Dax û kewandina derûniya gevcilî ne b(k)arekî rehet e. Mirovê ku ketiye pirika trawmayê, zûbizû ji heriya wê pak nabe. Derûna teenî, giyana ecinî, fikr û ramanên genî disedirîne; heya nekeve qaloka xwe/hebûnê natebite.
Li derûna xerîb û xerîbistanê, dile me ji giyana me re pal û
newal e.
Xeşîm û nezanê hebûna xwe me. Loma dibêjim; ’’çi bikim destê
kurdan e li ber rûyan e’’
Kurd û Kurdistan bûye talima lingê nizan û xizan û erzana, erd
û axa wê bi rext û rişmê xwe der dane.
Belkî agirê kulê bikeve mala fesat û şeytanê me Kurmanca..
Bedhal im, per û baskê qam û qidûmê derûna min şikestiye. Ji
kedera derhişiya xwe, ji kula binhişiya xwe, dixwazim ji "xwe" re
bibêjim û bilorînim.
Li derê derûn û giyana kavil rûniştî me, gilî û gazinê xwe
ji hiş û derhişaya xwe dikim.
Behetî mame li qedera xwe...
Dilbikulo!
Welatê xelkê ji mirov re ne tu war e û star e.
Derûniya bindestan; rêwiyê serê riyan e, nexweşê nava ciyan
e.
Dên û bala xwe bide xwe û hebûna xwe û destê xwe bide ser
kurdiya xwe, û ji bîr neke ku soz û bextê bindestiyê, qewl û qirara serdestiyê
li hev nabanin.
Kurdistan bi deman e.
Zikê reş e lê xeber xweş e.
Tembiya min li te, kêleka xwe nede kêleka kotiyê mêra; pê re
nekeve gilî û gazin û gotina...
Mirov ji dêrisê derûnê dûr bikevin. Me Kurdistana xwe têr
nedî, xêr jê nedî.
Derûndeqandî
Derûnxêrnedî
Derûna qerimî li devê derê xelkê xik û xalî disekine ji
tanga xwe dûr dikeve û nikare desmala guneha li ser bextreşiya bindestiyê
daweşîne û bibe malikê aqlê xwe...
Mirovê bindest ji hiş û aqilê xwe dûr û deraz e.
Serê xwe deyne ser dara xwebûnê bila bi xêr û silametî
bizivire mala hebûnê.
Derûn û giyana şîwar û şerpeze...
Devê deriyê derûna min bi kilîta reş hatiyê mifte kirin.
Em ne sax û ne nesax in. Em di kaviliya derûn û giyana xwe
de reben in. Pêgirtiyê derûna xelkê nin, bêpergal û xerabmal in. Xal û xetê
jiyana me winda ye. Xelk, xwe li ser serê me dihejînin, li ba dikin; birîna dil
û derûna me diherişînin. Derûn û giyana xelkê bûye serdilk û berdilka me. Serê
dilê me her kul e, binê kezeba me her birîn e.
Çareseriya ruh û giyana bindestan ew e ku kul û derdê derûna
wan tevrabe, birîna dilê wan ji nûve vebe. Keserê li ser kederê teze bike ku
tahna li kezeba şewitî ketiye şiyar bike.
Ji xwe re şopê bigerîn in.
Em 'xwe' bi ilmê xelkê dixapînin. Loma tan û niçê derhişiyê
ji hiş û berhişiya me kêm nabin.
Reng û timtêla mirov bi derûna mirov ve girêdayî ye. Heya
mêzera li ser binhiş û derhişiya me bi xweşî ranebe, reşiya hiş û aqil, û
nexweşiya derûn û giyanê ji me sadir nabe. Perda ber çavê mirov ronî nabe.
Em ne xwediyê mertalê xwebûna xwe ne loma qaçax û firarê
hebûna xwe ne. Nikarin rabin ser darê derûn û giyana xwe. Agir girtiye serdil,
şewat xwe berdaye bindil...
Gulmal bûye kulmal, nikare û nizane methê xwe bide û 'xwe'
bipesinîne.
Dorhêşînî, derûnhêşiniyê bi xwe re tîne.
Mirovê bindest ji ber ku derûna serdestên xwe dihewînin
nikarin derûna xwe bihebînin. Loma fikr û mitalê serdestên xwe di dilê xwe de
disêwirînin. 'Xwe' bi sal û zemanê serdestê xwe ve girê dide. Tahna xerab li
derûn û giyana xwe dixe. Hebûna xwe di oxira xelkê de dike berate. Loma çavê
mirov li qet û qametê xwebûna mirov nakeve.
Heya qul û qewarên derhişiyê bi hişmendiya xwebûnê neyê
bêjin û seratkirin, û mirov rastiya xwe seh neke, derûn û giyana hebûniya mirov
haş nabe.
Mêrê kal im, bêhal im, bêpergal im, xerabmal im; kûr
dinalim.
Heya mirov 'xwe' ji vê bengîtiya bindestiyê dûr nexe wê dilê
mirov ji tan û rezîliya jiyanê pak nabe.
Derûna hişbir a bindestiyê, giyana mirov li mîratê digerîne.
Bêfêmiya hiş û aqil çivan dide xwe û xeyalên heyînê ditemirîne.
Giyanxweşî bi şewq û şemala derûnê ve girêdayî ye.
Giyan ji ber gemariya qewara derûnê dinale...
Derdgirano! Qar û bêgarê bindestiyê barekî giran e. Marûsiya
(phobia) derûn û giyanê, ji ber trawmaya bindestiyê ye. Dilê mirov ji qet û
qametê jiyanê dihêle/dixelîne. Pergala xal û xetên giyanê ji hev belawela dike.
Berpala derûnê bêpergal be; rengê derûnê dibe beksê (image)
giyanê.
Kulmalo! Bi vê eza niviz (egoya nizim), derûna me nagîje ti
miraz û meqseda, û dê giyana me her zarîn û fîxan be.
Barbirê giyan û bixwebaweriyê derûn e. Divê mirov bîrkolê
bîra xwe be.
Barbirê giyanê derûn e.
Derûna me fenanî sêlek ji sêla hesinî; agirek di hiş de yek
di binhiş de û yek di derhiş de ye.
Derûnreşî bi ser me de anîne loma giyannexweşî ji me xalî
nabe.
Trawmaya bindestiyê qetilderûn e.
Esl û esasê bêesla tunîne.
Bedderûnî
Derûn û giyan her li hev diqesidin. Divê mirov derûnkolê
derhişiya xwe be ku giyana (rih) mirov hişyar û hiş(î)mend bibe.
Tîşên bindestiyê li ser derûn û giyana mirov de şax vedidin, şêl û pêla bejn û balê li hev diqelibîne. Halet û hacetê dil û hinavê mirov ji "xwe" dibin, cerdê bi cûrdê dixebitînin.
Serdest, gema bindestiyê li devê bindestê xwe dixim.
Qêrîn û qûtîna derûn û giyana bindesta ye.
Qewara derûnî
Oxilme, qontrol, ...
Ji bo mirov bikaribe bê ser hemdê xwe yê berê û ji aloziyên
derûniyê rizgar bibe, divê mirov bi hemû feraset û xulqê qenc li kok û
resentiya derûniya xwe bigere.
Fêm û têgihiştina bi feraset, rêbaz û rêkarên rageşî û liberxweketina derûnê, û şax û şovên dilxerabiyê bi handan û herikandina jiyana xweşrewan dinirxîne û hildikolîne, û rêc û resma giştaliya giyanê (ruh û rewan) erknas û xweşdil û hevkam dike; deftera jiyanê ji nivîsên dêwhezan û ji xwazyariyên fêlgeniyan pak dike.
Venasîna me kurdan venasîna germ e; hest û hevdilî li pêş e.
Venasîna xelkê venasîna sar e; hiş, bîr
û aqilmendî li pêş e.
Zimanê kurdî dermanê birîna derûn û giyana kurdan e. Dengê
kurdî ji bo kurdan vejîn û hebûna Kurdistan e. Birîna ziman dikişi binhiş û
derhişiyê; axaftin wê dikşîne hiş û hişmendiyê.
,.....li pêşiya çelengsiwarê xwe dimelisim.
Derûn û giyan bi rêya pergala berevaniyê ve gemara xwe
davêje qewara derhişiyê û ev qilêr di bîra derhişê de hetahetayê tê qeyd û
bedkirin. Divê çareserkarê derûnî van qeyd û bendan bi şêwayê zanistên derûnî
ve ji nû ve tomar bike. Lewre qewara
bîra derhişiyê nikare demdirêj vê gemarê bihefidîne; piştî demekê jiyan û giyan
di bin barê vê gemara derûnê dieciqe û rê li ber wenda dibe.
Bindestiyê, dilê min ji derûn û giyana min sar kir; hişê min
ji derhişiya min dûr û deraz kir; 'xwe'bûna min li dû hebûna xelkê xwar kir.
Ji bo ku hal û giyana mirov li mîratê negere û mirov
xerabderûn nebe; divê mirov hebûna xwe di kavilê hiş û derûna xwe de bigere. Û
bi qewlê kurdayetiyê gazin û lomê xwe ji derhişiya xwe û bavûkalê xwe bike.
Kula derûna mirov xwebûn e; keser û kedara rih û giyana
mirov hebûn e.
Stara serê mirov, zimanê mirov e.
Derûnçeleng,
Derûniya limelim e
Derûna şerpeze
Qeyd û zincîrê bindestiyê giran e loma parsûyê derûniya
bindesta xwar e û giyana wan limelim e.
Gava ewrê trawmayê tê mirov xweşiyê ji bîr dike: Destê mirov
ji kar û amelê dinyayê nagere.
Mirov bi şev û roj ketinin heyra mal û hal û milkê dinê loma
her daîm şiwar û stûxwar û şerpeze nin.
Sax û silamet be, li ber kurd û Kurdistana xwe be.
Xwedê kesî nexe tora nezan û zalima.
Destê mirov ji dinyayê sar dike, ...
Gotinên ehmeqa ji kirinên wan xerabtir in.
Maqûlê xwebûnê û saxî û silametiya hebûnê ew e ku mirov
"xwe" di nava ax û tirabêlka xwe de bigevizîne, bi herî û xweliya wê
serê xwe bişo.
Her ku mirov ava bindestiyê vedixwe mirov hîn bêtir dikeve bin nîrê bindestiyê û hêdî hêdî 'xwe' winda dike û piştî demekê hebûna 'xwe' dikuje/radestî serdestê xwe dike... Û derûn û giyana mirov mîrat dibe...
Divê
mirov bi hişmendiya oxilme tevbigere..
Bi rêûresmên (rîtûel) xelkê mirov nikare xwe û derûna xwe
pak bike.
Li kaviliya derûnê de li qirê hiş de mirov ketine bin agirê
derhişiya xelkê loma moletê nade derûnê û mirov t(p)êgihîştin çê nabe...
Bi vê derûniya melûliyê me qeysa hişmendiya xwe windakiriye.
Gera şîrheramiya nankoriyê li me geriyaye. Xwelîseriyê li
nav çavê me kurda ye. Mala me mîrat bûye...
Daw û delingê derûna xwe hildin û bazdin pêşiya derhişiya
xwe da ku hişê birîndar derman bikin.
Deriyê derûnnasiyê
(Gateway to psychology)
Giyan, soul
Derûn, psychology
Hişmend, conscious
Derhişî, unconscious
Derûnkol, psychoanalyst
Bed derûn, bad psychology
Hest, emotion
Hevdilî, empathy
Venasîn, cognitive
Venasîna germ, hot cognition
Venasîna sar, cold cognitionteway to psychology)
Derûn: psycho, psyche
Giyan: soul, anima
Hişî: conscious
Xwebûn: self
Hebûn: be, happen
Pergala berevaniyê, defense mechanism
Çareserkarê derûnî, psychotherapist
Bîra derhişiyê, unconscious memory
Comments
Post a Comment