Destpêk Rageşî û raman û fikirîna zêde (excessive thinking) ya berdewam di qada derûn û derûnnasiyê (psychology) de wek mijarên girîng tên dîtin. Ev rewş ne tenê bandorê li ser tendirustiya derûnî (mental health) dikin, lê her wiha dikarin rûdanên jiyanê yên girîng jî bi awayekî neyînî bandor bikin. Lêkolînên dawî nîşanî me didin ku rageşî û ramana zêde dikarin bibin sedema geşedana nexweşiyên derûnî (psychological disorders) û pirsgirêkên tendirustiyê yên din (Bandelow û hevkarên xwe, 2017). Ev rewş bi taybetî di civakên modern de ku zext û pêşbazî di nav jiyana rojane de cih digirin, bêhtir berbelav dibe. Li gorî bîrdoziya venasînî-reftarî (cognitive-behavioral theory), rageşî û ramana zêde bi awayê fikirînê û tefsîrkirina rûdanên derdorê ve têkildar in (Beck & Clark, 1997). Mirov carinan rûdanên normal ên jiyanê wek tehdîd an metirsî tefsîr dikin û ev yek dibe sedema destpêkirina çerxeke neyînî ya raman û hestan. Ev çerx dikare bibe sedema geşedana nexweşiyên weke depresyonê...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی