Destpêk Teknolojiya Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) di vê serdemê de bi lez pêşve diçe û di gelek qadan de şoreşeke mezin kiriye û dike. Ev geşedanên nû bi taybetî di warên tendirustiyê (healthcare), veguhastinê (transportation) û lêkolînê (research) de xwe nîşanî me didin. Sê nûçeyên ku li jêr têne dahûrînkirin, tabloya vê geşedan û pêşketinê bi awayekî zelal destnîşanî me dikin. 1. Hişê Çêkirî Dest bi Nivîsandina Reçetan Kir Di eyaleta Utah a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê – DYA (USA) de, pîrketiya teknolojiyê ya bi navê Doctronic pergaleke HÇê (AI system) pêşxist û destûr da vê pergalê ku nûkirina reçetan (prescription renewal) bike. Ev pergal karibûye reçeteyên 190 dermanên cuda yên ku di dermankirina nexweşiyên domdar (chronic diseases) de — wekî tansiyona bilind (hypertension), şekir (diabetes) û depresyonê — tên bikar anîn, nû bike. Lêbelê, dermanên êşkujî (painkillers) yên ji bo nexweşiya kêmbûna balê û hîperaktivîteyê (ADHD) û madeyên ku ji ber xetereya bengîtî û g...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی