Skip to main content

Çend çiya hene, yên kurdan in.

Bê desmêj, mêj nabe.

Çala vekirî her kes tê de dirî.

Zivistana sar, lingan bikin çar.

Li daran e, bi qasê bîst û çaran e.

Jina xwelîliser, mêrê çavlider.

Dereng bû, çeleng bû.


Çêyî bike, bi avê re berde.

Zehmet ew e ku mirov ji çardera derî derkeve.

Werîsê rizî, bi kêrî girêdanê nayê.
Rovî, ticar nabe şêr; dizê şevê, nabe mêr; sêla rizî, nabe zêr.
Tavek ji tava Nîsanê, berberî malê Xoresanê.
Dewara mekire di Nîsanê de, keçan hilnebijêre di dilanê de.
Adar, mirov dike dar; Nîsan, mirov dike însan.
Nîsanê, dew li kîsanê; li ber deriyê hemî kesanê.
Di nava Nîsan û Gulanê, Xwedê bide tavek baranê, çêtir e ji gundorê zêrînî li ser sê riyanê.
Hat tavek ji tavên nîsanê çêtir e ji cohtên meydanê.
Hêvî, nanê feqîran e.
Hêvî ji Xwedê nayê birîn.
Mirov li hêviya yarê, bê jin dimîne.
Hin garis dikin genim, hin genim dikin garis.
Derya yek reng e û masî rengîn in.
Barana bê ewr e.
Derew wexta ku mirov jê bawer dike, dibe rastî.
Elman dibêjin: Caranan derew çi dike ku dar li dikana barûtê dike.
Çiqas dibî mîr, xwe meke ji bîr.
Li ser tahtê diçînin weke ser bahrê biçînon.
Başiyê ji bîr meke, li nebaşiyê sêr meke.
Heta me li halê xwe pirsî, kefen li me rizî.
Hestiyên wan ji Xwedê ye, goştê wan ji diziyê ye.
Masî di golan de nabe hût.
Kesê hişliser, namîne li der.
Av çiqasî di golan de bimîne, ewqasî genî dibe.
Kes nakeve gora kesî.
Kî gora kê bikole, ew dikevê.
Çi kiriye hebanê, ew derxist meydanê.
Derwêş dizane çi di hebana wî de heye.
Ê ku dîzan çêdike, dizane çembilan jî bi wan veke.
Ewladê çê dêûbavê xwe dide kenîn, ê xirab jî dide girîn.
Serê Adarê, ker jî bi keritiya xwe dizane ku roj dirêj bûne.
Ne êl ma, ne kon ma.
Aqil bi kovikê nakeve serî.
Paşiya derewan, kuçekor e.
Xilt çiqasî axê dikole, bi serê xwe dadike.
Ê ku pir bar dike, çiya radike; ê ku hindik bar dike, çiya kor dike.
Ro disekine, rom nasekine.
Qanûna romê û benîştê cûmê.
Dilopên gomê, seyên zomê, virên romê.
Bextê romê tune ye; nan û xwê li ser çogan e.
Bê fikirîn nepeyivin, wek axê nepeyivin.
Kêfxweşiya di efûkirinê de ne di tolhildanê de ye
Serban çiqasî fire be, berf ewqasî zêde ye.
Kedkaro, keda xwe nexwaro.
Destê kefîl (delal), di bêrîkê de ye.
Hîn dawet nexuya ye, tu li kefçiyan digere.
Serê mezin, bêrîka vala.
Av, heta hetayê şolî namîne.
Masî ji serê xwe ve genî dibe, ne ji teriya xwe ve.
Serê gurî, di binê kum de baş e.
Keçel got, navê min li te, kumê min li serê te.
Keçel dimrin, porsor dibin; kor dimrin, çavşîn dibin.
Ku dermanê gurî hebûna, wê di serê xwe de bidana.
Devê xwar, ken lê nabe star.
Axa kendalan, dibe rewşa malan.
