Skip to main content

Posts

Showing posts from July, 2024

Deriyê derûnnasiyê (Gateway to psychology)

Em ji her tiştê xwe cihê/cihêl in; "Gateway" (derî/dergehê) metafora vekirina rêyekê dide, ku bi konsepte nivîsa orîjînal re hevaheng e. "Psychology" (derûnnasî) qada zanistî ya lêkolîna derûn û tevgerên mirovî diyar dike. Bêpergalî xerabderûnê bi xwe re tîne, xal û xetê giyanê xera dike. Devê derê derhişiyê bi kilît û mifteye, vekirina wê ya bi hişmendî  ne hêsan e; bi rêber û rêbazên zanistî derê derhişiyê ji xweşiyê re vedibe û ji nexweşiyên derûniyê der dibe û giyana malikşewitî aş û baş dibe. Giyan ji ber derûna xerab û bêpergal xêrê ji xwe û ji dinyayê nabîne; nikare xêr û bêrên çax û benga xwe bijî û bibîne. Loma ezî (ego) nikare sermiyantiyê li nizimezî (îd) û bilindeziyê (superego) bike. Mirov dibe xerîbê eziya xwe û hebûna xwe û ji refê xwe dûr dikeve; ji bilî hiş û hişmendiyê, lava û fîzar bê fêde ye. Lewre hiş û bîr dixitime û derûn û giyan diherime. Serê mirov xalî nabe ji fikr û ramanên xeraba... Deriyê derûnnasiyê Kurdî: Deriyê Derûnnasiyê D...

Li Bexdayê xurme pir in, ji me re çi?

Ji dijminan re zarê şêrîn, pişta hişk.  Ji bo gûrzek gîha, lodekê dişewitîne. Ji tivingê re nîşan, ji hespê re meydan.  Ji tunebûna şêran, rovî xwe nîşan dikin wek mêran.  Kalo ji bênefsî, pîrê ji bêkesî herduyan jî li hev pirsî. Lêhat bazirgan e, lênehat xwediyê gayê wêran e. Çawa sûk e, gaz biçûk e? Çawa sûk e, wilo jî bûk e.  Çûk e, diçe li ser hekê betan rûdine. Diçe cihe nenas, pesnê xwe dide xas û xas. Dimirim dibeecim, ceh dibe ez birinc im. Diran êş, derman kêş. Nakim mêran, kundan nakim dewsa şêran. Germ germa tûyan e, kêf kêfa rûtan e. Gîha li ber gur e, goşt li ber mîhê ye. Gostê diziyê naxwe lêbelê pariyê xwe di avşorê de dike. Gur hata diyara, hewar kete hezara. Hat ji karê, nehat ji malê. Hat ji palê, bû xwediyê malê.  Hat kurê malê, nehat ziyana salê. Lê hat bazirgan e, lê nehat xwediyê gayê wêran e. Hedî diçim dibêjin, gêj e; zû diçim dibêjin, bîj e. Heftyaro, li ber çavan diyaro. Her du jî tû devê he...

Hin gotinên derûn û giyana trawmatîk

Dax û kewandina derûniya gevcilî ne b(k)arekî rehet e. Mirovê ku ketiye pirika trawmayê, zûbizû ji heriya wê pak nabe. Derûna teenî, giyana ecinî, fikr û ramanên genî disedirîne; heya nekeve qaloka xwe/hebûnê natebite.   Li derûna xerîb û xerîbistanê, dile me ji giyana me re pal û newal e. Xeşîm û nezanê hebûna xwe me. Loma dibêjim; ’’çi bikim destê kurdan e li ber rûyan e’’ Kurd û Kurdistan bûye talima lingê nizan û xizan û erzana, erd û axa wê bi rext û rişmê xwe der dane.   Belkî agirê kulê bikeve mala fesat û şeytanê me Kurmanca..   Bedhal im, per û baskê qam û qidûmê derûna min şikestiye. Ji kedera derhişiya xwe, ji kula binhişiya xwe, dixwazim ji "xwe" re bibêjim û bilorînim. Li derê derûn û giyana kavil rûniştî me, gilî û gazinê xwe ji hiş û derhişaya xwe dikim. Behetî mame li qedera xwe...   Dilbikulo! Welatê xelkê ji mirov re ne tu war e û star e. Derûniya bindestan; rêwiyê serê riyan e, nexweşê nava ciyan e. Dên û bala xwe bide...