Skip to main content

Posts

DERÛNNASIYA HESPAN (EQUINE PSYCHOLOGY)

Destpêk Di sedsala bîst û yekê de, têkiliyên di navbera mirov û hespan de ji nû ve têne nirxandin. Ev pêvajo ne tenê encama geşedana zanistî ye, lê her wiha nîşana veguherîna kûr a têgihiştina me ya jiyana derûnî (psychological life) ya heywanan e. Dîroka demdirêj a hevjiyana mirov û hespan — ji karên çandiniyê û şer bigire heya werzişê û dermankirinê — her tim xwe li ser modela mekanîstîk ava kiriye ku hesp weke amûr an makîneyek bêhest digere. Lêbelê, geşedanên dawî yên di zanistên derûnnasiyê, noronnasiyê û zindeweriya reftarî (behavioral biology) de vê nêrîna kevneşop bi qilopanî hev du kir û nîşanî me didin ku hesp xwedî jiyaneke navxweyîn a zengîn in ku berê nehatibû vedîtin û paşguh kirin. Di vê nivîsê de, em ê li ser bingeha xebata sereke ya George, Holmes û Smith (2023) a bi navê ‘Derûnnasiya Hespên Bikaranînî: Huner û Zanista Alîkariya Hespan’ (Applied Equine Psychology: The Art and Science of Helping Horses) , hewl bidin ku veguherîna paradîgmayê di têgihiştina derûnn...

DERÛNKOLÎNERÎ Û XWE-NASÎN

Destpêk Ji destpêka dîrokê ve, mirov ji xwe dipirse: "Ez kî me?" Ev pirsa sade di xwe de yek ji pirsgirêkên herî kûr ên felsefê û zanistê vedihewîne. Di sedsala nozdehan de, Sigmund Freud bi bîrdoziya xwe ya derûnkolîneriyê (psychoanalysis) rêyeke nû vekir: xwe-nasîn, ne tenê bi raman û zihnê hişmend (conscious mind) pêk tê, lê di bin wê de cihaneke veşartî ya derhişî (unconscious) heye ku jiyana mirov bi rêve dibe. Ev kişf weke şoreşeke   Nicolaus Copernicus ya derûnnasiyê, nêrîna mirov li ser xwebûna xwe û li ser cihanê ji binî ve guherand. Derûnkolînerî, di rêya xwe ya bêhempa de, mirov wek hebûneke du-alî destnîşan dike: aliyekî wê yê ku dikare bifikire, biaxive û biryaran bide; û aliyekî din ê ku di tarîtiya navxweyîn (hundurîn) de dimîne, lê belê bi awayên veşartî û sembolîk xwe dide der. Xewnên şevan, şeqitîn û lîstikên ziman, ji bîrkirinên biçûk û tirsên nenas hemû ji vê aliyê tarî yê derûn û giyanê re dibin deng. Xwe-nasîna rastîn, li gorî derûnkolîneriyê, tenê w...

Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û Derûnterapîstiya (Psychotherapist) HÇyê (AI)

Destpêk Di vê serdema HÇê (AI) de gelek derûnterapîst li ser derûnterapiya bi hişê çêkirî (artificial intelligence) diaxivin, rageşiya herî gelemperî ya ku dibihîzin ev e ku pergalên HÇyan "bêhiş" in —   ew "robotên" ku tenê alozî û tevliheviyek ji derûnterapiya reftarî ya venasînî (cognitive behavioral – CBT) û şêwazên din ên ku ji pirtûkên dersê û Wîkîpediyayê hildane dubare dikin. Tiştê ku nexweş ji derûnterapîstê xwe dixwaze mirovekî rastîn e, bi tiştekî rastîn yê ku dê bi awayekî ji dil û rast bersivan bide. Rageşiya wan ev e ku derûnterapîstê HÇyê   — ango bi giştî, modelek zimanê mezin (large language model) ya ku ji bo axaftinên terapiye ku mîna wê tê bikar anîn an lê tê adapte kirin — tu carî nikare wê bike ku derûnterapîstê mirov dike.   Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku ji aliyê berevajî nêzî vê pirsê bibim. Em hîpoteza ku HÇ xwediyê cûreyek hiş(mend) e — ku xwediyê nûnertî, kêrhatî û belkî jî rewşên derûnî û hestiyariyê ye — bi cidî hildigirin û d...

REWŞA KURDÎ Û KURDISTANÊ DI NÊRÎNA DERÛNKOLÎNERIYÊ DE

Trawma, Nasname, Derhişî û Azadiya Derûnî Destpêk Kurdên ku di nav çar dewletên dagirker de belav bûne di derdora çel milyon in, di nav miletên bê dewlet ên cîhanê yên herî mezin de cih digirin. Ev rewş — ku ji bo kurdan weke bêwelatîtî (statelessness) tê zanîn — ne tenê pirsgirêkeke siyasî û dîrokî ye, bi sere xwe Birîn û rûdaneke trawmatîk (traumatic) a kûr e ku tesîra wê li ser avabûna nasnameyê (identity) , hişmendiyê (consciousness) û tenduristiya derûnî ango saxlemiya zihnê (mental health) gelê kurd tê dîtin. Derûnkolînerî (psychoanalysis) ku ji hêla Sigmund Freud ve di destpêka sedsala bîstan de hate geşedan û piştre ji hêla teorîsyenên weke Jacques Lacan, Melanie Klein, Donald Winnicott û Heinz Kohut ve hate geşkirin, amûreke teorîk a kûr e ji bo têgihiştina van şîkar û dînamîkan. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku bi rêya têgehên derûnkolînerî yên mîna trawma (trauma) , derhişiya hevpar (collective unconscious) , berevaniya eziyê (ego defense) , veguhêzî (transfere...