Şêr ji kendalan ket, rovî bi şekalan ket.
Ne li erd e, ne li esman e, hêlîneke rewan e.
Mahna tirekan ardê cehîn e.
Nanê cehîn dixwe, tirê polayîn dike.
Giya li cihê sext (asê) dimîne.
Hezar dost kêm in, dijminek pir e.
Ji nûdîtiyan deyn neke, heke deyn dikî jî xerc neke.
Benekî bibirî, çar serî jê derdikevin.
Rihê timakaran di qûna muflisan de ye.
Deve bi pişta xwe nakene, bi pişta hevalê xwe dikene.
Ji devê re gotin xet. Got, karê min nekiriye qet.
Ji qantirê pirsîn: bavê te kî ye? Got: Hesp xalê min e.
Tiştê ku li mala mîr biha ye, nan û pîvaz e.
Heke mala te ji şûşeyê be, keviran nevêje cîranan.
Şerkirin ji betalmayînê çêtir e.
Şer qediyaye, gêjo teze li şûna çekan dinêre.
Kêra di ber de, yan ber didirîne yan jî zik.
Mirîşk avê vedixwe, li ser xwe re li Xwedê dinêre.
Dixwazî xwe nas bikî? Li mirêkekê binêre.
Heke tu loriyan dizanî, çima xwe ranazînî?
Nanxurê sifredirandî.
Nizanim û nikarim dermanê derdan e.
Agir ku pê ket, ter û hişk ji hev naqetîne.
Serê min bişkîne, qedrê min nexîne.
Riya dizan yek e, riyên malxweyan hezar in.
Sira xwe bide yekî, ji hezar kesî bipirse.
Ceh biçîne, heta ku dema genim hat.
Saz bi hewaya zemanî tê lêdan.
Kesê ku bend di stûyê wî de, nikare razê.
Penda ku bi erzanî ji dest diçe bi buhayî tê standin.
Gotina ku ji nava sî û du diranan derhat, wê bigihêje sî û du merivan.
Hêştir xewnekê dibîne, hêştirvan xewnekê.
Gûz beramberî gûzan, xurme bi nirxê rojê.
Dema ku Xwedê genim afirand, xêzek danî navberê.
Yê te ne zik e, afira ga ye.
Ecelê bizinê tê, (diçe) nanê şivan dixwe.
Heqê bizina kol ji bizina qiloç re namîne.
Sêva çê para hirçê.
Dê u dotê şerkirin, bê aqilan bawer kirin.
Heyfa ciwaniyê pîri li pe ye.
Jin keleh e mêr girtiye.
Şerm şerafa jinê ye.
Tu çi baceye tu wê hilînî.
 Aqil tac e li serê mirova.
Barê bi aqila, li pişta kêm aqila.
Ji bîr nekin dirok, goristana çanda mirî ye.
De alim ji bîr dike, pênûs ji bîr nake.
Ji ewladan neke hêvî, dê ji te bibin kovî.
Kârê îro nehêle sibê.
Dinya gule bêhn bike û bide hevalê xwe.
 Ez ezim tu tu yî.
Jiyana rojekiye bê rumeti ji jiyana salan bi koletî çêtir e.
Rêya dirêj bi gavên biçûk dest pê dike.
Roja xweş bi seri da xweş e.
Azadî hate dinyayê zimânê lal hat vekirinê.
Mirovê pîşekar tû caran birçî namîne.
“Keda” helal şêrîn e.
Destikê bivir ne ji darê be dar nakeve.
Aqilê sivik barê giran e. 
Hevalê bêje”heval heval” mede du.
Yê ku nefsa xwe islah nekiriye, nikare yekî din,islah bike.
Mirovê xayîn re megere.
Kar û zerar birayê hev in.
Bajarî li erdê narî.
Ji şîrî heta pîrî.
Aqil di serî de bûye pelûl.
Kûçikan kûçik xeniqandin.

Gotinên pêşiyan

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...