Em çi bikin law; ''Mal xizan e, kebanî nezan e.''
Em çi bikin law; ''Mirinê dibînin, bi tayê qayîl
dibin.''
Em çi bikin law; ''Heya em bûn çavnas, dinya bû
xelas.''
Em çi bikin law; ''Çira ji koran re, tembûr ji keran
re bêfêde ye.''
''Aş digere, qeraş pesnê xwe dide.''
Em çi bikin law, em çi bikin;
''Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe şolik.''
Bila malek bêxwedî be, ne êlek bê serî be.
Ji giya nermtir nîne, di binê keviran de namîne.
Heta mirov deyndar nebe, mirov maldar nabe.
Ku mirov bi keran re bigere, dê wek wan bizire.
Ji rê bimîne, ji hevalan nemîne
Rastî bibe mû jî naqete
Bilind nefire, tê nizm bikevî
Dar bi xweziya hêşîn nabe
Bikin mîna şêran, bixwin mîna mêran
Çûme derve fata kor e, hatim hundir xata kor e.
Dizê bîstanan mikur tên zivistanan
Yek dibêje; ba, yê din dibêje; ta
Xizanî tê ji nezanî
Qetnezanî ji nîvzanînê qenctir e
Kûçik ji kê bitirse bi ber wî ve direye
Hûr binêre, kûr binêre, dûr binêre
Carna jêhatin, lêhatin e.
Dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e.
Dehan ji xwe re, yekê ji hevalê xwe re bibêj
Çira ji koran re, tembûr ji keran re bêfêde ye
Aş bi avê digere, mirov bi ziman
Ziman paleyê xwedî ye
Ser jî çû, ber jî çû
Şûjina di çavên xwe de nabîne, derziya di çavên
hevalên xwe de dibîne
Gund kaniya bajaran in, gund û gundî tune bin dê
bajarî binê lingên xwe bialêsin.
Ew mêvan in, em malxwê ne.
Gotin nayê dotin.
Pîranî, mêraniyê betal dike.
Him ji dêrê bûye him ji mizgeftê.
Siwarê hespê xelkê, tim peya ye.
Aliyek bîr e, aliyek nîr e.
Her kew bi refê xwe re difire.
Gîha şîn tê li koka xwe tê.
Destê bi tenê, deng jê nayê.
Dê hejandiye, dê mijandiye.
Bizina kol, elimiye danûkan.
Gundek e, rindek e.
Dista dimsê ye, pariyê min jî tê de ye.
Her kes bi zimanê xwe xas e.
Du parên xizaniyê, ji nezaniyê.
Dema ku kela şorbê çû, heqê kevçî dadikeve du quriş û
nîva.
Serê du berana di beroşekê de nakele.
Çerxa felekê ne li gorî daxwazan dilan, li gorî zora
şûran dizîvire.
Dilê şikestî, jixwe brîndar e.
Navekî mezin li konekî wêran dikin.
Adetên bav û bapîran, kerik xweştir in ji hejîran
Bav ji aş tê, law pirsa bajêr jê dike
Bav rezek da law, law goşiyek tirî neda bav
Agir xweş e, lê arî jê çê dibe
Dêhn ne dêh nin, ên ku ji wan bawer dikin dêh nin
Tajiyê ku bi zorê here seydê, seydê nake
Dema hezkirin kêm dibe, wê demê qisûr jî zêde dibe
Tu bûyî mîr, xwedê meke ji bîr
Gîhayê hewşê tahl e
Ez hêdî dimeşim bela digihîje min, ez zû dimeşim ez
digihîjim belayê
Feqîr çû xwe dalqîne, nehêrî ku zengîn bi darê ve
diheje
Feqîran got: “Em xwe bigihêjin zengînan, zengînan jî
got: “Em xwe bigihêjin Xwedê”
Talana êvarê û berfa sibê, bila bi serê dijminan de bê
Tirsonek tim li paş in
Dexes, dexesiyê li canê xwe dike
Zikreş, zikreşiyê li rihê xwe dike
Belaya xelkê ji çol û çiyan tê, ya me belengazên Xwedê
ji ber lingên me tê
Herkes dijminê kewê ye, kew jî dijminê xwe ye
Xerabî dişibe komirê, neşewitîne jî reş dike
Hûrik hûrik tije dibe tûrik.
Mû bi mû çêdibe rû.
Heyran, çima xizan î?
Got: Ji nezanî.
"Mêranî bê zanîn, zanîn bê mêranî nîvço ye."
"Qîmeta zêr zêrker zane."
Bi tivinga qerpala, mirov nagihêje xirxala.
Binê beroşê şewitî, venagere.
Şerên wan li ser goştê min û te ye.
Ez dixwûm nan û avê, min mineta kesî navê.
Xwelî li wî serî ewê ku mirovên xwe bide bi xelqê
biyanî.
Gepê xelkê me têr nake
Kesê min o, destê min o, zimanê min o.
Mirov bi zimanê xwe ve tê girêdan
Em hemû berûyên darekê ne û pîvazên mişarekê ne.
Her rûken ne dilken e.
Agir zêr, zêr jin, jin jî mêr dihilîne.
Dinya xan e, mirov tê de mêvan e.
Ev çavên ku dijminên xwe nasnakin bila birjin.
Aliyek şîn e, aliyek şahî ye.
Ava hêdî hêdî me ecêb jê dî.
Barê dinê li mêr e, barê mêr li jinê ye.
Berî baranê ba ye, berî mirinê ta ye.
Bi dinyayê bişêwire bi aqlê xwe bike.
Bi girî venagerin mirî.
Nan û dew xwarina derew
Nan û mast xwarina rast
Nan û şîr xwarina mîr
Bûk li ser hespê ye, hefsar li mistê ye, kes nizane
qismetê kê ye.
Bûkên tune zar û ziman xwesûyên tune dîn û îman.
Dijminê bavan, nabin dostê lawan.
Zilm li erdê namîne.
Dijminê te gêrik be jî dîsa hesabê xwe bike.
Qîza bistîne bi dilê kalan, hespa bistîne bi dilê
xortan.
Mala bavê meydan e, mala xezûr zindan e.
Min bûkek anî lez û bez, min tê da ga û pez, sivika
malê dîsa bûme ez.
Şûşa dilan çilo dişkê wilo cebar nabe.
Qûtê kewarê, heta biharê.
Li kerên mirî digere ku nalan jêbike.
Fetyokî li mêran, kenokî li jinan nayê.
Çira ji koran re çi bike, şîret ji pîran re çi bike.
Diran heye nok tuneye, nok heye diran tuneye.
Di vî zemanî de:
Kes nizane ku kî dike, kî dixwe.
Ziman sor e, tevger kor e.
Xwe ne ji mizgeftê, ne jî ji dêrê dikin.
Destika bivir ne ji
darê be dar nakeve.
'Peyva rastî ji dinyayê firehtir e
Peyva derew ji dinyayê girantir e''
Keda helal dibe mû naqete, keda heram bibe werîs jî
diqete.
Hin kedkar in, hin kedxwar in.
Sîrkût hilat, mîrkût dahat.
Soz, bûne toz
Siwar siwar e, li siya xwe guhdar e
Li nava serî mexe, lewre dîn û har e
Çi tê serê me ji
nezanîya me tê serê me.
Bê xîret bê îman e.
Xîret avêtine ber kûçikan, kûçikan nexwariye.
Hecîyo, neçe hecê, sola neqetîn li rê, hec ew e ku tu
lê.
Nêvî, jê meke hêvî.
Mêrê bêbext pir be, di ser re derbas nebe.
Tu dohn nexe çirayê, çira ronî nade.
Zor zora zorê dibe.
Çavê kul ji çavê kor çêtir e.
Her çi çû, mede dû.
Ger tu nizanî bi xwe, biner li cîranê xwe.
Çiya hewceyî çiyayan dibin.
Heya tu ya tehl nexwe, ya şîrîn bi ser de nayê.
Bûkê tune zar û ziman, xesûyê tune dîn û îman.
Kerê miri ji gur natirse.
Ez çiya û tu çiya, golik ma bê giya.
Cih nema lê danenî, kanî nema jê venaxwar.
Destê bikêr, li ser zikê têr.
Zikê birçî têr dibe, çavê birçî têr nabe.
Bê gore, bêtore; bê timan, bêîman.
Pira Batmanê, min çêkir bi şert û demanê, ku Xwedê
xera neke, xera nabe heta axirzemanê.
Bi min xurt e, û li min xurt e.
Dar bi pelên xwe dixuşe.
Gundê mezin, ji dûr ve dixuye.
Şîrînahiya darê ji pela ne.
Gundê mezin, ji dûr ve xweş e.
Ku dilê mirov rehet be, mirov nanê xwe li xweliya ber
agirê xwe xe û bixwe jî, xweş e.
Berdêla rastîyê giran
e, lê dîsa jî ji derewa çêtir e.
Me xwedî kir bi gûhana, xelkê ji me stend bi navrana.
Ronî û çira ji kora re, def û zirne ji kera re bêfêde
ye.
Mirov bi destê xwe xûra xwe nexûrîne, xûra mirov
naşikê.
Comments
Post a Comment