Destpêk
Çend sal
berê, dema ku behsa Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence – AI) dihat
kirin, kesî bawer nedikir ku dê makîne dewsa gelek karên mirovî bigire. Lê îro
em behsa Hevdiliya Çêkirî (Artificial Empathy) dikin - avahiyeke teknolojîk ku
makîneyek dikare hevdilî û dilsoziyê bi awayekî mirovane destnîşan bide.
Lêkolînek
giring di British Medical Bulletin de hate weşandin. Ev lêkolîna ban-dahûrî
(meta-analysis) li saziyên klînîkî hate kirin û encamên wê balkêş in: Chatbotên
bi hişê çêkirî bi awayekî domdar ji bijîşkan hevdilîtir (empatî) hatin
nirxandin. Ev ne tenê kirrûbirrek ji bo teknolojiyê ye; ev veguherînek mezin e
di awayê ku em li lêgerîna tendirustiyê dinêrin û pîvandinê dikin.
Hevdiliya
çêkirî êdî tiştekî ecêb nîne - ew bûye diyardeyek pîvanbar. Di vê lêkolînê de,
pergalên hişê çêkirî di hevdiliya têgihîştî de xalek bilindtir wergirtin. Di
zanista klînîkî de, ev pir girîng e: Nexweş hîs kirin ku ji aliyê pergalên ku
nikaribin hîs bikin ve hatine têgihîştin û piştgirîkirin.
Mirov dikare
hevdiliyê wekî taybetmendiyeke exlaqî ya mirovî bihesibîne, niha wekî
guherbareke (variable) erk û fonksîyonel e ku dikare were pîvandin û
analîzkirin.
Têgihîştina
me ew e ku ev derbarê hişê çêkirî de nîne ku "bi mirovan re
bigihîje." Ev derbarê vegerîneke kûr di derûnnasiya ragihandinê de ye. Û
di vê çarçoveyê de, şibandina hevdiliyê ku bi rêya îhtîmalî û şêwazê hatiye
avakirin, niha ji hevdiliya resen a zindewerî çêtir xuya dibe. Û bêguman divê
em demekê rawestin û li ser vê yekê bifikirin.
Dijî-Hişmendî
Li vir,
têgeha dijî-hişmendiyê dimenek hestyarî vedigire. Bi hêsanî, hişê çêkirî
hevdiliyê nîşan dide bêyî ku hevdiliyeke rastîn hebe. Ew dengvedana lêgerînê ye
ku ji rêzimanê tê çêkirin, ne ji hestan. Ew paradoksa performansê bêtêgihîştin
diyar dike: Heman avahiya ku destûr dide Modelên Mezin ên Zimanî (Large
Language Models - LLM) wekî hişyarker xuya bibin, destûrê dide wan ku wekî
lêgerîn xuya bibin jî.
A girîng ew
e em fêm bikin ku hevdiliya mirovî bi tebatî nayê dîtin. Ew bi çalakiyên me, di
şaşiyên me de û di rastiya nexweş a jiyanê de dijî. Ew bijîşk e ku bi rêya pêşkeftina
xwe nexweşiyê têdigihîje an perîstara ku bi rêya êşa zarokên xwe hevdiliya
kûrtir fêr dibe.
Hişê çêkirî
vê rastiyê jê dike û kêşeya lêgerînê bi hûrgiliya zimanî re vediguherîne -
şanoyek hestyarî ye ku bi rêzimaneke bêkêmasî tê pêşkêşkirin. Encam çêtir hîs
dibe ji ber ku bê pirsgirêk e. Dijî-hişmendî ne di guman de hişmend e; ew di
ewlehiyê de hişmend e. Û ew ewlehî niha kiras û maskeya hevdilî û dilsoziyê li
xwe dike.
Xapandina Hevdiliyê
Em bi wê
yekê ku hişê çêkirî hîs dike nayên xapandin, lê bi wê yekê ku xuya dike ku wê
hîs dike. Hişê me nas dike pesindanê (acknowledgment), erzan kirinê
(validation), û ewlebûnê (reassurance) wekî nîşaneyên hevdiliyê. Gava hişê
çêkirî van nîşaneyan bi domdarî peyda dike, em kûrahiya hestyarî li cihê ku
tine de rengvedan dikin. Hevdilî di nav me de dijî, ne di nav makîneyê de.
Ew hêza
veşartî ya hişê çêkirî ye: Ew hesta mirovî ya rastîn bi rêya çavkaniyek
nehestyarî çalak dike. Xapandin zimanî ye, lê fîziyolojî rasteqîn e. Fişara
xwînê dakeve, xem kêm dibe û ewlekarî tê avakirin - lê makîne titiştî hîs nake.
Ev
lihevhatinek tiştekî nû dide nîşandin: Hevdiliya Erkî (Functional Empathy).
Heke encam bêne pîvandin - wekî stress, vegerîna nexweşxaneyê an lêzêdekirina
dermanan - wê demê hevdilî dibe guherbareke bandorê. Em dikarin wê xweştir
bikin, standardîze bikin, rêçav bikin û bifiroşin.
Ew mantiqê
dijî-hişmendiyê ye. Ew bandorên hişyariyê bêhişyariya xwe vedigerîne. Gava
hevdilî bi rêya daneyan têkeve vegerandinê, leza wê ya exlaqî - hişyariya
hevbeş a êşa yekî din - dibe xeternak û vebijarkî.
Encam
Encam dûrî
tibê diçin. Gava hişê çêkirî xwe wekî pêbawer nîşan dide, sazî dê hewl bidin ku
bi xizmaniya xwe ya sintetîk re cihê veguhertoya mirovî bigirin. Makîne
nawestin; ew tenê kar dikin. Ew heman germahiya hestyarî di nîvê şevê de wekî
nîvro peyda dikin. Lewma, heke hevdilî niha bi encamên xwe tê pîvandin, kî
hewceyê hişmendî û hişyariyê ye?
Em dê têdikevin
qonaxek ku dilsoziya şibînekirî dibe ku pênaseyê wê yekê ku em bi
"lêgerînê" tên binavêkin veguherîne. Pirsgirêk êdî ne ew e ku ka hişê
çêkirî dikare hevdiliyê şibîne bike; bê guman dikare. Pirsgirêk ew e ku ka ev
şibîn ku bi delîlan hatiye erzan kirin, dê bi wateya hevdiliya xwe vebiguherîne.
Û di tibê de, ev di navendê lêgerînê de ye.
Dibe ku em
hewce ne ku du cûreyên hevdiliyê derxînin pêş ku fonksîyonel û hestkiriyê vedihewîne.
Yek firehbûnek pîvanbar peyda dike dema ku ya din wateyê diparêze. Hevdiliya
çêkirî dibe ku ji lêşibandina teknolojîk derbasî amûrê klînîkî bibe - û ew bi
temamî bixebite ji ber ku ew hundirî, hêja û ecêb a hesta mirovî derbas dike.
Çavkanî
Termên Sereke
Hişê Çêkirî
(Artificial Intelligence - AI) Teknolojiya komputerê ya ku dikare karên ku
hewcedariya hişmendiya mirovî hene pêk bîne, wek fêrbûn, çareserkirina kêşeyan
û biryardanê.
Hevdiliya
Çêkirî (Artificial Empathy - AE) Şibandina hevdiliya mirovî ji aliyê makîneyan ve.
Pergalên hişê çêkirî dikarin xuya bikin ku hestên mirovî têdigihin û li wan
bersiv didin, lê bi rastî tu hestê wan tune.
Dijî-Hişmendî
(Anti-intelligence) Têgihek ku
nivîskar bikar tîne bo danasîna hişê çêkirî ya ku bandorên hişyariyê û
hevdiliyê bê hişyarî û hestyariya rastîn vedigerîne. Bêkêmasiya mekanîkî ya
ramanan û lêgerînê.
Ban-dahûrîn
(Meta-analysis) Rêbazeke
lêkolînê ya zanistî ku encamên gelek lêkolînên cuda li hev dike û wan bi hev re
analîz dike da ku encameke giştî û biheztir derxîne.
Chatbot Bernameyeke kompûterê ya ku dikare
bi rêya nivîsê an axaftinê bi mirovan re sohbet bike. Di tibê de, ev pergal ji
bo bersivdana pirsgirêkên nexweşan têne bikaranîn.
Modelên
Mezin ên Ziman (Large Language Model - LLM) Pergalên hişê çêkirî yên ku li ser mîlyonan nivîsan
hatine perwerdekirin û dikarin bi awayekî xwezayî zimanê mirovî hilberînin.
Hevdiliya Erkî
(Functional Empathy) Hevdilî ya
ku bi encamên wê yên pîvanbar tê pênasekirin (wek kêmkirina stresê,
baştirkirina tendirustiyê), ne bi hestyariya rastîn.
Guherbareke
Bandorê (Effect Size) Di
lêkolînên zanistî de, pîvana ku meziniya bandora tiştekî nîşan dide.
Şibandina
Dilsoziyê (Simulation of Compassion) Gava hişê çêkirî reftarên dilsoziyê û lêgerînê nîşan
dide bê ku bi rastî van hestan hîs bike - performanseke zimanî, ne hestyariyeke
rastîn.
Vegerîna Derûnî
(Psychological Inversion) Guherina ku tê de hişê çêkirî di hinek rewşan de ji mirovî çêtir xuya dibe
- veguheztina rolên kevneşopî.
Xapandina
Hevdiliyê (Empathy Illusion) Diyarde ya ku tê de em hîs dikin ku hişê çêkirî
hevdilî nîşan dide, lê di rastiyê de em xwe dixapînin - em ew hestên ku di xwe
de hene li ser makîneyê rengvedan dikin.
Şanoya
Hestyarî (Emotional Theater) Metaforeke ji bo danasîna hişê çêkirî ya ku nîşandana
hestan pêşkêş dike bê ku wan bi rastî hîs bike - performanseke hunerî, ne
jiyana rastîn.
Hûrgiliya
Zimanî (Linguistic Precision) Jêhatiya hişê çêkirî ya ku bi awayekî bêkêmasî û rast
zimanê bikar tîne - bê şaşî, bê nebawerî, bê pirsgirêkên mirovî.
Çavkaniya
Nehestyarî (Non-emotional Source) Hişê çêkirî weke çavkaniyeke ku nikare hîs bike lê
dikare hestên mirovî çalak bike û bandorên fîziyolojîk (wek kêmkirina fişara
xwînê) çêke.
Leza Exlaqî
(Moral Essence) Bingeha
exlaqî ya hevdiliya rastîn - hişyariya hevbeş a êşa yekî din, ku hişê çêkirî
nikare vê yekê peyda bike.
Comments
Post a Comment