Bi pirsê mirov diçe Xursê

Ji zana bipirse, ji nezanan bitirse

Bi kerê nikare, dibeze kurtên

Bi ava hindik aş nagere

Ava kûr hêdî diherike

Biçe mala gur lê kûçikên xwe jî bi xwe re bibe

Çûne welatê keran, anîn barê peran

Carna tîr dike, carna ron dike

Girara hinan ji rûn, girara hinan ji rijiyê nayê xwarin

Dil fireh be, cih teng nabe

Hevalê şahiyê pir in, hevalê şînê kêm in

Ser jî çû, ber jî çû

Xew û kew nagihêjin hev

Tiştê herî biha, tiştê erzan e

Ziman ne kaş e, ne kendal e

Heta mêjiyê mirov nekele, beroşa mirov nakele

Kurmê şîrî heya pîrî

Mirî venagere bi girî


Gotinên pêşiyan

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...