Destpêk Ji destpêka dîrokê ve, mirov ji xwe dipirse: "Ez kî me?" Ev pirsa sade di xwe de yek ji pirsgirêkên herî kûr ên felsefê û zanistê vedihewîne. Di sedsala nozdehan de, Sigmund Freud bi bîrdoziya xwe ya derûnkolîneriyê (psychoanalysis) rêyeke nû vekir: xwe-nasîn, ne tenê bi raman û zihnê hişmend (conscious mind) pêk tê, lê di bin wê de cihaneke veşartî ya derhişî (unconscious) heye ku jiyana mirov bi rêve dibe. Ev kişf weke şoreşeke Nicolaus Copernicus ya derûnnasiyê, nêrîna mirov li ser xwebûna xwe û li ser cihanê ji binî ve guherand. Derûnkolînerî, di rêya xwe ya bêhempa de, mirov wek hebûneke du-alî destnîşan dike: aliyekî wê yê ku dikare bifikire, biaxive û biryaran bide; û aliyekî din ê ku di tarîtiya navxweyîn (hundurîn) de dimîne, lê belê bi awayên veşartî û sembolîk xwe dide der. Xewnên şevan, şeqitîn û lîstikên ziman, ji bîrkirinên biçûk û tirsên nenas hemû ji vê aliyê tarî yê derûn û giyanê re dibin deng. Xwe-nasîna rastîn, li gorî derûnkolîneriyê, tenê w...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی