Skip to main content

Posts

Showing posts from May, 2024

Em çi bikin law?

Em çi bikin law; ''Mal xizan e, kebanî nezan e.'' Em çi bikin law; ''Mirinê dibînin, bi tayê qayîl dibin.'' Em çi bikin law; ''Heya em bûn çavnas, dinya bû xelas.'' Em çi bikin law; ''Çira ji koran re, tembûr ji keran re bêfêde ye.'' ''Aş digere, qeraş pesnê xwe dide.'' Em çi bikin law, em çi bikin; ''Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe şolik.'' Bila malek bêxwedî be, ne êlek bê serî be. Ji giya nermtir nîne, di binê keviran de namîne. Heta mirov deyndar nebe, mirov maldar nabe. Ku mirov bi keran re bigere, dê wek wan bizire. Ji rê bimîne, ji hevalan nemîne Rastî bibe mû jî naqete Bilind nefire, tê nizm bikevî Dar bi xweziya hêşîn nabe Bikin mîna şêran, bixwin mîna mêran Çûme derve fata kor e, hatim hundir xata kor e. Dizê bîstanan mikur tên zivistanan Yek dibêje; ba, yê din dibêje; ta Xizanî tê ji nezanî Qetnezanî ji nîvzanînê qenctir e Kûçik ...

Çend çiya hene, yên kurdan in.

Bê desmêj, mêj nabe. Çala vekirî her kes tê de dirî. Zivistana sar, lingan bikin çar. Li daran e, bi qasê bîst û çaran e. Jina xwelîliser, mêrê çavlider. Dereng bû, çeleng bû. Çêyî bike, bi avê re berde. Zehmet ew e ku mirov ji çardera derî derkeve. Werîsê rizî, bi kêrî girêdanê nayê. Rovî, ticar nabe şêr; dizê şevê, nabe mêr; sêla rizî, nabe zêr. Tavek ji tava Nîsanê, berberî malê Xoresanê. Dewara mekire di Nîsanê de, keçan hilnebijêre di dilanê de. Adar, mirov dike dar; Nîsan, mirov dike însan. Nîsanê, dew li kîsanê; li ber deriyê hemî kesanê. Di nava Nîsan û Gulanê, Xwedê bide tavek baranê, çêtir e ji gundorê zêrînî li ser sê riyanê. Hat tavek ji tavên nîsanê çêtir e ji cohtên meydanê. Hêvî, nanê feqîran e. Hêvî ji Xwedê nayê birîn. Mirov li hêviya yarê, bê jin dimîne. Hin garis dikin genim, hin genim dikin garis. Derya yek reng e û masî rengîn in. Barana bê ewr e. Derew wexta ku mirov jê bawer dike, dibe rastî. Elman dibêjin: Caranan derew çi dike ku dar l...