Skip to main content

Li Bexdayê xurme pir in, ji me re çi?

Ji dijminan re zarê şêrîn, pişta hişk.

 Ji bo gûrzek gîha, lodekê dişewitîne.

Ji tivingê re nîşan, ji hespê re meydan.

 Ji tunebûna şêran, rovî xwe nîşan dikin wek mêran.

 Kalo ji bênefsî, pîrê ji bêkesî herduyan jî li hev pirsî.

Lêhat bazirgan e, lênehat xwediyê gayê wêran e.

Çawa sûk e, gaz biçûk e?

Çawa sûk e, wilo jî bûk e.

 Çûk e, diçe li ser hekê betan rûdine.

Diçe cihe nenas, pesnê xwe dide xas û xas.

Dimirim dibeecim, ceh dibe ez birinc im.

Diran êş, derman kêş.

Nakim mêran, kundan nakim dewsa şêran.

Germ germa tûyan e, kêf kêfa rûtan e.

Gîha li ber gur e, goşt li ber mîhê ye.

Gostê diziyê naxwe lêbelê pariyê xwe di avşorê de dike.

Gur hata diyara, hewar kete hezara.

Hat ji karê, nehat ji malê.

Hat ji palê, bû xwediyê malê.

 Hat kurê malê, nehat ziyana salê.

Lê hat bazirgan e, lê nehat xwediyê gayê wêran e.

Hedî diçim dibêjin, gêj e; zû diçim dibêjin, bîj e.

Heftyaro, li ber çavan diyaro.

Her du jî tû devê hev nakin.

Hesp û kesp li ba wî yek in.

Heta hebû dims, ez mam û tu pis; dema ku nema dims, ez Motî û tu Botî.

Heyrana kûçikê gurêx, li beriye diewte, li zozana gur miyê berdide.

Him dinale, him vedimale.

Hirç hat, va rez; diz hat, va pez.

Hûkê dike mûkê.

Hûr bajo, zû bajo, dûr bajo, kûr bajo û ga neêşîne.

Hûrik hûrik dagirt tûrik.

Ji binê sola xwe re bêje.

Ji bo çilê, li xwe dike gilê.

Lomekaro, gunehkaro.

Ji bo kêçekê, lihêfekê dişewitîne.

Bejin biriqî, dil xeriqî.

Bejin tît e, mal mecît e.

Bejin zer e, dil jehr e.

Bi qîzanî mîr bû, bi jinanî pîr bû.

Bi tekbîr, dikolin bîr.

Bi vî hisî, tu nagihêjî çu par û pisî.

Bûye çiyayê Sîpanê, serê xwe danaxe.

 Car caran tîne, gayê reş baran tîne.

Mirov kevira davêje Birca Belek, navêje selika rêxe.

Par li me dida dara, îsal xwe nagire li ser çardara.

Roviyê newala, bû xwediyê mala.

Vê ava gûşe gûşe, kes nabêje dewe min tirş e.

Wek kevirê bine bîre.

A dila bila di dila de be.

A hespê bezandin e, a sîlehê teqandin e.

A Xwedê bermede.

Kar û zirar birayê hev in.

Baranê xuşexuş e, kêla genim qiruş e.

Bavê mêra tune ye, bavê qîza siltan e.

Ber ket kizina, şîr ket bizina.

Bilbil yekê zane, filfil duduya zane.

Zimanê wî di devê wî de bûye gilok.

Gerok û dewrêş bêjinga dinyayê ne.

Rastî şûrê Xwedê ye.

Keça bêdayik, mîna ye kumê bê bendik.

Tava payîzê xweş e ku pişta mirov lê be.

Zeyî çû mala bavê, xêr li qirikê gû li navê.

Xeyalê birçiyan, her nan e.

Ma ew jî jin e, agir berda mala mine.

Ma ez li ser sifra bavê te mezin bûme.

Mal bi jinê ava dibe

Mêr bê xwedî bin, jar dibin; jin bê xwedî bin, har dibin.

Mêr dimire, jin har dibe; jin dimire, mêr jar dibe.

Siwarê kera, ne ti siwar e; jina bi mêr, ne ti yar e.

Tat, xêlî dibin, guhên wan sor dibin.

Te kûçkê xwe têr nekir, wê here ber deriyê xelkê.

Heqê dê weke heqê Xwedê ye.

Jin heye gula mêrê xwe ye, jin heye kula mêrê xwe ye.

Jin jî hene, jan jî hene, melhema dilan jî hene.

Kezî xemla keçan e, simbêl rewşa xortan e.

Jinbir dilkafir in, devê dîzên xwe digirin, heta gorim (diş) dibuhurin. 

Qeda li xwedî, neçe li ebedî. 

Xwedê her tişt çêkiriye lê ji xwe re şirîk çênekiriye. 

(Filankes) Bekdaş e, geh li pêş e geh li paş e!

Me dît bîjî hemî bîjî, me nedît kîr û gunikê bi rîşî!

Ez geriyam li Şamê dinê ez nefilitîm ji ber mirinê 

Dirêj ker in, kin şeytan in, yên navberê ruh û can in. 

Henek dibin dorgenek!

Dewleta belegewre, bi şev sayî bi roj ewr e, keç avis e, bûk stewr e.

Hayê bi min hayê, hevrîşim davêjin ber livayê, liva dibêje hevrîşim tayê min nayê!

Hayê bi min hayê, hevrîşim hatiye ber livayê, xweyê hevrîşim li ber tê, xweyê livayê li ber nayê. 

Kevan hindî dar e, xwarin goşt e ya din jahr e, jin dotmam e ya din yar e.

 

 Gotinê pêşiyan

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...