Destpêk
Ziman ne tenê amûreke
ragihandinê ye; ew bingeha avakirina derûnê (psyche), nasnameyê (identity)
û xwebûnê (self) ye. Di çarçoveya derûnkolîneriyê (psychoanalysis)
de, têkiliya di navbera ziman û derûnê de yek ji mijarên herî bingehîn û kûr e.
Derûnkolînerî ku ji aliyê Sigmund Freud ve di dawiya sedsala nozdehan de hate
damezrandin, xwe dispêre vê têgihiştinê ku hêz û şiyana gihiştina hişmendiyê (consciousness)
û derhişiyê (unconscious) bi rêya ziman û gotinê pêk tê.
Di vê nivîsa kurt û
kurmancî de, em ê têkiliya di navbera ziman û derûnkolîneriyê de, bandora
zimanê dayikê (mother tongue) li ser avakirina derûnê û rola zimên di
derûnterapiyê (psycotherapy) û têgihiştina derhişiya takekesane (personal
unconscious) û derhişiya hevpar (collective unconscious) de
bişopînin û ronî bikin.
Ziman
Weke Bingeha Derûnê
Li gorî Jacques Lacan,
derûnkolînerê navdar ê Fransî, derhişî (unconscious) weke zimên hatiye avakirin
— "the unconscious is structured like a language" (Lacan,
1977). Ev têgihiştin nîşanî me dide ku raman, hizr, hest, ezmûn û serpêhatiyên
me, berî ku bikevin hişmendiya me, di qalibên zimanî de têne organîzekirin.
Mirov di zimên de hildiweşe, di zimên de winda dibe û di zimên de hebûn û
xwebûna "xwe" dibîne.
Ziman, ji nêrîna derûnkolîneriyê,
ne tenê amûrek e ku em xwe pê dide nasîn, lê ew çarçoveyeke ku tê de heyber (object)
û kirde (subject) tê avakirin. Kirde (subject) di zimên de ava
dibe (Lacan, 1977). Her mirov dixwaze ji heyberê (object) ber bi kirdeyê
(subject) ve biçe — û ev rê tenê bi rêya ziman û zimanzaniyê (linguistics)
derbas dibe.
Di heman demê de,
Ferdinand de Saussure (1916) di zimanzaniya strukturalîst (structural
linguistics) de nîşanî me da ku nîşane, nîşander û nîşandar ji hev cuda lê
bi hev ve girêdayî ne. Lacan bi vê têgihiştinê girt û di nav derûnkolîneriyê de
bikar anî: derhişî bi nîşander û nîşandarên zimanî tê xwe avakirin.
Zimanê
Dayikê û Avakirina Derûnê
Zimanê dayikê (mother
tongue) bingeha derûnê ye. Zarok di zimanê xwe yê yekem de ne tenê peyvan
fêr dibe, lê di wî zimanî de cîhana xwe, têkiliyên xwe û xwebûna xwe ava dike.
Di nava zimanê xwe de, zarok hebûn û xwebûna xwe diafirîne (Vygotsky,
1934/1986).
Li gorî Donald Winnicott
(1965), zarok di binê siya derûniya dêûbavê xwe de dijî. Ziman di vê pêwendiyê
de weke pira di navbera "xwebûna rasteqîn" (true self) û
"xwebûna sexte" (false self) de kar dike. Dema zarok ji bo
pejirandinê zimanê dêûbav bikar tîne û hestên xwe yên rastîn veşêre, ew
xwebûneke sexte (false self) ava dike û zimanê xwe ji kûrahiya xwe dûr
dixe.
Lêkolîn destnîşan dikin ku
kesên ku bi zimaneke nesibî (non-native language) di terapiyê de
diaxivin, têkiliyên hestî û emosyonel ên kêmtir kûr çêdikin (Harris, 2006). Ev nîşanî
me dide ku zimanê dayikê rasterast bi serpêhatiyên hestî yên kûr ve girêdayî ye
û derûnê ji kûrahiyê nîşanî me dide.
Trawma,
Derhişî û Ziman
Trawma (trauma) ew
e ku nikare were vegotin. Trawma ne bîr (memory) e, lê windabûna bîrê
ye. Mirov dema rûdaneke trawmatîk dijî, ziman têk diçe û êş di laş de, di serpêhatiyên
laşî de tê tepisandin (repression). Van Kolk (2014) di xebata xwe ya
navdar de nîşan da ku laş çîrokên trawmayê tomar dike — laş zimanê derhişiyê (unconscious)
ye.
Tiştê ku der nabe, dibe
derd. Di vê çarçoveyê de, yek ji armancên sereke yên derûnterapiyê (psychotherapy)
ew e ku bîranînên tepisandî (repressed memories) bi rêya ziman û
axaftinê ber bi hişmendiyê ve bêne. Freud (1900/1953) got ku "talking
cure" — axaftina azad ango bibîranîna serbest (free association) —
rêya sereke ya gihiştina derhişiyê ye.
Derhişiya hevpar (collective
unconscious) ku Carl Gustav Jung (1964) pêşniyar kir, bi rêya sembolan û
arketîpan di zimên û çandê de xwe nîşanî me dide. Derhişiya takekesane û
derhişiya hevpar bi metafora qeşayê tê nîşandan: beşek li jorê avê ye
(hişmendî) û beşek mezin di binê avê de ye (derhişî).
Mekanîzmayên
Berevaniyê û Ziman
Mekanîzmayên berevaniyê (defense
mechanisms) eziyê (ego) diparêzin. Yek ji wan mekanîzmayan berzkirin
(sublimation) e — mekanîzma berevaniyê ya herî bilind. Berzkirin dema
enerjiyek neyînî an tiştekî nepejirandî di qalibên çandî, hunerî û zimanî de
dibe tiştekî pozîtîv, ew di zimên û afirandinê de xwe nîşanî me dide.
Di heman demê de,
tepisandin (repression), rengvedan (projection) û xwewekdîtina
rengvedanê (projective identification) jî bi rêya ziman tê xwe
nîşandayîn. Dema mirov hestên xwe yên neyînî davêje derveyî xwe û distîne weke
hestên "yên-din" — ev yek ji forman e ku ziman dibe amûra
xwe-xapandinê (self-deception).
Ziman
Di Derûnterapiyê De
Di derûnterapiyê de, ziman
ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê cih û mekana ku têkiliya derûnterapîst û
nexweş tê de ava dibe. Hevdilî (empathy) bingeha derûnterapiyê ye û ev
hevdilî di zimanê ragihandinê de xwe xuyanî dike. Carl Rogers (1951) destnîşan
kir ku pejirandin û lihevhatinên terapîst bi rêya zimanekî germ û rastîn tên
veguhêztin.
Di heman demê de, nakokiya
venasînî (cognitive dissonance) — ku Leon Festinger (1957) pêşkêş kir —
bi rêya zimên tê avakirin û bi rêya zimên jî tê çareserkirin. Mirov dema du
baweriyên pevçûnî hene, di zimên de xwe ji vê nakokiyê diparêze.
Çanda me, şêwaza derûna me
diyar dike. Çi qewimî ye giring e, lê ya giringtir ew e ku em çawa wê şîrove
dikin — û ev şîrovekirin her tim bi rêya zimanê çanda me pêk tê.
Encam
Ziman û derûnkolînerî du
mijarên ji hev nayên veqetandin. Ziman, şikl û şemal dide hizr û ramanê; derûn
jî bi zimanê xwe avadike û serpêhatiyên xwe bi zimên şîrove dike. Mirov bi
zimanê xwe tê pênasekirin û mirov di nava zimanê xwe de hebûn û xwebûna xwe
diafirîne.
Heta ku hûn derhişiya (unconscious)
xwe hişyar û hişmend (conscious) nekin, ew ê jiyana we birêve bibe. Rêya
gihiştina derhişiyê — û bi vî awayî azadiya rastîn — ji rêya zimanzaniyê û
axaftina azad a derûnterapiyê derbas dibe. Ziman, ne tebat e, lebat e — û ev
lebat, bingeha jiyana derûnî ya mirovan e.
Ferhengoka
Termên Derûnkolîneriyê
Glossary
of Psychoanalysis Terms
Term
— Kurdî / English / Rave
|
Kurdî |
English |
Rave / Explanation |
|
Hişmendî |
Consciousness |
Asta hişê ku em tê de
hişyar in û ji xwe û cîhana derve haydar in. Freud vê weke beşeke biçûk a hiş
dibîne — weke serê qeşayê ku li jorê avê ye. |
|
Binhişî |
Subconscious |
Asta navîn a hişê ku
di navbera hişmendî û derhişiyê de ye. Agahî û bîranînên ku ne bi tevahî
hişyar in lê dikarin bi hêsanî bên hişmendiyê. |
|
Derhişî |
Unconscious |
Kûrtirîn û mezintirîn
beşa hişê mirovan. Ew agahî, hest û tecrubeyên ku ji hişmendiyê hatine
tepisandin tê de hene. Li gorî Freud, derhişî jiyana mirovan bi awayeke ku ew
nizane birêve dibe. |
|
Tepisandin |
Repression |
Mekanîzmayek
berevaniyê ya sereke: hiş bixweber hest, bîranîn û xwestekên êşdar ji
hişmendiyê dûr dixe û di derhişiyê de veşêre. Lê yên tepisandî ji holê ranabe
— vegere di xewn, lerzok û nexweşiyên laşî de. |
|
Ezî |
Ego |
Di modela Freud de,
beşa rasyonel a kesayetiyê ye ku di navbera xwestekên nefse, nizimezî (id),
talibatên civakê bilindezî (superego) û rastiyê de hevsengiyê digire.
Mekanîzmayên berevaniyê eziyê diparêzin. |
|
Nizimezî |
Id |
Bingeha kûr ya
kesayetiyê ye û xwestekên xwezayî, nestî û bêhişmend tê de hene. Li gorî
prensîba keyfê (pleasure principle) dixebite — kêfê dixwaze, êşê red dike, bê
rawestan. |
|
Bilindezî |
Superego |
Beşa exlaqî ya
kesayetiyê ye ku nirx, rêzikên civakî û talibatên dêûbavan tê de ne. Carinan
bi hişkî û bêrehm e — sedema şerm û sûcdarbûnê ye. |
|
Xwebûna Rasteqîn |
True Self |
Têgeha Winnicott e:
xwebûna eslî, spontan û hestdar a mirovî ye ku dema mirov azad hîs dike û xwe
dipejirîne derdikeve holê. Dijiya wê xwebûna sexte ye. |
|
Xwebûna Sexte |
False Self |
Di bîrdoziya
Winnicott de: xwebûna ku ji bo parastina xwebûna rasteqîn ji bertekên
hawîrdorê re tê avakirin. Mirov maskeyê di rûyê xwe de datîne da ku bê
pejirandin — lê di encamê de ji xwe dûr dikeve. |
|
Trawma |
Trauma |
Serpêhatiyek an
rûdanek e ku kapasîteya mirov a tê de şîrovekirin û birêvebirinê derbas dike.
Trawma tenê rûdanê nîne — tenêbûna mirov di wê rûdanê de ye. Laş û derhişî wê
tomar dikin. |
|
Bîra Trawmatîk |
Traumatic Memory |
Bîranîna ku ji ber
şideta serpêhatiyê nikare bi awayekî normal bê hilanîn û şîrovekirin. Di laş,
hest û reftar de xwe nîşan dide, ne tenê di hişmendiyê de. |
|
Rengvedan |
Projection |
Mekanîzmayek
berevaniyê: mirov hest, xwestek an taybetmendiyên xwe yên nepejirî davêje ser
yên din û dibêje "ew wisan e" ne "ez wisan im." Koka
gelek pevçûnên di têkiliyê de ye. |
|
Wekxwedîtina Rengvedanê |
Projective Identification |
Têgeheke Melanie
Klein e: mirov ne tenê hestên xwe davêje ser kesekî din, lê wî kesî jî
bixweber dike ku wê hestê hîs bike û li gorî wê bersivê bide. Formeke
pêwendiya kûr a derhişî ye. |
|
Berzkirin |
Sublimation |
Mekanîzmayek
berevaniyê ya herî bilind: mirov enerjiyên kûr ên nepejirandî (mîna êrişkarî
an seksualîteyê) vediguhêze karên civakî-pejirandî yên wekî huner, zanist û
wêje. Di binê her berzkirinê de qirêjî heye. |
|
Bertek Pêkanîn |
Reaction Formation |
Mirov hesta xwe ya
rastîn bi hesta berevajiya wê veşêre. Mînak: mirovê ku pir hezkirinê nîşan
dide dibe ku di derhişiya xwe de nefretê hebe. |
|
Veguhêzî |
Transference |
Di derûnterapiyê de: nexweş
hest û têkiliyên xwe yên kevin (bi gelemperî ji zaroktiyê) davêje ser derûnterapîst.
Ev fenomên di derûnterapiyê de amûreke girîng a têgihiştinê ye. |
|
Veguhêziya hember |
Countertransference |
Bersiva hestdar a derûnterapîst
ber bi nexweş ve. Di nêrîna kevn de xelet dihat dîtin; di nêrîna nûjen de
agahiyek û amûrek e ku derûnterapîst dikare wê bikar bîne. |
|
Nasname |
Identity |
Hesta xwe-yekbûyî,
domdar û cihêreng a mirov e. Li gorî Erik Erikson, di her qonaxa jiyanê de
qeyraneke nasnameyê heye ku mirov divê wê derbas bike û nasnameya xwe
avabike. |
|
Qeyrana Nasnameyê |
Identity Crisis |
Erik Erikson vê
têgehê danasî: rewşa ku mirov nikare nasnameya xwe ya sazûmankî û yekgirtî
ava bike. Bi taybetî di ciwaniyê de çêdibe lê di her serdemê de dibe. |
|
Derhişiya Hevpar |
Collective Unconscious |
Carl Gustav Jung vê
têgehê pêşxist: beşa derhişiyê ku ne takekesî ye, mîrasa hevpar a mirovahiyê
ye û sembolan û arketîpên gerdûnî tê de ne. |
|
Arketîp |
Archetype |
Di bîrdoziya Jung de:
sembolen gerdûnî û şêweyên bingehîn ên derhişiya hevpar. Mînak: Dê, Mêr/Jin
(Anima/Animus), Siya (Shadow), Qehreman (Hero). Di xewn, mît û çîrokan de
xuya dibin. |
|
Sî |
Shadow |
Arketîpeke Jung e:
beşa kesayetiyê ya ku mirov napejirîne û di derhişiyê de veşêre — êrişkarî,
xwestek, lawazî. Naskirina siya, pêngaveke sereke ya xwe-nasînê ye. |
|
Geşedana Derûncivakî |
Psychosocial Development |
Bîrdoziya Erik
Erikson e: mirov di 8 qonaxên jiyanê de pêş dikeve û di her qonaxê de
qeyraneke taybet heye. Mînak: bawerî li hember bêbaweriyê (zaroktiya
destpêkê), nasname li hember tevliheviyê (ciwanî). |
|
Hevdilî |
Empathy |
Şiyana têgihiştina
hest û tecrubeyên kesekî din ji hundir ve — ne tenê sempatî (xem xwarin ji
bo), lê bi rastî hesta wî hîs kirin. Bingeha têkiliya terapeutîk û têkiliyên
mirovî yên tendurist e. |
|
Girêk / Kêmasî |
Inferiority Complex |
Alfred Adler vê
têgehê danasî: hesta kûr û domdar a kêm-nirxiya xwe. Dibe sedema tevgerên
berevaniyê yên wekî xwe-mezinkirin (overcompensation) an jî vekişîn û
bindestiyê. |
|
Bêçaretiya Fêrbûyî |
Learned Helplessness |
Martin Seligman vê
têgehê danî: dema mirov pey hev serpêhatiyên kontrolnakirin dijî, fêr dibe ku
"ez nikarm", û ev bawerkirin jî dema kontrolkirin gengaz be domdar
dimîne. Sedema sereke ya depresyonê ye. |
|
Nakokiya Venasînî |
Cognitive Dissonance |
Leon Festinger vê
têgehê pêşkêş kir: rewşa nerehetiyê ya derûnî ku dema du bawerî, nirx an
tevger di nakokiyê de ne çêdibe. Mirov bi xweber hewl dide vê nakokiyê kêm
bike — bi guhertina baweriyê an tevgerê. |
|
Xwebûna Narsîsîstî |
Narcissistic Wound |
Birîna kûr a
xwe-rêzdariyê (self-esteem) ye. Dema mirov di zaroktiyê de bi rêz nehat dîtin
an hat red kirin, ev birîn di kesayetiyê de şop dihêle û di mezinahiyê de bi
reftar û têkiliyên nexweş xuya dibe. |
|
Bibîranîna Serbest |
Free Association |
Teknîka sereke ya derûnkolîneriyê
ye ku Freud pêşxist: nexweş her tiştê tê hişê xwe bê sansur û rêvebirin
vedibêje. Bi vî awayî naverokên derhişî ber bi hişmendiyê ve tên. |
|
Xewnşîrovekirin |
Dream Interpretation |
Freud xewnan weke
"rêya şahiyê ya bo derhişiyê" binavkir. Xewn naverokên tepisandî bi
rêya sembol û vegotinên veşartî nîşan dide. Di derûnkolîneriyê de amûreke
sereke ye. |
|
Mirêkkirin (Neynika Xwebûnê) |
Mirroring |
Di bîrdoziya Heinz
Kohut de: zarok hewce ye ku dêûbav wî "bibînin" û bertekê bidin —
vê bertekê zarok hîs dike ku heye û girîng e. Kêmbûna neynikê sedema birînên
narsîsîstî ye. |
Çavkaniyên sereke: Freud (1900), Lacan (1977),
Jung (1964), Winnicott (1965), Erikson (1968), Kohut (1977), Seligman (1975),
Festinger (1957)
Çavkanî
Festinger, L. (1957). A theory of cognitive dissonance. Stanford
University Press.
Freud, S. (1953). The interpretation of dreams (J. Strachey,
Trans.; Vol. 4–5). Hogarth Press. (Xebata eslî di 1900 de hatiye weşandin)
Harris, C. L. (2006). Bilingual speakers in the language lab:
Emotionality of first and second language. Journal of Multilingual and
Multicultural Development, 27(3), 197–220.
https://doi.org/10.2167/jmmd404.0
Jung, C. G. (1964). Man and his symbols. Doubleday.
Lacan, J. (1977). Écrits: A selection (A. Sheridan, Trans.).
Norton. (Xebatên eslî di 1966 de hatine weşandin)
Rogers, C. R. (1951). Client-centered therapy: Its current practice,
implications, and theory. Houghton Mifflin.
van der Kolk, B. A. (2014). The body keeps the score: Brain, mind,
and body in the healing of trauma. Viking.
Vygotsky, L. S. (1986). Thought and language (A. Kozulin,
Trans.). MIT Press. (Xebata eslî di 1934 de hatiye weşandin)
Winnicott, D. W. (1965). The maturational processes and the
facilitating environment. International Universities Press.
Comments
Post a Comment