Destpêk Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew bingeha avakirina derûnê ( psyche ), nasnameyê ( identity ) û xwebûnê ( self ) ye. Di çarçoveya derûnkolîneriyê ( psychoanalysis ) de, têkiliya di navbera ziman û derûnê de yek ji mijarên herî bingehîn û kûr e. Derûnkolînerî ku ji aliyê Sigmund Freud ve di dawiya sedsala nozdehan de hate damezrandin, xwe dispêre vê têgihiştinê ku hêz û şiyana gihiştina hişmendiyê ( consciousness ) û derhişiyê ( unconscious ) bi rêya ziman û gotinê pêk tê. Di vê nivîsa kurt û kurmancî de, em ê têkiliya di navbera ziman û derûnkolîneriyê de, bandora zimanê dayikê ( mother tongue ) li ser avakirina derûnê û rola zimên di derûnterapiyê ( psycotherapy ) û têgihiştina derhişiya takekesane ( personal unconscious ) û derhişiya hevpar ( collective unconscious ) de bişopînin û ronî bikin. Ziman Weke Bingeha Derûnê Li gorî Jacques Lacan, derûnkolînerê navdar ê Fransî, derhişî ( unconscious ) weke zimên hatiye avakirin — "the unconscious is structured l...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی